|
Ozcan KAPLAN PIRSGIRÊKÊN RÊ Û RÊBAZÊN PERWERDE -1 Di
roja me ya îro li gelek welatan de pergela perwerdeyê ya ku heyî tê jêpirskirin
û ji nû ve di berçavan re tê derbaskirin. Pergela perwerdê bi awayekî
giþtî bi xitimandinê re rû bi rû maye. Mirov dikare wiha jî bêje; di
bersiv dayîna pêdiviyên roja me de gelek kêm û lewaz dimîn e. Îro
dema ku em bernameyên perwerdê yên rê ve diçe lêkolîn bikin, bi çavakî
zelal dibînin ku çiqas lewaz û ji afirandinê dûr e.Ya herî mirov dixe
nava xemgîniyê jî ew e ku, yên pergela perwerdeyê rêve dibin jî, rê
û rêbazên perwerdeya bi salan hatiye meþandin ji xwe re esas girtine û
di guhartin û derbaskirina wê tiþtê de tu hewldaneke berçav pêþnexistin
e. Li
gor pêdivî, teybetmendiyê temenî û jêhatiya xwendavanan qet nehatiye nêrandin,
bi þêwaza xistina nava qaliban, her çiqas hinek guhertin çêbin jî hîna
jî ev þêwaz berdewam dike. Di þêwazên perwerdeyên klasîk de
xwendevan teybetmendiyên xwe yên afirîner û jêhatiyên xwe derbixe pêþ
jî, nêrînên wê/wî kesî tên biçûk kirin, guhnedayîn çêdibe yan jî
bi nêzîkbûnên neyênî re rû bi rû dimîne. Çima
wiha dibe? Ji ber ku xwendevan wiha nêzîk bibe, wê demê derdikeve derveyê
xetê û dengeyên hatiye avakirin xirab dike. Bêguman ev rewþ, ji bo
mamoste jî wiha ye. Di hinek cih û deveran de dema ku mamoste ji bo di
asta perwerdê de bilindkirin û pêþketinan derxe holê, çend rê û rêbazên
perwerdê bikartîne lê di encam de, sîstemên li ser dengeyan dimeþe
mamoste weke tawanbar dibîne. Ji aliyê din ve jî li gelek welatan ji
xwendevanan re rêbazên (metod) fêrkirinê yên ku bikartînîn, agahiyan
bi þeklekî qaliban didin. Di sepandina van rêbazên fêrkirinê de
xwendevan bêyî ku bizanin van agahiyan ji bo çi digre, bê
bêpisr raste rast agahiyên guhdar kiriye, dixwaze di nav hafizeyê
xwe qeyd bike. Ji ber ev tiþt jî wisa ne hêsane, xwendevan diçe malê dîsa
dubare dike û rojên din jî dîsa dubare dike. Ew agahiyên girtiye ji bo
çi girtiye û sedemê vê çiye, qet napirse û lêpirsîn nake. Jixwe
xwendevan xwezayî ev yek jiber kiriye. Encax pirsgirêk, di civakên pêþketî
de bi vî rengî dernakeve holê. Ji
ber ku di sedsala 21.’an de pêþketina teknîk û zanîst, di perwerdê
de pêwîstiyên rê û metodên nû ji me re nîþan dike. Sedemên ku di
perwerdeyê de pêwîstiyên pêþxistina metodên nû û afinîner, êdî
pergela perwerdeyên klasîk an go ên kevin bê berhem û bê sûd e. Di
sedsala 18.’an de sazûmaniya dibistanan bi awayekî tevahî belavî hemû
beþên civakê bûye. Pêþketinên dibistanan bi xwe re di perwerdê de
bernameyên nû pêþxist. Roj bi roj raman û teoriyên nû derketin pêþberî
me. Berê, perwerdeyên dihatin dayîn ji berhemdariyê zêdetir, ji
dubarekirina yên heyî wêdetir ne diçû. Dema ku rewþ bi vî rengî bû
mirovên ku bi wê beþê ve mijûl dibûn, di þêwaza perwerdeyên kevnar
de ketin nava hewildan û lêgerînên nû. Civakên ku ji aliyên sîyasî,
aborî û civakî ve pêþketine, li cihê perwerdeyên klasîk û kevin rêbazên
cihêreng di nava dibistanan de dane pêþxistin. Bi taybetî di nava
sedsala internet û zanyarî de, (sedsala me bi wî rengî tê bi nav kirin)
perwerdeya alternatîf an jî perwerdeya pozîtîf ketiye rojevê. Li gor
asta zeka û jêhatiya xwendevanan van þêwazên nû encamên êrenî dane.
