ÇANDA TIRSÊ

                    Û

IMPERETORIYA XWÎNÊ

 

                                                                                                                                                            

                                                                            

 

                                                                                Pîr RUSTEM

                                                                                pirustem@scs-net.org

 

 

Zanyarên Entirbiyologiya ji me re didin nasîn ku, mirov weke heyîn û aferîde vedigere ji berî nuha bi (100) sed hezar sal; ango em ji berî sed hezar sal, ji kişwera sewalan qetiyane û me xwestiye kişwereke xwe ya cuda û taybet bidin damezrandin û helbet tu cudayiyên mezin, di wan deman de, di navbera mirov û sewalan de tinebûn û ne jî di navbera herdu kişweran de. Bi gotineke din, em dikarin bibêjin ku, mirov jî di hovîtiya cinawiran de bûn û belkî hin caran hovîtiya wan dida ser a cinawiran jî, ji ber ku, cinawer dikuje tenê ji bo berdewamiya di jiyanê de. Lê evê din; mirov dixwest û hîne jî dixweze ku, xuristê bi hemû reng û warên wê têxe bin destlatiya xwe.

Ev heyîna veqetiyayî nêzîkî (80) heyştê hezar sal dajo û têde hinek guhertinên mezin çêdibin; naskirina êgir şoreşekê di ewê civakê de çêdike. Lê ev civak, di meseleyên ramyarî û hizrî de, ewan guhartinên mezin, li gor pîvanên îro, nasnakê da ku, bihêlin rûyê civak û heyînê û bi rengekî tûj bête guhertin û ev dîroka, ku nerm dimeşe, dê bajo heya ji berî zayînê bi (10) deh hezar sal, ji berî ku, mirov nivîsandinê nasbike bi (6) şeş hezar sal; dema ku dikare ayîn û baweriyên xwe û di riya afrandina pût û pêkeran re, derîne holê û ji bo nimêj û pûtperestina wan hin dîtin û baweriyên din derketin pêşiya civaka nuh, weke dayîna qurbanan bo Xwedayan.

Û eger ku, em li evê pêgirta kevin; dayîna qurbanên mirovî bo Xwedayan, vegerin û li wê yekê ne tenê weke heyameke olî binirin, emê bibînin ku, ev gerdiş û bi tonrengên ku, ew qurban dihatin pêşkêşkirin, ji me re û bi rengekî tûj aşkere dike ku, ew rengê jiyan û çanda ji berî sed hezar sal, ku mirov bi hovan re dijî, hîne ne miriye û careke din û di bin hin bawerî û navnîşanan de derdikeve çarçewê, lê evê carê ne ji bo ku, ew dixweze di jiyanê de bijî weke heyînekî, lê da ku ewê din têxe bin destlatiya xwe û ta ku, ewê armanca xwe bi cih bîne, divyabû bi darê zorê û riya êşkenciyê be.

Li gor xwendin û vekolînên ku, me di dayîkên pirtûkên dîrokî de kirine û weke ku, emê di evê lêkolînê de bibînin ku, kuştina ewê din; ewê ne li gor dîtin û baweriyên te û weke “gawir” li cem mislimanan tête bi navkirin, ne tenê tiştekî rojane û suriştî bû, lê ew ji bingehiya çanda wan e û ew li pêşiya nimêjkariyê bi xwe ye jî û eger ku, em li gotinên pêximberê mislimanan vegerin, emê evê yekê di gotinên wî de û bi rengekî aşkere bibînin; “… yek hate cem pêximber (S.) û got: kîjan mirova çêtire? Got: bawermendek bi can û pereyên xwe ji bo XEWDÊ şer dike, got: û di dû re? Got: bawermendek ku, di geliyekî de ji geliyan, nimêj dike û …” [1].

Û eger ku, em li dîrokê vegerin û nemaze ya mislimantiyê, emê bi sedan, eger ku, em nebêjin bi hezaran, li çêrokên ku evê gotina me bi cih dike rast werin û bi taybetî piştî ku, ew dibin xwedî hêzeke xurt û leşker û dikarin imperetoriyeke fireh bidin damezrandin. Lê ji berî ku, em ewê dîrokê didin vekolîn, em dixwezin bibêjin ku, ev yeka ne bi mislimatiyê re hate holê; ango çanda kuştina “ewê din” ji Ola Îslamê kevintire û ew weke çanda hovîtiya mirovane ku, di qonaxên pêşî de ji jiyana wî, gerkiyeke heyîna wî bû, da ku, karîba di jiyana hovane de li berxwe bide û bimîne.

Helbet ev jiyana hovane di hizir û ramyariya wan mirovan de cihekî berfireh girtiye û hêştiya bibe yek ji sitûnên hizrên wan ên olî jî; “gerdişa dayîna qurbanên mirovî di cîhana pûtperestiyê de tiştekî rojane û normal bû” [2]. Û evê yekê hêşt ku, IBRAHÎM jî kurê xwe ÎSHAQ weke qurban ji XWEDAyê xwe re pêşkêş bike, ango ew çanda herêmêye; “di Quranê de û weke ku, di Tewrat û Telmod û Enacîlan de, pir navên Dojehê bi kar têtin. Û gotina Dojehê ewa ku, 77 caran di Quranê de tête vegerandin, ew bi xwe geliyê Bin Henome ku, pûtê Xweda MOLK li wire û dihêşt pûtperest qurbanên mirovî li ber bişewitînin û wilo geliyê Bin Henom bû geliyê kuştinê” [3].

 Lê hatina evan olên ku, bi nirîna tevayî têtin naskirin, ev çand kûrtir kirin; ji ber ku, ji nihadên evan olên tevayî ye ku, ew tenê li ser rastiyêne û dive ew ji bo gotina XWEDAyê xwe bê aramî kar bikin; çi bi gotinê an jî bi şûr, lew re me dît ku, ev olên tevayî hertim bi yên din re di şer û dogişan de bûn. Fîras SEWAH dibêje: “ew nimêjkariya ku, berve radeya ola tevayî diçe, bi evan nihadan tête naskirin:

1-     Ew bizava kesekî bi xwe ye ku, dixweze şoreşekê li dar bixe.

2-     Ew damezerê ku, dixweze oleke tevayî damezrîne, xwe tenê xwediyê rastiyê dibîne.

3-     Ev nimêjkariya; ola tevayî, nikare bi xeynî xwe re, bi aştiyane, bijî … û ne dûre, ev nerazîbûn, rengê şer û cengan bistîne.

4-     Hertim bang li mirûdan dike …” [4].

Tevî evê rastiyê jî, lê di nirîn û dîtinên me de, ev çanda kuştinê bi zarawaya sermiyandariya xasma re derket holê û em ewê yekê di çêroka kuştina Qayîn ji Habîl re dibînin, dema ku XWEDÊ dayîn û sermeyedariya yekî dipejirîne û ya ewê din jî vedigerîne; “Ji karên wan weke ku, XWEDÊ di pirtûka xwe ya zîz de gotî ku, QAYÎN HABÎL kuşt û dibêjin: ew li beyara Qai kuşt… li xaka Şamê” [5]. Û ev kuştiyarî, dê bibe mercek ji mercên berxwedanê û zordariyê û nemaze ji xwediyên ramiyariyên tevayî; “… hema xwediyên xendekê, ewên ku, di wê demê de li bajarê Nicran li Yêmenê bûn, li ser dema mîr Zî NEWAS… ewê ku, li ser Ola Cihoyan bû, gihêşte wî ku, miletek li Nicrane û ew li ser Ola Xaçeperestiyêne, ewî bi ser wan de girt û ji wan re xendek kolan û tijî kuzotên êgir kir û Cihotî ji wan re pêşniyaz kir, ewê ku kete pey berda û yê ku, nepejirand ew avête nav êgir” [6].

Ev ton çand dê derbasî Îslamê jî bibe û ji ber hinek taybetiyên Beyara Ereban û ziwabûna wê û digel merceke din ku, bi pisîkolojiya bindestiyê ve girêdayî ye, ewa ku êlên Ereban jê têşiyan û xwe weke dûvik ji herdu Imperetoriyên mezin; Pars û Roman re didîtin, hêşte ku, ew bi rengekî tûjtir û hovanetir evê çanda kuştinê bi rê ve bibin û weke ku, ew bixwezin tola xwe ji dîrokê vedin û helbet, pir caran, ewan bi hev jî kiriye û ne tenê bi “ewê din”.

Di şerê Uhud de û piştî ku, misliman dişkên û pûtperes bi serdikevin û ji bo ku, ew kînên xwe li wan sax bikin, keç û jinên pûtperestan bi ser cendekên mislimanan ketin û bi wan lîstin; “jinên wan guh û bifn jêdikirin û ji xwe re dikirin gerden, û HIND zikê HEMZE qelaşt û kezeba wî derxist û ew cût, lê dema çêj jê nedît ew velûkir” [7].

Û eger ku em li pirtûka Quranê vegerin, emê binirin ku, ewana ev çanda kuştinê xistiye pileya “pîroziyê” û “ewê din” hertim di bin zor û gefûguran de ye û êşkencî û kuştin ji wî re ye û dê ne tenê carekê yan jî demekê têde bimînin; “kî bi ya XWEDÊ û pêximber neke, jê re agirê Dojehêye, ewê heya bi heya têde bimînin” (72/23) [8]. “XXWEDA nifir li gawiran kiriye û ji wan re agirek peyda kiriye, ewê hertim têde bimînin” (33/65) [9]. “xwediyên êgir ewê hertim têde bimînin” (2/39) [10]. Û emê evê dîtinê li ba xaçeperestan jî bibînin, tevî ku, YESOI bi diltenikî û dilovaniyê tête nasîn, lê dîsan jî ew nikare xwe ji evê çanda hovane rizgar bike; ji ber ku, ew jî law û berhema evê herêmêye û dê bihêle ew di Encîlê de bibêje ku, Dojeh “agirekî venamrêye” (Metî 18/8, 25/41) [11] û “agirekî heya bi heya ye” (Metî 25/46) [12].

Lê emê kuştiyariyên mezin ku, em îro dikarin wan di bin navê jînosaydê de bi nav bikin, di talan û girtinên wan ser milet û imperetoriyên din de bibînin ku, bi cendekên mirovan pire ava dikirin, weke şerê Tirk û Romanan ji bo Qistentînê; “ji Rom û Nesara dor şêst hezarî hate kuştin, gihêşt ku bi pêlêkirina cendekên wan yek bighe ser sûra bajêr. Bajar vekirin û şûr heya bi çend rojan hate bi kar anîn û xelkên wê kirin kole û Tirk piştî sê rojan, ku li Qistentîniyê digeriyan, bi derketin û ketin nav şar û merc û gundan, wan xelk digirt, dikuşt û weke koleyan dibirin, ta hatin û li ber sûra Qistentîniyê cih girtin û wekî çel rojî li wir, pîrek û zaroyan, bi paçekî û cilkeke ji dîbac û hevrîşim difrotin… û mêr tev kuştin û belkî jin û zaro jî [13].

Lê emê evan komkujî û bêtarên han hîne di rojên pêşîn de, ji damezrandina dewleta îslamê û li ser destên pêximberê wan; Mihemed bi xwe jî bibînin û yek dikare, evan karên wan ên hovane, di bin navê kuştin û jînosaydkirina “ewê din” de bide xwendin.

 

KUŞTINA EWÊ DIN:

 

Ne tenê ji bo hêsankirina xwendin û vekolînê, dê bihêle ku, em evê movikê bi xwe jî bi bêtirî navnîşanekê bidin naskirin, lê ji ber ku, “ewê din” bi bêtirî cureyekê hatiye naskirin û jînosaydkirina wî jî bi pir şêweyan hatiye meşandin; ango “ewê din” carina weke yekî “gawir” hatiye nasîn û pir carên din jî weke ewê ji ser riya ola xwe ya rasteqîn daketiye, yan jî ew ne li gor pêşiyan e. Bi gotineke din, emê pir rengên kuştiyariyê bibînin; çi kuştina serokên êl û miletan û herifandina dewlet û serhildanên wan û çi jî kuştiyariyên wan ên li hember hev û ka kiyê destlatiyê bi dest xwe ve bîne û ev yeka hîne di roja pêşîn, ji mirina “pêximber” derdikeve holê; dema ku ew dibin sê alîgir û ji bo cîgiriyê du rojan cendekê pêximberê xwe li erdê dihêlin.   

