Pîr RUSTEM, pirustem@scs-net.org
Gotineke Ewropiyan li ser me heye û Jonasan RANDIL jî ewê gotinê di pirtûka xwe ya li ser navê “Miletek di Perçebûnê de” diçespîne, dema ku ew dinivîse: “Tiþtên ku Kurd di þer û cengan de bi destdixînin, di rûniþtinên xwe yên li ber masên danûstandinan de didin der”.
Gelo em jî di vir de û piþtî gotina wan bi cih dibînin, dipirsin:Çima berpirsê Kurd ne li gor þerker û canfidayê miletê xwe ye, çima xebat û xwîna martîrên me “erzan” diçe û dijmin dikare hemî belgeyên me bi hêsanî ji dest me bigre, bêyî ku ew hinek danîn an jî hinekî rewþa civakî û konevanî, ji miletê me re, çêtir bike û evan pirsgirêkan çareser bike.
Helbet ev rewþ ne di evan bûyerên dawî de derket holê, lê ew di van bûyerên dawî de bêtir hate tazî kirin û milet bêtir pê hest bû û ne tenê siyasetmedarê Kurd, ji ber ku ewana ji zûde ev rewþa xwe naskirî û ji hinekan re, bê dengî û lênepirsîna li careyekê ji bo evan meseleyan, çêtire da ku ew li cihên xwe bimînin û neyên bersivandin.
Û ta ku gotinên me ne tenê cûtina hevok û helwestên amede be; Emê li tiþtên di van bûyerên dawî de çêbûne vegerin û li gor wan û kar û helwestên ku, Tevgera Kurd wergirtine binirin û bidin ber hev da ku, gotin û helwestên me li ser Tevgera Kurd; Çi ya konevanî dibe yan jî ya rewþenbîrî be.
Eger ku em karibin hinekî ji rewþenbîran re, evan kêmasiyan û helwestên wan ên ne li gor xebat û çalakiyên milet, sivik bikin û ewan kêmkasiyan bi tinebûna dezgeh û sazûmanên wan ên ku bihêlin ew bi rengekî xortir û yekdeng bilivin, girê bidin; Tevî ku ev rewþa bi xwe jî cihê kêmsiyêye û dive bête çareserkirin, da ku, em jî karibin bi hev re û weke dezgeheke sivîl di liv û destxistina rewþeke çêtir de xwedî roleke girîng bin.
Lê em qet nikaribin ji Tevgera Konevanî re tebrîr bikin; Eva ku ji sala 1957 an de weke dezgeheke Kurd hatiye damezrandin û ji wê dihate xwestin ku, rêvebiriya miletê xwe bike û li gor karînên xwe û rewþa hundir û derve konevaniya xwe bajota û bi destlatdariya evî welatî re têketa danûsitandinê û li gel û mafên gelê xwe xwedî derketa, ne ku piþtî nîv-sedsalekî ji temenê tevgereke konevanî û li ser zimanê endamekî wê yî navçeyê werê pirskirin: Ka hûn; “miletê ku derketibû kolanên bajaran û li dijî hêzên ewlekariyê serî hildabûn” çi dixwezin.
Tevî ku gotina evî camêrî mejî û bernameyên partiyên me tazîkiriye û bi me tevan da naskirin ku, ev tevger bê bernameyeke aþkere û açiq û tenê bi siloganin tevayî cemawerê xwe mijûl dike û eger ku, hokereke navnetewî lêhat û ji wan hate xwestin ku, ew pelê kurdî pêþkêþ bikin û bi evê rêjîmê re li ber maseya gyftûgoyê rûnin, ka ewê çawa karibin li doza xwe xwedî derkevin.
Bi gotineke sayî, dive Tevgera Kurd li xwe vegere û bi hev re li ser evan meseleyan rawestin da ku, karibin bernameyeke li gor rewþ û doza kurdî deynin û pirsgirêka kurdî ji nav destên hêzên asayêþê derînin û bihêlin destletdarên evî welatî bi meseleya me re weke doza netewa duyem ku, bi Ereban re hevpiþkê evî welatiye û dive hevpiþkiya wî di hertiþtî de be û ne tenê di jêxwestinan de.
