Ozcan
KAPLAN
Ziman
Hebûna Gelan e
Ziman hebûna neteweyekê nîþan dike ango netewe hebûna zimanekî diyar dike. Ew rastî ji aliyê dîroknas û zimanzanan ve jî hatiye pejirandin. Di heman demê de, di tevahiya cîhanê de pirsgirekeke wiha êdî qet nemaye. Di destûra her dewletê de dervayê zimanê fermî, zimanê kêmnetewan di çarçoveya qanûnî de serbest û azad e. Ji ber ku her dewlet pir reng û gelek zimanan ji xwe re weke dewlemendiyeke mezin dibîne. Lê belê li Tirkiyê rewþ berovajî wê rastiyê ye. Li Tirkiyê qaþo zimanên kêmnetewan di destûra bingehîn de hene, herkes dikare bi zimanê dayikê perwerdeyê bibîne û dikare xwe vegotin bike… Lê her tiþt weke di qanûnan de hatiye nîþandan ne wisa ye. Nêzîka 25 milyon Kurdên ku di çareçewa sînorên dewleta Tirkiyê de dijîn hên jî nikarin zimanê xwe di her warekî jiyanê de bi kar bînin.
Beriya her tiþtî zimanê Kurdî hên ji heyama neolitîk de zimanê çand û hilberînê ye. Lewra zimanê Kurdî zimanekî herî kevnar û dewlemend e. Li Mezopotamyayê di van penç hezar salên derbasbûyî de gelek ziman û netewe hebûn, lê mirov îro dinêre, ku piraniya wan heliyane an jî tine bûne. Lê zimanê Kurdî heta niha tevî bê dewletbûnê jî neheliya û bi awayekî pir xurt xwe parastiye. Zimanê Kurdî çiqas çiyayî be jî ewqasî çandî û wêjeyî ye. Heta niha ji stranên ku bi sed salan tên gotin, bi rêya dengbêjan bi þêwazeke devkî hatiye heya roja me ya îro. Zimanê Kurdî bi gelek zarava û þîweyên xwe ve jî, ji me re nîþan dide, ku ew zimanekî çiqas dewlemend e.
Dibe ku hinek kes vê rastiyê nikarin qabûl bikin. Heke di welatekî de ziman qedexe be, li wir alozî û pevçûn derdikeve holê. Ýro rewþeke wiha li Tirkiyeyê diqewime. Helwesta Komara Tirk bi þêwazeke hovane derdikeve pêþberî me. Ji ber vê yekê hebûna gelê Kurd ji her aliyan ve tê înkarkirin.
Bêgûman, li Tirkiyeyê siyaseta ku li ser înkarkirinê îro tê meþandin jî nêzîkî 85 sal berê toxuma wê hatibû avêtin. Komara Tirkiyê di gotinê de pergaleke demokratîk û pêþketî ye. Ji bo bikeve Yekîtiya Ewropa li gor xwe di qanûnên destûra bingehîn de hinek guhartin çêkirin, lê belê di pratîkê de rewþ ne wisa ye. Heta niha Komara Tirk ji axaftina zimanê Kurdî re nikare bêhn fireh bibe, ango dema ku bibîne hineke Kurd bi hev re diaxivin bêhna wê teng dibe û nehaqiyan dike.
Wê demê wek Kurd em helwestên wiha tu car nikarin qabûl bikin. Divê em li hemberî vî awayê pêwendiyê bi gelê Kurd re bi giþtî helwestên xwe yên tund bidin nîþandan. Weke din jî bi awayekî mafdar her tim dijberê wê derbikevin. Ji bo siyaseta asîmilasiyonê vala derbixin, pêwîst e em di her qada jiyanê de bi zimanê xwe biaxivin. Bila herkes bizanibe, ku em neteweke cûda û zimanê me jî cûda ye. Vê demê bila Komara Tirk zimanê me qabûl neke. Bêgûman, rojek were ji ber helwestên ku ji dervayê mirovatiyê pêk anîbûn, wê di nava þermiyê de pozê wan biþewite. Dîrok hertim ji me re baþ dide nîþandan, ên ku zordarî kirine dawî li serê wan çi tê !?.
Lê belê ji bo dijî helwesteke wiha raberbikin gelek lawaziyên gelê Kurd hene. Bi taybetî ev lawazî, di Kurdên Bakûr û Kurdên bajerên ku li Tirkiye de dijîn aþkere û xuya ye. Gelek ciwanên Kurd ji xwe re “em Kurd in” dibêjin lê zimanê xwe yê dayîkê nizanin. Ev nakokiyek e. Lê belê em di vir de ciwanên Kurd tawambar nakin. Ji ber ku pergala Tirkiyê ji pêþketina zimanê Kurdî re rê venekir û her tim axaftina bi kurdî qadexe kiriye. Lê dîsa jî rastiyeke bi vî rengî em ji xwe re nikarin hincet bibînin. Îro di tevahî cîhanê de dema ku em lê binêrin, di gelek welatan de gelên cûda cûda dijîn; di qanûnên wan de mafekî xwezayî heye, ku bi zimanê xwe biaxivin. Ti kes ji wan re astengiyê an jî nehaqiyê nake. Perwerdeya bi zimanê dayîkê ên ku dixwazin, bi dirûvekî azad perwerdeya xwe dibînin. Li bakurê Kurdistanê gelê Kurd di jiyana xwe ya rojane de piranî bi zimanê Tirkî bi hev re dipeyvin. Heke ji niha ve tedbîrên xurt neyên girtin, gengaz e, ku piþtî çend salan þûnde, nifþên nû bi zimanê kurdî nikaribin biaxivin. Lewma divê her Kurdek bi zimanê xwe biaxive. Berî her tiþtî di serî de dê û bav bi zarokên xwe re bi Kurdî bipeyivin. Ji her demê zêdetir îro, barê giran dikeve ser milên zimanzanan. Divê zimanzanên Kurd jî werin li gel hev û bi awayekî dilnizimî û yekgirtî bi hev re di derbarê zimanê nûjen de xebatê bikin.
Zimanê Kurdî, hebûna Gelê Kurd e...
Pêwîst e Kurdên li Kurdistan û dervayî Kurdistanê dijîn di jiyana xwe ya rojane de her tim bi kurdî biaxivin. Bi taybetî Kurdên siyasetmedar, nivîskar, hunermend, rojnamevan, bazirgan, karker û ên ku saziyên civakî bi rêve dibin, zimanê Kurdî bi kar bînin. Heke bi wan kesan re Kurdî pêþ bikeve wê demê zimanê wêje û hunerê jî di nava dewlemediyeke pir mezin de dê pêþde biçe. Bi vê re nifþên pêþerojê xwe ji bîr nakin û ewê bi Kurdîtiya xwe jî serbilind û þahnaz bibin.
copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org