 

1- PALÎNKIRINA SEROKATIYAN:

 

Emê Babik ELXUREMÎ, weke nimûneyeke balkêş, li ser evî mejiyê mislimantiyê û nepejirandina dengekî nuh; dengê perîşanan ku, bang li guhertinan dikir, bînin ku çawa ew bi destê dezgeha îslamê tête kuştin û bi çi şêweyê ku, qet yek nikare bawer bike; “Di hin çiyan de li aliyê Ezrebêcanê, di salên dused û yekan de, yek bi navê Babik ELXUREMÎ derket û pir xelk bi pey wî ket û… wî pir leşker şikandin, heya ku ELMUITESÊM di salên dused û pîst û sisiyan de leşkerên xwe bi ser wî de şandin, di bin serokatiya EFSÎN de. Wan şer kir û wî BABIK û birayê wî girtin û anîn û dema ku dikevin hundir, bira dibêjêyê: BABIK, tiştê ku te kir ti kesî nekirî û anuha aramiyekê bikêşe ku ti kesî nekêşaye, wî jê re got: tu yê anuha aramiya min bibînî.

Û ELMUITESÊM fermanê dide ku, herdu dest û lingên wî jê bikin, û dema wan dibirin, ew riwê xwe bi xwînê paş dike û dihêlê ELMUITESÊM jê re bibêje: tu di mêrxwaziyê de wilo û wiloye, vêca çima te riwê xwe paşkir, gelo ew ji ber tirsa ji mirinê bû, wî got: na, lê dema pê û destên min hatin birîn û xwîn çû, ez tirsiyam ku bibêjin ew ji tirsa re zer bûye û wilo gûman bikin, lew re min riwê xwe bi xwînê veşart, da ku, ewê tiştî li ser nebînin. Û piştî wê yekê seriyê wî jêdikin û yê birayê wî jî û li ser laşê wan êgir dadidin, bêyî ku deng ji wan derkeve [14]. Lê dê pir neçe û di rex wî de textekî din dê bête venandin û MAZYAR, dê li ser bête xaçkirin, lê piştî ku, ew bi xêzeranan bête kuştin. (vegere Miroc Elzeheb, C.4, R.61). Û wilo zincîra mirovên ku, li ser textan dihatin xaçkirin, dê her û her dirêj bibe.

 

2- QIRKIRINA HEVBENDIYAN:

 

Emê di evê movikê de jî bibînin ku, çawa piştî Dewleta Îslamê dibe xwedî hêz û dezgeh û leşker, ew vedigerin hevbendiyên duh û wan didin ber kuştinê; piştî ku, leşkerên Qureyş ji dorpêçkirina bajarê Midînê vedigerin Mekê û benî Qureyza bi tena xwe di nav lepên MIHEMED û hevalên wî de dimînin, ew wana (25) pîst û pênc rojan di heşargehê de dihêlin û piştî ku, ew omîdiyên xwe dibirin, radibin şandeyekî xwe; Şas bin QEYS dişîni ba MIHEMED û obeya wî, da ku, ew rê bidin wan, weke ku çawa ji berî wê dabûn benî Nedîr û ew rahêjin mal-mewal û zariwên xwe û ji Midîne koç bibin. Lê piştî danûsitandinê, ŞAS têdighe ku, ewê nikaribin seriyên xwe ji ber lêdana şûr bi parêzin, nemaze gava ew dizane ku, MIHEMED biryar û fermana wan daye dest Seid bin MUAZ; serokê êla Ews ku kîneke wî ya kesîtî bi Cihoyan re hebû û wilo SEID fermana wan dide û dibêje: “dada min ji wan re ku, mêr bêtin kuştin û pere bêtin parvekirin û jin û zaro jî bibine kole. Pêximerê XWEDA (S.) ji SEID re dibêje: dadkirina te ji wan re ji ya XWEDÊ ye, ewa ji jorî heft ezmana.

Û ew zelîl bûn û pêximberê XWEDÊ (S.) ew li Midînê di mala bint ELHARIS de girtin û di pişt re pêximberê XWEDÊ (S.) derket çarşiya Midînê –ewa ku îro çarşiya wê ye– û xendek tê de kolan û şandin pey wan, ew ref bi ref tanîn û li ustiyê wan didan û di nav wan de dijminê XWEDÊ, Huyî bin EXTEB û Keib bin ESED, serekên milet, û ew dora şesid-hefsidî bûn û ewên pirdikin jî dibêjin dora heysid-nehsidî bûn… pêximberê XWEDÊ (S.) ferman dabû ku, her ewê simbêlên wî derketibin gereke were kuştin [15].

Û ewê bighên radeyekê ku, aşkere bang li kuştinê bikin û wê weke silogana germkirin û tûjkirina mirûdên xwe bi kar bînin û emê ewê yekê di pir şer û dogişên wî; MIHEMED de bibînin û nemaze di şerê li dijî Benî Mustelîq; Ibin Hîşam dibêje ku, “silogana Mislimanan di roja Benî Mustelîq de: Mensor, bimir, bimir bû” [16].

 

3- HOVÎTIYA TALANAN (XEZEWATAN):

 

Lê hovîtiyên mislimanan ên aşkere û rasteqîn yek dikare di girtin û talanên wan de, ewên ku bi navê xezewatan têtin bi nav kirin, bibîne û nemaze yên li ser miletên din; “mewaliyan” û yek dikare wan bê dudilî bi jînosaydê bi nav bike; “ELBILAZIRÎ di Fituh Elbildan de dibêje: piştî ku Ebdelah bin AMÊR ji vekirina Cor vekişiya, êrîş bir ser xelkên Istexir û ew bi zorê vekir, piştî şerekî dijwar ku, mencenîq bi kar anîn û têde 40 000 ji Eceman hatin kuştin” [17]. “... û –Elrebîi bin Ziyad ELHARISΖ bajarê Zirbix, ji Sicistanê dorpêç kir, piştî ku bi xelkê wê re şer kir, vêca EPERWÎZ rabû Merzebanê xwe weke şandek bo wî bi rêkir, da ku, bi wî re peymanekê lidar bixe. Wî –ELREBÎI– candekek ji yên kuştiyan xwest û li ser rûnişt û bi ser yekî din de jî pal veda û hevalên xwe jî, her yek, li ser cendekekî bi rûniştin da… û peyman bi wan re îmze kir [18].

Û li ser dema ELMUITESÊM jî pir talanên li ser miletên din çêdibin û bêtirê wan jî li ser Imperetoriya Roman û bi hezaran kes têne kuştin û di yek şerî de ji sedê şeran  “sî hezar ji wan kuşt û MUITESÊM çar rojan têde rûdine; (di bajarê Zebitre de) û wê dişewitîne û huldişîne” [19]. Lê ewên pêşîn û komkujiyên wan ne kêmtirî evên paşin bûn û pirê caran evana ew, ji xwe re, weke simbol dîtine û li pey wan çûne. 

 

 4- OMER Û KOMKUJIYÊN WÎ:

 

Belê, eger ku em li kar û biryarên cîgirê duyemîn; Omer bin XETAB vegerin û wan hêdî hêdî bidin ber xwendin û vekolînan, emê bibînin ku, ew jî lipey hostekarê xwe; MIHEMED çû ye, lê wî bêtir û bi şêweyeke bernameyî ev çanda kuştin û jînosaydkirina “ewê din” bi rêve biriye; “Omer bin ElXETAB nameyek ji kargerê xwe yê li Besra, Ebo Mûse ELEŞEIRÎ re şand û têde got: xelkên Besra di ber çavên xwe re ke û te kî ji mewaliyan; (mislimanên ji xeynî Ereb an) û ewên ku, ji Eceman misliman bûne û gihîştî pênc bostan dît, li kepira wî bide… hd” [20].  

Lê Ebo MÛSE bi Ziyad bin EBÎH şêwirî; ka ew çawa bike. ZIYAD jê xwest ku, ew wilo neke û careke din li OMER vegere, Ebo MÛSE bi gotina wî dike û eynî ZIYAD digel nameyekê dişîne ba OMER. Ew dikevin danûsitandinê û li dawiyê dikare OMER bighîne ewê baweriyê ku, ev yeka dê bihêle rêza piştgirên wî ji ser hev hilweşe û ev karê ZIYAD dê bihêle ku, piştî demeke derng, MUAWIYA di nameyeke xwe de loman jê bike û bibêje: “Bira eger ku te OMER ji wê yekê venegeranda ba, dê bibûya rêdanek û ewê bimeşiya û XWEDÊ yê ew pakbikirana û damar û rêşalên wan hilkirana û cîgir tev dê li ser ewê riyê biçûna, ta ku, ne por û ne nênûkek û ne jî ewê pife êgir dike bimana…” ta dibêje: “Li mewaliya û Ecemên ku misliman bûne binir û wan bi sinet û rêdana Omer bin ELXETAB bibe û di wê de şikinandin û pûçkirina wane” [21].

Û OMER bi rengekî fireh û sayî fermanên xwe ji Ebî Mûse re bi rêkiribûn ku, nahêlin ti gûman bighên baweriyên yekî ku, ewî ji bo qirkirin û jînosayd kirina “ewê din” kar dikir û ev yeka, di nirîna me de, rê ji evan miletên din re vedike ku, ew îro dadkirina dîroka mislimantiyê vekin û serdar û serokên wan weke gunehbarên şer bidin dadkirin û ji bo çespandina eva dîtina xwe, em dikarin biryar û fermanên ku, OMER ji kargêrê xwe Ebî MÛSE re bi rê kiribûn, bînin zimên; “De ka em binirin çiye sinet û rêdana OMER di evan Ecemên ku, welatên wan hatibû vekirin:

1-Ereb jinên wan bistînin, lê jinên xwe nedin wan.

2-     Ereb bibin beşbirên wan, lê ew nikarin beşbiriya Ereban bikin.

3-     Di riziq û dayînên bo wan de destê xwe bigir.

4-     Di şer û cengan de wan têxe pêş û rêkan bi wan dûz bike û daran pê bibire.

5-     Çênabe kes ji wan, di nimêjê de, pêşrewiya Ereban bike û ne jî têkeve rêza pêşîn, ta ku, Ereb tev cihên xwe distînin û rêz temam dikin.

6-     Ti derî ji deriyan û ne ti welat û dûgelan bide dest wan û ne jî kesî ji wan bike dadwer û xwedî fermanan.

Û ewî got: Birayê min, eger ku OMER seraneya yên mewalî nekira nîviya yên Ereb –û ew ji bawermendiyê ve nêzîke– dê çawa Ereb di ser Eceman re bana” [22].

 

ŞERÊN MISLIMANAN DIGEL HEV:

 

Em di movika çûyî de li ser hinek bûyer û çêrokên ku, mislimana bi seriyên “ewê din” kirine rawestiyan û me dît ku, wan çi bêtar tanîn seriyên wan û ew dighêşt pileya jînosaydkirina ewan miletan, lê emê di evê movikê de bibînin ku, qirkirina wan ji hev re; ya mislimana xwe bi xwe, ne kêmtirî ewên ku tanîn seriyên “ewên din” e û belkî hin caran bi rengekî hovanetir hatine meşandin, nemaze û piştî aşkere dibe ku, çêroka mislimantiyê û sirûş û pêximberîtiya MIHEMED, derew bi derewe û ew tenê ji bo sermiyan û destlatiyê bû û vaye cîgirekî mislimana; Elwelîd bin Yezîd bin EBDULMELÊK û piştî bi tîrkevanê pirtûka Quranê qul dike, nirîna xwe di derbarê evê meseleyê de tîne zimên û bi rengekî ristî; “Haşimiyek bi cîgiriyê lîst      bêyî ku, sirûş jê re bê û ne jî pirtûk” [23].

