Di taqê re xwe avêt hundir, bi qirika Heso girt û bi
kulma yekem re xwînê di dêv û bêvilan re avêt. Bi wê nekir,
þeþare ji ber nava xwe derxist, qoqê wî kuta û mîna cebeþek
were pelxandin, xwînê xendekên rû kolan û çendeke nûh, di rûyê
Heso de vekirin. ? kesekî mêrxaz, di ber xwe de, got:
- Yek destên xwe bavêjin vî zaroyî û ji ser Hesenîko bidin alî. Hêrsê zaro, mîna ku, wî kesî gotiye, dahat. Dev ji Heso berda, cilên xwe dûzkirin, temriya li ser eniyê belavbûye hilda, nan kir dest xwe, deriyê tirambêleke sipî-dirêj vekir û vîzînî bi tekeran xist, sîngê bajêr, dem û dêlan qelaþt.
Kesên ku, dixwestin nên bibin û yên bi dengê lêdanê kombûbûn, li dora Heso civîn; Ewê dixweze bi gotinekê dilê wî hûnik bike, yan jî birînên wî bibîne. Bi evê bûyarê re, min Heso naskir û dibêjim belkî nûha verþiya piraniyên we, ji min tê, lê ne xeme hûn ji min ne çêtirin, win tev li wir bûn û kesekî ji we alîkariya wî nekir, çima loman ji min dikin û nayê xwestin ku, ez ji were bêjim: Çawa gihîþtim Heso; Zanîna we, ji hevnaskirina me re, bê sûdeye û karên bê sûde, bi taybetî, di qehwa û meyxanan de têtin firotan, bi devê zana û rêzanan û ez ne ji wan im.
- Heso.. . Eger ku, tu çayekê çêbike, emê digel cixarekê û bi helez, li ser vê pakêta li pêþ nangehê, “firnê” Vexwin. Bi bihistina navê Heso re, ew bê deng ma, çav tijî hêsir û pêlên bîranîna, di ser hev re hatin û herkîn.
- Çima tu digrî?. Çavên
min bi tiliyên wî ketin, min nedît ku, di ewê bûyarê de ti
movikên wî firîbûn û xûyabû wî ramanên min naskirin,
lewre û ji niþkave destê xwe veþart û bi hêrs li min nihirî.
-
Çima bala te li destê min e?.
- Ez nizanim çi bêjim, bes
bawerim ku, ev birîna te kevine û ne ji ber bûyear wê rojêye.
- Ew ji te nayê xwestin ku, tu
zanibî birîna min kevine yan nûye. ? bi gotinên xwe re, di
hundirê nangehê de winda bû û piþtî demekê serî dirêj
dike, hilmeke germ ji bêvilên wî dikiþe, siya Heso dirêj dibe
û dibe, rûye wî û çaydanê çayê, di derî re derdikevin, lê
kesekî dine; Eger ku, min nizanîba ez û wî, di nîvê evê þevê
de, bi tena xwene û ya bêtir, eger ne ji tiliyên wî bana, min
ê bigota kesekî din dertê; Ew hêsir, rûyê Dilovan, dil-hênikiya
wî, bi carekê hatine þewtandin û arî, hovîtî û dilreþî
li þûna xwe hêþtin. Tirsê, dilê min girt û ew berkenî
dibe, belkî ev cara yekmîne ku, dibîne piçek, ji hovîtiya
teban bi wî re jî maye û dikare kesekî bitirsîne, wî tiþtî
hêþt ku, ew hinekî bi mêraniya xwe hest bibe.
- Tu dixwezî zanibî çima
movikin, ji tiliyên min firîne..
ne?.
- Ger tu bi wan bûyeran di êþî,
naxwezim. “Tif li du-rûya.. xwe dikim, çima tu nizanî ew pê
di êþe, hey bê rûmet, çima tu derewan dikî û dibêjî: Eger
ku, pê di êþî, naxwazim bi bhîsim, tu ji qumsiyê Beko derwîntirî,
ger ku, tu wilo bibêjî”.
- Na, dixwezim derînim. Dengê wî, ramanên min dizîn. Ev bû bîst
û pênc salin ku, wan ser dil girtiye û wek tu dibînî; Temenê
min gihiþtiye çel û tiþtekî, bê zanav, pîrek û mal.. heya
bê nivîn û balîv. Nangeh, jîn, dem û warê min e; Xwarin,
xew û.. . Hinekî rawestî, cixareyek pêxist û dûyê wê
golên bîranînan, bûyarên kevin vegerandin.
Fît-fîta Hesoye di zuqaqên
gund de, berê xwe daye mala birê xwe. Dema ku, ew li hemberî
gund rûniþtîbû û temaþa malan dikir, belkî keçekê di
deverekê de bigre, dît kesek derbazî mala bira yê wî dibe, ji
cihê xwe hilbû û daket.
