ÇALA
REÞ
Pîr RUSTEM
“Ez
vê pirsê ji te dikim... Ji min re ya rast bêje, Ehora Mezda, kê meþîna
rojê, stêran nîgar kir.?”.
Perda reþ li seranserî gerdûnê belave. Asîman bê heyv û bê stêr e. Dem bê ro, ronahî derbas dibe. çiyayê Sablan di bin tariya demê de dibore, çivîk û cinawerên xwe hembêz dike.. Hin golên avê di nav dar û çawîrên zer de belav in; (rengê herî bi tenê).
Bi þepilandina destan dighe koka darekê û li ser þiqinekî bi cih dibe. Kut-Kuta dil demeke dirêj didomîne. Bi hejandina darê û herikîna bayê hênik re, ava di þiqinê darê de, di piþta wê re, dengekî Kûr, kor ji kûraniya hinava çalê dikeve guhên wê. Gotin.. pirs.. Eyros serî hildide.. û cara yekmîn çav vedibin. Ronahiyekê li pêþ xwe dibîne. Rok ji wê ve dertê; nêzîk dibe- Xort di bîst saliya xwe de ye. Ji rûdêmê wî ronahî dibare; bê cil û pêlave. di destê wî yê çepê de gurzek agir e û yê rastê bi baxa gula Homa tê sotin. Gava ew gihiþt darê..Enahîta xwe ji ser þiqnê ku li ser rûniþtî berda nik wî, ji xelatên bav re çû secdê, mîna wê, Eyros jî xwe berda erdê.. herdû xelatên Ehora-Mezda dan pêþ û piþtî çend livên pîrozî baxa gula Homa li hev par kirin; xwar-in. Bi dawiya xwerinê re, ronahiya Eyros jê weþiyabû û li asmên belav bû. Gurzê êgir bû “ Çivîkeke Beravêtî’’; û di riwê asmên de windabû. Reþî qetiya. Hevdû dîtin; tîr.. xedenk.. þerm û fedî ji çavan diherikin. Cihên þermiyê vediþêrin û di qurzîka çavan re temaþiya hevdû dikin.
- Gava me hevdû wilo dît, min xwe veþart.. û piþtî ku min hin pelên dara mezin li xwe pêçan, ez ji piþ koka wê derdiketim. Lê çavê min bi “Eyros” ne ketin.. Ew windabû. Ev e bûyera min ya herî kevin, ya ku min heya nuha ji pêþ te veþartî”. Piþtî ku Enehîta rê ji Zara nekir der û piþtî 20 saliya wî kuta dibe, çîroka zayîna wî jê re sayî dike.
-“A nuha tu dixwazî, ez bi vê hêsaniyê bawerkim ku ez ji dendika gula Homa bi zikê te ketim”. Zara bi kerb li dê-pîreka xwe vegerand û bi gotinên xwe re Enehîta berve devê çalê têvedide; devê erdê ji hev dibe; Enehîta pêde diçe û di reþe kûraniya çalê de winda dibe. Kaniyeke avê, bîranînan derdibe û cobarek jê bi rêdikeve. Li dor kanîyê hin gul û nêrgiz belav dibin. Enehîta ji kûraniya kor de deng li Zara dike.
- “Eger rojekê te dît ku tu bi tena xwe mayî.. bê kes, hembêz.. dê-pîrek, vegere û xwe bavêje hembêza min”. Gotinên wê dibin marine reþ, xwe di çala de vediþêrin. piþtî ku Zara dê-pîreka xwe nependî dike, gerdûn vala dimîne.
- “Tirseke zer dikeve dilê min, û ez ji herêma ciyayê Sablan direvim dikevim, ser reyekê heya dighêm bajarê we.. ev bajarê bê pîrek; bê mê.. Her tiþt tê de nêre. Tu dikarî ji min re bêjî çima? û hema navê bajarê we çi ye?”. Zara van pirsan ji kale- mêrê yekmîn, ku rastî wî tê, dike.
- “Tu Zara yî. Ez nikarim tu tiþtî ji te veþêrim. Lê ev pirsa te dê min winda bike.. Bes ji te dixwazim ku tu bi riya min bigrî û bernedî, eger çi bi min bê”. Bi koka riyên kale-mêr digre û ew dest bi bersîvan dike:” Navê bajarê me Or bû, bajarekî avayî û xweþ bû.” -her ku kale-mêr daxivî ew diheliya.. diçelmisî- “ lê mixabin rojekê yekî bi navê Memed hat bajêr; bi lavêj, sihir û niviþtan karî bi seriyê me tevan bilîsta û hêþt ku em her tiþtên mê bikujin.. û wek tu dibînî em çi kesên di bajêr de mane mîna hev in; tev di temenekî de ne û bi þêweyeke ramanê ne”. Li dawiya axaftina kale-mêr ji bilî riyên wî di dest Zara de nemabû.. û gotinên wî tevî qîrîna Zara dibin: “ez dêpîreka xwe dixwazim.. kanî himbêza te û ..” dihêle riya wî bilerze.. û li ser zimanê kalemêr, gotinin ji riya diweþin “bi dû min de, ezê te bighînim pîreka te”. Gotinên wî dibin dûpiþik.. û di çala de xwe vediþêrin.
- “Û piþtî ku riya kale- mêr kete pêþiya min, min da dû. Em demeke dirêj, ku bi tozê hatî þuþtin, meþiyan, ji bajêr derdikevin û em ketin ser reya pirekê, ku ji aliyekî bajêr ber bi kûraniya demê, meþînê de diçe. Her ku meþîna me kûr bû, pêþve çû; reþî û toz zêde bû. Lê hertim dengê riya kalemêr, ez germ dikirim ku bi dû wî dim. Li dawiyê nema pêþiya xwe dibînim. Bi gava paþîn re, bi he- heya wî dengî re; dengê kenê Memed re,. Ez di çaleke reþ, bê sînor werdibim û hîne di vê çala bê sînor ji reþiyê, valabûnê li dê- pîreka xwe; Li Enehîta digerim...” û perda reþ seranserî gerdûnê belave.