Lê mixabin û tevî ku, tevgerê di belge û daxûyaniyên xwe de digot: Doza me ne dozeke asayêþiye da ku di riya asayêþê re çareser bibe, lê û weke me dît, hemî rûniþtinên wan, ji bo aramîkirina kolênên Kurda, bi hêzên asayêþê re bûn û wilo ewana bi xwe û bêyî ku zanibin, eger ku em ti gûmanan ne avêjin ser kesî, doza me ji meseleyeke konevanî û hebûna kêm-netewk di hundirê evî welatî de, xistin xefka asayêþê û evê bihêle ku, tevger bêtir lawez û qels bibe û eger ku, roja îro çend heval li dora wê dicivin, tevî ku ew di laweztirîn qonaxên xwe re derbas dibe jî, dê rojek were, eger ku ev ton konevanî bajo heya dawî, û ewê evan çend camêran jî li dora xwe nebînin.
Helbet ev dîtin ne xwesteka me ye û ne jî em weke rewþenbîrekî Kurd evê yekê daxwaz dikin, tevî ku baweriyên me bi evê tevgerê nayên jî. Lê careke din em dibêjin: Ev tevger û di roja îro de hîne nimûniya milet û doza kurdî dike, lew re ji me weke kesekî Kurd û rewþenbîrekî evî miletî tête xwestin ku, em tev lê xwedî derkevin û ev têbîniyên me jî di ewê çarçewê de digerin da ku, em bi hev re ji evê rewþa wêran derkevin û bibin xwedî dezgehin li gor rewþa îro û doza miletê me û helbet ev yeka jî alîkariya me tevan dixweze.
Lê ta ku bi rastî em bibin xwedî dezgeh û partiyin li pêþ, dive ji berî hertiþtî em ji hundir mejiyê xwe, mala xwe, partiya xwe destpêbikin. Ango dive em her yek ji cem xwe de dest bi guhertinê bikin û bingehîntirîna evan guhertinan, li gor dîtinên me, dive em hevdu qebûl bikin, bipejirînin.
Bi gotineke din; Eger ku em ramyariya pejirandinê; pejirandina yê din, ewê ne weke min, bi ya qirkirin û talankirin û kuþtinê neguhêrin, emê hertim sêwî bin; Çi sêwiyên Mislimanan bin an jî yên Markisiyan û.. hwd. Û wilo emê dawiyekê ji serpêhatiya Iblîs re deynin û ne ku, her du kes di hundirê partiyekê de li hev nekirin dive ji hev cuda bibin û her yek partiyeke xwe li dar bixe û xwe li seriyê me bike serokê êleke nuh; Mixabin partiyên me ketine þûna êlên me yên berê û tenê navên xwe guhertine.
Li dawiya evê gotara xwe em jî û weke gelek dengên din, bang li hemî Partiyên Kurd dikin ku, ew di hundirê du girse-partiyan de rêz bibin, weke çawa di hemî welatan de du dezgehên mezin hene û ewên din; ên biçûktir xwe didin rex evê partiyê yan jî ya din û li gor kargerînên xwe û wilo li hember hev xebatên xwe dikin û her yek ji wan bernameya xwe pêþkêþî cemawerê xwe dike û li gor ewan bernameyan an ev partî yan jî ya dîtir bi ser dikeve, tevî ku herdu partî û konevaniya wan pir ji hev ne dûrin jî, lê tenê di hin tiþtan de li hev nakin û xwestekekê dixin pêþiya ya din, weke Partiya Cimhorî û ya Demokratî li Emerêke; Eger ku yek li bernameyên wan binire dê cudayiyên pir mezin di navbera wan de nebîne û tenê ew di pêþintirîn xwestinên ji bo miletê xwe, hin caran, li hevdu nakin.
Bi gotineke kurt; Dive em bi mejiyekî durist û hiþmendiyeke li gor roja îro û kargerînên miletê xwe konevaniyên xwe bidin meþandin û ne li gor dil û hestên xwe û ka kêfa te ji min re te lê na û wilo hertim li ber maseyên goftûgoyê bi dijmin re, em xwe riswa bikin û her tiþtî bi derdin û tenê bêjin: Evqas þehîdên me hene û evqas ji miletê me bê nasnameye û zincîra erebî evqas hêktar ji xaka Kurdistanê daye Ereban; Tevî ku ti partiyên me ne gotine: Parek ji Kurdistanê di bin lepê Sûryê de ye jî û wilo em jî di rêcika ku, Felestînî tê re derbasdibin, em derbas bibin û piþtî çel-pêncî salî ji xwînrijandinê û evan siloganan, em li kêmtirîn destkewtinan bigerin û ew bi dest me nekevin.
Cindirês-2004.
copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org