Pîr RUSTEM, pirustem@scs-net.org
Çend caran bi rê va ramiya; dikir ku, ji nuh ve vegere. lê dema li zarokan dinhêre û kêfxweþiya wan dibîne, careke din , bi reya ku ketî ser de, diçe. li navbera her kêliyekê de dilê wî tê guvaþtin. ji duh ve, ji dema ku pîreka wî gotibûyê. “sibe în e ka em zarên xwe derînin gund. Ji aliyekî ve, emê dê û bavê te bibînin û hinek zêt ji me re divê.Ji alîyê din ve jî, emê zarên xwe ji vê zindanê bi derînin. Wan, hingî dipirsin, bavê me kengî me derîne seyranê, ez kurmî kirime.Di dema ku, pîreka wî gotinên xwe direþandin, wî dest avêtibû qutiya titûn û hûrik- hûrik cixara xwe dipêça.
- Tu zanî ku ez nikarim kemyonê bilivînim, nemaze di rojên înê de. Çavên polîsên leþkerî, li ser her tirimbêleke leþkerî, vekirîne. Piþtî ku wî cixare pêxist, pîreka wî gotê:
- Tu xwe ditirsînê. Evqas hevalên te hene. Rojên înê, giþ bi tirimbêlên, hukumetê zarên xwe dertînin. Ti tiþt çê nebûye, bes li ya me dipirsin.!
-Her kes li xwe digirî. Her roj evqas tên girtin. Bes ew di ber xwe ve naçin. Ka çaydên bide min ev bû deh car dibêjim te ku ev ne tirimbêla bavê me ye, dema em bixwezin, emê lê siwar bin. Gava jina wî dît rê li pêþ neman, deng li zarên xwe kir û gote wan: “ Hûn û bavê xwe bi hev bidin fêmkirin. Min ji orta xwe derînin”. Her pênc zarên wî li dorê dicivin, ji destê xwe dikeve û her pênc li ser seriyê wî dibin kom.
Erê... duh soz da bû zarên xwe, lê di bin zora hêviya di çavên wan de. Heya ber destê vê sibehê, wî nikaribû çavan bide hev.Ka di rê va rast ewên kum sor bê, yan tirimbêl pêre biþke, di deverekê werbe. Eger tiþtekî wilo bibe, divê venegere ser karê xwe. Xweþ dizane ku wê hingê, divê ne bes jiyana xwe bide ser, lê ya zarên xwejî.
Di ber-banga sibehê de, di xew ve diçe; xewek giran û reþ. Bi tena xwe di beyabûneke tazî û ziwa de dimeþe.xwêdaneke bê dilovan bi ser laþ ve girtî. Carekê çavan bi asîmên ve hildide. Riwekî tisî ye, ne heyv, ne jî ro û stêr, Heya bi demekê di cih de ziwa dibe. Di wê kêlîkê de, dengek ji hundirê wî ve tê ku, eve yek li pêþ wî ye.Bi bazdana ku ew bazdide dêw- segek dide dû û gepeke goþt ji pêtika wî diteriþîne. Ji nav nivînan tê avêtin; dinhêre ku Meyro xwe xistî ber. Wê dixwest,ku berî zarok þiyar bibin, wê êvara înê rij derbas nekin.lê nizanî bû ku pênc tiliyên wê, li ser qalçeya mêr, dê bibin diranên segê.
- Tu çima ji cih veciniqî. gote mêrê xwe.
- Xewnek bû.
- Av germe rabe seriyê xwe biþo!. Bi fedî gote mêrê xwe, te digot belkî, di þeva xweye pêþî de ye.
- Dengê xwe hil nede. Bi gotinê re xwe qulabt ser sîngê wê. Hîn dîkan bangil ne dabû. zarên wan þiyar dibin û dibînin ku bavê wan þaþikeke sor, li seriyê xwe alandî, di bin de xûyanî dike por hîn þile; Berî ku ro ji piþ dîwarê cîranan derkeve, ew ji mal dertên. Herdu zarên biçûk digel diya wan dixîne cem xwe. Her siyên mezin jî dikevin tirêla kemyonê.
