CEMÎL
HORO
Hêsira Darên Zêtûnê.

Pîr RUSTEM, pirustem@scs-net.org
Carekê rojhilatnasekî li ser Kurdan got: "Her Kurdek dengbêjek e". Lê her dengbêjek nikare hêsir û pelên darên zêtûnê biwesîne. Cemîl HORO, hunermendê Efrînê, yek e ji ewên ku kezeba, ji qîra di riwê "feleka bê ol" de, reþkirine ye. Heya roja ku wî, bi mirineke zer, ji nav me barkir jî, banga wî ew bû, ku "gula wî ji bin mîlê reþ derînin" û her ku ewê di ber goristana Henên re dibore, dengê wî ji kûraniya gorê de dibhîse û jê dixweze, ku "mîlê reþ ji ser rakin". Lê ka em rê bidin jiyana wî û bihêlin bila ew ji me re biaxêve.
Jiyana wî ya civakî: Wî sê caran jin aniye.
1- Jina yekem bi navê Henîfa HESEN e, ew pîrekeke bî bû û ji gundê Mabeta bû, di sala 1959 an de aniye û lawekî Cemîl jê heye, navê wî Ehmed e û bi "Piling"* tête naskirin, jidayîkbûna wî 1960 e.
2- Jina duyemîn jî bi navê fîdana MIHEMED e, ji gundê Zêtûnekê û di sala 1961 an de anî. Zarên ji wê:
Law: - Mihemed RESÎD, ew bi navê Henîf tê naskirin-1965.
- Horîk-1969.
- Henan-1973. Ew di temenê sê saliya xwe de tê kuþtin û emê bi ferehî li ser çêroka revandin û kuþtina wî rawestin.
- Henan-1979. Li ser navê Henanê yekem tête binavkirin.
- Elî-1983. Li ser navê bavê xwe, ewê ku pê dihate nasîn, bi nav dike.
Keç: - Mizgîn-1967.
- Siltan-1978.
- Narîn-1982.
- Kurdistan-1984.
3- Jina
sêyemîn bi navê Eyþa HOSAN bû, di sala 1985 an de anî. Li
derdora pênc mehan li ba wî ma û di berdana wê de seriyê wî
pir têþe, digihe pileya ku gefûgurên kuþtinê bidin wî.
Karê
Cemîl ê hertim darteþî "necarî" bû û di xortaniya
xwe de feqetî jî kiriye; ew mirûdê Mihemedê Þêx Heyder bû
û di demekê de jî serokatiya dor (2000) mirûd û di bin sîka
þêxê xwe de, li gundê Çolaqan kiriye. Wî carina bi þîþê
jî li xwe dixist û heya roja mir, þopa þîþeke zingarî di nîvê
laþ de xûya dikir. Lê gava xelkê dît dengê wî ji lêdana þîþan
xweþtir e, jê xwestin ku ew stranan bibêje û piþtî ku þêxê
wî rê didiyê, ew dest bi dengbêjiyê dike. Lê ji berî
fermana þêxê xwe jî, wî pir caran û bi dizî, stran digotin
û heya roja mir jî, mar bi destan digirtin û carekê yekî þêx
li ber wî got: Ez dikarim bifirim. Di cih de wî lêvegerand û
got: Eger ku tu firî, ezê jî te bi sola xwe bînim xwar.
Çêroka
kuþtina Henên:
Cemîl
û Zekî axayê KORESÎD, li avîngeha Seriyê Kaniyê
"Kefircenê" çayxaneyek digel hev avakiribûn, niha bûye
parek ji "Mueskerê Telai". Di wê demê de, mala wî li
bajarê Helebê bû, taxa Xan Zêtûnê û di rojeke înê de, Cemîl
ji avîngehê diçe Helebê; bi boneya ku zarên xwe jî bîne. Bi
rê ve rastî zaroyekî winda tê, bi destên wî digire û dibe
"Mexfera Mîdanê" ya polîs û piþtî ku ew navnîþana
wî digirin, zaro pêre diþînin mala wî. Ew zaro wê þevê di
hembêza wî de xew dike û di sibeyê de xwediyên lêwik tên û
wî dibin. Cemîl jî zarên xwe tîne Serê Kaniyê û di eynî
roj de Henanê biçûk winda dibe.
