Çima
...?
Pîr RUSTEM, pirustem@scs-net.org
- “Te çikir”.Mîna ku her çar li benda wê gotinê bin û ji xewneke reþ þiyar bibin, ji cih hatin avêtin. Xewdiyê gotinê dest dide piþta Þêrgo û ji xênî der dixîne. Li derve, piþtî ku bi çend gavan ji dibistanê bi dûr dikevin, nuh þik dibe þeþara, ku di dest wî de bû, veþêre û bi lez bi dûr dikevin. Tiþtê ku, çêbûbû heya demekê ew lalkiribûn; ne dixwestin bawer bikin ku li þûna xwe laþeyek hêþtin.
- “Em bi kû ve diçin?”. Dema Þêrgo dît ku ji gund bi dûrketin, ji hevalê xwe pirsî.
- “Divê em xwe çend rojan winda bikin”. Piþtî hinek bê dengî careke din li wî vedigere; bi milên wî digre: “Çawa wilo bû û çima ?!”. Bi qehir dipirse.
- “Nizanim, ma te ne dît?”.
- “Min çi dît?!. Em daxifin û hew min dît ku te dest...”.
- “Eger ew gotina navêta partî, tu tiþt çênedibû”. Û dest avêt berîkê ku cixareyekê derîne.
- “Çima Xwedê mejî daye te?. Tu dizanî gotinên wî þaþin tu ya rast deyne ber wî; eger bawer nekir, kesên rûniþtî karin gotina dawiyê bibêjin”.
- “Ez karim giþî daqirtînim.Bes ku gotinên kêm li ser hevalan bên gotin, ez hîngê xwe ji bîr dikim”. Bê ku Þêrgo li hevalê pêre binêre, naskir ku ew nuha dibin simbêlan re dikene. “Ez dizanim ku hîn ji min û karê civakî re gelek divê. Lê heya roja dawiyê jî- di jiyana min de- ezê di vê meselê de xwîngerm bimînim”. Bi dawiya gotinê re di cih de rawestî û careke din ji hevalê ku ketiye Pêþiyê dipirse: “Te ne got, em bi kûve diçin?”.
- “Ên wek te cihên wan li seriyê çiyane”. Ew hinekî bê deng dimîne û piþtî ku dûyê cixarê di bêvlên wî re diherike dîsa deng lê dike. “Ev xwînkela me yek ji sedemên bin destiya meye”.
- “Ez çi di pirsim, tu çi bersivê didî”. Dema xiþiniyek ji kelema ku di ber de rawestî bûn, tê, Þêrgo careke din dest davêje paþilê, lê dîtina kûsî dihêle destê xwe vala vegerîne.
- “Tu tirsî?”. Hevalê wî bi henekî pirsî, lê dema ku nirîneke tûj ji Þêrgo dît, ewî tenaziyên xwe hêþtin demeke din. Ev bû çend salin hevdu nasdikin, nemaze di vê dema dawiyê de ku divyabû bi hev re bigerin û her çendakî li gundekî bibin mêvan, da ku ew jî, di avakirina bingeheke civakî ye li pêþ de, bi rola xwe rabin. Lewre ew pir tiþtên kesîtiya þergo dinase. Erê, belkî kuþtina mirovekî, di bin bandora hin tiþatan de,bi wî hêsan be, lê serjêkirina çivîkekê bi wî giran e.
Bê deng kete dû hevalê ku li pêþê dimeþe. Serî giran bûye; bi wêne û gotinan hatiye dagirtin “pirs pirin, lê ev kesekî bê deng e”. Þêrgo dizane ku eger pirsên xwe bibêje jî wê ti bersivan jê re nebîne. Demeke dirêj, bê deng li dû hev dimeþin. Ewê pêþ radiweste, li Þêrgo vedigere û tiliya xwe berve þikefta, ku berî demekê lê civînên xwe çêdikirin, dirêj dike.
- “Tu reya þikeftê dizanî. Derkeve wir û li benda min bimîne”. Bêyî ku ji wî re bide xûyanî ewê kûve biçe, xwe berdide ser reya ku diçe gundên Meydana.
