Pîr
Rustem
Çav
bi pelê rojnamê dikevin, bi gavine mirî ber bi wê ve dimeþe
û peleke din ji payîza temenê riswa diweþe û bi qulbandina wî
pelî re, penda wê rojê dixwîne; “Bihuþt di bin nigên dayîkan
de ye”. Bê mirûz, çend caran dibin çavan re dibe û tîne mîna
ku yek bixweze wêneyeke ne li bal binase û çend carine din, wê
pendê û bêyî ku ew bighe tutiþtî, dixwîne. Dengê sênîkê
dihêle ku, pelê rojnamê di pençê de biþke û di xalîdanka
miþt de, kom ser hev bibe.
Ro
gihîþtiye dev-devî nîvro, çend piyalên qehwê û nîv pakêtek
þewitandibû, cixara dawiyê rovikên wî diþewitîne. Li ser
masê dinêre ku, hîne sênîka hêkên duh li cihê xwe ye û ji
her nanekî du parî weþîne. Dest davêje nanê hevala ku duh pê
re bû û kûr bihin dike; Bihna biskên wê jê dihat û
hevdeyeke porê wê jî li ber nanê wê ketî. Radihêje wê û
tiliya xwe pê bi darve dike. Tiliya bi dardakirî li ber xwe dide
û bi hejandina wê re, mûyê por diqete û dihêle hejmara tiliyên
bi dardakirî zêde bibin.
Pariyeke
nan diþkîne û hêka nîvþewitî dike nav. Radihêje çaydên,
hîne dagirtî ye; duh ji bilî du piyalan jê danegirt û ew hîne
weke xwe mabûn. Çend pariyên hêka nîvþewitî bi xêra qurtên
çaya sar dadiqurtîne û dest davêje cixareyekê, xelekên dûmên
mîna ewrine stewr di ezmanê odê de dimeþin.
Berve
pencerê dimeþe, toz û pelên daran bi bayê payîzê re ketine
cirîdê, her çendekî balîskek serî hildide, eger kesek di cadê
de hebe, dihêle ew mîna mirîþkan seriyê xwe têxe bin milên
xwe.
Hatina
ewî kesî û sekinîna wî li aliyê din ji cadê, hemberî
pencera wî, bala Diranê Pîrê dikþîne. Dîke di riwê wî
dirame, ne ji yên dostê wî ye; bihna qehwê û pelên
rojnameyan jê nayê û bi ser de jî, nirîna wî li çûn û
hatina xelkê bê tirs e; bê þikandina çavan e.
Mirovê
di cadê de sekiniye, her çendekî ber bi pencera wî dinêre.
Diranê Pîrê tiþtekî nêzîkî berkeniyê di riwê wî de dibîne,
bi dizî perdeya ku, carina li þûna destmala destan bi kar danî,
berdide û di qurzîka qetiya re li wî dinêre; sola wî ya
dibriqî çavên Dirên dikolin û cobarên qûmê jê diherikin.
Di beyabaneke bê dawî de dimeþe, her diçe cobarên qûmê
fireh dibin, nigên wî tê de diçin xwar û hilma germ bêvlan
dikizirîne. Stêra ku xwe di ezmên de diþewtîne jî hejmara
pinpinîkên kizirandî zêde dike.
Careke
din di ber masê de rûdine, piyalên çaya mirdar, rojnameyine kûnde,
lekên zêtê û dilopên qehwê riwê cîhana wî nîgar dikin.
Baran dereng mabû û xelkên bajêr di nav pêlên tozê de
difetisin, ewir dihatin û diçûn, ewrine stewir û dengê mele
bi hatina ewran re tûj dibû, ew derdiketin seriyê minaran,
girikên nav bajêr, ser sîng û memikên pîrekan û bang
hildidan, lê ewrên stewir tîrbûna tozê pirtir dikirin.
Welatên
ku bi tozê hatine pêçan û sînorkirin.. Baran jê direve, seg
radibin hev û pir zaro seriyên xwe di þerê wan de winda dikin,
lîlandina dayîkên wan jî, pir çeman di tabûtên wan ên biçûk
de derdikin.
Di
welatê ku bi tozê hatiye pêçan- sînorkirin.. ji bilî mirîþkan
kes avis nedibû; her diçû rengê daran zer dibû û zarok jî
kal dibûn.
Kesên
di bin de îro bi ser ketine, li jor – jor in. Ewê ku di rojekê
de, li ser bû û pozê xwe bi wê yekê bilind dikir, ketiye bin
solên wan; soline dûz û vebriqoyî, ji solên Xwedê jî
mezintir bûbûn.
Jinên
vî welatî ziman dirêjin, mixabin, her diçe sîng û paþiya
wan biçûk dibe zimanê
wan dirêjtir dibe.
Dîtina
kenê zaroyekî yan nivîsandina çêrokekê; bila hezar çêrok
bibin qurbana kenê Stêrê. Ew jî mîna wî biyan bû; bi hev re
zoyekî beravêtî dinimandin. Di demên çûyî de, di rojên
baranê de, ji mal derdiketin, çav bi baranê tijî dikirin û lêvên
miçiqî avdidan. Tiliyên bê nênûk –ji zûde jê re kiþandine-
têve dide ber lêvên ziwa û tîþ-tîþî; çend diran bi tenê
di dêv de hêþtine.
