|
Agahdarî Bi
boneya mehrecana helbesta kurdî Pîr
RUSTEM Weke
em dizanin ku, her sal di 22 ê çiriya pêþîn de; di roja koçkirina
helbestvanê Kurd ê gewre (Cigerxîn) de, mihrecana helbesta kurdî li dar
dikeve, lê mixabin di evan du salên dawî de ev çalakî û xebat hatiye
rawestandin û da ku, ev kar û xebat bi carekê ji dest me neçe, me; komîta
birêvebir ya mihrecanê (ya berê) xwest ku, em careke din bi stubariya xwe
rabin û îsal mihrecana xwe li dar bixin û wê têxin destên komîteke
nuh, da ku, ew bi rengekî baþtir bi rêve bibe. Lew
re em bi hêvîne ku, hemû rewþenbîr û nemaze helbestvanên me xwe ji evê
çalakiyê re amede bikin û helbestên xwe ji me re li ser evan herdu
e-mailên ku bi evê agahdariyê girêdayîne biþînin, yan jî bi dest
bidin endamekî ji yên komîta rêvebir ku ji evan rêzdaran pêk tê;
(Baran Baravî, Simko, Keleþ, Diya Ciwan, Nafe Bîro, Helîm Bozêd, Elî
Kobanî û Pîr Rustem) û emê endam û dostê koçkirî; Ferhadê Çelebî
jî ji bîr nekin. Ma
ku em bêjin: em bi hêvîne ku qet kes ji mihrecanê neyê bi dûrxistin ji
bo nerîn û dîtinên xwe yên siyasî û careke din em hêvîne ku, ew
helbetsên we ji berî roja mihrecanê û bi kêmayî bi bîst rojan bighên
destên me, da ku, ew ji aliyê komîtê ve bêne xwendin. Û xwesteka me ya
dawî jî û ji hemû nivîskar û çalakvan û tevgera Kurd ya siyasî ewe
ku, ew piþtgiriya evê çalakiya wêjeyî li evê perçeya ji xaka welêt;
baþûrî-rojavayî Kurdistanê bikin. Têbînî:
hûn dikarin helbestên xwe li ser evan herdu e-mailan bi rêkin |
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org