Çima du Mihrecan?

 

 

Pîr RUSTEM*


Mixabin îsal li Rojavayê Kurdistanê du Mihrecan hatin lidarxistin. Vê yekê jî hêþt ku tevgera me ya rewþenbîrî, weke ya konevanî, ji hevdu cuda bibe û nivîskarên me ji hev bi dûr kevin û herçend helbestvan li hevdu kom bibin û Mihrecaneke xwe li dar xînin. Tevî ku em dikarin bêjin ku yek rewa bû û yê din “ji bo xatirê hin çavreþan” bû; ev jî ne dadmendiyeke tewþankî ye ji aliyê me de, û emê wê yekê di pêvejoya bûyerên jêrîn de bibînin.
Weke em dizanin, û me dîtî jî, di Mihrecanê heyþtemîn de gelek çewtî û kêmasî der ketin hole, çi di bin siya hinek siloganan de be yan jî kar û tevdîra hinekan ku wê ji xwe re û ji bo kesîtiya xwe bidoþin. Lewre piraniyek ji helbestvanan bi bihintengî ji Mihrecanê vegerîn. Di dûre jî anûstandin li ser çê bû û gihîþt ku li ser rûplên kovar û rojnameyan rexnên hevdu bikin; weke rojnemeya NEWROZ û kovara PIRS. Evê yekê hêþt ku valahiyek têkeve xeleka karûbarên Mihrecanê û nemaze piþtî ku Komîta Amedekar a Mihrecana Heyþtan û li pêþiya hêza asayêþî destên xwe ji karûbarên wê kiþand û ji wan re morkirin ku nema rêvebiriya Mihrecanê dikin. Lewre diviya bû ku hineke din der kevin pêþ û vî karî hildin ser milên xwe. Ji ber ku ti dezgehên rewþenbîran nînin, Mihrecan weke hertiþekî din kete nav destên Tevgera Konevanî. Vêca Partiya Demokrat a Kurd (el-PARTÎ) karî bû destên xwe deyne ser Mihrecanê û hinek hevalên xwe têvede hundirê Komîta Amedekar. Lê tevî vê yekê jî û ji dîrok û rasteqînê re em dibêjin ku wan camêran xwastin ku hineke ji derveyî Partiya wan jî têkevin komîtê. Belkî ew kes bêtir bûn jî (yek ji wan ji me hate xwastin, da ku em jî weke endamekî Koma XANÎ bi wan re kar bikin. Ev yeka jî bû cihê razîbûn û erêkirina komê jî).
Evê komîtê bi qasî ku pê kari bû bi karûbarên xwe rabû û Mihrecana Nehemîn li bajarê Qamiþlo li dar xist. Lê mixabin ji ber qelsiya Komîta Amedekar hinek þaþî der ketin holê, ku hêþtin hinek kesên ezezîparêz weke dibêjin di avên herimî de niçîra xwe bikin. Belê van sedeman – bi ser de jî girêka herî zor û nelihevkirina Tevgera Konevanî – hêþt ku hinek camêr nerazîbûna xwe ji Mihrecanê bidin xuyakirin û komîta ku di hundir Mihrecana nehan de hati bû hilbijartin nepejirînin (an jî wê weke komîta ENÎ yan PARTÎ bêjmêrin). Lewre û li gor vê dîtinê gerek bû ku ew jî komîteyeke xwe bi navê HEVBENDÎ derînin holê û wilo jî kirin.
Vêca çima me li ser komîta din a Hevbendiyê gote ne rewa ye. Belkî yek di kêlîka pêþî de bêje ji ber ku hûn yekbûn ji ya din û dibe ku mirov bi sirûþtiya xwe dixwaze ber xwe bade û hertim weke ku ew dixweze li tiþtan binêre. Lê tevî vê rastiyê jî emê bizavên xwe bikin ku em dûrî rastiyê neçin. Xal û têbîniyên wan li ser komîta ku di Mihrecana nehan de hati bû hilbijartin ev bûn:
 * Gotina Mihrecana nehan bi navê PARTÎ hati bû xwendin, ne bi navê Komîtê.
* Dûrxistina hinek helbestvanên ku PARTÎ ji wan ne razî ye.