Wan li þûna xwe Aramê Soro û kesekî din hêþtibûn. Heya demekê ew bi derketina wan hest nebûbûn; bi xwe û birîna ku di milê Aram de vebûbû ketibûn. Ewî dest danîbû ser cihê ku xwîn jê di xil- xilî. Birîn hîn germe lê hêdî- hêdî kabokên Aram sist dibin. Kesê ku pêre ber bi destmalê ve dibeze, dixweze xwînê hinekî pê bide rawestadin. Lê cihê wê asêye.
- “Destê xwe li ser biguvêje ta ku diçim otombêlekê tînim”. Bi gotina dawî re ji derî der dikeve. Dema ku vedigere dibhîne Aram bê- heþ ketî. Wî radikin û dev didin bajarê Mêrdînê.
Di nexweþ xanê de polîs kesê ku bi Aram re hatî digrin. Wî xwest çêrokê li pêþ wan winda bike. Lê gava dinase ku seriyê wî dê têkeve teþqelan; ji tirsa ku Aram bi birîna xwe biçe û guman bê ser wî ew bêyî ku bibêje sedemên vê yekê meselên polîtîkî ne çêrokê ji wan re vedirþîne. Lê gava yê polîs dinase ku kesê bi birîn mamoste ye, gêre berî dilê wî dikin û di wê hîngê de sê kes dikevin hundirê nexweþxanê, dipirsin ewê birîndar di kijan odê deye. Gava yê polîs dixweze wan rawestîne, ew xwe pê didin nasîn ku ji hêza (Asayêsa rêzanî) ne.
Li ser têxt, Aramê Soro di riwê miriya de ye; ketiye bin xewneke giran, di navbera her çendakî de bê heþ dikeve, Di hiþyariyeke gêj de dibîne ku derî vedibe û çend kes derbasî cem wî dibin; li dorê dicivin. Dengê wan ne sayî ye. Careke din her tiþt di bin perdeyeke reþ de winda dibe.
Bi ketina xwe cem Aram û dîtina derziya sêromê di zendê wî de, yek ji wan sê kesên ku xwe di bin navê hêza (Asayêsa rêzanî) de dabûn nasîn li bijîþkê ku bi wan re derbas bûye dizîvire û bi qehir jê di pirse: “Çawa bêyî ku em bên tu wî derman dikî?!”.
- “Tu rewþa wî dibînî; ew di nav bera mirin û jiyanê de ye. Eger min wilo nekira, min jî li ser temam dikir”. Bêyî ku ew çavên xwe ji yên wî kesî derîne, gotina xwe domand;”min hîn dest nedayî wî û berika þeþarê hîn di cihê xwe de ye”.
- “Tuyî dest nediyê jî. sîromê ji zendan bikþîne!”. Dema dît ku bijîþk bi çavine behitî li wî dinhêre, li benda wan nema; bi hêz bi derziyê girt û kiþand, hêþt ku xwîn di þûnê re bavêje. Gava bijîþk xwest ji vê yekê re bêje na, wî kesî tiliya xwe di ber çavan de hejand û deng li herdiwên, ku pêra ketibûn hundir, kir: “Rahêjin wî û berî min derkevin otombêlê. ka kê ew anîbû vir”. Berve yê polîs nihirî û pirsî.
- “Di oda wî alî de me dayî rawestandin”. Got û bi du lingên lerzokî bi wî kesî re derket odê. Ewî jî dide pêþiya xwe û her pênc ji nexweþ- xanê der dikevin. Bijîþk û çend xizmet karên nexweþxanê digel ê polîs di odê de dimînin. Gava ew li textê bi xwîn û vala dinhêre, hêsrek ji qehran re dirje.
Di navenda hêza (asayêsa rêzanî) de, ew kesê ku,di meselê de bi Aramê Soro re mabû, çêrokê dike têl. Wî dixwest xwe ji lêdanê biparêze, lê bi dawiya çêrokê re ew, ber bi oda ku Aram xistibûnê ve, xuþandin li rewþa wî dinhêre ku di nav mirin û mirinê de diheje; ew hîn di wê sergêjiyê de bû. Ka çawa alîkariya wî bike... Derî vedibe û wî dibin.
