Çûna
vegerê
Pîr RUSTEM
Civata ferîþtan li dare, hîne pir helpesar li pêþiya wanin ku nerînên xwe têde bidin, lê xweda nefesek da wan ku karibin bi mejiyekî vekirî û sayî vegerin û axaftinên xwe bajon serî. Berî ku careke din li hevdu bicivin, serdergevan dikeve hundir û rêdana hatina Þêxê Pîran ji xweda dixwaze.
- “Bila ew bê”. Bi gotina xwe re, ji ser daniþtoka padiþehiyê dadikeve û heye bi nîvê odê tê. Daketina ji ser daniþtokê bi ferîþtan dide nasîn ku, mêvanekî bi qedir û qîmet dê têkeve hundir.
- “Silav li webe”. Piþtî çûna dev- riwê hevdu, xweda ew bi xwe re derxist ser textê sultaniyê.
- “Ji zû ve tu nehatî mêvantiya min. Tu bi xêr hatî. Erê ji gerdiþên mêvandariyêye ku yek heya bi sê rojan ji mêvanê xwe nepirse, hatina wî ji bo çiye, lê tu ji malê yî, em te mêvan najimêrin”.
- “Ez we sipas dikim, ez jî wilo dibêjim û vê car ê hinekî bilez im”.
- “Ka bêje çi ji te re divê”.
- “Ez dixwazim tu rêdana vegera min bidî, eger sê roj tenê bin jî ne xem e. Min bihîstî ku, te rê dayî çendekan”. Guh li ferîþtan bel bû.
- “Bes tu dizanî ku kes ji wan negihîþt armancên xwe. Giþ li rê ketin û heya bi nuha di zindana Ehrîmend de mane”.
- “Belê çîrokên wan ji min re nas in. Lê ewê nikaribin min ji vê reyê vegerînin”. Xweda ne dixwest ku, mêvanekî mîna Þêxê Pîran, bikeve nav destên leþkerên Ehrîman de, lê nirînek li çavên kalemêrê rih- sipî, jê re dide xûyanî ku nema kare wî ji rê vegerîne.
- “Ezê rê bidime te û li þûna sê rojan hefteyek ji te re. Bes bêje min, çima tuyê vegerî?”.
- “Min agirek li þûna xwe hêþtibû; dixwazim zanibim çi pê hat”. Kenekî kefnikî li ser riwê xweda belav dibe.
- “Ka wer ji min bibhîs û neçe”.
- “Bihîstin ne wek dîtinê ye”. Bi gotinê re, Þêxê Pîran radibe ser xwe. Berî ku ew ji hundir derkeve, Xewda deng lê dike û sê hevdeyên mûyê “kuriyê behrê”, dide wî.
- “Eger tu ketî tengiyan wan li hevdu bade, ewê bê alîkariya te”.
Þêxê Pîran kete ser reya vegerê; Ew û sê hevdeyên mû. Di þevek zivistanê de, di bin kuliyên berfê de dimeþin. Li welatekî digere ku karibe eniya xwe li ser deyne û nimêja xwe bike. Bi rê ve gurên birçî didin dû rêçika wî, lê dûr- dûr ji wî di meþin. Piþtî sê rojan digihe bajarê reþiyê; bajarekî ro windakirî. Di ber deriyê melekê bajêr de, þîneke giran li dar e; kesên wî bajarî bi tevayî kom bûbûn û dengê girî ewrekî reþ e. Careke din wê qurbanekê ji dêwê ku di devê kaniyê de rûniþtî biþînin. Melekê bajêr tu rê nedîtin. Her çiqasî keça xwe li þûn hêþtibû û hêvîdar bû ku çareyekê ji dêwê xwîn- vexwar re bibîne û karibe keça xwe biparêze, lê keçên bajêr giþ bûn qurban û çare ji wî re ne dîtibûn. Îro divyabû keça xwe jê re biþîne.
Piþtî ku qirika wî ziwa bûbû û nema karibû bê av çendekî din bijiya, rê da leþkerên xwe ku keça wî bend bikin û bibin. Kesên bajêr bi giriyekî bê hêsir û laþên ziwa li dû dimeþin.Þêxê Pîran dikeve nav qelfên xatirxwazan. Çend hêsir bi rihên sipî de diweþin; komeke zarok xwe davêjin hembêza wî, rûdêmê wî dalêsin.-Hêsir þor in; tîbûna mirov bêtir dikin-. Ew digihên nêzîkî þikefta ku dêw pana xwe xistî devê kaniyê. Divyabû keçik bi heft pêpelokan derdikeve cem wî. Dema ewê dikir ku derkeve Þêxê Pîran bi destan digre, dide þûn û di pêpelokan, yeko- yeko, re derdikeve. Her ku ji devê þikeftê ve nêzîk dibe, bihna genî wî dikizirîne. Di devê þikeftê de dibe sing. Heft lêdan bi xencerê, dê bihêlin heft serî biweþin, xwîn û avê tevlihev dibin û çemê Ferat carek din diherike.
