1915

                                                                                              

                                                                          Pîr RUSTEM, pirustem@scs-net.org

 

1915. Du caran yek. Her carek bi navê Yazdan ê dilovan. Sê caran susê, carekê bi hersê pirtûkan, cara din bi hersê pêximberan û cara paþin bi navê hersê miletan. Lê di dawiyê de pênc in. Qalûç e di destê xwedê de, li ber zeviyê zer sekiniye, bi her avêtinekê re pêncî serî difirin û careke din xak di xwînê de tê gevizandin.

1915. Dîrokeke reþ e mîna riwê xweda. Sala þermiyê ye di eniya bablîska bîstan de, xwîþka mezin e ji sala 1988 an re. li evê derê em du caran, di nav bera heft û nehan de, di bin sîka hersê sêyan, û yekî din de, hatine þewtandin.

Di roja ku, bi nav gund ket, di ro- nîvro de, seg nêwîn. “Ev yeka ji nîþanên roja heþer- meþerê ne”. Kalemêrên holê gotin. Piþtî ku, çend malên pêþî birî bûn, di gedûka mala me de ket. “þeþ roj û heft þevan ji xewa giran þiyar nebû. Di sê rojên pêþî de, kes ji gundiyên me nemabû ku, tiliya xwe di meselê venekiribû, lê bê sûde. Ew ji xew- xewa tirs û kuþtinê þiyar nedibû. Di dawiyê de, pîrka gund fermana jê- gera wî da û got: “ eger ev heft çilpikên xwînê yên di sipîka çavên wî de ziwa nebin, ewê ji xewa mirinê þiyar nebe”.

Heft- heft pirtûk, heft qatên ezmên, heft pirtûkên quranê, tev þeþên þewitandî;. Osmên fermana kuþtina wan da bû. Heft rojên hefteyê, û heftiya mirinê. “Bi heftê û heft xweda û bi pisîka bi heft cana eger ev heft çilpikên xwînê ziwa nebin, ewê þiyar nebe”. Eve gotina pîrka gund, û tev dizanin ku gotinên wê ji yên xwedê ne; cihê pîroziyêne.              

Piþtî “þeþ rojan û heft þevan” ew þiyar dibe. Xwe di nav komek jin û mêr de dibîne. “rih bûye bost lê dijminê ne be dost”. Li der dora xwe di zîvire. Heft çilpikên xwînê di nîvê odê de ji çavan di weþin, û heft termên zarokên ser- jêkirî þîn dibin.

Di wê þevê de civakeke fereh li odê digere, heya dengê mele û dîkan jî, nikarin ewê civakê ji hev bêxin. Rê û rêçik pirbûn, dîroka herêmê tev hate hilweþandin û tevdan. Lê mêvan ê me bê deng dima, kesên rûniþtî çend caran xwestin wî ber ve xwe bikþînin, lê dest vala vedigerîn. Gava wan bawer kir ku, rûniþtina wan bê kêr borî bû, ref bi ref belav bûn. min jî xwe di kuncekî odê de lûskiribû; ez bi çavên mêvanê me di ramîm ku, çawa yek karê çavên xwe kesk bike, cara din þîn û carina jî reþ, û di nav bêna her çendekî de kevokekê jê bifirîne.

Dema nîvro ji xew þiyar bûm, min mêvanê xewar li mal nedît. çend caran ji diya xwe pirsîm, lê wê bi kurtî li min vedigerand “mêvanek bû û çû gundê xwe”. Evê bersivê ez têr nedikirim. Mêvanek þeþ rojan raze, û di roja heftan de winda bibe!