Helbet û li gor bawerî û xwendin û karên mislimanan bi xwe, yek dighe ewê encamê ku, ev dîtina han ne tenê ya WELÎD bû û ewana ji pêşî de fêmkiribû ku, çêrok çêroka sermiyan û destlatiyê ye û ji ber ewê yekê ve xebatên xwe ajotine; ji ber ku, eger mirov wilo lê nenire dê çawa karibe têbighe, ji berî ku bi pejirîne, ku du mirov, kêşeyên digel hev şerdikin û hevdu dikujin, weke di şerê Elcemel de, ewa di navbera pêrewên ELÎ ji aliyekî ve û li aliyê din jî AÎŞE û ZUBÊR û TALHA û li dawiyê herdu jî dê buheştî bin; evan tevan soza buhiştê sitandiye, belê dê çawa bawermendek karibe evê yekê bi pejirîne û bi destên evana, bi hezaran hatine kuştin; “… û di dû re şerê Elcemel ku, xwestin tola cîgir (OSMAN) hildin û ji aliyê kêve; kuştarên wî bi xwe. Û çi ferman ji şerê Elcemel gird û bêtartir bû; têde bi hezaran ji mislimanan hate kuştin û têde rih û simbêl û birh û bijang hatin hilkirin û peyayên Ebdil QÊS weke seyan dixuşandin û ew bê guneh dikuştin” [24]. “Û li ser rîşmê deve heftê dest, ji yên benî Debi, hate jêkirin” [25]. Belê, her ku destek dihate birîn, yekî din dibezî û rişmê deveyê ku, AÎŞE li ser piştê rûniştibû, digirt û pir nediçû û ew jî dihate birîn. 

Lê ev şer û kuştinên mislimanan digel hev jî, pir şêw û reng sitandine û emê ji bo firehkirin û hêsankirina mijar û têgihêştina wê, wan di bin hinek movikan de, bidin şirovekirin. 

 

KUŞTINA MALBATA ELÎ:

 

Me di pêşî de ew anîn ne ji ber ku, ew ên pêşînin ku bi destên mislimanan hatine kuştin, dayîkên pirtûkan ji me re salix didin û weke me berê jî gotibû ku, ewana hîne di roja pêşîn de li hev nekir û du rojan cendekê pêximberê xwe li erdê hêştin, ta ku, Ebo BEKIR û bi piştgirî û zordariya OMER karîbû cîgiriyê bi dest xwe ve bîne û emê bibînin ku karê wî; Ebo BEKIR, yê herî pêşî, wî leşkerên xwe bi ser hinek êlên Ereb ên mislimana de şandiye û ew dane ber kuştin û qirkirinê, tenê çima wan gotibû; nema ji îro û bi şûn ve em pereyên seraneyê “zikatê” didin mal-pereya mislimanan û emê wan li belengaz û perîşanên xwe belav bikin, heya gihêşt pileya ku, nivîskarên mislimanan bi xwe li ser ewê yekê rawestin; “ew sedsala ku di piş –di dû MIHEMED– re, bi pêncî salî hatiye, sedsala herî kuştiyariyê ye; têde HUSÊN hate kuştin û Midînê hate dagirkirin û Mekê hate dorpêçkirin û Kevirê Reş jî hate herifandin û cîgiran mey vexwar û pûştî kirin, weke ku, bi Yezîd lawê MUAWIYA û Yezîd lawê ATIKÊ û… re bûye û têde xwînên gunehbar hate rijandin û misliman hatin kuştin û lawên piştgir û koçberan kirin kole û nîşan li ser destên wan hatin kişandin weke ku, çawa li ser destên ên Romanan [26].    

Belê, me malbeta ELÎ di pêşî de anî û ew jî ji ber sê sedemên girîng; ewa pêşîn ku, ELÎ û hîne di roja pêşîn de nerazîbûna xwe ji cîgiriya Ebo BEKIR re da xûyan, dema ku, ew naçe rûniştina Siqîfê, da ku, ew jî dengê xwe bide wî û ew yeka dê bihêle ku, OMER êrîşê bîne mala wî û ji ber ku, FATÎME; keça pêximber û jina ELÎ bi xwe jî ne bi ewê dengdanê re bû û nedixwest derî ji wî re veke, OMER ew di piş derî de guvaşt “û şopên evê guvaştina sert û hişk dê di hundir cendekê FATÎME (S.) de bikolin û ewê nesax û şînayî bikeve, ta ku, di dû bavê xwe re, bi çend rojan, koç bike” [27]. Sedema duyemîn jî, ku evê malbetê bi kerwanan “şehîd” dane û li ser destê herdu dewletên Umewî û Ebasî; “… û çiqwas dîwar li serElewiyan girtine û ew bi saxî xistine bin bingehên avahiyan û ew … ta bi ta jî di zîndanan de hêştine û ew xistine hundirê qutîkan jî” (xwendevan dikare vegere pirtûka Elşîa beyn Elheqaêq Welewham, R.393/394).

Sedema sêyemîn jî ji bo girîngî û “pîroziya” evê malbetê û da ku, em ji xwendevanan re bibêjin ku, ewên karibin evan bêtaran bînin seriyê malbeta herî “pîroz” li cem xwe, dê jê re tiştekî pir normal be ku, jînosaydê bînin seriyê “ewê din”; “Ji rasteqîna hezkirina vê netewê; (Imeta Mislimana) ji serekê mala Xwedê; Elî bin ebî TALIB re, wî zarên xwe agahdar kirin ku, wî bi dizî veşêrin, ji ber ku ew li ser xwe, piştî mirinê û veşartinê, ditirsî. Û ji rasteqîna hezkirina… temiya ELZEHRA ku, wê bi şev û dizî veşêrin û ta nuha kes gora wê nizane û ji rasteqîna hezkirina vê netwê, ji xwediyên malbatê re, şerê wan bi HESEN; rihana pêximber re, ta hêştin ku… û bi vexwerdandina jehirê ew tête kuştin… û ji rasteqîna hezkirina… kuştina wan ji HUSÊN; law û rihana pêximber bi ewê şêweya hovane û bêtarên dîtir ên di piş re, ku netew di nav dudiwan de par ve bû; yên kuştiyar û yên nexemxwar… û ji rasteqîna hezkirina… tiştên ku wan bi zarên HESEN kirine; Derxitina wan ji Midînê ta bi Îraqê û ew girêdayî û zîndankirina wan li Haşimiyê ku, şev û rojê ji hev dernedixistin û eger ku, yek bimira ew wilo bê şûştin û veşartin dihîştin… ta ku zindan bi ser wan de hilweşiya û ev netew di nav dudiwan de par ve bû; yên kuştiyar û yên nexemxwar [28].

Lê rijandina xwîna evê malê, dê di ELÎ û zaroyên wî de raneweste; ELMESÛDÎ dibêje: “şer û dogişên di navbera xelkên ÎRAQ û ŞAMÊ de heftê bûyere”. (Miroc Elzeheb, C.2, R.360). Ewê di her demekê de, ku tenê hinek derfet ji wan re çêbdibûn, li hember rikbirên xwe derkevin û doza tolhildanê bikin û yek ji wan, “Zeyd bin Elî bin ELHUSÊN li hember Hîşam bin Ebid ELMELÊK derket û ew di şêr de hate kuştin, rabû hevalên wî ew di cokeke avê de veşartin û ax û şînkayî bi ser gora wî de kirin, da ku veşêrin, lê serkêşê leşkerê HÎŞAM cihê wî dinase û seriyê wî ji HÎŞAM re dişîne û HÎŞAM jî jê re dinivîse ku, wî tazî xaç bike… û di dû re jî dişewitîne [29].

Yolyos VELHOZIN jî di derheqa evê çêrokê dinivîse: “Û bi fermana cîgir, lawê Iraqê (Yhya bin Zeyd bin ELÎ) hate şewitandin û xaliya wî jî avêtin avê” [30]. Lê Zeyd bin ELÎ bi xwe jî li hember cîger şer kiribû û di şêr de “tîrek wî birîndar dike û dema derdixînin, ew li malekê, di cada Elberîd de, dimre û di cokeke avê de, piştî ku avê ji ser dibirin, vedişêrin û ji nuh ve avê berdidin. Lê di dû re ew cih tête naskirin û lêşe derdixin, di pişt re dibin Kofê û li wir xaç dikin û li wir xaçkirî dimîne, ta ku HÎŞAM dimre, hema serî, ji Şamê re dişînin û di dû re jî ji Midînê re [31].

Û ELMESÛDÎ jî evê çêrokê tîne zimên ku, çawa li ser dema Hîşam bin Ebdulmelêk bin MERWAN û careke din, şîa û di bin serokatiya Zeyd bin Elî bin ELHUSÊN de serî hildidin û weke hertim, ew jî dixweze ji bajarên Îraqê, ji Kofê de dest bi serhildana xwe bike; “êvar dahat... û ZEYD tev de bi birîne, û tîrek jî li eniya wî ketibû… tîr kişandin û ew di ewê katê de mir û ew di cokeke avê de veşartin, û li ser gora wî ax û çawîr dane hev, û av di ser re berdan…” [32]. Lê YOSÊF ew derxist û seriyê wî ji HÎŞAM re şand û di dû re jî û bi fermana HÎŞAM wî tazî bi darve dikin û ta pêncî mehî wilo dihêlin û di piş re jî dişewtînin û xaliya wî bi bê re berdidin.

Emê di dû re bibînin ku, seriyê kurê wî jî; Yehya bin Zeyd bin ELÎ di nav destên Elwelîd bin Yezîd bin Ebdulmelêk bin MERWAN de ye û ew jî dê bi darvekirî bimîne, ta ku Ebo Muslêm ELXERESANÎ cendekê wî dadixîne, dema ku, li ser destên wî dewleta Umewiyan dişke û ya Ebasiyan ava dibe. (ji bo lênirîneke bi firehî xwendevan dikare veger Miroc Elzeheb, C.3, R.225).

Lê Ebî MISLIM bi xwe jî dê nikaribe seriyê xwe bi parêze û piştî ku, ew dihêle Ebasiyîn bi ser kevin, ewê li ser destê Ebî Ceifer ELMENSÛR were kuştin û ji berî wî bikuje û piştî ku, Ebî MISLIM jê re dibêje: “mîrê bawermendan min ji dijminê xwe re bihêle”, dê lêvegerîne û bibêje wî: “XWEDÊ min nehêle eger ku, min tu hîşt! Ma dijmin ji te dijmintir ji min re hene” [33]. Lê bila Ebî MISLIM ewqasî li xwe negre û zor nebîne, vaye wî amê xwe jî, Ebdulah bin ELÎ; mirovê duyemîn, piştî Ebî MISLIM ku hêştibûn dewleta Ebasiyan bi ser keve, da kuştin. Û ji bo kuştina Ebî MISLIM xelkê Xeresanê û yên Çiya û Teberistanê, di bin serokatiya kesekî bi navê BESINFAD de kom dibin, ta ku tola wî hildin, lê nêzîka şêst hezar kes ji wan tête kuştin û ew direvin. (vegere Miroc Elzeheb, C.3, R.306).

Ne tenê wilo, lê dighe ewê pileya ku, ew zarziçên ELÎ bi tevayî didin ber kuştinê û ev yeka dê bihêle neviyekî ELÎ; Ebdulah bin ELHESEN ji Ebî Ceifer ELMENSÛR re bibêje: “Eba CEIFER me di Bedir de ne wilo li we kir” [34]. Û wilo em têdighên ku, çêrok çêroka tolvedan û destlatiyê ye û ne ya ayîn û baweriyê ye û eger ku, em li gotina ELMENSÛR, ewa ku ji kurê xwe re dibêje; “heya ew sax ba dê, destlatî ne ya te bûya”,  piştî ku ew Ebî MISLIM dikuje û lawê wî bi bîra wî tîne ku, ew dostekî wan bû û çima ew kuşt, vegerin, emê evê rastiyê bi rengekî beloq bibînin.

Ev kîn dihêle ku, ew dîwarên zindanan bi ser girtiyan de biherifînin û ji bihna laşeyên ku, di nik yên birîndar de mane, ew hinek pixûr ku, bi dizî derbasî cem wan kiribûn, pêdixînin, da ku, hinekî bihna ewan laşan kêm bibe, lê birînên wan yên ku, her diçû û ew diwerimîn, dê bihêlin kezebên wan jî biwerime û pê bimrin û ewana bi evê yekê tenê nekir, lê wî; ELMENSÛR seriyê kur ji bav re weke xelat jî şandiye. (Vegere Miroc Elzeheb, C.3, R.310).