Bêtirî
(12) e roj di ser windabûna wî re diçin. Rojekê yekî bi navê
Menanê TOPO dibêje: "Ji berî demekê min ew; Henan di nav
destên Hemreþê, karmendê avîngehê de dîtibû". Di roja
windabûna Henên de, Hemreþ nehatibû ser karê xwe û wê yekê
hêþt, ku guman biçin ser û ev gotin dê bihêle, ew ji ser karê
xwe bireve. Lê kurê Cemîl ê mezin dide dû û wî digire.
Hemreþ dest bi çêrokê dike û dibêje: Welîdê Coqê û Qember, Bapîrê Hemreþ e, ew jî ji gundê Coqê ye, wî digel heft kesên din têve didin, ku zaro bidizin û piþtî didizin wî dibin cihê serjêkirina dewaran. Wî du rojan, bê nan, di wê derê de dihêlin û piþt re wî bi kêran dikujin û di pir ciyan de jî hestiyên wî diþkînin. Piþtî vê yekê wî dikin çiwalekî û davêjin bin pira Efrînê, pistî ku wî bi singekî ve girê didin, da ku di cihê xwe de bimîne û masî wî bixwin. Ew mehekê wilo dimîne û di dû re wî dibin cihekî din, davêjin nav çem û sopa wî wenda dibe.
Di rojekê de þivanek tê û dibêje: "Min laþê zaroyekî dîtiye". Piþtî wî derdixin, ew heya bi demekê netê naskirin; ji bilî hestiyan nemabû. Lê di por û cilên wî re dinasin, ku ew e û ew heyþt kesên ku bi vî karê nemerdî rabûne, careke din, dilîzin "temsîl dikin" û li ser kasêtekî vîdiyo tête tomar kirin. Lê ev mesele-çêrok, li ser destên Mihdînê ÞÊXKÊLÊ tête tepisandin, vemirandin û Wehîdê COQÊ gotinekê ji Cemîl re diþîne: "Kuþtina kurê te li ser me; ango li ser Partiya Komonîst bi sê firengên Sûrî sekinye" û bi serde gefûguran ji Cemîl re diþîne û dibêje: "Eger ku ew raneweste vê carê yan seriyê wî ye, ya jî yê kurê wî yê mezin e û bila ew jî li ser me bi bîst û pênc quriþan bisekinin".
Heya roja îro, diya wî bawer nake, ku kurê wê hatiye kuþtin û li ser wî çêrokeke leylanî, ji xwe re avakiriye. Ew dibêje: "Ewê ku me hestiyên wî dîtine, ne ew bû. lawê min hîne winda ye". Temenê Henên, di roja windabûnê de, sê salî bû û hunermendê me du stran-kilam li ser çêkirin, yek ji wan digel hunermend Elî Tico. Ev kula mezin; "kula leklekê", dê pê re bimîne û hêþt, ku berî bimire, li mamoste Cegerxwîn vegerîne û bêje: "kî ne em..em in em hov û qird in"** .
Ji berî ku em ji rewþa wî ya civakî dertên, ka em bi hev re nasnama wî bixwînin:
Nav û paþnav : Cemîl Reþîd.
bav
: Horo, "Elî".
dê
: Siltan.
cih û dema bûyînê : 10.3.1934, Serîncekê***.
Wî
bi çar zimanan dixwend û dinivîsand, zimanên : Kurdî
"kurmancî", Tirkî, Erebî û Farisî.