Ji
tirsa ku ew careke din bên kiþandin, nênûkên Diranê Pîrê
xwe di bin ayarê wî yê kefnikî de veþartine.
Navê
wî û dîtina devê wî yê bê diran, dihêþt ew bibe cihê pêkenînê;
“Çawa navê teyê Diran be û diran di devê te de tune bin”.
Digotin û riwê wî bi xweziya ku ji devê wan dipekî,
diwerimandin.
Ew
du çivîkên basik þikestî bûn, per jê qurçimandibûn û mîna
du mirîþkên kûntazî hêþtibûn.
-
“Te çima ez hêþtim, tu ji min re baran, qehwa sibê û nênûkên
pilingan bû. Demên tu di rex min de disekinî, min dikarî þerê
xwe di keviran jî bida; ez bi ewir û segan de direwîm”. Radihêje
piyala çaya mirdar û lekake fireh di dîwarê hemberî wî de
çêdibe. Bi þikandina piyalê re, hinekî laþ sar dibe, xwe davêje
ser têxt; bihna porê Stêrê û baranê jê diherike, mîna
segekî polîsan bêvlên xwe fireh dike û di ser nivînê re
digere.
-
“Te çima ez hêþtim û tu çû, tu ji min re dê û dêw bû”.
Welatê
ku mêraniya xwe li ser seriyên cemawerê xwe bibîne û þûþeyan
di paþiya rewþenbîrên xwe de biçîne, helbet dê welatê tozê
be; baran dê jê bireve û ji bilî zayîna mirîþkan dê tu tiþt
lê tunebe.
Diranê
Pîrê di lêpirsîna ku pêre çêkirine de aþkere got: “Ez ji
we ditirsim, di dinyê de tirsa min ji we tenê heye, ne ji Xwedê
û dojeha wî, ne jî ji dêwên ku di devên kaniyan de rûniþtine.
Ez baþ dizanim ku hûn karin bihêlin ku ker ji nijada xwe dagere
û bêje ez kevroþk im. Ez ne li gorî hilkiþandina nênûk û
dirana me û ji bizavên têxistina þûþeyan jî bitirs im. Hûn
çi bixwazin bila bi ya we be û kî dibêje mast ne reþ e bila bê
vir. Navê min jî dixînin bin konê kîjan partiyê bila bi ya
we be, çend salan min davêjin zindanan ne xeme, bes min dûrî
bizavên þûþeyan têvedin”.
Bergerên
wî bê guhdan man û heya roja îro, tevî çend sal û bijîþk
di ser kiþandina nênûkan re derbasbûne jî, ew di bin eyarê
kefnikî de veþartî mane û naxwazin derkevin.
-
“Stêr, te çima ez bi tenê û rût di vê beyabana ziwa de hêþtim,
tu leylana kaniyekê bû di beyara jiyana min de”. Ew ji ser têxt
radibe û careke din di qurzîka perda qetiya re li cadê dinêre
ku hîne ew kes di cihê xwe de sekiniye. “Ev kî ye û çi ji
min dixweze”. Dema ew ji piþ perdê vedigere û li ser têxt rûdine,
ji xwe dipirse.
Bûbû
çend salên wî ku reviye vî bajarî û odeyek di banê dîkanekê
de kirêkirî, kesên qatên jor tucarî ew nedîtine, mîna miþkan
bi dizî û di bin perdeyên þevê de ji odeya xwe bi derdiket da
ku sendewîþekî an jî pakêtekê ji dikana di bin de bikiriya.
Di
wê kêlîka ku, çav bi pirtûka wî dikevin, ber bi wê quncî
ve diçe û radihêje wê, gava wêneyê nivîskêr li aliyê din
dibîne, dêv tijî dike û goleke tufiyê di eniya wî de
derdike.
-
“Giþ bi sedema te bû; Te hêþt ku diran û nênûkên min bên
kiþandin. Bila tu zanibî ku þûþe çidikin; çawa raman û
baweriyan ji mêjiyên yekî hildikin. Te ji bona gewdê xwe û
hembêza pîrekekê hêþtibû bi sedan ên wekî min bê diran û
nênûk bimînin”. Ew bi cildê pirtûkê digre û diqetîne; weþandina
pelan odê miþt dike û yeko-yeko di bin nigên xwe de diþkîne,
wêne û çêrokên wî dipelixîn e.
Di
demên wilo de, Stêrê kela wî dirjand; bi seriyê wî digirt û
dixist nav zoyê memikan, bihna binefþan ew sersend dikir û heya
bi demekê bê deng dima û ji tirsa û ta ku, wan bi hilma xwe
nekizirîne, wî heya bi demeke dîtir bihna xwe digirt.
-
“Te çima ez hêþtim û tu çû, Stêr. Ez ne yê ku, li hemberî
leþkerên Sargon þer bikim. Tu ji min re “Bozê Rewan” bû;
ez dûr direvîm”.