Ev tev li aliyekî û eger ku, em li çêroka ELHUSÊN û şêweya ku, ew û heval û malbeta wî pê hatiye kuştin vegerin, emê ne tenê kîna evan ji hev re nasbikin, lê yek dighe ewê baweriyê ku, piştî dewlet û dezgehên mislimantiye xurt bûne, ewana karîbû çiqasî dîrokê sexte bikin û ewê hovîtiya xwe veşêrin; “di dehê Elmuherem, roja çarşemê, dehê Oktober sala 680 Z. û piştî nimêja sibê her komek ji bo şêr rêz girt… û ji berî şêr jî HUSÊN hin gotin û gotûbêj ji dijminên xwe re gotin… û piştî avêtina tîran, şerê bi şûran dest pê kir û hevalên HUSÊN xatir jê xwestin… ew tev hatin kuştin. Lê neviyê pêximber (ELHUSÊN), kesî newîrî ew bikuşta, ta ku, ŞEMIR çû û karîbû ev dudiliya bişkanda… di pêşî de ELHUSÊN ji danişgeha zaro û pîrekan bi dûr xist û… li wir gelekan bi ser de girt û xistin bin derb û lêdanan, ta ku, sî û sê kêr û sî û çar derbên şûr lê kirin û çi tiştên li HUSÊN bûn jê dizîn… û xelkê bi ser mal û mewal û deveyan de girt û ew dizîn… û xelkê bi ser jin û xawrin û pirtikên ELHUSÊN de girt, ta dest avêtin cilên li bejna pîrekan jî.. .

Û şehîdên Kerbela li Xadiriyê veşartin, lê seriyên wan jêkirin û ew birin, heftê û du serî digel Şemir bin zî ELCEWŞEN û… birin ba Ebdulah bin ZIYAD û wî jî bo cîgir (YEZÎD), li Şamê, bi rêkirin. Ew pir şabû û kêfkir û hêşt ku, çovekî têxe dest xwe û pê devê ELHUSÊN bikole [35]. Lê ewê bi evê yekê tenê nekin û dê bighe ku, ELMITEWEKÊL fermanekê derîne û ji berdestên xwe bixweze ku, gora ELHUSÊN vedin, da ku dûz bikin û ne dûre ku, hestî jî bişewtandana, weke ku çawa bi yên cîgirên Imewiyan kiribûn. (li  Miroc Elzeheb binire, C.4, R.135).

Ev kuştin û tolvedana ji hevdu, dê tenê li cem malbeta ELÎ raneweste û ewê dirêjî pêrewên wî jî bibe û dê bihêle ku, cîhana mislimantiyê par ve bibe û du riyên sereke û ji hev cuda peyda bibin û pir caran yek gûman dike ku, qet ew ne yek ole û ewê li nivîsên herdu kêşeyan vegerê evê rasteqîna han û bi rengekî beloq têde dibîne, vêca û di movika bête de, emê li ber hinek şerên ku, di navbera van herdu kêşeyan; “sinê û şîa” de derketne, rawestin.

 

ŞERÊ KÊŞEYAN:

 

Piştî kuştina Osman bin EFAN rê kete Elî bin ebî TALIB ku, ew cîgiriya mislimanan bi dest xwe ve bîne, lê li hember wî du pêl konevanî, du kêşeyên cuda derketin ku, her yek ji wan li cihê pêlava xwe digeriya û da ku, deslatiyê ji xwe re sar bike û di serokatiya yekê ji wan, dayîka bawermendan; AÎŞE bû û digel wê TELHA û ELZUBÊR bûn û me dît ku, çiqas misliman di ewî şerê, ku tenê rojekê li ber xwe dabû, hatin kuştin; “ewên ku ji hevalên ELÎ di ewê rojê de hatin kuştin pênc hezar [kes] bûn û ji hevalê deve [û bilî wan] ji xelkên Besra û xeynî wan sêzde hezar bûn û xeynî wê jî hate gotin” [36].

Lê ev komkujî, dê li hember tiştên ku, di dû re hatin li darxistin, çêrokeke pir sivik û hêsan be, nemaze piştî ku, ELÎ di şerê Sifîn de dişke û hinek ji hevalên wî; ji şîa wî li hemberê derdikevin û dihêlin hêza wî ya leşkerî li hember leşkerên Şamê ku, di bin serokatiya MUAWIYA de derketibûn û doza tolhidana cîgirê sêyemîn; Osman bin EFAN dikirin, lawez bibe. Û eger tenê em li jimara kuştiyan binirin, dê bihêle yek hezarê nifiran li oleke wilo bîne ku, hêştiye “di sed û deh rojan de sed û deh hezar kes were kuştin” [37]. ELÎ bi tena xwe û tenê di rojekê de komek mirov dikuje; “ewên ku ELÎ bi destê xwe û di rojekê de kuştine, pêncsid û bîst û sê mêr in”. (Miroc Elzeheb, C.2, R.399).

Ev cobar û çemên xwînê dê di evê yekê de ranewstin û her biçe gola xwînê dê firehtir bibe û ewên ku, seriyên xwe wenda bikin dê bi qasî evan kelayên tirsê, ku ji me re avakirine, bin; “… mirov û komeleyên ku, ji bo şîetiyê hatine kuştin an jî hatine êşkencekirin, di her çerxekê de, nayên jimartin. Bes bû, eger ku, te bixwesta mirovek, di dewleta Benî Umeye de, bête êşandin û koçkirin û bêparkirin, heya kuştin jî ku, tenê te bigota ewî “tirabiye”*… mirov di dewleta Benî Umeye de xwe ji jin û xizmekarê xwe xwe diparast… çiqas pereyên xelkê jê sitandin û malên wan hilweşandin û dest û ling jêkirin û xirnikên gewriyan birîn û xelk li ser kokên darên xurmê xaçkirin… wan Hecer bin UDEY û çarde hevalên wî ji Kofa anîn Şamê… û nîvê wan li Merc Ezra hatin kuştin… ew ji ZIYAD re vegerand û jê xwest wî bi rengekî pir xerap bikuje, rabû wî ew bi saxî xiste gorê… piştî ku, dest û ling û zimanê wî jêkirin, ew.. . Û HECAC, karmendê Benî Umeye ji bo şîiyetê, seriyê Kemîl bin Ziyad ELNEXIÎ jêkir û QENBER, xizmekarê ELÎ… jî serjêkir.

Û serdema Ebasiyan jî ji ya wan ne kêmtir bû, wan çiqwas helbestvan ji bo pesindana wan ji malbeta ELÎ re kuştine û zimanê hinekan jêkirine û pirtûkên hinekan şewitandine û gorên hinekan ji nuh ve vekirine û ew şewitandine… Elî bin Mihemed bin Emar ELBERQÎ pirtûka wî şewitandin û zimanê wî jêkirin û Ebo Elhesen Elî bin WESÎF… şewitandin… û ji komelên ji bo şîiyetê ku bi hezaran kuştine, şîiyên Efrîqa… û şîiyên Heleb jî ku, bi komîne, di sedsalên şesidî de hatin kuştin û… . Û di serdema me de jî rêzdarekî Îranî û li ser dema Wehabiyan, di navbera Sefa û Merwe de weke berxekî tête serjêkirin piştî ku dadwer rê dide û bi boneya ku, wî bi lêvên xwe yên ku Ezra li ser danîbûn, Kevirê Reş “Keibê” qirêj kiribû” [38].

Ango dewleta Ebasiyan û tevî ku, pismamên Elewiyanin e, ji evana re, ji dewleta Umewiyan ne çêtire û weke yek ji rûpelên dîrokê dinase ku, carina şerê wan dijwartir bû; “Û dewleta Ebasiya di karên xwe yên pîs de ku, bi Elewiyan û bilî wan re kirine, ji dewleta Umewiyan ne çêtire, ta gihîşt ku bi jîndarî dîwaran li ser wan bigrin û banên girtîgehan bi ser wan de hilweşînin û bilî wan pir tiştên din… . Û SEFAH birayê xwe YIHYA weke şûngirekî xwe şande Mûsilê, wî yazde hezar ji Ereban kuşt û ji xeynî wan jî xelkekî pir di hundir mizgeftan de, piştî ku eman dabû wan. Û dema bi şev dengê giriyê pîrek û zariwan dike, fermanê dide ku wan bikujin tevî zariwa û bi wî re çar hezar reşikên Efrîka hebûn, wan bi zorê jin dibirin, weke ku, dîroka Ibin ELESÎR dibêje û… sixêf ji mîrê mislimanan; Elî bin ebî TALIB re digotin û gora HUSÊN ajotin û nedihêştin ti kes biçe serdana wî” [39].

 

ŞERÊN ŞÎA HUSÊN:

 

Zarên ELÎ, dê ji ser evê riya bav venegerin û ew jî yê bizav û çalakiyên xwe bikin ku, tola bav û hevalan vedin û vaye ELHUSÊN pêrewekî xwe; Muslêm bin EQÎL dişîne Îraqê, da ku, binire ka derfetên serhildan û tolvedanê hene yan na, lê ew tête girtin û derbasî cem Ubeydelah bin ZIYAD; kargêrê Yezîd bin MUAWIYE dikin û piştî ku, ew gotinên pir xerap ji hev re dibêjin, Ibin ZIYAD dêng li leşkerên xwe dike ku, wî derxin jorî koşka mîrîtiyê û… “bang li ELEHMERÎ dike… da ku, tola xwe jê vede, ew derxistin jorî koşkê û Bukîr ELEHMERÎ li ustiyê wî dixe, seriyê wî di jêr wer dibe û laşê wî jî dikin dû seriyê wî û Hanêi bin UIRWE jî derxistin çarşiyê û seriyê wî jêkirin, tevî banga wî û ew kalekî ketî bû…” [40]. “Û ji 16000 peyayên ku soz dabûn dê biçin tenê 4000 kombûn… û roja çarşemê bîst û duduwê cemadiya pêşîn sala 65 a K. (roja çarşemê 4 Yinayêr sal 685) an şer dest pê kir û ta roja înê dirêj kir. Û şîa weke şêran şer kir, lê barandina tîran ew kuştin û ji bilî hinekan kes ji wan nema” [41].

“Û dema leşker li seriyê ELHUSÊN pir dibin û têgihişt ku, rê li ber neman, got: XWEDA dadvaniyê di navbera me û miletê bang li me kir, da ku piştgiriya me bikin û nuha me dikujin, bike. Wî şer kir ta ku hate kuştin û ewê ku, ew kuşt mêrekî ji Mizhec bû û seriyê wî jêkir û pê bezî cem Ibin ZIYAD… -da ku, zêr û zîvan bistîne-, cendekê wî jî bi derb û lêdanên şûr û xenceran ji hev êxistibûn û digel wî ev jî hatin kuştin, ji lawên birayê wî, Elhesen bin ELÎ: Ebdulah bin ELHESEN, û Elqasim bin ELHESEN, û Ebo Bekir bin ELHESEN, û ji birayên wî: Eleibas bin ELÎ, û Ebdulah bin ELÎ, û Ceifer bin ELÎ, û Osman bin ELÎ, û Muhemed bin ELÎ; û ji lawên Ceifer bin ebî TALIB: Muhemed bin Ebdulah bin CEIFER, û Iewin bin Ebdulah bin CEIFER û ji zarên Eiqîl bin ebî TALIB: Ebdulah bin EIQÎL, û Ebdulah bin Muslêm bin EIQÎL” [42]. Eger ku, ev tev ji malbata herî “pîroz” bin; ji malbeta ELÎ, dê ji xelkên din çiqwas bin û evên ku dikarin tenê di cendekê HUSÊN de, roja ew tête kuştin, şopên (33) sî û sê lêdanên xenceran û (34) sî û çar derbên şûran bihêlin, dê çi û cî bînin seriyê “ewê din”.