Jiyana
konevanî:
Piþtî
ku "partî" ji hev cuda dibe, di sala 1965 an de,
hunermendê me dimîne hevalê PDK û di dema yekbûna Sûriyê û
Misirê de, Cemîl jî weke gelek hevalên "Partî" tête
girtin. Ew heyþtê rojî di bin êþkenceyê de dimîne û piþtî
ku, nikarin ti tiþtî ji devê wî bistînin, wî berdidin, lê
bi qasî wan rojan jî, ew di nav nivînan de dimîne û ji ber wê
yekê, wî radikin nexweþxana Razî, li bajarê Helebê. Di wir
de bijîsk jê dipirse: "Tu Kurd î" û gava Cemîl jê
re dibêje: "Belê". Ew gotineke pîs jê re dide:
"dê û xûþka te". Û bêyî ku dest tê bide, wî ji
nexweþxanê dertîne û li mal, bijîskekî Kurd, wî derman
dike.
Pistî
ku rihet dibe, vedigere ser karê xwe yî konevanî û pir carên
din dezgehên asayîþê didin dû sopa wî û dihêlin, ku ew
hertim ji mal bireve; xwe bide alî. Û di rojekê de Elî TICO tê
ba wî û Cemîl jê dixweze, ku di riya xwe re bipirse: Ka ew çi
ji wî dixwezin. Piþtî heftiyekê ji evê dîtinê û bi þev,
li dor kata (12) e yan, yek li deriyê wan dide û dema bavê Cemîl
dipirse: Kî ye ew. Dengê Elî TICO ji piþt derî ve tê û bi
naskirina dêng re, bavê Cemîl jê re dibêje, ku ew ne li mal
e. Lê bi gotina wî re Cemîl digihe ber derî û jê re vedike
û bi vekirina wî ji derî re, nobedariya asayîþê bi sukra wî
dikire û digel Elî TICO dixin hundirê cîbeke leþkerî û ev
yeka dihêle, ku Cemîl li Elî TICO vegere û bêje: Ev e
dostaniya te.
Nêzîkî
meh û nîvekê di girtîgehê de dimîne û piþtî wî berdidin,
dîsa jî dezgehên asayîþî didin dû sopa wî û dihêlin, ku
ew digel zarên xwe ji Sûriyê surgun bibe û bireve Turkiyê. Li
wê derê navê xwe diguhêre û dike Ebdul QEHREMAN û heya navê
zarên xwe jî diguhêre. Li dor sal û nîvekê li Turkiyê dimîne
û di rojekê de, Eyþe ÞAN kartekê jê re bi rê dike û wî
vedixewîne dawetekê, li wir û piþtî ku Eyþe ÞAN movika xwe
bi serî dike, ew hunermendê me pêþkêþ dike.
Gava
Cemîl dertê ser textê þanoyê, ew di nava xwe de dibêje: Ez
ji bo karûbarê welêt û miletê xwe koçer bûme û nuha tu yê
bê, li vir, ji min re çi stranê bibêje; Eyþê yan jî Xatûnê
û ew di cih de heylo strana Þêx SEÎD dike. Piþtî ku dawiya
stranê tîne, dostekî wî bi destan digire û direvîne mala
mirovekî xwe, lê polîs wî bi cih dikin û di bin serokatiya
Newzet BEG ê de; ew jî kesekî Kurd e, tête dadkirin.
Di
nav pirsên xwe de, ew jê dipirse: Ma tu kesekî Kurd e. Û dema
Cemîl bi gotina "belê" bersiva wî dide, ew sixêfekê
jê re dide û dibêje: Ewê li te daye jî Kurd e. Û bi alîkariya
Newzet BEG ê digihe Urfê, nameyekê jî dide wî û berê wan
dide cem dostekî xwe, da ku alîkariya wan bike û ew jî ji aliyê
xwe ve Cemîl û malbata wî direvîne û tên Cizîra Botan, gundê
تlxanê û ji wir salixê diþînin basûrê Kurdistanê û digel
hin pêþmergan derbasî wir dibin.
