Pîr RUSTEM
Ev berhema di nav destên
me de ya pêþiye, ku Can BAPÎR bi zimanê kurdî diweþîne, tevî ku wî
di sala (1999) an de û di bin navê
"شطحات
في الجحيم"
de, bi zimanê erebî, berhema xwe ya pêþîn weþand. Pirtûka wî ya nuh
jî ji du paran pêk tê, ya pêþîn bi helbesta ku berhema xwe pê
navkiriye; “Gewriya Helbestê Za”, dest pê dike û ew bêtirîn rûpelan
digre.
“Navkuta axê\ dûþîza asîman\ rûmeta agir û ava ku giyan tê de dize\ ez rojên xwe, bi kefçî qehwê\ her sibe, dijmêrim” (T. S. ILYOT). Ji berî her tiþtî em dibînin ku ILYOT, ji xwe re, weke nimûne û simbol dîtiye û helbet ev yeka nirîn û baweriyên Can BAPÎR bi me dide naskirin; Ka helwestên wî di jiyanê de çine û çawa bi derdora xwe re dide û distîne û nemaze gava helbesta ILYOT werdigerîne û weke pêþkêþ ji berhevoka xwe re datîne ku, her çar regezên surûþtê, jiyanê têde kom bûne. Lê û weke ku em dibînin temenê wî roj bi roj dadirive, gelo ew li benda çiye. Emê bizavên xwe bikin ku, em bersiva vê pirsê bidin.
“Þev rêberê rojê ye”. Ev hevok dîtin û helwesta wî, ji jiyanê, hembêz dike ku di roja îro de þer, reþî serkeftiye û bûye rêberê xêrê û ronahiyê, vêca ka ewê çi rêberiyê bike û dê berê me bide ku. Helbet rêberiyeke wilo dê bihêle ku, “çûk bi hestiyên xwe devê kêrê maçkin” û xwe di cobarên xwînê de biþon.
“Ehremezda rabe”. Ev banga wî nîþana çiye; Gelo ew nîþana hêvî û berxwedanêye yan nîþana þikestin û destberdanêye. Lê gava em hevoka piþtî wê dixwînin; “Civîna min û darbestê nayê”. Em têdighên ku, arîþena wî di kîjan pileyê de ye, lê dema ku piþtî du hevokan vedigere û dibêje: “Çiloyên dara baranê þîn dibin”, ew careke din hêviyan dide yekî ku ewê hîne li ber xwe bide û rojekê hêvî, pirtûka wî dê bize; “Pirtûka min, avis dibe”.
“Kuzotin ji avê, duxin berfê”. Ol, bawerî û mirov ji roja roj de di bin koma zoyîtiya xêr û þer, reþ û sipî de dilive û vaye ew jî di bin sîwana wê yekê de, deq û giyanê xwe ava dike; “Nûjadê min agir û berfe”.
Windakirina keçika rewrewkî, di demeke kin de û di rewþeke xerap de, êþeke kûr û tûj di çav û kûraniya derûna wî de dihêle, û ev êþ dê jê re bibe paþmakek ku ew rojiyana xwe li ser ava bike; “Rondik avise bi rondikê\ kenara hebûnê\ xwîna daran\ pîjên bîranînan, serþûrin, di derûn de”. Û dighe ku regezên laþê wî þerê hev û wî bikin; “Sîng û perasî rikin\ dîl dikin dil.. jan þîn dibe, hestî digevizin movikan”.
Musliman dibêjin: Jibîrkirin
dayîneke Xwedayiye û
Ew keça sîberî, ewa ku zû windakiribû, dê hertim û di her cih û deverekê de mêvana wî be. Û tevî ku her tiþt tête kedî kirin, lê tenê bîranînên wî kedî nedibûn; “Kaniya tîbûna te me.. birînek xar dibe, weke çemekî\ dikeve tîbûna bîranînan”. Lê ew keçik her tim wekî rewrewkê namîne û yek dibîne ku, pir caran, ew dikeve wêneyên hestî û helbestvan bi rengekî êrotîkî bi wê re dide û distîne; “Ditirsim ji hespê civanê\ beyara can digere li piyê avekê, wa ferþê sipî ramûsim\ þermê di lingê te de maçkim..” û dîsa; “Direvim ba te\ bi tenûra lêvên xwe\ herdu keviyên lêvên min, bihilîn.. \cotên kewên birsî biçêrîn.. li pesara sîng” û li cihekî din dibêje: “Jêr, zemînekî tarî\ li jêrî navikê þêwe dike\ ez tev heval çûka rewa\ têde wenda bûm”.
