ZINDÎBÛNA
CÎHANA MÝRÝNÎ
Nusret
Kurt
Tê
gotin ku “ziman morikê piþta
mirovan” e. Heke ev pîvan rast be û em li gor vê pîvanê
tevbigerin. Bi wê wateyê ye ku em zindiyên mirî ne. Çima? Gelo ma qey
mirov dikare bêyî morikê piþtê ji piyan bimîne û zindî bigere?!!
Dîsan
tê gotin ku “ziman amrazê herî
girîng ê pêywendiya di navbeyna mirovan” de ye. Bêguman wisa ye. Lê
heke mirov bi amrazê xwe bi xwe bi dayik û bavê xwe re pêywendî ava
neke, çawa dikare bibe xwedî pêywendiyeke rast? Lê heke mirov bi
amrazeke biyanî bi bira û xwiþkên xwe re pêywendî dane, dê çiqas pêywendiyeke
bi tendûrist be? Bêrexne mirov çiqas amrazên pêywendiyê bi kar bîne,
þarezayiyeke giranbiha ye. Lê heke mirov amrazê xwe bi xwe nikaribe bi
kar bîne û peywendiyên xwe li ser amrazên biyanî ava bike, ya xeternak
û tirsnak ew e.
Em
dîsan vegerin mînaka xwe ya yekem, dema her kes bi zexmiya morikê piþta
xwe ji piyan bimîne, dibe xwedî hêz û þareza dibe. Divê ev yek baþ
were zanîn ku tu kes nikare bi morikê piþta kesekî dîtir xwe ji piyan
bigire. Ev yek xwe di vê gotina pêþiyên me de pir zelal eþkere dike, “konê
pîrê çêtirê ji qesra mîrê”. Heke em vê yekê li gor vê wateyê
jî binirxînin, tê wê wateyê ku zimanê me ji zimanê her kesê biyanî
xweþtir e. Ji ber ku ew ê me ye. Zimanê tu kesî tu caran nabe yê me.
Heke em bi mînak bikin, niha gelek ji me bîst û çar demjimêran bi Tirkî
xeber didin, ma qey zimanê Tirkan dibe yê me? Yan jî bi Îngîlîzî fêr
dibin baþ e bila her kes fêr bibe, lê heke te nezanî tu bi zimanê xwe
xeber bidî, ma Îngîlîzî ji çiyê te re ye? Dê tu bi hevalekî xwe re
bi îngîlîzî xeber bidî, lê bi dayîk û bavê xwe re? Wê demê divê
tu wan jî fêrî îngîlîzî bikî.
Heke
em destpêkê li zimanê dayîka xwe vegerin û bikaribin bi dayîka xwe re
xeber bidin piþt re em dikarin bi xwîþk û birayên xwe re bi Tirkî û
bi hevalên xwe re jî bi îngîlîzî biaxivin. Divê ji beriya her tiþtî
em bi hestiyê piþta xwe, xwe ji piyan bigirin. Berovajiyê vê yekê em dê
bibin zindiyên cîhana mirî û li hember her bayê tenik em dê li erdê
dirêj bibin. Ma her kes naxweze her zindî û li ser xwe be. Jiyan bi
reseniya xwe xweþ e. Weke çêtiriya konê pîrê yê ji qesra mîrê.
copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org