Di navbera 17 û 20 ê miha Êlûnê de û li bajarê Hewlêr ê, li hotêla Xanzad, hevdîtin û konferanasa guftûgoya kurdî-erebî, ji aliyê Komeleya Dostaniya Kurdî-Erebî de, hate li darxistin û di bin destseregirtina birêz Mesûd BERZANÎ û hikumeta herêma KURDISTAN ê, aliyê Hewlêr ê û li dor pênsid mêvan; çi Kurd an jî Ereb û rêvebir lê beşdar bûn, pirtirînên mêvanan jî ji Îraq ê bi xwe bûn û li dor bîst û pênc mêvanan jî, bi herdu nijadan, ji Sûryê hebûn.
Di sibeya vekirinê de sê gotin hatin gotin, a pêşîn ji aliyê birêz Mesûd BERZANÎ ve hate pêşkêşkirin û di dû re jî parêzerê Hewlêrê gotina “bajarê dostaniya gelan” got û li pey wî gotina encûmena rêvebir ji aliyê mamoste Selah BEDRIDÎN ve hate xwendin. Birêz Mesûd BERZNÎ bi aramiya xwe ya nas, lê bi micink, du tiştên ku îro bala me tevan dikşînin anîn zimên û got: “rewşa bajarê Kerkûkê weke ya Hewlêr û Duhok û Silêmaniyêye; bajarekî Kurdistanê ye û ji bo nasnamaya wê û weke salên heftê, em amedene ku,careke din, vegerin û ji bo wê yekê şer bikin”.
Tiştê din ku birêz MESÛD bi tundî li ser rawestiya bû, meseleya fîdraliyê bû; wî aşkere got ku, du rê li pêş wanin; an divên bi hev re û di hundirê Iraqeke fîdral û demokrat de bijîn an jî miletê Kurd dê bi tena xwe dewleteke xwe ava bike û got: “ev xwesteka miletê me ye”. Û di dû van hersê gotinan re jî hinek name û birûsk hatin xwendin, mîna ewa birêz Mehmûd Ebas û ramanbîr Ebdul Rezaq ÎD û birader Mihemed XANIM û Munzêr MOSILÎ û.. hwd.
Rûnştina nîvro jî bi serokatiya Dr. Seidî BERZINCÎ û herdu alîker Dr. Belqîs Mihemed CEWAD û Amêr FEYAD ve hate birêvebirin û tê de pênc mijar weke pelên kar hatin xwendin; di pêşî de Dr. Munzêr ELFEDIL mijarek di bin navnîşana “Paşeroja Têkiliya Erebî-Kurdî” de pêşkêş kir û di dû re jî birêz Selah BEDRIDÎN babetek bi navnîşana “Berve Doznameyeke Konevanî ya nuh di navbera Kurd û Ereban de” xwend, Dr. Ebdul Husên ŞEIBAN jî babetek li ser “Têkiliya Kurd û Ereban.. gefûgur û karûbar” ên li pêş wê xwend û mijara Ekrem ELBINÎ jî; “Nirîneke Erebî ji Doza Kurdî re”, ji aliyê Hesîbe EBURIHAN ve hate pêşkêşkirin û li dawiyê jî Dr. Şêrzad NECAR mijarek bi navê “Çareserkirina Fidralî ji Doza Kurdî re” xwend û bi kutakirina xwendina wî re, dema xwerina nîvro bû.
Piştî nîvro jî ji bo goftûgoyê bû û gelek mêvanan beşdarî di ewê danûsitandinê de kir û hin caran bi sertî li ber hev radiwestîn û piştî sê katijmêran ji evê danûsitandinê gerek bû û li gor bernameya konferansê ku, mêvanên ji derve hatine bi birêz Mesûd BERZANÎ re rûnin, lê di ewê rojê de ew yek pêk nehat û li kata heyşt û nîvan, bi ya Îraq, beşdarên konferansê tev bûn mêvanên sekretêrê mekteba konevanî ya Partiya Demokrata Kurdistanê; birêz Fadil MÎRANÎ û wilo dawî li ewê rojê hat.
Roja dudiwê jî û careke din, mêvan li hevdu civîn û rûniştina sibeyê bi serokatiya Hesîbe EBDURIHMAN û alîkariya Dr. Mihemed ŞERÎF û Şêrîn AMEDÎ hate birêvebirin. Di pêşî de encûmenek hate vebijartin, da ku, dazana konferansê amede bikin û di dû re, careke din, dest bi guftûgoyan bû û gihêşt radeya ku, hinek mêvanên Ereb ji kongirê derkevin, nemaze û piştî ku ji aliyê Kurdekî Îraqê; Şêx OMER de hate gotin ku, “miletê Ereb tevan xwe firotiye Îsraîl, vêca ew çi ji me dixwezin û dibêjin têkiliya Kurdan bi Îsraîl re heye”. Evê gotina wî hêşt hinek serokên êlên Ereban aciz bibin û bi dengekî bilind ji konferansê derkevin, lê hin hevalên wan ketin pêş wan û ew ji nuh ve vegerandin.