Di
derbaskirina di ser çemê Dicle re, pêþmerge radihêjin bavê
Cemîl yê heystê salî û zarên wî û gava ew dighêjin aliyê
çem ê din, Cemîl xwe xwarî kevirekî dike û diramûse. Li
dawiyê ew digihên ba pêþmergên ku li benda wan mabûn û di
bin seroktiya Îse Siwar de û bi êvarî re digihên bajarê
Zaxo. Wê þevê li hotêlê xew dikin û di sibeyê de mele Ebdul
Kerîm Qasim; stûbarê Zaxo tê ba wan û Cemîl dikin çavnêrê
"miraqibê" belediyê û ew dora salekê û þeþ mehan
li wir dimîne.
Piþtî
ku tevgera serast "herkê teshîhiyê", li Sûriyê
hukum bi dest xwe ve tîne, beratiya kesên surgun derdixîne û
evê yekê hêþt ku hunermendê me, digel malbata xwe, vegere Sûriyê.
Ew tê li bajarê Helebê, taxa Hulika Jorîn rûdine û di dû re
di navbera pir gund û bajarên Sûriyê de digere, li dawiyê li
bajarokê Cindirêsê ji herêma Efrînê bi cih dibe. Di vê demê
de careke din û di bin navê Cemîl Necar de derdikeve Tirkiyê,
lê careke din ew tê girtin û li dor (16) e rojan di girtîxanê
de, li ser pelên rojnemeyan, radize. Di dû re wî tînin ser sînora
ku di navbera herdu hukumetan de, li gundê Mîdan Ekbesê
berdidin; Çûna wi ya Tirkiyê jî ji bo spasiya Newzet Begê bû
û belkî ew karibe hin stranan li wir tomar bike.
Jiyana
wi ya hunerî:
Ew
deh salî bû dema diçû ba feqe; Evdê Eþê li gundê Çolaqan,
da ku Quranê ezber bike. Di rojekê de wî dertîne û jê
dixweze, ku sûretekî ji Quranê bixwîne, lê li þûna ayetan,
sirûda Felestîn distire û rêya xwe dibjêre.
Heya
salên (60-61) an, li dewat û þahiyan stranên folklorî digotin
û li dor salên (60-65) an stranên xwe yên pêþîn, di
tomargeha S. Kamil de, ewa li bajarê Helebê, daxistin ser sêlikan.
Mîna; stranên Memê Alan, Feteh beg , Ûsib Ser, Xana Dinê, Eyþa
Îbê, Dizo, Cebelî, Xemê Zalim, Tosino, Wey lawo. Lo bavo.. û
h.d. Wek em dibînin, ku ev stranên jorîn bi gelemperî yên
folklorî ne, lê pirê caran hin kît ji cem xwe dadixistin
hundirê straneke folklorî û hin caran jî gotinên stranên xwe
digel muzîka wê bi xwe datanî, mîna strana: "Lo
babo".
Di
dû vê demê de û ji bona karê xweyî konevanî, weke ku me di
rewþa konevanî de dît û di sala 1970 î de, ji Sûriyê direve
û diçe Tirkiyê, lê ji berî ku ew surgun bibe jî, çend caran
derketibû Tirkiyê, li dora salên (60-65) an. Di wê demê de,
ew û Eyþe Sanê hevdu bêtir dinasin û bi hev re sêlikekê
tomardikin, digel Kemal Ûrgun; hunermendekî Kurdên Tirkiyê ye
û li ser tembûrê Arif Sax û Bîlal Selman jî li ser qernêt.
Li wê derê ew û hin dengbêjin Kurd û di nav de hinekên Tirk
jî; ji wan Nûrî Sûzigûzel, Gul Ab, bi tekirman radibin hev.
Li dawiyê, giþ, komên xwe ji hunermendê me re dadixin.
Pistî
ku direve û diçe baþûrê Kurdistanê, ew stranekê di kuþtina
Nafiz Celal Hawizî de dibêje, lê ti tiþtî li wir tomar nake.