* Destdirêjiya hinekan nav karûbarên Mihrecanê û nav hilbijartina wê, tevî ku ew ne ji komîtê bûn, nemaze jî ew kes bi ser PARTÎ ve têne jimartin.
* Komîta ku hatiye hilbijartin di bin baskên PARTÎ de ye.
Yek dikare bêje ku xalên wan di vanên jorîn de tên dorpêçkirin, û tevî ku em jî bi wan re ne û me di bêtirî cihekî de ev yeka tazî kir û heya gihîþt ku em þerê wê jî bikin (weke di hevpeyvîna rojnameya “Deng” bi me re, herweha di kovara “Gelawêj” a PARTÎ de jî . Lê heya bê wê rexneya me jî rê ji wan re venabe ku ew Mihrecanê perçe bikin, ji ber ku ew ne cara pêþîn bû ku di Mihrecana Helbesta Kurdî de gotina rêxistineke konevanî têt xwendin. Tê bîra me tevan çawa di Mihrecana sala 1999-an li li Qerecurnê, herêma Efrînê gotina HEVBENDÎ hate xwendin. Ev ji bo xala pêþîn.
Xala dîtir, ji bo vexwendina helbestvanan bo Mihrecanê Komîta nuh biryar wergirti bû ku dê tukesî dûr nexe û hemû helbestvan, rewþenbîr, kovar û rojnemeyên kurd vexwîne Mihrecanê, da ku kari bin bi rengekî durist û demokrasîtir komîteyekê ji Mihrecana bê re hilbijêrin, bê ku bikeve bin baskên tukesî. Eger ketê jî, dê bi riya hilbijartineke demokratane be. Loma jî gerek e tev li ser erê bikin.
Ma destdirêjiya hinekan, ku ew jî – weke me gotî – ji lawazî û qelsiya komîtê bû; ne ji ber binbaskirina PARTÎ bû .
Ji ber van sedeman kar û livên wan camêran ne di cihên xwe de hatin. Li dawiyê xuya jî bû ku ew hemû tiþt û tevger ji bo kesîtiya hinekan bû.
Lê tevî vê yekê jî, dema hevalekî me yê Komîta Amedekar telefon ji me re vekir û got ku hinek bi nave KOMA XANÎ û HEVBENDÎ hatine ba wî û sê pêþinyar danîne ber wî, ku ew jî ev bûn:
1. Divê em yek Mihrecanê li yek deverê û bi hev re li dar xin, lê piþtî ku em sê kesan ji wan têxin hundirê Komîta ku berê hatiye hilbijartin.
2. Em bi hev re di bin siya du komîteyan de, û li du deverên ji hev cuda, Mihrecanê li dar xin.
3. Pêþniyaza sisiyan jî ew bû ku …
Lê li dawiyê em li ser pejirandina pêþinyara pêþîn gihîþtin hev û me li ser wê yekê dengê xwe da wî hevalî ku wan agahdar bike. Lê mixabin piþtî çend rojan ew heval telefonî me dike û dibêje ku “heya nuha wan tu bersiv nedaye, ka em çawa bikin”. Ji ber ku tenê çend roj ji Mihrecanê re mabûn û divya bû ku em kertên vexwendinê belav bikin, lewre piþtî ku wan tu bersiv ne da me biryar da ku em kertên xwe belav bikin. Weha jî me dest bi karên xwe yên mayî kir.
Li gor dîtin û baweriyên me ew hemû kar û tevdîrên wan lîstik bûn; wan hîne di roj û gava pêþîn de da bû ber çavên xwe ku dê bi me re negihên tu encaman û ne jî dê tu gavan bi me re bavêjin. Eger em jî weke wan biramiyana, gerek me di destpêkê de ji wan re bigota: Komîta me di hundirê mihrecanekê de hatiye hilbijartin û loma ew a rewa ye – teya ku bihna partiyekê jê tê jî – û divê hûn li hêviya Mihrecana bê bimînin, eger ji we re derket di wir de tu kêmasiyan nekin da ku hûn weke HEVBENDÎ careke din bi ser kevin û komîte tev ji we der keve. Ji ber ku komîta îsal, weke me berê jî gotî, biryar standi bû ku kesî bi dûr nexe, loma wan dikarî careke din – û bi riya hilbijartinê – hêz û cihên xwe nas kirana .
