Di nav destên yê mezin de

                                                                                                                                                                   

                                                                          Pîr RUSTEM

                                                                          pirustem@scs-net.org

 

 

Bêyî ku herdu dergevan wî bigrin, û jê bipirsin “Tu ki yî”, jê re derî vedikin û dibêjine wî derbazbe, yê Mezin  li hêviya te ye. Civîn nuh dest pêbû”. Gava derî li dû tê girtin xwe di saloneke ji ên padiþehên ku, di hin pirtûkên dîrokî de li ser wan xwendibû dibîne. Dirêjî û ferehiya salonê li dor ( 300 m2)e. Di sîngê salonê de rûniþtokek - bi ava zêr hatî þûþtin - danîne. Lê bêyî ku, kesî rûniþtî li ser bibîne, ji wê rûniþtokê û heya berî sekinîna wî bi çend mitran du rêzên rûniþtokan dirêjkirîne. Kesên ku li ser wan rûniþtîne, piraniya wan jê re biyan in. Lê hin nasên xwe jî di nav wan de dibîne û yek silavan li wan dike. Ji K. Metê dikanciyê di ber mala wî de - û dibîne hin þagirt wî jî rûniþtîne - heya dighe cem  rêvebirê dibistana ku lê mamosteyiyê dike. Lê ên ne nas jî, carina wêneyên wan, çi li ser cildê pirtûkan, an jî di rojnameyan de dîtine. Berî ku ew karibe xerîta hundir xaþik bikiþîne, dengekî zer ji ser rûniþtoka di sîng de herikî; di nîvê salonê de kombû “di qefesê keve”. Bi gotinê re çavên (E. Toma) li komeke bilind û fereh ji “gû” - di nîvê salonê de venîþtî - dikevin. Demê ku, ber bi kesên rûniþtî ve dinêre, her kes radibe ser xwe ku, ew jî li ser komeke gû rûniþtî ye.

Careke din zikê xwe guvaþt; tiliyên wî, mîna pênc xenceran hunava wî diçirînin. Hundirê wî dikele; pêl li dû pêlê radibe. Dil hatî û di kêndira gewriyê de bûye “çiqina maran”. Dike ku di dêv re derkeve. Berve kebînê dibeze û di deriyê wê de dinya li ber çavan reþ dibe; mij û dûman ketî erdê. Laþê wî ditevize; xwêdaneke serjêkirî wî dipêçe, û mîna dareke kok kurmî tê xwar. bi terqiniya ku ji seriyê (E. Toma) tê - dema ku li kenara kevirê derecê dikeve - çend kêzik ji xewa dana radibin, û bi meþîneke leylanî ber  ve wî tên. Bihna vereþiya mirovekî, wan dikiþîne.

- Tu çi dibêjî, ev mirî? Bi pirsa xwe re ket nav gola vereþiya wî.

 - Wê rojekê bikene. Kêzika din lê vergerand û dema baskên xwe li hev xistin çend hêsir ji nav weþiyan.

- Tu çima bi mirinê dikenî? Kêzika yekem pirsî.

- Me hîne karê xwe yê rojane bi... û kaniya hêsirên, ku di bin baskên wê kêzikê de derbûbû, ziwa dibe.

-Ka wer arî min bike, em wî ji nav gola vereþiya wî derînin. Kêzika yekem got.

- Kesek nikare arîyên din bike, tu xwe dibînî.

- Ez te jî dibînim.

- Bes ez tu me, ez ne ez im, û eger bawernakî ka em ji vî termî bipirsin.

- Min bihêlin.. berdin.. direvin/ vim . çima natebitim.. hi girêdin.. kê baskên min dizîne. Bi vekirina devê (E. Toma) re, û domandina vereþiya wî re herdu kêzik peyvên xwe ji nav ên wî didizin, û li gotinên wî dimeyzînin. Herin... Giþ bibezin.. lê rojekê ezê we bigirim; binasim ka hûn çi kesin. Her ku ew dixwaze bibeze, ji pêþ segê ku dide dû bazde, ewqas lingên wî giran dibin, û hertim di cihê xwe de radibe - datê, lê ew gava, ku di navbêna wî û segê de heye, nayê þikandin. çi tiþtên li dora wî û segê belavin ber bi pêþve diherikin; mirov... çivîk ... dar, mal, û heya reya dibin lingên wî û segê de jî pêþve diherike. Lêdana çakûçan di seriyê wî de bilind dibe, û bi qelaþtina serî re, ku mîna cebeþekî dibe du perçe, ji nav nivîna hildibe.