Di dû ku vedigere Sûriyê, ji nih ve, dest bi karê xweyî hunerî
dike. Lê di van sê-çar salên miþextiyê de û di bin bandora
þoreþa Berzaniyê nemir de, hizra netewî damarên xwe berdide
nav stranên wî û emê, wê yekê, di van stranan de bibînin:
Leyla Qasim, Þêx Seîd, Ebro kevan, Keça Kurda, Berzanî, Pêþmergê
Kurd, Newroz, Delalê Milanî, Ay Felek ...Felek, Gula Nesrînê.û
h.d. Hinek ji van stranan li ser kasêtekî daxistine; sazkar û
xwediyê meqama, tembûrvan Menan Ibrahîm ji Efrînê ye, keman:
Mihemed Xelîl Xazî û li ser dirbekê: Guro, herdiyên dawî ji
kobaniyê ne, awaz û gotinên hinek stranan ên Cemîl Horo bi
xwe ne û ev kîta jêrîn, ji strana Berzanî, bi pênûsê wî
ye.
Hevalino
kanî, kurdino kanî.
Wa
sêrê çiya, kanî Berzanî.
Feleka
neyar, mala me danî.
Ji
ber kurda ve te pir êþ (ek) dî, di va dinya fanî.
Di
(2.7.1972) yan de, mehrecana "Soq Intac" çêdibe, Cemîl
digel hinek hunermendên Kurd û Ereb; ji yên Kurd, Selah Resûl,
Seîdko.û h.d. stran û kulamên xwe bi herdu zimanên Kurdî û
Erebî dibêjin. Di dû "Soq Intac" re diçe Libnanê û
di Sînema Rîvolî de, digel hinek hunermendin Kurd wek Seîdko,
Seîd Yosêf, Þêrîn, Sêvî Metîn, koma Efrînê ya semayê û
hunermendê nemir M. A. Cezrawî.û h.d. û ji bo cejna Newroz ê,
li hev komdibin û sadûmanekê li dardixin. Carekê jî li bajarê
Qamislokê û, careke din, ji bona cejna Newrozê, mehrecanekî
digel koma Efrînê ya semayê û Cemîl Qasim, Selah Resûl, Mehmûd
Ezîz, S.Yosêf û Seîdko çêdikin.
Hinek
dostanî, dijberî di navbera wî û Cegerxwîn de hebû û di nirîna
me de, ew jî ji ne lihevkirina di warê konevanî de tête holê
û emê wê yekê li jêr, di gotinên straneke Cemîl de bibînin,
ku çawa davêje ser Cegerxwîn û partiya wî. Navnîsa helbestê;
"Teibîra dîkê Xerza, dikim ji we re bêjim".
Cegerxwînê
þahreza
xwedanê dîkê Xerza
Ew
çêroka te gotî
û bi peran firotî
Li
ser elok û qaza
li Ferza û li Zaza
Serî
qebrê hejandî
dilê me pir melandî
Bi
dev bûye Cegerxwîn
bi dil bûye xem revîn
Dîkê
pêþî me naskir
dîkê paþî xwe naskir
Dîkê
pêþî Hemîd e
ê dudiwan Reþîd e
Tu
mayî dîkê paþî
bi ritba xwe a yozbaþî
Yozbaþî
xewaran
leþker daye neyaran
Binir
ku yed-bere
wîsayet e ne xeber e
Reþ-belekên
te danîn
ji bo te bibe zanîn
Çendî
þairî Kurd
î
hebin bi rastî û rindî
Dulabê te gerandin çavên wan te þikandin
Rastî û tu ronî baþ î bike sonî
Serê
me bête hildan
em jî bibin ji kurdan.
Weke
me dît ku, wî li Tirkiyê hinek sêlik tomarkiribûn, ew jî ev
in:
1-
Bedev, "Bedew" can, Salih bey,
"beg".
2-
Lo lavo, "lo lawo".