Mizgîn digihê melekê bajêr. Kesê ku mizgêniyê digihîne wî seriyê xwe winda dike. Bi qîrîneke reþ, leþkerên xwe bi ser Þêxê Pîran de diþîne. Fermana kuþtina wî dabû wan. Lê berî ku siwarên reþiyê bigihên ser Þêxê Pîran, ew hevdeyekê ji hevdeyên mû li hevdu badide û “Bozê Rewan” wî ji pêþ siwarên reþiyê winda dike û ji kiþwera xweda derdikevin.
Çend bîranînên Þêxê Pîran di kiþwera Somer de.
Bozê Rewan, siwarê xwe li ser Çiyayê Kafkasê datîne. Berî ku nasbike li ku bi cih bûye, xeleka mar- dûpiþkan wî dorpêç dike û didin ber xwe. Pir camêran di vî çiyayî de jiyana xwe winda kiribûn. Her çend gavan, komeke qoqên wan hildabûn ser hev. “Kî rokê ji devê min derîne, ewê navê xwe li ser eniya xweda binivîse”. Dema ku Þêxê Pîran pevoka çûyî li ser kevirê di devê þikefta, ku ejdeha têde rok bend kirî dixwîne, dest davêje xencera ber piþtê. Bi serî- jêkirina wî re cobarên ronahiyê ber bi ezmên ve diherikin û mar- dûpiþkên Çiyayê Kafkasê di qulan de diçin xwar. Piþtî ku Þêxê Pîran rokê ji devê ejdeha direvîne, xwe ber dide ser Gola Reþ û li kalemêrê, ku konê xwe di kenara wê de vegirtî, dibe mêvan.
- “Silav li Otnebiþtimê nemir be”.
- “Silav li Þêxê Pîran be. Reya te hîn dûdirêje, çend rojên xwe li vir bimîne”.
- “Te sipas dikim rojên min gûzên bi hejmar in”.
- “Bêje, te çi divê”.
- “Tiþtekî bi tenê; keleka te ji min re divê”. Þêxê Pîran dizanî ku, bêyî kelekê dê nikaribe “Gola Reþ” bibire.
- “Ew ji te reye, bes haje xwe hebe. Divê tu xew nekî”.
Çêdekên ku, ji berî Þêxê Pîran gihiþtibûn vê derê, û xwestibûn Gola Reþ bibirin, bi stiranên Sîranata di xwe ve diçûn û ji Exîlos re dibûn qurban. Lê Þêxê Pîran haje vê yekê hebû, lewra dema ew gihîþt qeraxa golê, herdu guhên xwe bi herî tijî kirin û di nav refê Sîranata re,li kenara din ya Gola Reþ dadikeve, hêþt ku ew bi keserên xwe ve di kûraniya wê de winda bibin.
Piþtî çend gavan, qirika wî ziwa dibe, xwe berdide ser Sarinca Keftaran, li ser bazingê wê mar- masî rûniþtiye û geyayê jînê xistiye devê xwe. þerekî giran dikeve nav bera wan de. Lê dema ku mar- masî di wî de Rustemê Zal dibîne, giyayê jînê ji devê xwe dêxîne, xwe berdide binê sarincê û kulemeke av ji Þêxê Pîran re diþîne. Ew radihêje kulma avê û geyayê jînê û dide ser reya kiþwera Medya. Lê divyabû di ser Silat Koprisî re derbas bibe.
Berî ku, Þêxê Pîran bigihîþta Silat Koprisî divyabû derbasî bajarê Orok ba. Li pêþ qesra Gilgamîþ disekine, bi hezaran kesên bajêr derketibûn wê derê û ji melekê xwe dixwastin ku wê geyayê þanî wan bide, lê leþkerên Gilgamîþ ew bi þûnde didan.
- “Ev çi ji melek dixwazin”. Þêxê Pîran, kesekî bajarê Orok digre û jê dipirse. Ew hinekî çav vekirî dimîne, lê dema bihna biyaniyê ji wî dike, bi kurtî li wî vedigerîne.
