-
-
KA
YEKBÛNA KURDAN
-
Ozcan
Kaplan
-
-
- Kurd di pêvajoyeke girîng re derbas dibin.
Li Baþurê Kurdistanê van rojên dawî hindek bûyerên nexweþ
diqewimin. Di navbera PDK û YNK de dîsa nakokî û alozî xwe nîþan
didin. Çawa di dîroka Kurdistanê de pirsgirêkên her car xwe
dubare dikir îro dîsa derdikevin pêþberî me.
- Þerê êþîrî û þerê navxweyî...
-
- Weke hûn jî dizanin Kurd ji hev re jîr in,
lê ji der ve re xulam û êxsîr in!... Ev rastiya Kurdan ji aliyê
zanyarî ve jî hatiye pejirandin. Ji bo Kurdan wiha tê gotin,
"Dema du Kurd bigêhîjin cem hev þerê hev dikin",
"Kurd bi hev re xayinin".hwd. Çima her kes van gotinan
bi kar tîne?
-
- Belê ev çend sale tevgerên Kurdan li Baþurê
Kurdistanê tekoþînê didin, gelek destkeftiyên girîng bi dest
xistine. Di rewþeke federalî de Kurdên Baþur di rewþeke nîv
azad de dijîn. Taybetî piþtî hilbijartinên Iraqê herêma
Kurdistanê serxwebûnekê dijî. Lê belê derketina nakokiyên
di navbera PDK û YNK de rewþên siyasî bêhevseng dikin. Di
demeke wisa de yekbûna Kurdan bi parçebûnê re rû bi rû ye.
-
- Serokê PDK Mesut Berzanî dixwaze Seroktiya
herêma Kurdistanê bike. Ji xwe re alîkaran jî naxwaze. Hindek
kes dibêjin ku Barzanî 36 sal in di herêma Kurdistanê de
desthilatdarî dixwaze. Daxwazeke bi vî rengî ne Telebanî qebûl
dike ne jî endamên YNKê qebûl dikin.
-
- Niha Celal Telebanî Serokdevletê Iraqê ye.
Piþtê 6 mehan þun ne dema wî bi dawî dibe. Lê li beramberî
vê yekê Mesud Barzanî dixwaze bibe serokê demdirêj ê herêma
Kurdistanê. Ji ber vê sedemê nakokî her ku diçin kûr dibin.
-
- Êdî gelê Baþurê Kurdistanê ji rêxistînên
Kurdan bawer nake. Gelek kes dibêjin siyaset "fiþe
ye". di navbera rêxistinên Kurdên Baþur de Sedemên wiha
gel dibe bêbawer bûnê. Em dema ku di kolanên Baþurê
Kurdistanê de bigerin, gelek kes êdî þerê birakujî û alozî
naxwaze. Bi rêya hilbijartinê re hikûmeteke demokratîk
dixwazin. Pêwîste rêxistinên Kurdan hewldanên aþtiyane û
demokratîk bi pêþ bixînin û pêwîste êþîrtî û malbatgerî
bidin aliyekî.
-
- Çi rêxistin dibe bila bibe, dema ku bawerî
nedabe gelê xwe ev tu car bi ser nakeve. Bila Birêz Barzanî û
Telebanî jî li ser vê rastiyê hiþyar bin ku kêngê di dil û
mejî de bi gelê xwe re bibin yek û ji bîryarên gel re rêzdar
bin dê wê demê bi serbikevin. Pêvçûn
û alozî ne li feydeya me Kurdan e.
-
- Pêwîste
çanda demokrasiyê bi pêþ bikeve. Rêxistinên Kurdistanê tev
bigêhijin gel hev û hêzên xwe bikin yek û yekbûna Kurdan
çêbikin.
-
copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org