Ew
radihêje pelekî þikestî û dixwîne; “Di rojeke weke îro
de, Xwedê ferîþtên xwe diþîne ezmanê welêt û ew diyariyên
wî bi ser zarokên welêt de dibarînin û bi vekirina devên
qutiyên diyariyan re, bombeyên Xwedê di laþê wan de diteqin,
seriyên jêkirî hîne devliken in û cobarên xwînê.. ên, dîrokê
ziwa nabin”. Bi pelê þikestî digre û davêje hundir xalîdankê;
“Bese, te ez daqurdime, ez pelekî payizê bûm û bi bê re
difirîm, ew kuva biherikiya ez pêre diçûm, çima tuyê min di
riwê bê de biçînî. Di welatê tozê û ewrên stewir de, kê
gote te ezê þîn bibim”. Di kêlîka ku dike êrîþî wêneyê
nivîskêr bike, ew ji cildê pirtûkê hildikþe û li þûna
pirtûka xwe rûdine. Evê yekê hêþt ku hêrsê wî zêde bibe
û dît ku ev yeka keyseke wî ye da ku hemû tolên xwe jê vede;
erîþî wî dike.
Reqiniya
serî û cobarên ku di eniyê de derdibin dighên hev. Destên
xwe li stûyê wî dide hev lê tiliyên wî di nav hev re derbas
dibin.
-
Min zanîbû tu leylan î; derewî û gotinên te jî derewên
leylana te ne. Tê bîra wî ku çiqas þev di odeyên qeþagirtî
ku bihna kefnikê ji koþeyan difûrî, di nav nivînên bi ken, hêsir
û dilopên mîzê de, raman û çêrokên wî dicûtin. Pir caran
pirtûk li eniya wî diket, ji xew þiyar dibû û careke din
ramanên wî dicûtin.
Milet
bi cûtina bênîþt û xwarina dendikan mijûl e da ku bighên
armancên xwe di avakirina welatekî aza de û durûþma wan a
yekem: Ji her welatperwerekî re tûrik dendik û qutiyeke benîþt.
-
Te xêre û tu çima girî þûn de didî, ji hêsrên xwe ditirsî.
Ez ne dêw bûm. Tê bîra te ku tu li ser milên min mezin bû û
du baskên bazan bi milên te ketin. De rabe ez eniya te
dermankim, bese tu wî serî li dîwaran didî, te tu dîwarên
welêt nehêþtine ku, bi lekên xwînê riswa nekirine.
Sîtila
ava qeþagirtî, dihêle laþê ji hevketî di qurzîka oda lêpirsînê
de kom ser hev bibe. “Min sare. Çivîkên di nav berfê de, bûn
komir.. Baran dereng mayî, hinek av bidin min”. Bi pana ku di nîvê
newqa wî de diteqe hêsrek ji çavên D. Pîrê dirje û dengê wî
tê birîn.
-
Ev bênamûsa çima nabêje ax?! Qey, lawê dêlan, te zimanê xwe
di binê diya xwe de ji bîr kirî. Rahêjin wî û bibin odeya
firandinê, bila qîr-qîrên wî guhên Xwedê qul bikin. Serok,
bi hêrs, dêng li berdevkên xwe dike û bi hêrseke tûjtir,
lingê rastê hildide jor û bi ser tiliyên destê Dirên ê rastê
de tîne xwar; hestiyên sipî di çermê sê tiliyên wî re davêjin.
Du
berdevik bi porê D. Pîrê digrin û li dû xwe dikþînin.
Ezmanekî sor bi laþên çivîkan hatiye mêxkirin. Riyeke dirêj,
kanîne qîr û tozê di herdu rexên rê de vedibin, çavên
reng-rengî jê diherikin, mirovine stûqelaz bi dîwarên ku, di
dirêjiya rê de .. daleqandîne. Kelemêþên zer ji alastina
kovanan têrbûne û bi dilsarî li dor devê wan dizîvirin.
-
Çi gunehên wî hene. Berdevkê oda firandinê dipirse.
-
Rojnamevan e. Ew, bi sîngê pîrekan û welêt dilîze. Ev bû çend
sal in em ketine pey wî, xewa pir þevan û hembêza pîrekên
me, wî ji me diziye. Bi gotina dawî re paneke tijî keser li devê
Diranê Pîrê dide û sê diranên wî diþkîne.
-
Ez tucarî wê þevê ji bîr nakim, ez di ser sîngê pîrekê de
bûm û hîne bi memikên wê þa dibûm, deng bi telêfonê ket
û, bi boneya vî dêdêliyî, divyabû bêm mexferê. Eve ew
ketiye nav nigên min, min bi serê bavê xwe sûnd xweriye ku vê
keysê ji dest xwe bernedim. Dest davêje qayîþa xwe… Herduyên
sekinî jî kenê xwe bi kûna wî ya werimî dikin. Bi rabûna
berdevkê oda firandinê ji ser piþta Dirên xwîn di paþiya
wî re davêje.
-
“Te çima ez bi tenê hêþtim, tu çû û te baran jî bi xwe
re bir. Cadeyên bajêr dengên solên me nasdikirin û hîne li
pir kolanan dengê kenê te difire”. Wan çiqas kolan û cadeyên
bajêr hene, gav bi gav, pîvane. Destên xwe dixistin ên hevdu
û didan dû lîskên baran û çivîkan, heya bi derpiyên wan ên
binî dihatin þûþtin. Pir caran dilopên baranê ji ser lêvên
hevdu didizîn û piþtî tazîkirin û demeke dirêj, di nav nivînan
de, hevdu ziwa dikirin.