Lê tevî evê yekî jî ew her tim gavekê di navbera xwe û gihîþtina wê de dihêle, da ku devê birîna wî vekirî bimîne; “Ez dibêjim: Tu yî min bibînî\ fêrmîskek lerzok di Laleþa çavan de”.
Her tim Çêrok ewe; Dêwên ku di devên kaniyan de rûniþtine û av û jiyana xelkê didizin, zû-zû dilopa avê bernade, eger ku ew “xelatiya” xwe, keçika çarde salî nestîne; “Zemawendê kurê dev bi xwîn\ marên têr jehir\ li ser bejna rojên me.. dicûn hêviyan”. Helbet ewê ku hêviya bicû û bêyî ku ew ti karî di ber wan hêviyan de bike, dê stewir bimîne; “Serleþkerê tarîstanê\ milê xwe bi stêrkan keþxe dike” û ewê bihêlin ku, “destana warekî þerpeze\ xwe di eynika xwînê de bibîne” û “em (ê) kêra qirikbirîna hev tûj bikin”.
Konevanî yeke ji pirsgirêkên herî aloz di jiyana Kurdan de û helbet pir sedemên wê yekê hene. Di evê çêrokê de, Can jî, û weke hemû nivîskar û rewþenbîrê Kurd, dikeve xefka konevaniyê û goftûgoyeke seranser pêþkêþ dike û ji helbestiya deqa xwe kêm dike, weke nimûne; “Di beyara niþtimanê de\ serleþkerê tarîstanê\ kopal hejand.. \ Mîdî mirin\ Helebçe.. helbet xonav nema\ Dêrsim.. derî bayê reþ girtin”. Lê, û tevî evê yekê jî, carina ew bi hestekî pir tenik nêzîkî çêroka konevaniyê dibe; “Çiqas zore evîna vê xakê”.
Ew carina dighe wê baweriyê, ku ferhenga zimanê mirovan xizane, ji ferhenga hestên wî biçûktire û pir caran pênûs ker û lal dimîne û ew nikare tiþtên dilê helbestvan derîne, lew re ew dinivîse: “Ez nizanim, van valahiyan, hûn dagrin.. …”.
Can di aliyê wêneyên helbestî de serketiye û ew wêneyin nazik, ku yek dikare bêtirî xwendin û angoyekê bide wan, dixe nav destên xwendevanê xwe; “Çûkên xwînê damaran dikolin” û “Baran xas li pê me direve” û dîsa; “Birînên kovî, di nav destên te de kedî dibûn”. Û em dikarin ji xwendina helbesta wî ya herî dirêj; “Gewriya Helbestê Za”, nasbikin ku çima dibêjin: “Azadî sore”.
Eger ku “laþ zeviya kêran be” û birîn li ser biçêrin, helbet “ramûsan dê bê sûd bin”, tevî ku carina ewana kedî dikin jî, lê ew rewþ û kedîkirineke rewrewkiye û bi “pana dîrokê re” ewê “wenda bibin”. Vêca ka em dilê xwe û “.. pirtûkê vekin”, da ku em birînên xwe, yên wî ji nav rûpelan biweþînin û bi hev re li bersiva, ka “em dikevin þevê, lê þev dikeve me” bigerin û bi naskirina wê re, emê têbighên, ka “em ji jiyanê hez dikin” an na. Lê bersiva herî girîng ku dive em zanibin ewe; “Kê ew keleha tirsê ava kiriye” û dihêle “dîwarên xwînê bilind”-tir bibin. Bes ewê ku “Xwedê ji destê xwe avêtibe û tife riwê wî kiribe” dê, zû-zû, negihe bersivên xwe.
Êþ û kula herî mezin ewe ku hêvî û kenê zarokan, bihin û dengê yara mirov bi destên heval û hogiran bêne pelixandin, qirkirin; “Axa te bibe.. jê hez nakim\ gulan ji kê re bicivînim.. \ te digot: Xwîn wê dîwarekî ava ke\ ez dibêjim li pêþ neyaran\ ne bi navê partiyan.. \ dizanim.. ji jiyanê hezdikî.. \ lê çima – te – bihara heyþdemîn.. kuta nekir” û di “28 ê avdarê” de; meha êþ û derdên Kurda, koçkir û liþûna xwe birîneke kovî, di dilê Can û Efrînê de hîþt.
Pirsa me ya dawiyê jî eve; Gelo bi evê xwendina xwe re me karîbû, yan emê karibin birîna wî ya dawî, ya herî kûr kedî bikin.
Cindirês-2001.