Heya bi çend lêdanan ( E. Toma) nizanî ew lêdan ên çakûçên xewna wî ne, an lêdana kesekî li deriyê wî ye. Di golên xwêdanê de hatî þûþtin. Di bin balîva xwe de du kêzik mirî dîtin - dema dest avêt wî cihî û xwest kilîtê derîne - . Lêdana derî her diçe germ dibe. Vedigere dibe destekî dûmanî, li qirika wî dalê û ber bi derî ve dikþîne. Ji piþ derî ve bang li kesê aliyê din dike, lê bê ku ew kesê li derî dide deng bi xwe xîne. Destek di derî de þîn dibe û nameyek di nav tiliyan de ye. Gava (E. Toma) namê ji nav tiliyan distîne, ew dest di hundirê textê derî de winda dibe û li þûna xwe birîneke kevin, ku dev hatî girtin, dihêle.

(E. Toma) li ser çar lingan vedigere hundirê xênî, û gava dikeve asîtanê, çavên wî bi segekî, ku di nav nivîna wî de raketî, dikevin, nerm û bi dizî xwe di quncekî xênî de diçelmisîne. Lê seg çavan radike û berve wî dinêre.

- Kî bû ewê li derî dida . Seg jê dipirse.

- Tu çi ji min dixwazî? Çima ketî dû min? Dide dû min ... min bi..

- Pirsên te pir in, ka bixwîne çi di wê namê de hatî.

- Tu ji kuve zanî?.

- Mat nemîne, ez tu me. Eger tu çiqas ji min bazdî... Û bêyî ku (E. Toma) karibe xwe li ber pêlên xwestekên çavên (seg) bigire, destan davêje beriya xwe û nama destê ku, di derî de þînbûbû dertîne. (seg) ji nav nivîna dertê û li hember wî rûdine. Li çavên hevdu dinhêrin, her yek xwe di çavên ê dî de dibîne.

- Ka bixwîne çi dixwazin. Lê gava (E. Toma) dixwaze bixwîne dinase ku, xwendin ji bîr kirî, bêyî ku zanibe ji kengî ve. (seg) destan bervê dirêj dike, wê namê jê distîne, û li ber roniyeke di reþiyê de hatî gevizandin dixwîne. “Ji zûde em li pey tene. Tu ku ve diçî - tê, çi dikî - tê bikî, em her tiþtên te dizanin. Lê heya duh kar û livên te ne bive bûn. Belê hin karên te hebûn - yê mezin - jê ne razîbû, lê me çav li ser dadimrandin. Lê duh bi wî karê te - yê mezin - pir zirt bû, û te di civîna xwe de dixwaze.”

                               Seyda

Ava mezin - 6453

Bi xwendina navê xwediyê namê, cih û dîroka nivîsîna wî re (seg) wî pelî ji nuh ve ber (E. Toma) dirêjdike.

- Te çi jê fêmkir, û ka ji min re bêje kîne ev, û çi ji min ... Û bêyî ku, bihêle zincîra pirsên xwe bibe serî (seg) jê pirsî: - Te çima duh wilo kir ?

- Min çi kir.

- Te çima gote þagirtên xwe “çê nabe... belê, nabe ku, pepûk di qefesan de bin. Her kes divê qefesa xwe biþkîne, û pepûkê jê berde”. Te duh ev gotin ne got?

- Belê. Bi stûxwarî (E. Toma) vegerand. Bes divê çivîk ne di qefesan de bin.

- Ma ew karê te ye! çima qefes çêbûn, demê ku her qefesek çê dibe divê pepûkek di hundirê wê de þîn bibe.

- Ezman ji bo çi ye.

- Ew jî xefkeke ji pepûkên wek te re ye. Dê ka nuha ji bîr bike ku, duh hebû. Di navbera îro û pêr de çaleke reþ e bê binî di mejiyê xwe de bikole, da ku, tu herî civîna - yê mezin - û ew te berat ke.

- Ezê çawa herim? Ne ava mezin nasdikim.. û ev dîroka (6453) ezê kengî û çiqasî herim heya ez bigihim wê ?

- Ew ne karê te ye. Nuha tuyê rabî biçî (mexferê), û ewê te bigihînin - yê mezin -, lê berî tu diçî, te çi dît, divê tu nebînî. Bi gotina dawî re (E. Toma) wî li pêþ xwe nabîne, lê dengê wî bi hundir mêjî de diherike “Wilo be... divê tu di civîna - yê mezin - de jî wilo bî”. Wî çiqas li hawîrdora xwe meyzekir ku, zanibe (seg) xwe di kuderê de veþartî, û dengê wî ji ku diherike, lê çavên wî bi tiþtî neketin.

Piþtî ku (seg) winda dibe, ew ber ve nivîna, ku di nîvê hundir de mirî, tê. Radihêje seriyê nivînê; balîvê ji ser herdu kêzikên mirdarî hiltîne, lê çavên wî bi tiþtekî nakevin. di ber xwe de dikene, û gotinên (seg) tên bîra wî. Balîv ji dest xwe davêje, û ji mal bi dertê. Bi rê ve rastî çend þagirtên xwe tê; her yekî rahijtî qefeseke, bi pepûkên serjêkirî dagirtî. Gava çavên wan bi mamoste (E. Toma) dikevin, li qefesên di dest xwe de dinhêrin, û di riwê wî de diken.. n.. ni.. nin..