Ji berî ku, ew xwe bi bêdengî
li hundir badê û li ber derî hindekî rawestî û ji xwe pirsî:
“Gelo, çima di vê germê de, van derî nîv girtîkirin e”.
Lê gêra ber dilê wî nekir; “Dibe ku, ji bo toza bênderan
wilo kiribin”. Bi ketina hundir re, çav di serî de sorbûn.
Gotin, hêsir û xwîn di lêþe de silbû û zemîn li ber çavan
reþ bû, bi rabûna wî kesî re, ji hembêza pîreka birê.
Qêrîn bi pîrekê ket; Çawa wî
rê ji xwe re dît û ewê bê ferman bikeve hundir û bi dengê wê
re, ew kes gihîþte ber derî. Heso xwest rêya revê li pêþ bi
bire, destek hilat û kêra di dest de, hin
movik ji tiliyên, wî firandin. Pîrek jî gihîþt gedûkê,
hawara xwe ji gund xwest. Cîranên nêzîk û dûr kombûn, ew ji
nav lepên wî derxistin û jê pisîn, lê deng bi Heso neket û
li hemberê, devê jinikê nakeve hev, hawara xwe dike xelkê gund
ku, wê ji nav lepên vî teresî derînin; Evê dixwaze rûmet û
seriyê birayê xwe berdê erdê, bi anîna þerê xwe bi ser wê
de.
Dema xelkên gund ev gotina bihîstin,
xwatin Heso bi perçiqînin, lê li dawiyê ji xwe re gotin: “Çiyê
me jê heye, ma ne tolazî û rûmet ya wiye”. ? her yekî devê
xwe tijî xwazî kir, û.. .
Ro çû ava, kesên malbatê tev
civîn. Heso di civatê de, devê xwe vekir, lê piraniy wan jê
bawer nekirin, bilî dê û nemaze mêrê jinikê qêriya û çend
þeqam gihandin wî. Ji wê rojê û virde û vaye bû bîst û pênc
sal, ew venegeriye gund û heya nema dihêle laþê wî jî vegerînin
wir. Bi dawiya çêrokê re, Heso rabû ser xwe û bi hêrs bi
qirika min girt, ez têvedam û ew kete hundirê nagehê û banga
dawî li minkir.
- Nuha te çêroka min naskir,
eger carek din, tu bi ber çavên min kevî, tu yê deynê gundê
me.. . Dengê Heso dê di koþeyên xaniyan de bipelixe û ewê
negihe min; “Kîne evên alavan digerînin”. Heso serî ji ser
balîv rakir û ber bi alavên kar çû, dît ewî bi xwe li ber tûrin
sipî sekiniye û devên wan yeko-yek vedike û li þûnê êrd laþên
zarokan berdide hundirê hevîradanê, “ecanê”.
Morîk guvaþt, serî, mil û pepil li hev hatin alandin,
hevîrekî ji xwînê û goþt, bir ber tengikdanê, “reqaqê”
û.. pel-pel ji wan derxist, li ser têxit rêxistin û her çar
bi hev re xistin mal-agir; Hin zaro çîl-sipî, hineke sor û hin
jî reþ-þewitî dertên.
- Hesenîko, çar kîlo ya bide
min. Seriyê xwe bi aliyê taqê de bada, da ku, peran ji wî kesî
bistîne; Dêwa pêþiya nangehê,
zuqaq û bajar tijî kirine.
- Ne lezînin, têra we tevan heye. Heso got.
- Ev bû deh salin, li benda sitandinê me, lê her tu nasê xwe dixînî pêþiya min. Dêwekî vegerand û Heso berkenî bû; “Ma kengî dêw û kole bûne dost”. Dêw ji kenê wî zirtbû, diran di zendê Heso de çikandin; Kêreke ko, mîxin zingarî û di paniya yekî de biçin xwar. Ewa na êþ kutane dilê wî û nêm ji birînan herikî.
bi girîz û xwêdanê hatiye þûþtin, ber bi alavan bi rêket, ne xwîn û ne jî seriyê zaroyan; Xewneke ji evên dawî bû û baraneke mîxî di serî dabû, dêv dide mal-agir û henefiyê mazotê vedike, avêtina zilê þixatê, Dojehê diyar dike.
-
Ev çiye?!. Xweþe.. pir xweþe, min ji vî seg-bavî re hotêl
vekirî, ne bese duxe.. veduxe..
. Xew bê pere.. hîne
bi ser de êgir berdide mala min. Hesenîko, çima mal-agir pêketiye.
Lê xwediyê nangehê ti dengan nake, lê dema ku, ew ber bi
mal-agir diçe, çavên wî bi komeka arî yê dikevin.
Heleb-90.
copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org