Çima
zaro dizên. Kuþtin û gorandina mirovan fireh dibe; Ezmanekî
nuh ji welêt re gereke, nema perispan bi kêrî yê berê tên û
çermên ên gorandî hîne çend perçe bi hev nexistine.
Diranê
Pîrê wêneyê dest xwe davêje, dilopên xwînê tu dever nehêþtine
ku pê nehatine riswakirin. Radibe ser xwe û ber bi quncikê ku
kiribû xwaringeh diçe, henefiya avê vedike; bablîsokeke tozê
jê diherike. Radihêje paçikê paqijkirinê ewê ku Stêr ê ji
ê kurtikekî xwe yê kevin qetandibû, û di der-dora birînê re
dibe û tîne.
-
“Pîvaz derman e”. Pîra Zîno pîvazeke ji mistekê dipelixîne
û datîne ser eniya wî; “Meymûn, te li piþ kerê çi
dikir”. Çend pîrekên rûniþtibûn çavan dikin hev û kenekî
toxmî li ser wî dibarînin; “Evqas pîrekên birçî di gund
de û tu derî piþ kerê, wê tukêmasî nekiriye dema eniya te
þikandî”. Diya wî bi riyên xwe digre û wî li dû xwe dikþîne
mal.
Kesê
di cadê de sekiniye, hîne di ciyê xwe de maye, Diran bi dizî
perdê ji ber çavên xwe yê werimî bi dûr dixe; “Rûyê
mirovan wek hev in lê ew bi solên xwe ji hev cuda ne”. Sola wî
di bin tîrên demsala payîzê de dibrûsin.
-
“Solên wan jî mîna rûyên wan dûz û paqije. Ew çawa, zû-zû,
karin lekên xwînê û perçên eyarên mirovan biþon?!. Qey ew
gihîþtine tiþtekî ku, karibe her lekeyekê biþo, heya hêsrên
mirovan jî ziwa bike”.
Soleke
fireh bû, têra welêt tevî dikir; bajar û kesên wê, tevî
mizgeft û cadeyên bajêr, ezman û barana reviyayî, zarok û çivîkên
serjêkirî, evîn û yaran.. Xwedê jî dikarîbû ji xwe re
cihekî di wê solê de bibîne.
Wî
davêjin hembêza solê, nigên wî mîna benikekî rizyayî di du
qulikên solê re dikþînin, ji xwêdan û lekên xwînê, eyar
bi çirandina pantiron re diteriþe û weke du guhên bel bi eniya
solê ve li ba dibin.
-
Ev çovên di ziraviya tiliyên wî de we dîn e, divê weke stûnê
nîvê konên koçeran, di bin nigên wî de stûr bibin. Enî,
zik, çav.. nebêjin ev der bive ye em lê nexînin. Gereke ew bêje:
Ax, ew bifire û qêrîna wî bighe serok”. Berdevkê odeya
firandinê dibêje herdu berdestên ku Diran anîbûn, û tiliya
xwe berve gurzeke çovên hinaran ên ter dirêj dike.
-
“Çerm û hestî yên me ne û goþtê wî yê te ye”. Bav dibêje
mamoste û destê zaroyê xwe dixe nav lepên gur.
Xwêdan
di ber nigên herdu berdestan re davêje û yek dilop jî ji banê
oda firandinê diweþin.
-
Kurê segan, çima deng ji te nayê. Dergevan dêng li berdestekî
dike ku devê wî veke û zimên bikþîne. “Çima li derve
zimanê we dirêj e û hûn bes dighên vir, hûn di paþiya diya
xwe de ji bîr dikin”. Þivika hinarê ya ter di zimên de dûz
dike û nîvbirî dike, çend dilopên xûnê dipijiqin ser rû û
solên wan. “Tufî, çi xwîneke pîs e… Lawê dêlan, bi
hezaran ên weke te di vir re derbasbûne û tevan bi zimanên xwe
solên me alêstine. Wan ji bo cixareyekê derpiyên pîrekên xwe
ji me re sistkirine. Qey tu ji tevan çêtirî”. Kuzotên êgir
di kezeba Dirên de vêdikevin û guloverên sor ji çavan difûrin;
di wê baweriyê de ye seriyê wî qelaþtine
û komeke kuzot avêtine nav mejiyê wî. Ew piþtî demeke
dirêj pê hest dibe ku hêlika wî ya çepê perçiqandine. Qîrîn
û hatina serok dighên hev.
-
We sipas dikim. Wî vegerînin oda bi tenê û herin solên xwe
paqij bikin. Ewî got û bi hêmeneke sar cixare xist devê xwe û
bi xweþî nefes berdan.
-
“Tu ji min re derya þîn bû û çavên te du kelekên þikestî
bûn, ji mêj ve li kelekvanekî digerîn”.
Di
rojeke payîzê de -demsala herî bi tenê li welatê tozê- di
demên ku hîne yek ewir baranê di ezmanê welêt re diborîn,
Diranê Pîrê sîngê xwe ji tava baranê re vekiribû û dabû dû
dengê lehiyeke ku di bin erdê re diherikî. Ew jî bê sîwan li
ser riya zanîngehê bû. Çend þofêrên servîs, zemûr û dilên
xwe jê re vekirin, li þûna ku ew destên xwe bavêjin fîtêsê,
gunên xwe yên werimî misdidan.