3-
Mem û Zîn.
4-
Teyar axa.
Û
dengbêjên ku Cemîl Horo li wan guhdarî dikir jî, ev bûn;
Mihemed Sêxo, M. T. Tahir, T. Taha, Neset Artas, Nûrî Sûsigûzel
û li vê dawiyê Þivan.
Mirina
wî:
Di
dawiya jiyana xwe de û li bajarê Helebê, çayxaneyek vekir, lê
gava bihîst, ku kesên derdora wî li ser dibêjin ku: "Cemîl
Horo, piþtî evî temenî dest bi karê pîs kiriye". Ew çayxane
firot û li gundê Tislorê, nêzîkî Cindirêsê baxçeyekî
hinaran dikire, lê gelek jar û tengasî dibîne û dihêle, ku
ji nuh ve, vegere karê darteþiyê.
Ji
ber jiyana reþ, gelek nexweþî pê re çêdibin; wek derdê þekir
û telkê. Di rojên wî yên dawî de jî û piþtî ku bijîsk jê
re dibêjin: kevir pê re çêbûye, zikê wî diqelêsin. Lê
dertê ku, kezeba reþ werimiye û ew dihêle, ku Cemîl navekî
xasmayî li nexwesiya xwe bike, di bin navê "kula leklekê"
û wilo nesax dikeve nav nivînan. Birîna wî hîne neketibû
hev, ew diçe dikana darteþiyê; da ku nanê zarokan peyda bike
û pir caran devê birînê ji hev dibe û çilpikên xwînê, di
cilên wî re, gulgulî, serî hildidin. Nemaze demên ku bi zikê
xwe li daran zor dikir; da ku wan bide ber bêçixiyê.
Di
rojekê de, ew bi carekê ji hev dikeve û wî radikin bajarê
Helebê. Di wê demê de û weke me dît, wî mala xwe anîbû
Cindirêsê. Wî dibin nexwesxana Ibin Riþd, li wir û di kata
(9,30) neh û nîvan de, di êvara Pêncsemê de (19-9-1989) an
de, cara dawiyê çavan dide hev û dilê germ disekine û wî tînin
da ku di goristana Henên de, nêzîkî gundê Meþalê û avîngeha
Kefircenê, dûrî Efrîn ê bi (8) k. m. û digel nemirê Kurd ê
din; Nûrî Dêrsimî, vediþêrin.
Ji
qeþmeriyên jiyanê, meleyê mizgefta Cindirêsê wî naþo, bi
sedemên ku; "Ew yekî dengbêj û meyvexwar bû". Piþtî
wî diþon û dixwazin rakin, du peran-quriþan di mala wî de nabînin,
da ku karibin pê veþêrin û bi bêþkirina hin kesan, wî digihînin
mala wî ya reþ û sar.
Gotina
Dawî:
Ji
berî ku cara dawî, çavan bide hev, ji kurê xweyî mezin re dibêje:
"Eger ku rojekê Kurdistan avabû. Kurdistaneke aza û
serbixwe, divê tu digel hunermend, þair û sema û lîliyan, werê
ber seriyê min û bêjî min: De rabe. rabe. raa...aabee".
Têbînî:
* pir caran du nav ji mirovê Kurd re çêdibin, yek li ba dewletê û navê din jî li ba gundiyên wî.
* Di wê demê de, hunermendê me yî nemir; Cemîl Horo, di partiya DKS de kardikir û Henan bû qurbana nelihevkirina di navbera PDK li Sûriyê û Partiya Komonîst de.
*** Serîncek;
gundekî Efrînê ye û nêzîkî kela Nebî Horî ye.
Me ev agahî û bûyerên ku di vê nivîsarê de hatine, ji erþîv û devê malbata hunermend, Cemîl Horo wergirtine û eger ku rojekê hin agahî þaþ derkevin, em ji aniha ve hêviya lêborîna kêmasiyan ji we dikin.
Cindirês-93.
copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org