Çend
(û çend) roj
Di
jiyana pêximberekî de
Pîr RUSTEM
Ev kesê sal ne nas erebana xwe ya sêtekerî, bi herdu destan, têvedide. Li ser piþta wê sominine nerm hene, çendek ji refê pêþîn ketine. Wî piþtî gereke dirêj hinek somin firotibûn. Di ber wan de çend þixat bela-wela bûbûn.
Cilên wî bi gemar, qirêj û qetiya ne, hestûyan serî tê re hildane. Por wek sirbigeyekê, di nav herdu milan de, serî hildaye. Belkî ne pore jî...Bi dîtina polîsên belediyê re, wî xwe avête ser piþta erebanê û dema dît hembêzkirina wî ji sominan re bê sûde ye; dê her wan ji xwe re bibin, bi lez ew dixistin devê xwe, heya hêþt ku çav ji cihê xwe bi der bikevin.
(2)
- “Ezê li ser evê daniþtokê rûnim; na, ya din nêzîktirî wê ye”. Rûniþt lê wê ne dît. Ew jî, ji bilî porê wê yê reþ ku þeveke zivistanê tînê bîra yekî, ti tiþtî din nabîne. Di wê demê de zarokek di pêþiya wî re dibore; cilên wî ne cil in, qetiya û bi qirêj in; porê guvriþkî ne ji dê û bavê xwe girtî. Di baweriya wî de ye ku, ti caran þeh reya poçê wî nedîtiye. Êv çiye.Li pêþ wî erebaneyeke wêranketî -ew sûsfiroþ e-bi herdu destan, têve dide. Lê bi rê nakeve. Hêza di mil û zendan de nikare wê alava wêranketî pêþve bide. Kesek ji cem jin û zarokên xwe hildibe, ber bi wî ve tê û, berî bighe cem, deng lê dike ku bide dû wî. Mîna cewrikekî stû xûz dike û dide pey wî kesî
- “Çima ev tiþt Xweda ?”. Wî xwest bigirî, belê giriyekî germ ku bihêle ew ziwa bibe. Lê kanî ew sîngê ku karibe seriyekî wek ê wî hilgire ?!.
- “Mirov e.. ?!”. Kesekî çel, pêncî û belkî heftê salî be jî, kesekî bê temen e. Bi rastî yek nikare jêre bi- bêje mirov e. Ne dûr e ku leylana mirovekî be. Riwekî tenik di ser de çermine qermiçî. Poç mîna rêlekê ye, tu çi dixwazî tiwê di nav de bibînî; kurm, kêz, kevir û daran. Li ser cilên wî mera, bilî ku karibe nav li wan bike, kare her tiþtî bibêje; cilin ku gemar û pîsîtiya li ser wan hêþtî ji hev neþelin. Li ber wî Xweda fedîkar derdikeve.
Lawên Xweda, lawên Evdul-lah werin binêrin ku, çawa dernece û cîhwar belav bûne. Dema ku nêzîkî wî dibe ji bihna pîsîtiyê gêj dikeve û kenekî bê sînor, bi wî û bi bajarê ku paqij dike, dike.
Çire sor e. Divê otombêl rawestin. Li pey hev zincîrek girtin. ji hemû modêlan tê de hene. Ew di nav re dibeze, carekê cama vê, eynika ya din û ya din misdide. stiriyên zivitana ku zû hatî di laþê wî de tên xwar. Ew cilên tenik nikarin xwe li ber wan ragirin. Dighe ber otombêleke qurþînî, yeke pan û dirêj e. Bi lez û hostekarî paçê di dest xwe de di ser cama wê re digerîne. Bi zanyariya xwedîkaran, naskir ku nîþana kesk nêzîk bûye. Dest ji paqijkirina wê berdide û xwe dighîne nik wî. Bi dilsarî berçavka reþ ji ser poz hiltîne, nirîneke bê xem li stûyê wî yê xwar dibarîne.
Pêle benzînê dike; rê, bajêr û sîngê zarok diqelþîne.
Derdikeve ser balkûnê, dixwaze nirînekê ji keça cîranan bidize, tîrên çavan ber bi mala keçikê ve diherikin. Derî girtî ye, lê dîsan jî dikevin hundir. Bi stirî û neynûkên kulên birîndar vedigerin. Wî kes li hundir nedît, dengê stranbêj û tembûran nebihîst. Lê gulan gote wî ku îro roja derxistina hevala zarotiya wî ye. Di rojekê de, dêwekî ew bi rêve dîtibû, çavên wî pê dikevin, disekine û deriyê teksiyeke reþ jê re vedike.
Ew di cihê xwe de rûniþt û temaþa wan kir. Kenekî reþ barî.
Zukak, yeke ji zukakên “Bajarê Mirinê” ye. Katjimêr devê kêrê ye; roj û þevê, ken û girî dibire. Bûyer, etarekî Sêv û Porteqalan erebana xwe têve dide. Wê jî bi destê zariwê xwe girtî û rakêþ dike ku wî bi dûr xîne, da ku çav lê nekevin. Lê ew mesmûta ne diçû. çavên xwe ji wan der naxîne, girêz bi dêv dikeve û bi hêz destê xwe ji nav lepa dê derdixînê û êrîþî ser wan dike. Dema etar dibîne ku di nik wî de rawestiya ye û, bi harî, li barê wî dinhêre, riwê xwe diguhêre û hêsrek ji çavan tê xwar. Ev çekên perîþanî, qelsî û gidîtiyê, kesî bi xwedî nakin.
Ew kes, erebana xwe têvedide, lê zaro xwe nagire, bi mêranî dest avêt Sêv û Porteqalan, bi lez û tirs ew xistin hembêza xwe û xwest rê bibire. Lê otombêl di riwê wî de der dikeve, sêvan ji hembêzê di weþîne û qîrînekê ji dilê dê dikþîne. Çend kesên nêzîkî wê derê komdibin.
- “Sûcê zaro ye”. Yekî got.
- “Bavo, zaroyan tînin û nizanin wan çawa xwedî bikin”. Ê din got.
- “Zikan li hevdu diwermînin. Tuyê bibêjî neslê kevroþka ne. Sal yek zik yek. Nabêjin emê zikên van ji ku tijî bikin”. Ê din got.
- “Sedema vê yekê etar e. Eger ew ne li vir ba, ti tiþt çênedibû. Gereke fermanek bi qedexekirina karê van cewrikan derkeve”. Xweda got û çend sêv, ji yên ku zaro direvandin, xistin devê xwe.
(7)
......