Keçeke
dirêj û zirav e. Porê wê yê reþ û baranê ketine cirîdeke
rewan; ka kî dikare bêtir rêþiyên xwe bi ser piþta wê de
darivîne. Çakêtê cild û pantironê cênz nikaribûn rê li
ber þilbûna derpiyê wê jî bigrin. Mîna geyîkeke asê serî
hildaye, her çend gavan, carekê xwe bi banî de çen dike û þiqinên
darên di ser rê de dihejîne; dihêle misteke din e baranê bi
ser de bibare.
Baranê
bibar bibar
Delalê
bibar bibar
Qirika
genimê me xwar
Sêwîka
serî yê hev xwar
Hezar
þev û þiv ji bo misteke goþt û gurzeke por diþewitand. Pir
þevan, piþtî demeke dirêj û bê xew, di nav nivînan de
dipirpitî, ewkê xwe diguvaþt û xweziya di tîrbûna mêst de
tufî kefa dest dike, hezar zinar ji ser piþta wî diherikîn.
Kesên
bajêr bûne du perçe; perçeyek bi xwe û “kenê þeytên”
de ketî û yê din bi dûketin û binçavkirina vî perçeyî mijûl
e.
Dîtin
û naskirina keçikê ku, li kîjan fekûltê dixwîne hêþtine
Diranê Pîrê ji mamosteyekî bêtir li zanîngeh û çayxanên wê
bête dîtin. Tiþtê din ku dihêþt ew bêtir li wan deran bête
xûyakirin, naskirina hinek þagirtan jê re û her diçû ew bi
gotina; “mamoste” diwerimî. Lê evê yekê jî nedihêþt ku
ew, mîna zaroyekî, li pey Stêrê, di nav riyên gulîstana zanîngehê
de, nebeze.
Ewqas
roj, hezkirin, cûtina gotinan û qîr-qîrên wî di civatên bi
xwe re, eger di heyameke sayî de rastî wê bê dê bi geza sîngê
gihîþtî bixwe, devê tijî gotin vala bike û zimanê ku ji
hezar salan ve pûçbûye bike lîp-lîpokê maran. Lê gava Stêr
di jorî wî re disekine, mîna mêxekî bi danîþtokê ve tê mêxkirin.
-
Ezê heta kengî di jorî te re bisekinim û tu yê nebêjî min
keremke, rûne. Hin caran ez dixwezim ez kilasîkî bim û law
bidin dû min, ez cihê dilxweziyên wan bim. Keçika por sûlav rûniþt
û gotinên xwe ji xwe re, ji masa ber wan, ji wî û dîwarê çayxana
zanîngehê re, ne ji kesî re digotin û bêyî ku ew çavên xwe
ji kitika ku, dide dû pinpinîkê bibire, careke din, deng pê
dikeve: “Ew girt, biner çawa pê dilîze û herdu jî bi vê
yekê þa ne”.
Bûdeliyeke
fireh bi qasî riwê Dirên li ser rûdêmê wî belav dibe û
berkeniya wî ya zer hîne bêtir beloq dike. Ev hest mîna eyarê
wî bi canê wî ve digre û her diçû kûr û kor dibû, ew jî
pê re biçûk û qelstir dibû.
-
Tu nuha ji xwe dipirsî ka ev çi keçeke aza ye. Bi þêw û durvê
min nexape; ez bi vê yekê qelsiyên xwe vediþêrim. Lehengên
ku em wêneyên wan bi sîngê xwe, ên odê û welêt ve dadileqînin,
ji hemû aferînên Xwedê tirsoktir bûn; bi boneya ku tirsa xwe
veþêrin û kes riwê wan ê zer-beravêtî nebîne, ew derketin
jor. Çima tu cêntilman dernakevî û naçî qehweyekê ji min re
nînî, te hêþtiye ez baxifim, gewriya min ziwa bû.
Bihina
qehwê û kiþandina cixareyekê sîngê wî û nîgara çayxanê
fireh dike. Ew bala xwe dide tiliyên top yên ku cixare di nav de
natebite û tê derdixe ku ya li hember wî rûniþtî yeke
agirnok e.
-
Te negot ka ez çi dixwezim. Çima gava hûn bi pelan re rûdinin,
gotin di mejiyê we de li hev dixurcilin, her yek ya din têve
dide da ku ji berî wê derkeve, lê gava hûn bi yekê –ji me-
re rûdinin, hûn dibin kewê Evdel. Min jî weke pelekî li pêþ
xwe bijmêre û gotinên xwe bi ser min de velûke. Gotina dawiyê,
hinekî madê Dirên li hev xist; Tu çima zer bû. Qey hestên te
evqasî tenikbûne. Ev tiþt di nivîsandinên te da netê dîtin’
nivîsandinên te tijî kêz û kurm û verîþî ye.
-
Ez naxwezim ew bighên fincana mina qehwê û riwê te. Ji bo
pirsa te jî; ka tu çi dixwazî. Eger ne îro be, siba tuyê ji
ber xwe bêjî, tu çi dixwezî.
-
Tu ji xwe razî ye. Tu di wê baweriyê deyî ku emê siba jî
hevdu bibînin.
