Ozcan KAPLAN

 

MAMOSTE Û PERWERDEYA NÛJEN

 

Ji vebûna dibistanan re demekî kurt maye. Mamoste û xwendevan hêdî hêdî ji bo perwerdeya sala nû amadekariyên xwe dikin. Lê belê beriya ku dibistan vebibe, dixwazim çend gotinan bêjim.

Li Wargeha Mexmûr’ê, di dibistanên me de asta perwerdê mijara giftogûyê ye. Lê belê beriya her tiþtê mijara herî girîng rewþa mamosteyan e. Di destpêka penabertiyê de mamosteyên ku di perwerdê de xebat kirine ji wan tu kesê berê mamostetî nekirin e. Ji bo zarokan perwerde bikin, kesên ku li deverên dîtir xwendibûn, bi dilxwazî bûne mamoste. Ji ber ku wê demê derfetên mamoste ji devre anînê qet tune bûn. Bi vî awayî mamosteyên ku ev 12 salin xebatên perwerdê bi rêve birine ji bo xwendekaran xebateke piroz kirin e. Her wiha di van 12 salan de her mamoste ji aliyê pîþeyî û pisporbûnê ve encamên girîng derxistin holê. Di van salên dawiyê de hem derfetên pêþxistina perwerdê derketin holê, hem jî ji aliyên pisporbûna mamosteyan ve ezmûneke girîng hatiye destxistin. Ji ber vê yekê divê êdi ji vir û þûn ve ji bo xebatên perwerdê mamosteyên nû bên girtin û di ezmûnan re werin derbazkirin. Her wiha ji bo mamosteyên nû werin girtin, pêwîste ku li pêþiya wan hinek pîvanên nû bêne danîn. Jixwe di sala 2005’an de konferansa perwerdê û mamosteyan hatibû lidarxistin, di derbarê mamosteyên nû de biryarên bi vî rengî hatine girtin. Di nava van bîryaran de a herî girîng û balkêþ; divê mamosteyên nû bên girtin, xwedî dîploma bin. An jî herî kêm amadeyî xwendibin.

Di van salên dawiyê de gelek derfetên girîng derketin holê. Lê belê, her ku derfet zêde dibin, ji aliyê xurtkirin û pêþxistina pîþeyê de sistbûn û kêmayî derdikevin holê. Xala herî balkêþ jî her mamoste li ser vê mijarê ketine nava lihevhatineke zimnî. Di pêþxistin û xurtkirina perwerdê de gavên berçav nehatine avêtin. (Weke tê dizanîn piþtî hilweþandina sîstema Baas, li Iraqê û Baþûrê Kurdistan’ê jiyan ji gelek aliyan ve xirab bû. Bêguman ev xirabûn li Wargeha me jî bandor kir.) Mixabin, li gor pîvana perwerdeya nûjen lêkolineke berfireh hêjî pêknehatiye. Divê ji bo di pêþxistina perwerde û amadekirina pirtûkên waneyan de ji derveyî mamosteyan, komeke taybet were amadekirin. Pewîste ku ev kom di derbarê mijarên perwerdê de pisporbin, li gor pêdiviyên nû afrînerbin.

Em dema ku asta mamoste û perwerdeya li Wargeha Maxmûrê dinirxînin, li gor pîvana perwerdeya cîhanî, gelek lewaztir dibînin. Divê ku li gel hinekan ev rewþ normal e. Lê dema ku em bikevin kûraniya wê, hînbûyinên bi salane hatine rûniþkandin, dihêle ku li ser perwerdeya nûjen û pêþketî ser êþandin zêde pêþnekeve. Bi vî rengî jî asta me li gor perwerdeya Cihanê lewaztir dimîne.

Lewra çi dibe bila bibe, pêwîste ku her mamosteyê me vê rewþa xeter biguhurînin. Gengaze ku barê me hinek giran e, lê belê avakirina civakekî pêþketî li ser milê mamosteyên me dimeþe.

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org