Di roja me de gelek mirovên zanyar wekî Clement, Ross û Gentner di encama
xebatên kirine de, dibêjin: “Xwendevan ewe ku fêm dike yan jî wate
dide wê demê encax dikare têbigihêje”. Ji
aliyê din ve em tev li gor astên cuda bi xwendekarî û hindekariyê ve
mijûl dibin. Eþkereye ku divê sazûmaniya perwerdeya giþtî bikeve nava
lipirsînên kûr. Em
xwendevanên ku tenê ji me guhdar bike, bi gotina me biaxive, dema ku em
dibêjin binivise, dinivîse, bixwine dixwine, ji ramanên rexnedarî yê dûr,
bê ku bipirse, bêdeng, jîberkirinê re vekirî, dixwazin? An jî em,
berovajî tiþtên me li jor dane xuyakirin, xwendevanê dizane çi dixwaze,
lêgerînan dike, ramanên rexnedariyê pêþxistiye, tiþtê fêrbûye
parvedike û di encamê parvekirinan de agahiyên nû derxistiye holê,
dixwazin? Bêguman, her mamoste ji xwendevanên xwe, di dixwaze di nava
civakê de kesayetên aktîf bibîne û ji wan bûyîna xwediyê rûmetên
bilind hêvî dike. Lewra bi giþtî heke em ji aliyê perwerdê ve pêþketinan
dixwazin, bi lêgerîna pirsgirêkên bingehîn di nava sazûmaniyên
perwerdê û rêbazên wê de, divê li ser were rawestandin û çareserkirin. Her
welatek, ji bo li gor pêdîviyên dema zanyarî bikare bimeþe, di serî de
dixwaze ku mûfredatên perwerdê pêþbixe û nû bike. Lê belê li welatên
Rojhilata Navîn û weke wan de
nûbûn an jî reform di her qada jiyanê de wisa zû bi zû pêk nayên. Bi
awayekî giþtî, li ser kevnparêziyê xwe her tim dubare dikin. Ji ber ku
di zîhniyeta civaka Rojhilata Navîn de, kevineperestî û dogmatîzm gelek
bipêþ de ye. Di pêkanîna guhertin û reforman de tiþta ku bala mirovan
dikiþîne, ewe ku dema tiþtekî xirab dike, dîsa jî, li ser wê weke berê
ava dike û didomîne. Yanî bi awayekî giþtî dema ku mirov baþ binêre
“restorasyon” derdikeve pêþberî mirov. Bêguman,
dema ku wê zîhiniyetê em hinek kûr bigirin dest, em dibînin ku di nava
Rojhilata Navîn de þewqa xwe li ser sazûmaniya perwerdê û rêbazên wê
jî dike. Perwerdeya ku tê bi rêvebirin, di mantiqê jiber(ezber) û di
bin siya ol de derdikeve pêþberî me. Her
çiqasî di warê perwerdê de hinek guhertin û nûbûn çêbûbin jî ji
þeklî û taqlîdê pêþdetir neçûne. Rê û rêbazên ku ji Rojavayê
girtine, bêpirs û bêlêgerîn çawa girtine wisa jî, di pergela
perwerdeyên xwe de bikartînin. Heke pergela perwerdeyên civaka pêþketî
Rojhilatiyê ji xwe re weke minak bigre wê demê çi pêwîstî dibînin ku
ji bo perwerdeya xwe berdewam bikin diçin welatên Evrûpî û Amerîkî? Li
gor me ev mijar gelek girîng e! Çima girîng e; ji ber ku îro him zîhniyeta
ku qalip girtiye (bîr û bawerî) ji wê re venekiriye, him jî li gor hêsaniya
xwe hêjî þêwazek dernexistiye holê. Lewra pêwîste, civakên ku li ser
wê zîhniyetê xwe rêve dibin, despêkê rê û rêbazên perwerdeyên xwe
biguherîn.
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org