Bîst û yek sal di ser hatin û çûyîna mêvanê me yê xewar re diçin; ew ji bîr dibe, lê carina mîna çîroka Erebê tirkirî gundiyan ew mêvan û xewa wî danîn zimên, nemaze di demên ku, yek daketa kaniya jêrî gund û xeleka wan heft darên ku, bi destê wî hatibûn çandin bidîta. “sed rihme li tirba Agob be, ev bû çend bav û bav li vê gundî çûn û hatin, lê kesî ji me bîr nedibir ku, rojekê þiqinekî bîne û li vir biçîne. Em miletekî ziwa ne”. gundiyan lome ji hev dikirin, xasma di demên ku li ser kaniyê, di nav sîka heft darên Çinarê de, yên ku kesî nizanîbû Agob ji ku anîn û li vir çandin, rûdiniþtin.

Di dû van salên dû- dirêj de, ezê pir tiþtan ji zarokiya xwe winda bikim. Yek jê çîroka Agob, lê di rojeke sar de ku, heft þurik bûne yek, emê li hev rast bên. Hingê min xwendina rojnemevaniyê kuta kiribû û li Cinêvê bi cih bûbûm. Di sibeyeke zivistanê de berî ku, ji mal derkevim zengilê telefonê lêda. Gava min xist ber guhê xwede, li aliyê din dengê hevala mina rojnamê hat. Bi kurtî û dengekî tijî hêsir got ku, hevalekî me yê rojnamê bi destê (Mît) ê tirkan hate kuþtin.

Bi destekî sar û dilekî kizirî min telêfon girt û bêyî ku, qehwa sibê vexum, min cixareyek xitse nav lêvan û derketim goristana ku ji min re bi nav kiribû. Bi rêve pir wêne û bîranîn di ber çavên min re borîn, nemaze karên ku, wî di ber Kurdan de dikir, û tazî kirina wî ji hovîtiya ceneralên tirkan re. Piþtî ku, ez gihîþtim ber deriyê goristanê min bîr bir ku, min soza veþartin û amedeya ser gor ê nebirî û rê nemabû ku, careka din telêfonê jê re vekim, û zanibim ewê ji kîjan keniþtê bi derkevin, lewra divyabû li benda wan bi mînim.

Di kêliya, ku min xwest ez herim di teksiyê de rûnim, çavên min bi wî ketin, kale- mêrekî heftê salî, li ber her gorekê disekine û gulên wê av dide- Tîpê mirovê rojhilat xûyaye- dema wî li min nihirî du çem xwînê herikîn hêþt, ku destê xwe jê re hilînim, ew berkenî bû, ber bi min ve hat deriyê goristanê li ber min vekir.

- “Mirin tehl e, lê divê yek wê nasbike da, ku zanibe jiyan çiqwasî jehr e”. Ji kûraniyeke bê- binî gotinên wî der diketin. “Tu karî qurnefilekê ji wê derê jêkî”. Gava dît, ku ez dest vala hatime, tiliya xwe ber bi hevzoyê qurnefilan ve dirêjkir û gote min.

- “Te sipas dikim, derketina bi lez û ev nûçeya ji niþkêve hêþt, ku ez xwe ji bîr bikim”. Min xwest ez hatina xwe ya bê baxê gulan ji xwe û wî re bin cil bikim.

- “Þîna dawî be lawê min”. 

- “Ne bawerim”.

- “Ka em herin hundir”. Kuþtina minrovekî; di bajarekî Ewropa de, ê bihêþta yek bibehite.

- “Tu bi tena xwe dijî”. Ev tiþtekî pir normalbû, lê min xwest ku, ez ji nuhve deziyê axaftinê bikþînim. Pirsa min refek hecî lek- lekan ji çavên wî firand, nemaze piþtî ku naskir hatina min a vê derê ji bo çî ye.

- “Ev bû bîst û yek sal û heft meh kêm sê roj, ku ez bi tena xwe dijîm”. Ev dîroka hûr hêþt bi min bide naskirin, ku çîrokeke dû- dirêj li pey wî heye.

- “Xûyay e ku tu ne Siwêsrî yî”.