-
Çima na. Keçik fincana xwe dide aliyekî û ji ber masê radibe,
sipasiya wî dike û ji çayxana zanîngehê dertê.
Roja
din, hine zaro li ser riyên dibistanan tiliyên xwe yên zirav
misdidan –da ku karibin di bin çavên mamoste de xwe ji hev dûr
nexin- deng bi deriyê wî dikeve; “Ev çend salên min in ku
min ev odeya ser dîkanê kirêkiriye û min hîne negotî tukesî:
“Kî ye evê li derî dide”. Bêyî ku bighê û çavan biþo,
berve derî diçe.
Bihna
gulan û keçikan buhþteke bê sînor e. Dîkê ku, li ser sêrgo
jî bangil dide, bihuþta xwe bi ya Xwedê naguhêre. Vekirina derî
dihêle baxeke gul derbasî odeya wî bibe. Ev cara pêþî ye
bihna gulan ji odeya xwe dike. Wî ji zû de, carekê, gulek kir
dest xwe û ji keçika ku, di balkona hemberî wî de disekinî re
anî, lê dema xwast jê re bavêje, keçik reviya û bi tirs
deriyê ser balkonê girt hêþt ku Diran rahêje soleke xwe ye
kevin, bi dîwarê odê ve daleqîne û ewê gulê tê de biçîne.
Ew roj- ev roje ku, careke din ber bi firoþên gulan ve binêre.
Bazirganek
gulên bajêr tevan dikire û li ser riya firoþgehê û hotêlê
rêdixe da çavên wî ji bilî gulan tutiþtî din nebînin û
gava dilbijek dest davêje gulekê ji wan gulan ku, diyarî
dilbera xwe ke, sê tiliyên xwe di nav baxê gulan de winde dike
û dilopên xwînê ji gula sipî dadirivin.
Hejmara
bazirganan kêm dibe û yên kûndeyan her diçe zêde dibe. Ew bi
hemû tiþtên dinê mijûl dibin; dikirin û difroþin, mirovên
reng-rengî, ji cotar û mamosteyan, nivîskar û qewadan, mirîþk
û roviyan.. hemû tiþt di çarþiya wan de dihate bazarkirin.
Rojekê bazirganekî gurzeke kilît kiribûn dest xwe û di nîvê
bazarê de bang dikir; “Werin kilîtên bihuþta Xwedê”. Eger
wî bixwesta karîbû bi guhên Xwedê jî bigirta û baniya li
bazarê bifrota.. Lê camêr hinekî rûmeta xwe digirt.
-
Ez ji te hez dikim. Bi baxê gulan re, hevoka çûye diyarî wî
dike û dihêle Diranê Pîrê têkeve bin xeyalan, çavan bikole.
Lê ew e; keçika duh e û li ber deriyê wi ye, ne di xew de dibîne.
Bi vekirina destan re, Stêr xwe davêje hembêza wî, hêsrên
Dirên bi porê wê yê reþ re dikevin cirîdeke rewan; ka kiyê
berî yê din xwe bighîne sîngê wê; gelî û herdu girên dorê
avde û bihêle þînkayî, bê tirsa ji tozê, serî hilde.
-
Ev bû çend rojin ku ez ji bo te li zanîngehê dewamdikim. Keçik
dikene; tu bi min dikenî ku ji bona keçeke di temenê zarên min
de, digrîm.
-
Na, ez bi xwe dikenim ku çawa, her min dikir ez bêm cem te û bêjim;
Ez ji te hezdikim, kabokên min sist dibûn û dilê min mîna çivîkeke
serjêkirî di sîngê min de dipirpitî. Vê yekê dihêþt ku,
ez ji xwendin û dostên xwe, ji dê û bav… ji hemû tiþtî
birevim odeya xwe û derî li ser xwe bigrim da ku, karibim bi
rihetî bigrîm, heya gihîþt vê rojê ku hêsir di çavên min
de ziwa bûne. Çima ez zû nehatim.
-
“Tu dereng hatî û zû çû, Çima”. Bê hest li ser dêv
ketiye û çend mêþên zer berî devê bi xwîn kirine. Dema
cerdûn pelika guh jêdike, ew bi zorê di qurzîka çavê werimî
re li wî dinêre; “Ez karim ya te fêmbikim ku tu ji birçîbûna
re guhê min gezdikî. Eger ez li serhev bama û min tu bigirta,
minê tu bi xwara. Bes ka bêje min, çima evên din dixwazin,
hino-hino, çinîkên goþtê min biqetînin bêyî ku ew birçî
mabin”. Wî xwe bi dev cerdûn de berda; Erê carekê ji carên
girtinên wî, ew xistin korta avrêjê û heya ber bi dêv jî gû
bilindbû û cerdûnan ji vir û wir êrîþî seriyê wî kirin
û pir þan, heya bi nuha jî, jê re hêþtine. Lê îro ev cerdûn
li ber dilê Diranê Pîrê dostekî pir zîzbû; aferîdeyekî
din, du çavên din di wê valahiya beyabûn ê de dilivîn û tenêtiya
wî û bê dengiya zindana wî diþkand.
