Ehmedê Necadî Dijberî Kurda ye

 

Ozcan Kaplan

 

  

Ka em berê xwe bidin Îranê û li vir çi diqewime...

Di van rojên dawî li dewletê Îranê pêjveçûnên gelek balkêþ gewîmî. Serok Komarê Îranê ji nû ve hat hilbijartin. Hilbijartin di navbera Rafsancanî û Ahmedê Necadî çêbû. Di siyaseta Îranê de Ahmedê Necadî hilbijartinan de serket û gelê Îranê navakê nu hilbijart. Lê belê mirov li vir de pirseke wiha dikare bike. Çima Ahmedê Necadî ser ket?

Ýran siyaseta xwe ya sinsi û kur tê naskirin. Di Rojhilata Navîn de 2500 sala ye ku Ýran hertim desthilatar bûye û siyaseta di Rojhilata Navin de muhra xwe li xistiye. Ev yek jî tê vê wate ku Îran di siyasetê de pispor û zirek e.

Em dema temaþe bikin, destwerdana Amerîka ji bo Îranê li rojevê ye. Baskên muhafazakar siyaseta Îranê xistin destê xwe. Her kes digot Îran di siyaseta xwe de hindek reform û guhartinan çêbike, lê berovajî wî siyasetê xwe zêdetir tundir û dijwartir kir. Gengaze ku niha serokomarê Îranê Ahmedê Necadî ji me re weke naveke nu bê. Di çapemanî de Ahmedê Necadî weke Serokê Þaredariya Tehranê dihat naskirin. Ev raste! Lê belê dema ku em nasnemeya Ahmedê Necedî lêkolîn bikin, pêþiya me miroveke mîlîtanê rejima Humeynê derdikeve. Çima serok komar ne Rafsancaniye, li þuna wî Ahmedê Necadî ye?

Em dikarin hilbijartinan di du beþa de bigrin dest. A yekemîn; çaveke serbixwe derve de mirov temaþe bike Rafsancani ser neket û îdî dema Rafsancanî di siyaseta Îranê de xilaz bû. Lê ne wisa ye. Îro siyaseta Îranê destên hindek kesan tê meþandin. Ji wan yek kes jî Rafsancaniye. Ji ber ku aboriya Îran piranî destê Rafsancanî da ye. Gelek Karxane yên mezin destê malbata Rafsancaniyê daye. Lewma dîsa jî Rafsancanî di siyaseta Îranê de bandora wî gelek berfireh heye. Jixwe ev di hilbijartinên çêbu yê de ji berî ve lihev hatineke veþartî hebû.

A duyemin jî; gelê Îranê rêya xwe da Ahmedê Necadî. Ahmedê Necadi Nijadperest û militan e. Þiara wekhevî û adaletê serket. Bangawaziyê mirovên faqir kir. Berovajiyê Rafsancanî aboriya Îranê destê hinek kesan de derxe û bilav bike mirovên ku þerpeze û faqir bûne. Gotinên xwe dinê jî, nijadperest ya Farsa anî ziman. Bangê xwe, hestên Þîa û welatparêzî kir û her wiha li hemberî Amerika serfiraziya gele Îranê anî ziman. Ji ber vî yekî Ahmedênecadî di hilbijartina duyemîn de serket.

Lê serkeftina Ahmedê Necadî ji bo Kurd Ýranê gelek pirsgirêka bi xwe re bîne. Ji ber ku Ahmedê Necadî dijberê gelê Kurd e. Serokê PDK ya Îranê Dr. Kasýmlo ev kes qatil kir. Gelek kes jî di wê bûyerê de komplo û destê Ahmedê Necadî tê daye dipejirîne. Þerê di Îran û Iraqê de Ahmedê Necadi serbaz bû. Her wiha di gelek kuþtiyên veþartî de tîlî wî heye. Diroka wî bihurî zêde ne zelal e. Ka ew çi kiriye çi ne kiriye. Ev kiye çi ye dema bê ji me re bide xuyan kirinê.

Ahmedê Necadî dijberê Kurda ye. Ji ber ku çend roj berê baþarê Mahabadê xortek welatparêz bi navê Þivan hat qatilkirin. Qatil kirin pir hovane bû. Îro di cihanê de bûyerên wê rengê qet çênabin. Lê ji gelê Kurd re erîþên wisa dîsa diqewimin.

Gelo ev nêzîkbûnên li Mahabadê derket holê xêr hatina Ahmedê Necadîye an na? Serokomarê Îranê pratika wî dide xuyankirin ku, siyaseta inkar û tinekirin bide meþandin. Di niha de Kurdên Lor weke netewe Kurd qebûl nake.

Ez bawer dikim ku, rejîma Îranê hem ji bo li hemberê Kurdan hem jî li hemberê Amerîka Ahmedê Necadî bikar bînên.

Îran xumar dilîze. Ka em binêrên Îran di vî xumarê de ser bikeve an na?........

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org