Rûniştina nîvro jî bi serokatiya birêz Ednan HUSÊN û alîkariya Dr. Şukriye RESÛL û Ibrahîh YOSIV hate bi rêvebirin û ev rûniştin jî ji bo danûsitandinê û erêkirina dazna dawî û temiyan bû û di nîvê evê rûniştinê de hinek mêvan derketin û çûn bi birêz Mesûd BERZANÎ re rûniştin û piştî ew vegerîn dazana dawî ya konferansê hate xwendin û eynî ewên ku, bi MESÛD re rûniştibûn çûn serdan û tekilifa serokê hikumeta Kurdistanê û ji aliyê Serkîs AXACIYAN; çîgirê serokê hikumetê, ve hatin pêşwazîkirin.
Roja sêyemîn jî gerek bû em biçûna serdana goristana nemir BERZANÎ yê kal û li vegerê di riya Hamilton – Geliyê Elî BEGÊ û Avşîta BÊXAL û di kevneşopên Diwîn; cihwarê Eyobiyan re vegeriyana hotêlê, lê ji ber hinek sedem û karên hinek berpirs û rêvebirên konferansê û nemaze birêz Selah BEDRIDÎN, em çendek li hotêlê man û derneketin ewê serdanê, weke nîşandaneke nerazîbûnê li ser ewan karan. Û eynî di ewê rojê de em hinek mêvan çûn serdana Perlemana KURDISTANê û bi şev jî ahengeke mûzîkî hebû û hinek mêvan têde hatin xelatkirin. Li roja din û di sibeyê de mêvanan xatir ji hev xwest û me bervê xwe da mal.
Ev bûn, bi kurtayî, tiştên ku li Konferans û Hevdîtina Çandî Kurdî-Erebî ku, li Hewlêrê hatibû li darxistin û weke derfetekê li pêş hin rewşenbîr û siyasetmedar vekir ku, hevdu ji nêzîk ve nasbikin û bîr û baweriyên xwe bînin zimên û li ser pir mesele û pirsgirêkan guftûgoyan vekin, da ku, karibin hevdu binasin û belkî ev naskirina me bihêle ku, em hevdu bipejirînin.
Lê tiştê ji me tevan re, bêtir, aşkere bûbû ewe ku, emê nikaribin zû-zû hevdu bipejirînin û hîne em bi gerekî pir rûniştin û danûsitandinane û ne tenê bi ewê din re; çi Ereb an Tirk an jî Pars, lê heya me pêdivî bi rûniştinên xwe bi xwe re jî heye û gereke em Kurd bi hev re rûnin û ji berî em bi ewê din re rûdinin, da ku, em xwedî yek pel bin û hevdu bi dûrnexin an xwe bi dûrnexin; weke dûrketin û nebeşdarbûna rewşenbîr û siyasetmedarên Silêmaniyê ji evê konferansê.
Têbîniya me ya dudiwan li ser konferansê jî, kêmasiyên encûmena birêvebir û nemaze li ser birêz Selah BEDIRDÎN ku, ewî xwe di ser mêvanên xwe re xwe digirt û qet nekir bala xwe ku, katekê bi evan mêvanên ku bi sedê kîlomitran hatine û nemaze bi ewên siyasetmedar re tevî ku, hinekan ji wan ev yeka xwest û tiştê din li ser wan ku, ewana mêvan li ser du-sê radeyan parvekiribûn û ewî birêzî tenê dida dû ewên mîna Ebdul Husên ŞEIBAN û Munzêr ELFEDIL û.. , tevî rêzdariya me ji wan re, û hemûyên din jî qet ji wî ve nedihatin xûyan.
Sêyemîn têbîniya me li ser konferansê, beşdarkirina ew hejmara mezin ji mêvanan ku, qet yekî nedikarî driyê babetekê veke û guftûgoyê li ser bike û pirek ji mêvanan hebûn û nemaze mêvanên Ereb ku, ji Bexdayê hatibûn, ticarî têkiliya wan bi rewşenbîriyê re tinebû û wilo, evê yekê, bi yekî dida nasîn ku, ev konferans tenê ji bo rêklemeke konevanî hatiye li darxistin û ne ji bo guftûgoyeke rasteqîn, da ku, em evan pirsgirên lidar çareser bikin. Û ya çaremîn û dawî jî, mêvan bi rûniştin û xizmekariya ku, hotêla Xanzad ji wan re pêşkêş dikir nerazîbûn.
Me ev têbîniyên xwe anîn zimên tenê ji bo rastkirina kar û barên ku, dê di paşerojê de werin lidarxistin û da ku, em karibin evan kêmasiyên xwe kêmtir bikin, tevî ku, em dizanin qet ti kar bê kêmanî nînin û kar û xebatên wilo cihê pesin û serbilindiyêye û ev yeka weke xaleke girînge di kar û xebatên Komeleya Dostaniya Kurd û Ereban de. Lê dîsan jî em dibêjin, dive ev karên han ji bo doza miletê me bête bi kar anîn û ne ji bo ku, ev serok an jî ew sekretêr xwe pê bilind bike û em hêvîdarin ku, ev karên wilo pirtir bibin.
Cindirês-2004.