-
Tu dizanî ku cîhan bi qaliqê pîvazekê ye, kûndeyek e; her
rojekê di hembêza yekî de derbas dike û koma qoqên zaroyan
bilind dibe û dibe. Ez zanim ev nirîna te ya bi qehir ji bo çî
ye; çima ez hiþê xwe naxînim seriyê xwe, çiyê min ji azadîyê
heye, ew ne dê û yara min e, ne jî ewrekî baranêye ku, stûyê
min di bin de biþkê da ku wê bi ezmanê welêt ve girêdim. Erê
ez vê dizanim û bi þev û roj min digote vî seriyê hiþk lê
tutiþt pêve nediçû; tiþtekî nedîtî, êþeke zirav di nîvê
dilê min de nedihêþt ku ez ji bo azadî, welêt, baran û Stêrê
nestirêm. Tu yê çi bêjî, ez mirovekî sersam im, bê hiþim..
bes ne bê rûmet im û eger tu bawer nakî ji segên berdayî
bipirse. Erê min pir sîng mêtin, destên min ketine bin pir
derpiyan û heya keçikên ku, nuh seriyê gupikên wan di piþkivîn
jî min gezkirine, bes dilxweþiya min ewe ku, min ev giþ bi
hezkirineke sayî û dilsoz dikir.
Kûndetiya
mirov ew e ku bê hezkirin meya sîng binoþê, belê ji wir tê.
Diranê
Pîrê dûr difire; ezmanekî bi ewrên tozê dagirtî, çivîkên
serîjêkirî bê rênasîn di nav de difirin û segine bi baskên
xwe yên pola wan niçîr dikin. Ew di nav gulîstaneke mîrî de
dimeþe, gul, binefþ û nêrgizên reng-rengî ku di qoqê
mirovan de çandine, dora qesra mîr dixemlînin û zurbeya segên
ku qesrê diparêzin bi hestiyên wan dilîzin û dalêsin.
Zaroyên
mîr jî, qoqek kirine gokê lîskê û davêjin hev. Çar hezar pîrekên
mîr, li benda wî, þevên payîzan dêjmêrin. Lê riya wan dûr
e; þeva ku wî di nav nigên xwe de, mîna segekî ku xwediyê wî
hestiyek avêtibe pêþ, bibînin, nedihat.
-
Jiyan xew û xew e, divê milet hertim di xew de be. Em xewnên
sor, aravî û reng-rengî ji we re dixwazin û em ji bo xew û
xewnên we xew nakin, bi þev û roj dixebitin da ku em xew û
xewnên we biparêzin. Ê ku þiyar bibe, emê çavên wî biperçiqînin,
birjînin; ne ji ber ku ji lêdan û hingavtinê hez dikin, em
nekesine Sadîst ne. Em wilo dikin da ku ew di xew de bimînin û
xewnên reng-rengî ji dest wan neçin. Ma yê ku, tim û tim di
xew de be dê bi çavan çi bike, ji bilî toz û þelmûtê bên
tijîkirin, çima ewê çavên xwe bi beyaban û ziwakirina
mirovan bêþîne. Qey hîne hêsir di çavên we de mane da em ji
we re ziwabikin. Gava deng bi kesî nakeve, serok bi pozbilindî
dide pêþiya berdevkên xwe û ji ode ya miriyan derdikeve.
Þiyar
dibe, nîvmirovek mayî; destê rastê pûcbûye. Pêþî gumankir
ku ew xistiye bin seriyê xwe û wa xewa dirêj, mîna ên þikeftê,
hêþtî pûç bibe. Lê dema dît ku ew ji gurmikan ve dileqe zanîbû
ku hatiye hilkirin. “Mirov bi destekî jî dijî. Erê ez
nizanim bi yê çepê binivîsim, lê ne piroblemeke mezin e, di
çend rojan de ezê hîn bibim. Wan gote min ku, destê rastê pîroz
e. Diya min jî ev hevok, bi þîrê xwe re, berdabû damarên
min. Lê ezê ji vir û pêve bikim ku yê çepê jî pîroz be.
Ma qey nîvê çepê bi destên Iblîs afiriye”. Rabûna wî ya
ser-xwe, dihêle cerdûn xwe di korta avrêjê de veþêre. Cihekî
çarkoþe ye, mitro bi mitrokîye û banê wê ne jê bilintir e,
di nîvê wê de qulika avrêjê ye; Di rojên çûyî de ew
negerek wî bû, heya bi sola wî ya bê benik jî tijî xûn û gû
bûbû û bi kêra berberan jî ta nikarîbû cilên wî jê
bikrana; ji gilîz, xûn.. û gû, ew pêve bûne þima.
Ew
destê xwe yê çebê dide bin henefiya avê û gava dixwaze rûdêmê
xwe biþo, tiliyên wî di qevîþtek û kortan de winda dibin.
Hin birînên laþ hîne xwîn jê dixilxile û hinek jî ji
demeke nêzîk ve dev miçiqîne..
Çend
çilpikên xwînê di korta avrêjê werdibin, destê çepê davêje
bin guhê xwe ku nîviyê wî firiye. Wî dikir ku hinek lomeyan
ji cerdûn bike, lê vebûna derî û reqîniya ku, bi eniya wî
dikeve hêþtin ew lomeyên xwe bide þûn.