- Tu jî wekî min î. Nayê veþartin, ger em çiqas jî kurkên wan li xwe bipêçin, nirîneke hûr li çavên yekî ji me, tu yê nasbikî ka tîna rojhilat di dilê wî de dikele lê na”.Berî ew rûne ber bi kuncekî odê ve çû; du piyalên mey- vexwardinê anîn. “Di rojek mîna îro de, du tiþt bi kêrî mirov tên pîrek û enbît”. Bi gotinê re wî piyalek danî ber min.

- “Hejmartina rojan jiyaneke tehl e”. Qurta enbîtê gewriya min kizirand.

- “ Eger mirov lawê miletekî, ku. melyon û nîvekî di navbera roj û þevekê de winda bike, be. Ewê li benda rojekê be û teneyên tizbiya dîrokê bêjmêre. Lê mixabin xûyay e temenekî bi tenê ne besê yekî ye, ku bigihe wê rojê”. Piyala enbîtê ji ser lêvan vala vedigere. “mirovê Ermen ji bo tiþtekî tenê dijî; ji bo ku bîraniya wî neyê ziwa kirin”. Piþtî demekê ji bêdengiyê û çend piyalên enbîtê, wî dest avêt hundir sandoqekê û solek zarokan danî ber min. “Salên wê di salên koçkirina miletekî deye. Tu dizanî, ku êþa miletekî nîþan dide?. Ev teka sola zarê min ê herî bi çûke, ew mîrasê min ê bi tenê ye, ku li þûna malbata min maye. Ji berî, ku meleyên wan bang bikin ew ketibûn gund û xwestin ji berî, ku ronahî belav dibe em ji gund derkevin. Kesî ne dizanî ewê berê me bidine kuderê. Heft zarên min hebûn, lê îro solek. Me gote wan, ku sultan bavê me ye û stûyê me jêre koprî ye, lê gotina me bê kêr bû. Bi rê ve çend siwar rastî me hatin û pîreka min birin; ez û heft zarokan sêwî hêþtin, lê piþtî çend gavan û giriyê pîrekê vegerîn û zarê, ku sola xwe ji min re hêþtiye, birin. Wilo çetirbû, wan nexwest ku ez barê xwîn û kuþtina wan jî hilgirim; hinekî xaçê min sivik kirin. Bi rêva zikê þeþ zarên min ê mabûn qelaþtin, lê zêr di zikên wan de ne didîtin. Her ku min digote wan zêr di zikê min de hene,ew dikeniyan û digotin hûn Ermen pêlewan in, tu wilo nakî. Eger zêr hebin wê di zikê van zaroyan de bin, û kêrên xwe diþandin nav rovikên wan. Min heya bi demekê fêm nekir çima ez nekuþtim, lê gava ez bi xwe re birim (Van) ê û destên min xistin xelekên zincîra, ku heya bi (Bon) ê diçe min nuh fêm kir, ku em êzingên dojeha wan in. Bîst û yek sal û heft zaro kêm sê milet kî dizane ew çî ye? “Belê... dîroka solekê ye”. Gotina wî bi girî û lerzîna laþ diçe serî.

Minê bihêþta ew devê kanî û þikeftên ku, bi çemento girtine hil bi weþîne, û mar- dûpiþkan ji sîngê xwe bi revîne. Lê dîtina wan çilpkên, ku yeko- yeko ji sola di nav tiliyan de dadirivîn ser sîngê wî, hêþt ez ber bi wî ve herim... û herim bêyî, ku karibim gava di nav me de bi birim û bigihêm wî.

Ez ji odê, derketim. Sibeyeke sar e. Di welatekî bê xem û solên birîndar de, ka mirovekî kuþtî; mirovekî tazî, xewn windakirî, dê çibike, ji bilî ku li benda rojekê bi mîne. Bîst û yek sal, ji berî vê dîrokê ez hîne zarobûm; di þeveke sar de, mîna îro, ez di kuncekî puxarê de rûniþtibûm û min li çavên mêvanê me dinihirî, belkî evbû!