Û em dikarin hîne bi sedan bûyer û serpêhatiyên weke evên me anîne zimên, di dîroka Islametiyê de, bibînin mîna Bûyera Eyn Elwerde û Benî Elnedîr û bilî wan pirên dîtir. Piştî şerê Elsifîn û derketina hinekan ji nav rêza leşkerên ELÎ, ewê çend carên dî li hember wî derkevin û ji ewên ku, li hember ELÎ derketibûn, Ebdulah bin Weheb ELRASIBÎ û “di 9 sefer sal 37 k. (17 yolyo sal 658 zayînî) herdu leşker li hev rast tên. Û digel ELRASBÎ ji bilî 2800 peya ji koka 4000 an nemabû û yên pir hatin kuştin, weke ku cîgirê wan -Ebdulah ibin Weheb ELRASIBÎ- hate kuştin û…” [43].

Û “Ibin ELESÎR hinek bûyerên dîtir ku, piştî şerê Sifîn li darketibûn… bi bîr tîne, ew dibêje ku, Eşres bin Uif ELŞÊBANÎ, ewê tevî dused leşker li Deskera daketibû, di bihara duyemîn sal 38 K. de, hate kuştin û Hîlal bin UILFE û birayê wî MICALÊD… ku, wan serokatiya bêtirî dused peya dikir, di sala 38 an de hatin kuştin û Eleşheb bin Bişir ELBICLÎ ku, 180 peyayên wî hebû li Circiraya, nêzîkî Dicla, hate kuştin û Ebo MERYEM… hd” [44]. “… û Xewarêcên Kofa aramî girtin, ta ku cîgirek ji xwe re bijartin… û ew derketin, bi ser wan de obeyek leşkeran şandin û ew tev hatin kuştin [45].

 

ŞERÊN XWE BI XWE:

 

Weke me dît ku, piştî mirina “pêximber”, misliman bûne çend alîgir û her yekî ji wan dixwest cîgiriyê bi dest xwe ve bîne û evê yekê hêşt ku, pir şer û dogiş di navbera wan de derkevin, lê hinek misliman jî derketin û gotin: nema ji vir û şûnda em pereyan didin gencîneya mislimanan û emê wan li belengaz û perîşanên xwe belav bikin û yek ji evên ku, wilo dixwestin, Malik bin NUWEYRA bû; hevalê MIHEMED û ewê ku, jê re hatibû gotibin: “tu yeke ji ewan diheyên Bihuştî”.

Evê xwestek û baweriya wan hêşt ku, destlatên mislimanan û nemaze OMER û Ebo BEKIR, ewê yekê weke jêvegerîna ji ser riya misilmantiyê bijmêrin û leşkerên xwe di bin serkêşiya Xalid bin ELWELÎD de bi ser wan de bişînin, da ku, wan vegerîne yan jî MALIK û miletê wî bikujin û dema wan dît ku, “XALID digel obeyeke leşkeran bi ser wan de tê, MALIK ji miletê xwe xwest ku, rahêjin şûrên xwe, lê dema ku XALID dighe ba wan, ew bi XWEDÊ sûnd duxe ku, ti ne rindiyê ji wan re naxweze û got: em nehatine da ku şerê we bikin, lê em mêvanên we ne û hêşt dilê MALIK rûne… û dema çaxa nimêjê bû, MALIK û miletê xwe rabûn ser nimêjê û XALID û obeya xwe jî êrîşî wan kirin û MALIK û miletê wî girêdan û di dû re jî kuştin… û gava çavên wî; XALID bi pîreka MALIK û bedewbûna wê dikevin dilê wî diponijêyê û ew gandariyê digel wê dike, di ewê şeva ku, mêrê wê kuştiye de û seriyê MALIK û miletê wî jî, weke kuçik, xistibûn bin beroşên xwarinê û xwarina ganeyê li ser çêkirin û wî û obeya xwe xwarin” [46].

 

 

BÛYERA ELHERA Û ZORDARIYA DEWLETA UMEWÎ:

 

Ji ewan şerên ku, ji bo cîgiriyê li darketine, em dikarin Bûyera Elhera, weke nimûneyeke balkêş bidin xwendevan. Helbet ewên din jî; weke Şerê Sifîn û Elcemel û yên di navbera şîa HUSÊN û MUAWIYA de, ne kêmtirî evê bûyerê ne, lê yek dikare ji ewana re hinek rêdan bibîne û bibêje ku, “kurtikê OSMÊN” di wê ortê de hebû. Hema Bûyera Elhera tenê ji bo cîgiriyê hate li darxistin û da ku, destlatî ji Yezîd lawê MUAWIYA re bimîne û bi çi şêwe û zordariyê; “Leşkerên YEZÎD êrîş birin ser Midînê, gava wan got em wî naxwezin, wan hinekî şer kir û ew revîn di bûyera ku, jê re dibêjin Elhera, rabû serleşker fermana bajêr ku, ew sê rojan seybe, derxist. Dibêjin ku di encamê de çar hezar û pênsid kes hate kuştin û hezar keçik ji keçkaniyê kirin û ev hemû tişt jî bi fermana ku, YEZÎD ji serleşkerê xwe Mislim bin EQBE re şandibû bû” [47]. ELMESÛDÎ jî evê yekê dibêje û ji bo firehtirîna lênirînê, yek dikare, vegere pirtûka wî; Miroc Elzeheb, cildê sêyemîn, rûpelên 78, 79, 80 ê.

Helbet ev yeka ne tenê li bajarê Midînê pêkhatiye, yek dikare bibêje ku, ti bajar ji “bajarên mislimanan” nemane ku, bi dehan bûyerên weke ya Elhera ku, pê nehatine û di encamê de bi hezaran xelkê can û şeref û malên xwe wenda nekirine; “… û xwediyê Şamê, Bisir bin ERTAT bi ser welatên mislimanan; Mekê û Midînê, cihwarên XWEDÊ û Pêximber de şand, mêran dikujin û zariwan serjêdikin û peran didizin û jinan direvînin û di dû re bûyera Kerbela bû û di dû re ya Elhera bû ku, têde koçber û piştgir û lawên wan hatin kuştin û bjarê pêximber (S.) sê rojan hate seybkirin û gihêşt ku, bi sedan zaro bibin, bêyî bavê wan bête naskirin û eger ku, yekî bixwesta keça xwe bide, wî li xwe ne digirt ku keçaniya wê li cih be û digot: ne dûre ku, di roja Elhere de tiştek gihêştibe wê. Û koçber û piştgir û lawên wan weke koleyan, ji Yezîd bin MUAWIYA re, hatin pêşkêşkirin, eger xwest dê wan bike kole yan berde yan jî seriyê wan jêke” [48]. 

Nivîskarên şîa bi rengekî firehtir li ser evê bûyerê radiwestin û ew hejmara kuştiyan û bêtarên dîtir pirtir û firehtir dikin; “… di bûyera Elhera sala 63 K. de, Yezîd bin MUAWIYE ferman da Musrêf bin EIQEBE ku, têkeve Midînê… û sê rojan bi şevên wê ve ew seyb kir, piştî yê kuşt kuşt û yê dizî dizî û li seran serî wê demê jî agir pêketiye û yên mane jî ew bernedan, ta ku, wan xwe weke kole ji YEZÎD re xelat kirin. Û di encama dawî de hefsid kuştî ji rûçikên koçber û piştgiran û deh hezar jî ji ewên din” [49].

Û bi evê sebaretê, cîgirê mislimanan; Yezîd bin MUAWIYE helbestekê dirêsê û ji dîroka mislimantiyê re dihêle, weke belgenameyeke dîrokî ku, ji me re sayî dike, ka evên pêşîn heya kîjan radeyê baweriya xwe bi çêrokên sirûş û daketina Quranê û pêximberîtiya MIHEMED tanîn, û vaye em hinek beytan, ji helbesta YEZÎD, pêşkêşî xwendevanan dikin.

“Xweska bapîrên min ên di Bedir de bidîtana    tirsa Xezrec ji lêdana şûran

Ewana yê bi şahî bi hêl-hêla û bi lîlanda            û bigotina: Yezîd destên te pûçnebin

Me kokên kevnar ji serekên wan kuştin             û me dagerandina Bedir vegerand

Bila ez ne ji Xendef bim, eger ku tola xwe        ji benî Ehmed û kiryarên wan venedim

Haşim bi sermiyaniyê lîst, ne                             salixek hat û ne jî sirûş daket” [50].

Eger ku, helbesteke weke eva YEZÎD di roja îro de û piştî (1423) ê salan, ji aliyê “gawirekî” de û ne mislimanekî û hîne cîgirê mislimanan bi xwe, bête nivîsandin, dê helwesta evan hêz û “zanyarên” mislimanan jê çibe û ewê çi fetwe û fermanan di dermafê wî de derînin; zincîra ewên ku, jiyana xwe ji bo evê yekê winda kirine, dirêje. Lê ev bûyer û komkujiyên ku, di destpêka demezrandina Dewleta Umewî de pêkhatine, dê li ber kar û bêtarên ELHECAC dilopek ji dengizê be; ewê ku, di roja pêşîn de ji destlatiya xwe ya li bajarê Kofa ku, derketibû ser diyarokê, gote cemawerê nimêjyaran: “bi XWEDÊ ez nirînin dilxwez dibînim, û ustûyin dirêj û seriyin ku gihêştine û dema jêkirina wan hatiye û [ez] xwediyê wê me, weke ku ez li xwînê dinirim û ewê di navbera fûtê û rihan de diherike” [51].

  Em ewqasî nakevin dû çêrokên HECAC, ji ber ku, dê bihêlin bi sedan rûpel bêtin dagirtin û dawî li wan nayê, lê emê tenê hin karên wî weke nimûne bînin zimên û ewê bihêlin em têbighên ku, ev dewlet tenê li ser xwînê ava bûye û eger ku, hinek aliyên wê yên ronahî û zanyariyê hene jî, ew bi xêra “ewên din” hatine holê û rola Ereban di ewê yekê de pir hindike; ew bi xwe û şer û cengan û destlatyê de ketibûn û ji zanyariyê re ne valabûn: “… û di piş re dewleta Benî Merwan hat… Merwan Ebid ELMELÊK, HECAC kir waliyê Hîcazê û di dû re yê Îraqê, wî Kevirê Reş (Keibê) hilweşand û dest û ustiyên koçeber û piştgiran bi nîşanan muhir kir, weke yên Romanan û jin û mêr bi hev re dixistin yek zindanên bê banî û di zindana wî de, piştî mirina wî, bi hezaran xelk hate dîtin bêyî ti kes zanibe gunehê wan çiye”[52].

ELHECAC bi xwe li ser xwe salix dida ku, tiştê herî kêfxweşiyê li ba wî peyda dike; “rijandina xwînê ye” [53]. Û li ser destên wî ne tenê bi hezarên hezaran hatine girtin, kuştin û şewitandin û ta jin û zarok jî ji bêtarên wî xelas nebûne, lê weke me dît ewî bi kuştinê re kêfxweşî didît; dema Şebîb ELXARICÎ dişke û piştî ku, dê û jina wî dikujin, ew jî di avê wer dibe û dimre, lê cendekê wî ji HECAC re tînin, ew zikê ŞEBÎB diqelêşe û dilê wî derdixe û hîne dil jî daditerişîne. (vegere Miroc Elzeheb, C.3, R.147).

ELMESÛDÎ jî pir rûpelan ji komkujiyên HECAC re vedike û dihêle tu bê dudilî bighî ewê baweriya ku dibêje: ew mirovekî sadî bû û tenê bi êşkencekirina “ewê din” re kêfxweş dibû; “HECAC di sala pêncî û nehan de mir û ew lawê pêncî û çar salaye, di nîvê Îraqê de. Destlatiya wî li ser xelkê bîst salan ajot, û tête jimartin ku, tenê ewên seriyên wan jêkirine sed û bîst hezarin, ji bilî yên ku di şer û leşkergehên wî de hatine kuştin, û di zindana wî de pêncî hezar mêr mir, û sî hezar jin…” [54].