- “Em dixwazin jînê nasbikin”. Û gava dixwaze berve deriyê qesrê biçe, Þêxê Pîran deng lê dike, wê geyayê dide dest û berê wî dide dîwana Gilgamiþ. Yekî din, ji bo mizgîniyê, seriyê xwe winda dike û careke din leþkerên reþiyê fermana kuþtina wî distînin. Dihêlin ku mûyê dudiwan bikþîne û Bozê Rewan wî careke din winda bike û li kenara Silat Koprisiyê deyne.
Ev rawestgeha wî ya dawiyê bû ku, ji wê cîhanê derbas bibe vê. Þêxê Pîran ê pêþî bû ku, di reya vegerê de, gihîþtibû vê qonaxê. Çendekên ku berî wî xwestibûn vegerin, di qonaxên pêþî de ketibûn. Ji ber vê yekê her tiþt bi wî nuhbû; divyabû reya xwe mîna mirovê kor biqelêþe. Ew hîne di wê sergêjiyê de bû, çend pêt li sînga wî dikevin. Dojeha cobarên xwêdanê di gewdê wî de vedibin û bihin lê diçike.
Berve kopriya ku, herdu cîhanan bi hev ve girêdide dimeþe. Dengê kenekî hêrs ji kûraniya Wêl- wêl Deresê tê.
- “Çima te hiþt ku, bi te re têkevim vî þerî. Çî yê te ji jiyana derewîn heye; te çi jê divê. Evqas agir têra te nakê??”. Kor, serleþkerê Ehrîman, derketibû pêþiya. Þêxê Pîran, li ser piþta Gayê Pîroz bi canbazî li ezmanan lîstikên xwe dikirin û dixwest wî bi ser kopriyê de biþîne.
- “Bavê bav ne bav e û agirê ji êgir ne ti agir e. Dayîna agirê we arî ye û yê agirê min av e”. Bi gotinê re lingê xwe avête ser kenara Silat Kopisî. Nedîtina wê di bin lingan de dihêle ew ji dûzaniya xwe bikeve û di devê Wêl- wêl Deresê wer bibe. Kor ji berdefkên xwe re gotibû ku sîtila herî mezin ji wî re amedekin û dive pêtên agirê wê bigihên bin nênûkên Xweda. Berî ku, Þêxî Pîran di sîtila Kor de cih bigre, hevdeya dawî ji mûyê Bozê Rewan dikþîne û xwe tevî wî li aliyê cîhanê yê din dibhîne. Lê Bozê Rewan di cih de dibe bapîsokek û bi ezman ve hildikþe. Stêrek nuh di eniya ezmên de tê nîgarkirin.
Gera
Þêxê
pîran di welatê Medyade.
Berê tevan li bakur e. Þêxê Pîran xwe berdide ser bajarê Amedê, li kolan û çarþiyên wê digere, bêyî ku bihna mirovekî bi ser keve. Bajar vala kirine û bi mardûpiþkan û segên berdayî hatiye dagirtin.Çend caran xwestin êrîþî ser Þ. Pîran kin, lê bihna wî ew bi revandin didan. Berî ku ew ji deriyê bajêr derkeve, rêza xaçên ku ber bi bakur ve diçe dibhîne. Serok leþker ê Tirkan li ser gora pêþmrgê nenas sekinî û got “ne dûr e ku ev kurd be” û kenekî bê sînor li wî dibarîne.
Bi rêza xaçan re ew derbasî bajarê Silêmaniyê, “Bajarê Mirinê” dibe. Ew çiqas digere ku rastî nîþaneke jiyanê were, lê dest vala derdikeve; ji bilî kavilan, ti tiþtî din nîþana jiyanê ne didan. Dema siya kevokê bi ser dikeve, dide dû û di nîvê bajêr de, li ber pûtê Xanî, Kak û Mam rabûne ser piyan.þerekî giran di nav wan de pêketî, derdora wan bi komên hestiyên þikestî hatî dagirtin. Her çekê yekî diþke, wê kevoka ku siya xwe ketibû ser Þ. Pîran, hestiyekî nuh jêre berdide. Dema ew radihêje hestiyekî, li ser “Made in Kurdistan” dixwîne.
Þ.Pîran ji bajarê mirinê ber bi baþûrê Medya ve direve û dema qirika wî ziwa dibe xwe berdide ser çemê Efrînê, ew ji zûve hatibû dizîn û windakirin.
- “Ji bilî gola Ormiya nema ku tihna min biþkîne”. û berê xwe da Çiyayê Sablan.
Di roja heftan de ew dighe qerexa çiyayê pîroz. Soza wane ku piþtî ew seriyê her çar marên ku, di milên Ejdehak de derketine jêke, agir dê li ser vî çiyayî pêkeve. Lê Þ. Pîran çiyakî rût li ber xwe dibîne.