-
Tufî. Bihna te ji ya avrêjê genîtir e. lawê kûndê. Qey te
xwe neþûþt. Wî bizavên xwe kiribûn da xwîn û gûyê hiþk
ji xwe bike. “Xelk gûyê hiþk jî bi me re ve dike”. Dema ew
ji bapîrê xwe dipirse dê; çawa yek karibe wilo bike, kalemêrê
rihsipî xwe rast dike, tu dibêjî ku qey ew ji hezar salan ve li
wir danîn e da ku wê pendê þirove bike; “Kurê min, ji bo ku
bi teve bikin ew dikarin gû di devê xwe de bicûn û pur ser yekî
kin”.
“Wan
gûyê min bi min ve hiþkirin e bapîrê min, û me fêmkir ku,
ew karin gûyê hiþk bi me ve bikin. Ma ne divê rê jî hebe ku,
yek karibe ji xwe bike”.
Ji
wê rojê de, Stêr her roj mêvana wî bû, bi dizî dikete odê
û bi dizî jê bi derdiket. Hatina wê, di devên xelkê bajêr
de, bû çêrok. Mêrên wê cadeyê, di xewnên xwe de, yek li dû
yekî bi Stêrê re difirîn û postikên xwe yên kefnikgirtî diþewitandin.
Ew
dikeve pêþiya þandekê serok û di riyeke dirêj, di nav odeyên
girtiyan û xewnên wan ên vemirandî re, dilezînin. Di navbera
her çend gavan de, panek li kerika kûna wî dikeve; “Eger te dît
panek di piþta te de derbû, zanibe ku tu yê pêþî yî”. Kenê
wî dihêle þandek hartir bibe û bi ser lêdana panan de, bi çend
gezan, birînine nuh di piþta wî de der bike.
-
Keremke mamoste, rûne. Derbasbûna ode ya serok û dengê wî dihêle
ew derbasî cîhaneke biyan, dûrî rewþ û sincên zîndanê,
bibe.
Bi
gotin û þana serok re, xwe dide ser danîþtoka di hemberî masa
wî de; di nîvê odê de û dûrî masa wî bi çend gavan di danîþtokê
de dibe qufik. Piþtî kurte demekê û bêdengiyeke bê dilovan,
çavan li derdora xwe digerîne. Cara pêþîn çav bi keskayî û
guline reng-rengî dikeve. Dawiya dawî ber bi cihê serok dinêre,
maseyeke di rengê qehwê de, li ser wê pir dûsê û pênûs danîne.
Kesê di piþ de rûniþtiye pêncî sal derbas nekiriye, riwekî
paqij û bê tirs, li ser lêvên wî bermayiya maça pîrekekê,
ku hîne ziwa nebûye, dibîne.
-
Tuyê cixareyekê bikþînî. Bi gotinê re radibe ser xwe, radihêje
qutiyeke bi zîv nîgarkirî. Dema devê wê ji hev dike, mûzîka
cejnên sersal û zayînê jê dadirive û bi hesteyekî zêrî,
cixarê jê re pêdixe. Piþtî kiþandina çend gulmên dû,
serok bayekî reþ ji ber xwe berdide û çend laþe di odê de þîn
dibin. “Pênûsa te bi te re ye”. Pirsa serok dihêle D. Pîrê
pênûsa xwe bide dest wî. “Te bi vê pênûsê, ew gotar nivîsandin
e”.
-
Kîjan gotar. Pirsa Dirên dihêle riwê serok bête guhartin.
-
Lawê dêlan, ezê nebêjim kîjan gotara. Kulmekê di devê wî
de diteqîne û dihêle çend diran ji dêv biweþin; “Dema nuha
ez pênûsa te di kûna te ve kim tiwê zanibî kîjan gotara”.
Qêrîna wî deriyên dojehê li ser Dirên vedike û sê segên
berdayî êrîþî ser wî di kin; bihna xwînê wan bêtir har
dike.
-
Ew çavan di odeya nuh de vedike, hersê segên berdayî westayî
ketine. Dîwarên odê ji lekên xwînê û perçeyên eyar û mûyê
mirovan hatiye avakirin.
Riya
bihuþtê di nav nigên pîrekê re diherike, deriyê dîrok û
azadiyê ye. Dema tukes, rê û bawarî bi kêrî wê netên, ew
destê xwe li nav nigên xwe dixe û dibêje; “Tu dergeha jiyanê
yî”.
Stêr
dide ser riya zindana ku, Diran têde hatî binçavkirin.
-
Te çima ez buha kirîm û xwe erzan firot. Dibêje wê û seriyê
xwe dixîne hembêzê. Giriyê wî kaniyên ziwa derdikin.
Dengê
zemûra tirumbûla serok, Stêrê ji ezmanê wî tîne xwar. Ew bi
tenê, di odeya ku cobarên tozê tê de derdibûn, hêþtin.
Ber
bi perdê dinêre, bi nirîneke xemgînî lê bê tirs li wêneya
wî dinire û ber bi pencerê ve dimeþe, perdeya ku, kefnikê serî
tê re hildayî diqetîne, bi bazinê pencerê digre û wê li ser
asoyekî ku, bi ewrên baranê dagirtî vedike û hêdî-hêdî
dengê wî bi stiraneke zaroktiyê re bilind dibe:
Dê wernê lê baranê
Baran barî bi zimbîla
Zikê erdê kir mîla
Xalî li ser ê ……
Cindirês 1999
copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org