 

DEWLETA EBASÎ Û TOLHILDAN:

 

Dewleta Ebasî jî ne bi hewceyî ku, em wê pêşkêş bikin, ewê xwe bi xwe li ser destê damezerê wê, ELSEFAH; cîgirê pêşîn ji benî Ebas re, pêşkêş kir, gava ku li ser diyarokê û di roja bijartina wî de, xelkê agahdar dike û dibêje: “ezim ewê xwînê dirjîne û seriyan jî difrîne”. Û tenê eger ku, em li herdu fermanên wî yên herî pêşîn vegerin, emê bibînin ku, ew ol û dewlet li ser çi bingehê avabûye û çiqwas ji me re dive ta ku, em karibin ji evê pisîkolociya kuştin, serjêkirin û herikandina xwînê rizgar bibin; “biryara wî; (ELSEFAH) ya pêşîn… ku, cendekên cîgirên Benî Umeye ji gorên wan derînin û wan xizêrankin (celdkin) û bi daran ve xaç bikin û di dû re bişewitînin û ariya wan jî li ba kin… û ket pey Benî Umeye, ji zariwên cîgira, ew kuştin û ji bilî mendal û ewên ku, revîn Endelusê kes nefilitî” [55]. 

Eger ku fermana pêşîn a dewleta Ebasî di dermafê miriyan de bû, weke me dît û ew ji gorên wan derxistin û careke din ew kuştin, weke ku çawa XWEDÊ, “ewê din” hertim vedijîne, da ku, careke din, wî di dojehê de bişewtîne û wilo em dikarin bibêjin ku, SEFAH karê XWEDÊ meşandiye û gereke ew ji aliyê mislimanan ve qet neyê pirotestokirin. Belê, eger ku biryara wan a pêşîn ew bû, lê ya duyemîn di dermafê jîndaran de bû; “û nuha biryar an bûyer an jî filîmê ku, ELSEFAH pê rabûye… Şibil bin EBDULAH, koleyê benî HAŞIM û di çêrokeke din de SEDÎF, derbasî cem Elî Ebdulah bin ELÎ û di çêrokeke din de ELSEFAH, dibe, ku nêzîkî nod kesî ji benî Umeye li ba wî nên dixun û ta ku, ew bihêle sinaryoya filîmê bi meraqtir bibe, ew helbestekê bo ewê sibaretê dibêje û tîne bîra cîgir, ku bav-kalên evên nanê wî dixun çi û çi anîn seriyên bapîrên wî û wilo jê dixweze û weke ku, XWEDÊ ew şikinandine, dive ew jî wan daxîne pileya herî nizim û ne wan teklif bike û rûpelekî nuh bi wan re veke… û EBDULAH (û gotin ELSEFAH), fermanê dide ku, bi daran li wan bidin ta ku, wan dikujin û sifre jî di ser cendekê wan re rêxistin û li ser nalînên wan nanê xwe xwar, ta ku, tev mirin” [56].  

Lê ewê ne tenê dijminên xwe bidin ber şûr û kuştinê û ew yeka bi xwe ji sinc û gerdişên ewan qonaxan bû û belkî li cem mislimanan hinekî bi rengekî hovanetir hatibe meşandin, lê hema tu rabî û hevalên xwe jî bide ber kuştinê, da ku, destlatî bi te tenê bimînî, dê ev yeka dûrî sinc û nihadên siwartî û mirovantiyê bin, heya bi pîvan û sincên ewê demê jî; “dîroka dewleta Ebasiya, li ser dema ELSEFAH, ji bilî rindiya dudiwan nizane, yê pêşî Ebo MISLIM e, ewê ku dewlet li Xeresan da damezrandin û şûngirî da dest ELSEFAH û yê dudiwan jî Ebdulah bin ELÎ ye; amê ELSEFAH û serokê leşkerên Ebasiyan, di... û dibêjin, ku ELSEFAH dixwest herdiwan bikuje… . Lê Eba Ceifer ELMENSÛR, cîgirê Ebasiyan ê duyemîn û damezerê rasteqîn ji dewleta Ebasiyan re… bi wî karî rabû, di pêşî de hêşt ku, Ebo Mislim ELXERESANÎ, Ebdulah bin ELÎ bikuje û di dû re jî ew bi xwe Ebî MISLIM dikuje” [57]. 

Helbet kuştina Ebî MISLIM dê dawiyê li kuştyariyên ELMENSÛR neyne û her û her ev gola xwînê dê firehtir bibe û pir mirovên din daqurtîne û bihêle çandeka li ser tinekirina “ewê din” ava bibe; “Elqadî bin ebî CERADÊ… dibêje: gava ELMENSÛR xwest biçe Hecê, di sala ku têde mirî; sala 158 an, wî deng li RÎTA kir; keça birayê xwe û jina lawê wî MIHEMED û hinek kilît dane wê û ew bi sûndên giran sûndkirin da, ku ew deriyê hin zerzemînên wî ji ti kesî re veneke ta ji lawê wî re jî, ta ku, biçespînin ew mir, wê hîngê ew herdu tenê (û) bêyî yekî sêyemîn bi wan re be, (ew dikarin vekin). Û dema lawê wî bihîst bavê wî mir, ew digel RÎTA çû û ew derî vekirin, dîtina ewan komên kuştiyan ku, nav û nîşanên wan bi guhên wan ve daleqandî û jê dixûyan ku, tev ji benî Talibin, tirsek mezin xist dilê ELMIHDÎ û di cih de ferman da ku, kortekê ji wan re bikolin û wan têde veşêrin” [58].

Bi mirin û veşartina komkujiyên wî di ewê kortê de, dê dawî li çêrokên kuştin û talanakirina “ewê din” neyê û vaye Haron ELREŞÎD jî dide ser riya bapîrê xwe; di serdema wî de û weke di her destlatiyeke zorker de, hinek li hember wî, di bin serokatiya Rafêi bin ELLEYS de, derketibûn û piştî ku wan dişkîne, ew bi wê yekê tenê nake û wan tîne û dike perçe perçe; “… û birayê RAFÊI xwest û (haron ELREŞÎD) got: we ez bihin teng kirim heya hêştin ku, ez êşa evê riyê hilgirim, tevî ku nesaxim jî… ezê kuştinekê te bikujim ku, cara ji berî te kes wilo nehatiye kuştin û wî ferman da ku, regez bi regez wî ji hev parvekin”. (Miroc Elzeheb, C.3, R.375). Û dighe ku, ew ên herî nêzîk, ji wî re, weke Ceifer ELBERMEKÎ jî bide ser riya dijminên xwe û seriyê wan jêbike, nemaze dema ku, bidîta navûdengê yekî belav bûye û ewê karibe seriyê wî bi êşîne û bi kuştina wî tenê nakin, lê ew li êl û civaka Bermekiya vedigerin û wan didin ber talan û komkujiyên tevayî û heya gorandina mirovan jî. (vegere Miroc Elzeheb, C.3, R.384 û şûnde).

Lê emê evan komkujiyan tiştekî normal bibînin gava ku, em bibînin bira seriyê birayê xwe jê dike, ji bo destlatî û cîgiriya mislimanan; seriyê EMÎN ji MEIMON re diçe. (vegere Miroc Elzeheb C.3, R.422 û şûnde). Û ev çêrok dê ne cara paşin be û “… seriyê ELMUSTEÎN dê ji birayê wî ELMUITEZ re here”. (vegere Miroc Elzeheb C.4, R.164). Û ELMUITEZ bi xwe jî dê were kuştin û bi çi, “… hinek dibêjin ku, ew bi ava gerim hate derzîkirin”. (Miroc Elzeheb, C.4, R. 184)

Ango, evana qet rûmeta mirovan negirtî; ne gotine ev pîrejine yan jî zaroye û ji bo bi destxistina destlatiyê, wan her tişt bi kar aniye û bi sedê hezaran jî xelk dane ber kuştinê; “û rojên wî; (yên ELMUITEMED ku, têde destlatî kiriye) çarde sal û çar meh bûn, wî yên bi çûk û mezin dikuştin, û mêr û jin, û dişewitand û hildiweşand, û ew hate Besrayê û di yek şerî de wî sêsed hezar kes kuşt” [59]. Lê piştî bi destxistina destlatiyê jî, careke din, destên xwe ji rijandina xwînê ne şûştine û li ewên ku, ji cîgiriya ji berî wan mane, vegerîne û ew dane ber kuştin û qirkirinê û wan qet rûmeta ti tiştî negirtî; “.. û ewê ku, jê re digotin ELQAHÊR, diya cîgirê ji berî xwe bi lingekî bi darvekir, tevî nesaxiya wê jî û…” [60]. Ev hinek tiştên ku di dîroka Îslamê de pêkhatine û pir tiştên din hene, bi sedan û hezaran ku, yek nikare wan bijmêr.

 

KUŞTINA HEVAL Û ZANYARAN:

 

Di evê movikê de jî, emê nêzîkî mijareke taybet bibin; kuştina xwediyên yek ayînet û baweriyê. Li gor dîtin û têgihêştinên me, bûyerên di evê movikê de û tevî ku, ji yên çûne ne hovantirin jî, lê ew bi şêweyeke tûjtir hizir û mejiyê kesê misliman ji me re xûya dikin; ji ber ku, kuştina “ewê din”, ewê ne li gor dîtin û bawerî û kartêkirinên te, çanda herêm û wan qonaxan bû, lê hema ew bighe pileya ku, tu heval û xwedî yek dîtinê jî bikuje, dê ev hinek pirs li cem mirov peyda bike û bihêle em gûman bikin ku, ew bi derûn û pisîkolojiyeke ne sax ve girêdayiye û ta ku, em mijarê ronî bikin, emê hinek nimûneyên balkêş bînin zimên.

 

1- KUŞTINA EBDURIHMAN BIN MILCÊM:

 

Weke me dît ku, hîne di rojên pêşî de ewana li hev nekir û nakokî kete navbera wan, lê dijberî û şerên giran dê di navbera şîa ELÎ û dewleta Umewî de derkevin holê û ji wan şeran, şerê Sifîn bû û belkî ew ê herî giran bû ku, di encamê de, sed û deh hezarî jiyana xwe wenda kir û evê bêtar û koma hestiyan hêşt ku, hinek ji mislimanan li hember evan kêşeyan derkevin û wan tev wek gunehkar bibînin û ew biryarekê bistînin, ku ev hersê kes; Elî bin ebî TALIB û Muawiye bin ebî SIFYAN û Emro bin ELAAS, gereke werin kuştin, da ku, misliman ji ewê (fitnê) derkevin.

Û wilo sê kes ji evê yekê re têtin amedekirin û her yek ji wan berê xwe dide welatê ku, ev hersiyên me bi nav kirine, lê destlatiyê dikin, da ku, her yek ji wan ewî bi destê xwe bikuje. Lê tenê Ebdurihman bin MILCÊM dikare bi hilpesariya xwe rabe û ew Elî bin ebî TALIB dikuje, lê rê nakeve wî ku, ew bireve û şîa ELÎ wî dîl dikin; “piştî mirina Elî bin ebî TALIB bi lêdana hinek derb ji aliyê Ebdirhman bin MILCÊM ve, Ebdelah bin CEIFER rabû Ibin MILCÊM anî û dest û lingên wî jêkirin û çavên wî jî korkirin –ew bi hesinê sorkirî kildan– û… fermana jêkirina zimanê wî jî da…” [61].

ELMESÛDÎ jî li ser evê bûyerê radiwestê û yek ji xwendina çêroka wî têdighe ku, evên misliman çi kîn li ser hev hilgirtine, heya ku, ew karibin bi evê hovîtiyê bawermendekî weke Ibin MILCÊM bidin ber kuştinê; “… û dema xwestin Ibin MILCÊM… bikujin, Ebdulah bin CEIFER got: wî ji min re bihêlin, ta ku, dilê xwe hûnik bikim, wî dest û lingên wî jêkirin û mîxek germkir, ta ku bû kuzot û çavên wî pê kildan… û di dû re xelkê ew bir û di beyaran re xuşandin û di pişt re ew bi petrol şûştin û agir pêxistin” [62].