Aramê Soro li ser textekî leþkerî dirêj dikin. Di ser seriyê wî re bijîþk rawestiya ye, li birînê dinhêre ku zengirî ye. Ji riwê wî dixuye ku pir xwîn windakirî. Li serdarê ku di nik de sekinîbû dizîvire.
- “Divê ev bi lez derkeve nexweþxanê”.
- “Çima ne li vir?!”. Serdar bi nermî, lê bi fermanî, lê vedigerîne”.
- “Te got ew birîndar e, lê ev kes ketiye taya mirinê. Ez nikarim barê vî karî hilgirim”.
- “Em ber pirsiyarê vê yekê ne, ne tu”. Bi qehir gote bijîþk, û pê da fêmkirin ku. “Tu ditirsî mirina vî kesî serêþekê ji tere çêbike, evê yekê ji bala xwe bavêje”. Lê dema ku, ber pirsiyar jê dixwaze ku wî bê benc têxîne bin kêrê û berka ku gihîþtî hestû derîne, hîç mejî di seriyê bijîþk de namîne.
- “Bes ev yek çênabe”. Lê ew berkeniya ku li ser riwê wî hatî çêkirin û kiþandina nefeseke cixarê bi sarbûna derketina rokê di sibeheke zivistanê de. Ew bi bijîþk dide fêmkirin; “Erê em ne bi lez in, lê tiþtên ku em bi xwazin dê pêk bên.”
Qêrîna wî ber bi ezmên ve diçe. Heya ew kesê ku temaþa karê bijîþk dikir bawer nedikir ku hîn ev deng û hêz di laþê wî de mabe, û bê hemdî xwe berve derî bezî û girt. Gava bi þûnde vedigere, dengê terqiniya hêsin dikeve guhên wî; li biniyê sênika li pêþ bijîþk dinêre berikeke ji ên þeþara neh di nav leka xwînê de dibirûse. Wê hingê kenekî mirî li riwê wî belav dibe. Dest datîne ser milên bijîþk dihêle ew ji cih veciniqe weke ku tu wî ji xewneke giran þiyar bikî.
- “Te tiþt ne dît”. Û destmaleke kaxizî dide dest wî. “Tu karî destên xwe biþo. Xweda tev karê te be. Bes wek me gotî, te tiþt nedît”. Bêyî ku li hêviya pirsên bijîþk bimîne, ew ji odê derdikeve. Pir naçe þagirtekî wî dikeve hundir û rê pêþe bijîþk dike. Ew dixwaze bêje ku evê li ser têxt- a nuha bêtirî her demên din- bi hewceyî wî ye, lê derî vedibe û dest li pêþ rêdixîne ku kerem bik ji vir û pêva karê me ye.
Aramê Soro nîvþiyarî dibe; janeke bê binî di kezebê de ye; dilê wî ji jêr ve hildide û vedireþe. Lê ji vê sibehê de ti tiþt neketî zikê wî. Avinezer di qirika wî re, bi ser textê leþkerî de, diherike. Berî wî bê benc têxînin bin kêra teraþê, hin caran, tiþtên ku pêre çêbûbû dihatin bîrê. Lê nuha, ji bilî guloverin sor, ti tiþtê din jêve nayên xûyan. Piþtî demekê hest dibe ku cihê têde dirêjkirî hatiye guhartin.
Þev û rojekê wî bê deng di odeya mirinê de dihêlin. Di roja dudiwan de, piþtî ku hinekî jana birînê ko dibe, Arêm dixuþînin odeya jiyanê, ji van kesan re, zimanekî wanî taybetî heye. Li piþ maseya, ku di sîngê odê de danîne, mirovekî bê xewn rûniþtî, heya bi demekê dihêle Aram û herdiwên, ku ew xistibûn nav xwede, di nîvê odê de bê deng rawestin. Dûvre carekê çavan hildide û li wan dinhêre, lê ji nuhve vedigere; pelên pêþiya xwe, bê armanc, tev dide.