Bi rê ve, çend caran bi ser jina xwe de kir qir---,nemaze gava wê gotê: “ ka, berî em diçin gund, em derkevin ber ava ziravkê û kevirê înê. Di rojava de emê derkevin gund, çendekî li cem kal- pîran rûnin û xatir bixwazin, bi þev bighên mal”. Berî ku jina wî vê yekê bêje, ew jî wilo diramî, lê li behaneyekê digeriya ku, kela xwe di serîyê wê de birjîne. Mîna ewê rabûye û jinik; Bi hiceta ku wê di dema hevîr distira de kûna xwe dihejand, kotek kirî.
-Ev çi bihn e?. Li çavê herdu zarên xwe dinêre û ji Meyro di pirse. Lê, bêyî ku ew bersîva wî bide, kulemistekê di piþta keça sê salî de diteqîne.
-Tu yê bibê laþ xwarine, derd pê ketê. Meyro bi biskên wê digre û serî vediçerpîne.
-Ne sûcê wê ye. Eger te ew derxistiba derve, wilo ne dikir. Tifî... bihna zikê mirovan ji kortên avrêjan genîtir e. Bi gotinê re belora di nik de dide xwar.
Di çate-reya ava ziravkê de kemyonê hêdî dike û dikeve ser reya wê. Piþtî kîlo metrekî û birîna reya hesinî ya ku dihêle rojê carekê tirên ji Helebê bighe gundên Meydanan, ew dikevin bin siha darên Silfato û Çinaran. Zaroyan, hîn di tirêla kemyonê de, cilên xwe avêtibûn. lê E. Remo li wan dike qîr, û wan vedigerîne.
-Vê sibehê sare, Xwe hinekî bigrin. Eger rok hate nîvro, hûnê xwe têxînin. Li bergera wan venegerad. Lê berî ku nîvro bibe, hêþt ew xwe têxînin nav û bi zorê ew derxistin ku bên çend parî nan bixwin. Belkî di rojeke din de ba, dê mîna kuliyan êrîþî xwarinê bikirana, nemaze gava bihna goþt bihata wan.
Li ser xwarinê, çend caran E.Remo, li zarên xwe dike qêrîn; ji wan dixwaze ku xwarinê bê deng bixwin. Cih kênca xwe li wî jî kiribû. Du-sê parî xistin dêv û bi þûn ve kiþiya. Tê bîra wî ku, çiqasî xwe xistî ava kanîyê. Kare kevirên di zikê gêlî de, yeko- yeko, bêjmêre. hêlînên ku li ser darên li dora kaniyê wî lezber kiribûn. Her rojê carekê divyabû bihata û li wan binêriya;( çi sal zû dibezin, tê bibê duh bû). Meyro serî ber ve wî hildide; dixwezwe wê hêsra ku bê hemdî wî hatibû xwar veþêre.
Ro didarivî ser milên çiyan. Siya daran qalin dibû. Gêreyên ku dûr çûne vedigerîn; dikin ku, barên xwe daxînin hêlînên xwe, û li hêviya ku, þeveke sar û reþ biborînin, diman.
E. Remo deng li zarên xwe dike. Ji wan dixaze ku, ferefolkên xwe komî ser hev bikin û têxînin tirêla kemyonê. Ew jî di dora wê re digere. Carekê dest li tekerê wê dide ku bayê wê kême yan na û cara din li motora wê dinhêre ka av, mazot li cihê xwene. Li dawiyê siwar dibe û bi navê xweda merþa wê lê dide; humînî bi kemyonê dikeve û hêdî- hêdî ji nav daran der dixîne; di keve ser rêya axî.
Ew nêzîkî reya hesinî dibin. Berî bi çend mitran hêza motorê kêm dike. Heya gava ku tekerên pêþiyê dighên ber rêya tirênê, bi zorê der dikevin ser. Pêþiya wê hiltê û dadikeve. Di cara didwan de dema ku di-xwaze teka din ji rê bi bire, berî ku careke din bi banî keve, kemyon vedimre û bi þûn de, ji ser hêsin datê. Herdu tekerên pêþîn dikevin zikê cotê rêya hesinî.
E. Remo pêlî dibiryêc dike, fîtêsa wê vala dike, careke din lingê xwe datîne ser pêlgeha mazotê û merþê digherîne. Lê bê sûde. Çend caran vedigerîne, lê deng jê nayê. Dadikeve û pêþiya motorê hildide. Li betariyê dinhêre, ti tiþt jê venebûye.