 

2- KUŞTINA MIHEMED BIN EBÎ BEKIR:

 

Eger ku, mînaka yekemîn ewqasî di nav mislimanan de ne bi nav û denge, lê mînaka me ya duyemîn, kesekî nasdare, eger ku, ne ji aliyê xwe ve be jî, lê bi kêmanî ew lawê ewê yekemînbû ku, li pey MIHEMED çû û baweriya xwe bi ola nuh anî û ji aliyê din ve jî, ew birayê AÎŞE ye; dayîka bawermendan a herî zîz li ber dilê MIHEMED ku, hêştibû ew ji mislimanan bixweze; ew nîvê ayîneya xwe ji wê werbigrin û tevî evê yekê jî, dê nikaribe xwe ji ewê çarenûsa ku, qet yek nikare bawer bike, bi parêze; “û di sala sî û heyştan de MUAWIYA, EMRO bin ELAAS bi ser MISIRÊ de şand… ew û Mihemed bin ebî BEKIR li hev rast hatin –ew kargêrê ELÎ bû– li cihekî jê re dibêjin MISNAT, wan şer kir û MIHEMED dişke… ew şer dikin ta ku, MIHEMED tête kuştin… wî dibin û dixin hundir eyarê kerekî û êgir pêdixin” [63].

 

3- KUŞTINA OSMAN BIN EFAN:

 

Qet ne gereke ku, em li ser kesîtî û navdariya nimûneya xwe ya sêyemîn bi peyivin û bi xwendevanan bidin nasîn, ew ji dijmin û ji berî dostan re kesekî xwedî nav û denge û ew, bi hebûn û sermiyandariya xwe, roleke pir girîng, di destpêka mislimantiyê de lîst û hêşt ku, MIHEMED bibe xwedî pişt. Lê tevî evan nihad û karên wî û salên wî yên di heyştê de jî, dê nikaribin wî ji ber kuştinê bidin alî û “eger ku Omer bin XETAB bi destê xortekî Mecosî hat kuştin û êşek di dilê mislimanan de hîşt” [64]. Lê Elî bin ebî TALIB û Osman bin EIFAN bi destên hevlên MIHEMED bi xwe hatin kuştin û çi kuştin.

Weke ku dayîkên pirtûkan ji me re salix didin ku, di roja înê 8 zî elhice sal 35 K. 17 yonyo sal 656 Z. cemawerekî mezin ji mislimanan derdora mala cîgirê sêyemîn girêdan û jê xwestin dev ji cîgiriyê berde yan jî dê wî bikujin, “hinek hevalên MIHEMED û lawên xwe bi şorişgeran re civîn, ewên derdora mala Osman bin EIFAN girêdan** û ew kuştin, di nav wan de Mihemed bin ebî BEKIR… û ji yên ku xelk li ser evê çêrokê dihevot, Telhe bin UBEYDULAH û AÎŞE dayîka bawermendan û xeynî wan” [65]. Helbet ev yeka jî piştî nakokiyin dûdirêj hatibû û ew ne mijara me ye.

Lê gotina Osman bin EFAN a hertim ji wan re ku, “kirasê XWEDÊ lêkiriye ti kes, ji bilî wî, nikare jê bike” û wilo pir şandek di navbera cemawerê serî hildayî û cîgir de çûn û hatin, lê bêyî ku, ew bighên ti çareseriyan û wilo wan êrîşî ser deriyê kilît kirî kirin û agir pêxistin û hinek jî di ser dîwarên cîrana re ketin hundir; “Mihemed bin ebî BEKIR di ser dîwarê mala Emro bin HEZIM re ket cem OSMÊN û digel wî jî Bişir bin UTAB û Sodan bin HEMRAN û Emro bin ELHEMIQ. Wan OSMAN li ba pîreka wî NAÎLE dîtin ku, ewî di pirtûkê de sûretê Elbeqera dixwîne, Mihemed bin ebî BEKIR ket pêşiya wan û bi rihên OSMÊN girt û got: XWEDÊ dest ji te berda ey NEISEL, -hinekan ev nav li Osman bin EFAN kiribûn û pireka ji wan û bi rengekî fêrmî bang li kuştina wî dikirin-; û gihîşt ku aşkere bang li kuştina wî bikin. Li ser zimanê AÎŞE tê gotin: NEISEL bikujin, neileta XWEDÊ li NEISEL*** be” [66]. Û vaye “Ebdirhman bin OIF jî, li ser doşeka mirinê, ji hin hevalên xwe re dibêje: Wî bikujin ji berî ku zordariya wî bêtir dibe” [67].

Û piştî ku ew çedikin ber hev û Mihemed lawê ebo BEKIR tûkên wî dide ber çavan û jê re dibêje: ka çima MUAWIYA û xeynî wî nayên alîkariya te û hîne wî riyê OSMÊN bernedane, ew jê re dibêje: “lawê birayê min rihê min berde, bavê te dê ti caran wilo nekira”, lê MIHEMED vedigerîne û dibêje: “tiştê ku em dixwezin bi te bikin ji evê yekê bi pirî mezintire û… bi tîrekî ku di dest wî de bû eniya wî diqelêşe û Kînana bin Bişir bin ÎTAB destê ku, ji nişkava hinek tîr têde dîtibûn, radike û li bin guhê OSMÊN dide û wan têvedide, ta ku, di gewriya wî re çedike û di piş re şûrê xwe hiltîne û wî dikuje. Û dibêjin: Kînana bin BIŞIR bi bastûnekî li eniya wî da û ew bi aliyekî de qulabt û di dû re Sodan bin Hemran ELMIRADÎ ew bi şûr kuşt. Hema Eimro bin ELHEMIQ jî hulpekî ser sîngê wî, û hîne hinek nefes di wî de ma bû, û neh derb lêdan û got: Sisê ji wan min ji bo XWEDÊ lêdan, hema şeşên din min ji bo tiştên ku, di sîngê min de, li ser wî” [68].

Û dibêjin dema wan bi tîr û şûran li wî dida, wî hîne Quran dixwend û evê yekê hêşt ku pirtûk di xwînê de bimîne û hinekan jî xwest seriyê wî jêkin, lê hinekên din rê neda, nemaze piştî ku NAÎLA xwe avête ser cendekê wî, lê dîsan jî nikarî rê li ber Uimeyr bin DABI bigre ku, hilnepeke ser sîngê wî û hin parswên wî neşkîne tevî ku, ew miriye jî û bi derketina xwe re ti tiştî li hundirê wî nahêlin, tevî rêşdikin û dibin, ta bighe xeftanê NAÎLE û pîrekên din û hinek jî gotin û destan davêjin wan, ji bilî kuştina çend kole û xizmekarên mala OSMÊN… û wilo perde bi ser çêrokeke din ji yên mislimanan tête berdan. (ji bo ku xwendevan bi ferehî li ser evê mijarê raweste, em wî vedigerînin pirtûka “Zî Elnoreyn Osman bin EFAN”, ji rûpelê 187 ta rûpelê 224 an). Û rojek dê were ku, kurê Osman bin EFAN û li ser destê cîgirekî mislimanan; Ebî Ceifer ELMENSÛR hezar qayîşî buxe.

 

ÊŞKENCEKIRINA ZANYARAN:

 

Carina ev pirs ji rewşnbîrê Ereb tête kirin; çima dengê wî li ber destlatan nizime û ew weke rewşenbîrên miletên din nikare li hember evê destlatiya kor raweste û bihêle weke ku, li ser rojnamegeriyê tête gotin ku, ew destlatiya çaran e, ew rola xwe bistîne û evan serok û fermandaran tazî bike û bihêle miletê Ereb li hember wan û nîrên wan rabe. Belê, em pir caran evê pisê di ragihandinên erebî de dibhîsin, lê li gor dîtinên me hîne bersivên rasteqîn nehatine dayîn û ew jî ne ji ber ku, rewşenbîrên wan ên zîrek tinene ku evê bersivê bidin, qet na, lê em dikarin ewê bersivê di hundirê evan çêrok û bûyerên çûne û yên bên de bibînin.

Milet û imperetoriyek, “şaristaniyek” weke ya mislimantiyê ku, ji pêşî de, li ser tirs û xwînê rabe, dê helbet çand û kesîtiyeke revok weke ya “me” peyda bike. Weke me dît ewana ne tenê “ewê din” dane ber kuştin û talanê, lê heya heval û hogir jî. Û wan bi ewê yekê tenê nekirine jî, lê heya zanyarên xwe jî dûrî evê cergeya tirsê nehêştine û bi sedan çêrok û bûyerên êşkencekirin û kuştiyariyê, ewên di dermafê zanyaran de, ji me re hîştine; “OSMAN li Ebdulah bin MESÛD, hevalê bi rûmet, xist ta ku ew fitiqî kir û hêşt têkeve nivîna mirinê û mir û Ebo Zir ELXEFARÎ… jî ji Midînê koçkir û hêşt li beyabaneke rût; Elrebze ji tî û birçîbûna re, bimre” [69].

Helbet ne tenê OSMAN, di evê çêrokê de gunehkare; “Elzubêr bin ELEWAM… li hember ELÎ, di bûyera Elcemel de, şer kir û gava ji cengê direve Omer bin CERMOZ rastî wî tê, seriyê wî jê dike û ji pêşew ELÎ re tîne (S.) di sala 36 a koçî de” [70]. “Û MÛTESÊM jî sî û heyşt xizêranan li Ehmed bin HENBEL dide, da ku, bêje Quran çêkiriye” [71]. Û yekî din; ELXERCÎ ku ji nivîskarên bilind bû, dê di jiyana xwe de şeş hezar sîle ji cîgirekî pûşt weke ELMITEWEKÊL buxe. (vegere Miroc Elzeheb, C. 4, R. 102). Û êşkenciya ELMENSÛR ji Ebî HENÎFE re û zindankirina wî û lêdana ji wî re û li dawiyê pê vexwerdina jehrê… û lêdana ELMENSÛR ji MALÊK re û ew tazî bêyî ku, ti tişt şermîniyên wî veşêrin, da ku, wî riswa bike” [72].

Lê ev bûyer tev li aliyekî ne û bêtara ku Ibin ELMUQEFEI pê hatiye kuştin li aliyekî dine û ji bo sedemekê ku, dihêle rewşenbîrên Ereb qet newêribe yek gotinê li ber destlatên xwe bêje û ev çêrok, digel ên çûne û bi şêweyeke beloq bersiva newêrekiya rewşenbîrên Ereb dide; “û… Ibin ELMUQEFEI jî pirtûkeke biçûk, lê bi sûdeyeke pir mezin û bi navê “Rîsalit Elsehabe” ji MENSÛR re şand, têde temiyan li cîgir dike ku, çawa alîkar û berdestên xwe vebjêre û bi konevaniyeke durist, bi cemawer re, bide û bistîne û ew di temiyên xwe de pir bi zimanekî nerim û diltenik axivî bû û ne dûre ku, dayîna xelat û hin pereyan ji MENSÛR tika dikir, û belkî qet bawer ne dikir ku, tenê dayîna hin temiyan, gunehekî mezine li ba ELMENSÛR û… seza ewê ku, rola xwe derbas bike, dê weke ya Ibin ELMUQEFEI be, ewê ku, dest û lingên wî, parî bi parî, jêkirin û li ber çavên wî li ser êgir bijartin û bi zorê hêştin ew, parî bi parî, buxe ta ku… dimre û ne dûre, û ewî laşê xwe bi fermana mîrê bawermendan duxe, ku pirsî be; çi mîr û çi bawermend” [73].

Û ne dûre ku pirsî be, çi bawermendî û çi mislimantî û çi surûş û… ta çi XWEDÊ jî, vêca em jî dipirsin û piştî evê bûyerê, dê ti kes wêribe li ber cîgir û destlatan dengê xwe bilind bike û ji wan re bêje: na. Eger ku, hinekên din ên serhişk hebin jî, dê çarenûsa wan ji ya Ibin ELMUQEFEI ne çêtir be; “… û li ser ELWASÊQ jî tê gotin ku, wî Ehmed bin Nesir ELXUZAÎI, yek ji mezintirîn gotûbêjên gotinan, di dîroka Îslamê de, ku di bendan de girêdayî (û) ji Bexdayê anî Samura û li ser Quranê jê pirsî, wî got: ne çêkiriye… hêşt hêrsê ELWASÊQ rabe û şûr xwest û got: Eger ku ez rabûm kes bi min re ranebin… derbek li kepira wî da û ferman da, ku seriyê wî vegerînin Bexdayê û li wir bi dar vekirin û laşê wî jî li Samura, ta şeş salan xaçkirî ma” [74].