- “Aramê Soro, di sala 1970 î de hatiye holê, di gundê wêranê de, herêma Mêrdîn ê. Di sala 1991 an de, ji dibistana bilind ya mamostetiyê derçûye. Ev du salên wî ne ku di dibistanên zarokan de dersan dide. Wî çend dibistan guhartine. Hevalê Partiya (KUK) e, çend caran ji aliyê hêza Asayêsa rêzanî ve hatiye xwestin. Cara dawî di sala”. Wî kesî di virde çavdêrka xwe danî ser wan pelan, û ber bi Aram ve nihêrî “Tê bîra te kengî bû?. wê hîngê ti tiþt li ser te ne hatibû girtin; te her tiþt înkar dikir”. Bi gotina dawî re ji piþ masê derket û bi gihîþtina ber wî þerqiniya þeqamekê bêdengiya odê diçirîne. “Herin þûþeyekî ji min re bênin”. Wî ji yekî, ji yên ku bi Arêm re ketibûn odê, xwest û bi dilsarî vegerî piþ masa xwe.
Dema ku ewê çûyî tev þûþe vedigere, ewê piþ masê bi wan dide fêmkirin ku wî li ser bidin rûniþtin. Aram heya bi demekê nasnekir ev çidikin, lê gava bi wî digrin û dixwazin pantiron jê bikin, devê dojeheke qirêjiyê di dev û bêvlên wî de vedibe, dihêle herdiwên di nik wî de jê birevin û heya ewê li piþ masê jî bêvlên xwe bigre. Lê careke din nîþanî wan dide ku karê xwe bibin serî. Di wê hîngê de her çar dengê giriyekî zarokan dibihîsin, lê giriyê Aramê Soro nikare wî ji bizava þûþe dûr bixîne.
Ev bû sê roj ji bilî avê, ti tiþtî din neketiye rovikên wî. Di kêliya ku þiyar dibe de jî, ji bilî êþa ji birînên wî tê, bihnek genî dike. Dest dixe hundir derpiyê xwe; dibhîne ku bi xwîn û pîsiyê hatiye dagirtin, bê þermî digrî. Di wê hîngê de derî vedibe û bi panekê re kesekî nuh li nik wî kulor dibe. Lê Aramê Soro careke din bê liv dikeve.
Þêrgo heya bi demekê bê liv di cihê xwe de dimîne. Reþiya hundir nikare bihna genî veþêre. Dema ku guhên xwe tûj dike, nalîna kesekî di taya mirinê de tê wî. Bi dudilî xwe, berve koþa ku nalîn jê tê, dixuþîne. laþakî kefnikî di wir de dibhîne, lê bihna wî dihêle jiyan di damarên mirov de ziwa bibe. Heya demeke dûdirêj wî kesî nasnake. Dipirse: “Ka vî çi kirî;gunehê xwe çibe jî, ewê ne li gor vê yeka ku bi seriyê wî kirine be”. Dema dixweze cilan jê deyne, hiskîniyek ji niþkabûnê pê dikeve. “çawa...çawa di sê rojan de ew wilo guhartin û gihandin pileyekê ku ez wî nasnekin”. Di wê kêlîkê de Aram çavan vedike û, bêyî ku binasê evê bi wî re kî ye, ji nuhve dide hev û bê guhdan laþê xwe bi dest wî de berdide.
Þêrgo wî tazî dike û heya ku jê tê laþê Aram bi kirasê xwe misdide û tevî yên wî dixîne koþeyeke odê. Lê piþtî ku cilên xwe li wî dike xwe li ber hevalkirês dibîne. Li dora xwe dizîvire ku hesîrekê bibîne û têxîne bin wî, lê ode odeya mirinê ye; ji bilî çend miþkên birçî ku li bendê ne yek xwe ji bîr bike û êrîþî guhên wî bikin, ti tiþtî din nabîne. Di wê hîngê de çêjna tehliyê di bin zimanê xwe de dike, û ber bi kuleka derî ve dibeze.
Bi vebûna derî re, careke din ew tê avêtin û di nik Aramê Soro de kulor dibe. Hîn wî bihna xwe dernexistibû, birûsa hêsin- di bin tîrên ku bi vebûna derî re derbas bûne- hest dike.