Careke din vedigere û dikeve kebîna kemyonê. Dîsa çend caran merþê lêdixîne, lê bê sûde. Gavê ev yeka bi wî re dirêj dike, hêdî- hêdî zarên wî ji tirêlê dadikevin. Ji bilî Meyro û keça sê salî, kes di kebîna wê de namîne. Wî jî xwe xistî binê wê, dinhêre ka belkî karibe sedema vê yekê nasbike. Zarok di dorê re didin dû hev, dihêlin bihna wî bêtir teng bibe.
Ew hîn di bin kemyonê da bû, dengekî reþ dibhîse; dengê borîna tirênê dikeve guhên wî. Bi lez dertê, lê ti tiþtî nabîne. Wî ne dizanî, gelo ev yeka ji sîberên tirsê pêre çê bûbû yan bi rastî dengê wê bihîstibû. Lê dema carek,din deng tê, nema kare ji xwe veþêre. “Erê hîn dûre, lê di navbera þeþ- heft kêliyan de dê bighe ser û ji çend mitran pêve ji ajovanê tirênê re, gava ji piþt kendêl derkeve, namîne. Dê wî di pêþiya xwe de bibîne. Wê hingê wê keys pêre nemîne ku karibe tirênê bisekinînê. Ev ramanên çûne, bi lez di mejiyê wî werdibin. Xwe davêje kebîna kemyonê. Li pîreka xwe dike qêrîn ku ew û Sînemê dakevin. Bi destekî derî jê re vedike û têve dide, bi destê din jî merþê digerîne, Lê bêdengiyeke goristanî, xwe bi ser wî de vedirþîne.
Di kêlîka ku pozê tirênê, mîna dêwekî, ji piþt kendêl der dikeve, pêre-pêre borîniyeke (qêrînek) reþ jê dikiþe. Bi derketina wê re û bi dîtina ajovên re wî, bê hemdî xwe, destek avêtibû ser zemora wê û gewriya wê guvaþt. Destê din avêtibû ser firênan. Lê dema hest bû û dît ku eger firênan bernede wê tirênê di biniyê kendêl hilþîne, dest berdide. Lê ewê ku xistiyê gewriya wê, dixwaze dengê xwedayan jî vemrîne ku tenê dengê wê bi asmên ve biçe, bernade.
Xwe bavêje. E. Remo nihêrî ku, zarên wî bê þiv û liv mane. Reng li ser wan nemayî. Li þerê di navbera wî û wî dêwî, ku bi ser de tê, dinêrin. þikestineke kûr di çavên wan de ye. Ev cara pêþîn bû dinasîn ku bavê wan jî ditirse. Gava hest dibe ku ji hundirê kemyonê tê rakaþkirin, nuh çav li Meyro dikevin.Bi hêz destê xwe dide sîngê wê. Wê têve dide.
- Tu zarên xwe bi dûrxîne. Eger derkevim, divê jiyana wan jî bidim ser. Wî gotinên xwe yên dawî bi nîv- dengî gotin. Di wê hîngê de, Meyro bi çend mitran tê avêtin. Wê ne dizanî bi bayê tirênê hate çengkirin,an têvedana mêr bû, an jî ji buhabûna cên bû.
Reqînî bi seriyê wê dikeve, dengê herfandina çiyakî dikeve guhên wê û kemyon, mîna goka zarokan, di pêþiya tirênê de tol dibe. Reþiyeke bêsînor dikeve ser aso.
Di kêlîka ku tirên dighe wî, çavên E. Remo û yên ajovanê wê dikevin hev. Riwê hevalekî ji zarokatiyê têde dibîne. Niþkabûnekê, di riwê wî de jî, dibîne. Lê ew nikare vê yekê biçespîne. Ev reya tîne bîra wî ku çiqas car ew bi hev re hatibûn eynî vê derê, da ku tirênê bibînin û destên xwe ji ajovanê wê re bi hejînin.
Bê hest, destekî ji wî kesî re hildide û di navbera xewn û rastiyê de, dibîne ku li alîyê din jî destek tê hejandin.