Emê bi çêroka kuştina Ibin ELMUQEFEI dawiyê li evê movikê bînin, ne ku di dest me de ji bilî wan tinene, lê ji ber ku em, ji aliyekî ve, naxwazin pir dirêj bikin û ji aliyê din de jî, ev bûyerên ku me anîne zimên, wêneyeke sayî dane xwendevan ku, çanda mislimantiyê ta çiqwasî di pêvajoya tirs û xwînê de çûye; “li vir emê rawestin… lê tenê bese ku, çavên sê cîgirên, di pevdemekê de, hatin korkirin û perçiqandin û ew jî, ELQAHÊR û ELMUTEQÎ û ELMUSTEKFΔ [75].

 

KUŞTINA DÎLAN Û LÎSTINA BI CENDEKAN: 

 

Weke em dizanin ku, di hemû deman de, hinek mafên dîlan hebûn û heya çiqwasî dijmantî heba jî, ewana rûmeta dîlan digirtin û ev yeka sinc û pêgirteke civakî bû û rêzgirtina ewê, di navbera şerkaran de, dihate girtin. Lê heya ev jî, li ba mislimanan, ne hatiye rêzgirtin û ji aliyê nimûneyê wan ê herî pêş, MIHEMED bi xwe; “Nedir bin HARÊS tête kuştin, Elî bin ebî TALIB wî dikuje. Û ji wir derket, ta gihêşt Eirq Elzebiye, wî Eiqbe bin ebî MEÎT kuşt û gava EIQBE ji pêximberê XWEDÊ (S.), demê ku ew fermana kuştina wî dide, dipirse: MIHEMED kiyê ji zaroyan re bimîne? Ew dibêje: agir…” [76]. Ango dilovniya wî; “pêximber” ji zaroyan re jî nîne.

Li aliyê din û piştî ku misliman dibin du kêşeyên rikbir, ev çanda han û sinca kuştina dîlan bi rengekî bernameyî tête bi karanîn; “û ELMUXTAR bang kir… û rê li pêş şîa vebû ku, ewên ELHUSÊN kuştine bikujin û di pêşî de dest bi kuştina dîlan bû û di dû re jî bi serekên ku, di ber Kerbela yê de berpirsiyarin, ew ji cihveşarên wan bi derxistin û kuştin…” [77]. Û “MUSIEB –bin ELZUBÊR– hemûyên ku, xwe dane dest, kuştin û weke dibêjin; hejmara wan di navbera şeş û heyşt hezaran de bû… û wilo navê serbir ku, lêbûbû di cihê xwe de hat… lê tiştê ku, bêtir hêşt xeyd li ser MUSIEB çêbibe, kuştina wî ji jina ELMUXTAR re… û MUSIEB bi ser de jî ferman da û destê ELMUXTAR jêkirin û di rex mizgeftê de hate mîxkirin” [78].

Û ji berî ku şerê ELCEMEL dest pê bike jî, hinek ji hevalên MIHEMED, û di bin serkêşiya AÎŞE de, diçin BESRA, lê kargêrên ElÎ wan digrin û rihên wan jê dikin û dema ew dixwezin gencîneya mislimanan bidizin û parêzerên wê nahêlin, ew şer dikin û “heftê mêr tête kuştin, ji bilî birîndaran, û pêncî ji ewan heftiyî piştî ku, ew hatibûn dîlkirin, hatin serjêkirin” [79].

 Dîl û ew di şer de hatiye girtin û belkî yek riyê ji xwe re bibîne û wî bikuje, lê hema tu rabî û şandekan jî bikujî; dema ku, Ebeydulah bin ZIYAD ji şandekê Elhusên bin ELÎ dixweze ku, li ser diyarokê sixêfan ji ELÎ û kurê wî ELHUSÊN re bide û ew ne tenê wilo nake, lê bi ser de jî pesna wan dide û sixêfan ji wî û bavê wî re dibêje, ew wî digre û tîne koçka xwe “û Ubeydulah bin ZIYAD fermanê dide ku, ew ji jorî koçka wî de bête avêtin, ew avêtin, ew hûr dibe û dimre” [80].

Lê evana ne tenê rûmeta dîl û şandekan negirtiye û gihîştiye radeya ku, ew bi cendekê ewê mirî jî bilîzin; “Hind bint UTBE û jinên pêre gihêştin wir û dest bi lîstina bi cendekê hevalên pêximber (S.) kirin, poz û guhan jêdikin; gihêşt ku HIND, ji poz û guhên mêran, gerden û xilxalan çêbike û… sîngê HEMZE diqelêşe û cîgerê wî dicû…” [81]. Û evê yekê hêşt ku MIHEMED bibêje: “eger ku XWEDA hêşt ez li deverekê ji deveran bi ser Qureyş kevim, ezê bi sî mêrî bilîzim” [82]. Ango, eger ku ew di şerekî xwe yê digel Qureyş bi ser bikeve, ewê bi cendekê sî mêrî ji ewên wan bilîze û ev ji me re dide nasîn ku, MIHEMED bi xwe jî, dûrî ewê sinciya ku rûmeta dîlan û cendekên kuştiyan digirte.

 

SERJÊKIRIN Û ÇANDA MISLIMANTIYÊ:

 

Weke di hemû çêrok û bûyerên ku, bi me re derbasbûne, me dît ku, sinc û pêgirta serjêkirinê li ba mislimanan karekî rojaneye û yek dikare bibêje ku, ew zaroyên xwe li ser ewê sinciyê perwerde dikin û em nikarin yek kêşeyê weke yeke awerte û dûrî evî karî bibînin; “… û wilo Ibin XUBAB birin ber avekê û ew û jina wî ya pêre serjêkirin û pir kes bi vê rengî kuştin” [83]. “… ketin pey Qitrî bin ELFUCAE ta ku, li Teberistanê gihêştin wî, şer bi wî re kirin û… ji ser hespê xwe de kete devê geliyekî… û hinekan ew dît û kevirek bi ser wî de berdan… ew kuştin û Ebo Elcehim bin Kînane ELKELBÎ seriyê wî ji HECAC re dibe û di pişt re jî ji Ebdul Melêk bin MERWAN re tîne” [84].

Û yek ji cîgirên ku, pir serî jêkirine Ebdulmelêk bin MERWAN e û kargêrê wî Elhecac bin Yosêf ELSEQEFÎ ku, li ser dema wan pirekan seriyên xwe wenda kirin, weke: Emro bin SEÎD û Ibrahîm ELEŞTER û Îsa bin MUSEB û dighêje ku, ELMESÛDÎ binivîse; “… ji Ebî Muslêm ELNEXEÎ, wî got: Min dît ku seriyê ELHUSÊN anîn û li mala Elkofê di nav destên Ubeydelah bin ZIYAD e danîn, û paşê min dît seriyê Ubeydelah bin ZIYAD anîn û li ewê cihî di nav destên ELMUXTAR de danîn û di piş re min dît seriyê ELMUXTAR anîn û di nav destên Museb bin ELZUBÊR de danîn û di dû re min dît seriyê Museb bin ELZUBÊR anîn û di nav destên EBDULMELÊK de danîn” [85]. Û ji bo firehkirina mijarê, xwendevan dikare vegere (Miroc Elzeheb, cildê sêyemîn, rûpelên ji 99 ta 117) e. Ne tenê wilo lê xweştirîn kêfxweşiya wan bi rijandina xûnê û serjêkirinê dihate cih.

 

PISÎKOLOJIYA KUJYARIYÊ:

 

Piştî evan çêrok û bûyeran, em dikarin çanda mislimantiyê weke çanda tirsê bi nav bikin, ewa ku mirovê misliman li ser derûn û pisîkolojiya kuştin û wêrankirinê perwerde dike û eger ku, yek li çêroka jiyana Busir bin ERTAT vegere, dê pisîkolojiya yê misliman nasbike: “Di salên çel û şeşan de MUAWIYE, Busir bin ERTAT digel sê hezar leşker bi ser Midînê de dişîne… û li ser diyarokê, wan bi kuştinê azar dike, eger ku, ew MUAWIYE weke cîgir nepejirînin û… ji wir diçe Mekê û di dû re jî Yimenê û li wir Ubeydelah bin ELEBAS hebû, ew jê derdikeve û… herdu lawên xwe EBDURIHMAN û QESEM li ba diya wan Ciweyriye bint Qariz ELKÎNANÎ dihêle, BUSIR wan û xalekî wan dikuje… û BUSIR li Midînê û di navbera herdu mizgeftan de pir xelkên ji Xuzaa û xeynî wan kuştibûn, û dîsa li Cirif pir xelk ji mêrên Hemedanê kuştibûn, û li Senaayê xelkin pir kuştibûn, wî bes dibhîst ku yek piştgirê ELÎ ye ew dikuşt” [86].

Belê, eger ku, tenê em li çêroka jiyana Busir bin ERTAT vegerin û binirin, ka ew çawa mir, emê pisîkolociya mislimanan nasbikin. “… kalemêr li dawiyê dixerife û mêjiyê xwe winda dike û ew bi şûr tête nasîn, wî, ji xwe bi dûr nedixist, jê re şûrekî textî çêkirin û eyarek (meşkeke eyarî) jê re werimandin, wî lêdida û her ku, ew diqetiya bi yeke nuh diguhartin. Wî bi ewî şûrî li ewê meşkê dida ta ku, ji binî mejiyê xwe wenda kir û gûyê xwe dixwar …” [87]. Hezkirin û pêvegirêdana BUSIR bi ewî şûrî ve derûn û kesîtiya yê misliman ji me re aşkere dike ku, ev çanda mislimantiyê çiqwasî yekî ber bi xwînê têve dide û ev bi xwe jî ji me re şirove dike ku, çima ev hêzên teror tev bi Ola Mislimantiyê ve girêdayîne û em îro karên wan dibînin.

 

ŞÊWEYÊN KUŞTIN Û ÊŞKENCIYÊ:

 

Eger ku tenê em li rê û şêweyên ku, mirov pê dihatin kuştin vegerin, emê nasbikin ku ev çand; çanda mislimantiyê li ser çi ava bûye û çi dihêle ew di roja îro de û bê pirs û dadkirin “ewê din” bidin kuştin û bi evan riyên hovane. Û em li jêr hinek rê û şêweyên ku, wan û heya nuha jî bi kar tînin, bînin zimên:

1-     Kuştina bi derbên şûr û xenceran, ev rê jî di şer û cengan de bi kar tête.

2-     Serjêkirina bi şûr û ev a bêtir bi kar tê.

3-     Guvaştina gunên mirov ta ew dimre.

4-     Xistina mirov navbera du dar, textan û guvaştina wî, ta ku ew tête pelixandin.

5-     Bihingirtina yekî; çi bi danîna destan ser devê wî yan jî bi riya balîv û cilikan.

6-     Derzîkirina bi ava gerim; kuştina cîgir ELMUITEZ.

7-     Werimandina bi berdana bê di damaran re û kêrkirina wan da ku, xwînê bi xortî birjîne.

8-     Xistina jehrê hundir xarinê; kuştina Hesen lawê ELÎ.

9-     Lêdana bi çov û xizêranan ta ew dimre; kuştina Beşar bin BURD.

10-  Jêkirin û hûrkirina mirov û hilkirina regezên wî yek bi yek.

11-  Xistina mirov hundir laşeyekî gemirî, ta ku kurimên ewî laşî bere wî jî bikin.

12-  Bijartina mirov, weke dewarekê, li ser êgir.

13-  Xistina mirov li ser seriyê wî hundir kortekê de da ku, “canê wî di paşiya wî re derkeve”.

14-  Girêdana yekî li ser koşka mîr û berdana tîran ser wî ta ew tête kuştin.

15-  Avêtina yekî û ew hîna nemiriye ji ser koşka mîr de.

16-  Hêştina yekî tî û birçî di hundirê zindanan de û hilweşandina dîwaran bi ser wan de.

17-   Xistina yekî hundir sindoq û metmûran de; mîna bi Elewiyan dikirin.

18-  Xazûqkirin; xistina dar an jî hesinekî di paşiya wî de û derxistina di dêv re.