Lê xala herî girîng ku dihêþt em pêþniyarên wan nepejirînin ew hatina wan a bi navê Koma XANÎ û HEVBENDÎ-yê bû. Ji ber ku a pêþî dereweke aþkere bû, lew em bi navê Komê çû bûn Mihrecanê. Tiþtê din, ew herduyên ku hati bûn û bi wî hevalî re rûniþti bûn ne ji Komê bûn. Hatina bi navê HEVBENDÎ-yê jî dihêþt ku çawa me rê ji ENÎ (PARTÎ) re vekiri bû, wisa em rê ji wan re jî vekin ku piþtgiriya me bi du tiþtan bikin:
1. Piþtgiriya mewdanî.
2. Berê Cemawerê xwe bide cihê Mihrecanê.
Helbet wan jî dikarî bûn nûnerekî xwe biþandana rûniþtinên Komîtê û wilo me tu gunehkarî li wan ne dikir, ji ber ku me ew jî weke PARTÎ digirtin. Tevî ku – xwedêgiravî – li gor baweriyên wan, ên ku dibêjin “ev Komîta ya ENIYÊ ye, gerek bû em cihekî cidawaz bidin wê.
Lê di roja Mihrecanê de baþ xuya bû ku çima wan camêran ev lîstik û tevdîr tev gerandin. Yê ku xwast xwe vebriqîne û xelata Mihrecanê bistîne yan jî ji xwe re cihekî (danîþtokekê) di hundirê Komîtê de werbigre. Mixabin ji wilo xwestek re, ku bihêle kesine ku li ser rewþenbîriyê têne jimartin þer bikin ka kiyê wî cihî bistîne. Ev yeka, helbet, xuya dike ku radeya rewþenbîr û rewþenbîriya kurd heya bi ku nizm e. Tiþtê herî kambax ew bû ku ev nexweþiya gihîþte wê pileyê, ku seriyê serokatiya partiyeke kurd xwe tevlî wilo çêrok bike û ew jî tiliya xwe têxe vê çêrokê. Tevî ku pir caran ev karê wan e, lê belê çêrok gihîþte wê yekê ku sekreterê partiyeke kurd telefonê ji neviyeke Cegerxwîn re veke û jê re bibêje: “Eger tu herî Mihrecana ‘wan’ ezê ji te bixeyidim.” Mixabin û sed hezar heyf, ne ji ber ku me nikari bû neviya Cegerxwîn baniya Mihrecanê, belê ji wilo serok û ton konevanî re, ku valabûna wan hêþtiye ew dakevin radeya weha nizim ku ji kesekî neçûna mihrecanekê hêvî bikin.
Wilo hinekan xwast ku Mihrecana îsal bibe dudu, da ku – belkî – ew kari bin cihekî ji xwe re bibînin û bêjin va em jî hene û eger hûn bawer nakin va ye (DIPLOMA) ku me di Mihrecana Helbesta Kurdî de girtî ji we re. Nexêr, ka ji me re bêjin çawa yek dikare diplomekê bigre, bê ku tu tiþt di wî wî warî de bi ser xisti be. Weke evê ku îsal li SAXANEK-ê, di Mihrecanekê de, ku wî bi xwe li dar xisti bû, rêzgirtina xwe dike. Em giþ jî dizanin ku tew kesî pirtûkeke wî ye çapkirî (ji bilî yeke wergerandî) ne xwendî. Ji wê bêtir hîne kesekî helbesteke wî ne xwendî.
Vêca em bi hêvî ne ku em baþ nas bikin ka kî ji bo doz û piþtgiriya helbestê dixebite û kî ji bo ezîtî û kesîtiya xwe ya werimî dilive. Hêviya me ew e ku di salên bên de em kari bin wan kesan bidin þûn û em tev li yek Mihrecanê beþdar bibin.


 -------------------------------------------------
* Endamê Komîta Amedekar a Mihrecana Helbesta Kurdî ya Nehan li Sûriyê