- “Lêdim .. nedim. Derî girtiye, lê dengê Keçan, di
nav dengan de nakim. Lêdim .. . Belê, karin ji min re bêjin: Piçek
din bê. Bawer nakim;
Di rûyê min de .. bigrin”.
Bi lêdana derî re, ji rewþ û
ramanên xwe þiyar dibe, dudiliya xwe birîbû. Bi dîtina rûyê
xwediyê malê re, hunava wî ya dikelî, vedimire.
- Îvar xweþbe bavê Memo. Gotinin mirî dertên.
- Xwedê xêra te bide. Bes tiþt tinebe ku, wilo bihêle di nîvê þevê de, li derî bide. Eyaz di nav gotinên wî de; Tu ji ku hatî vegere wir, bihin dike û serî bi ser milan de xûz dibe.
- Netirs .. tiþt tineye. Kenekî zer di kûraniya mêjî de þîndide. Cixarên min neman û min dît .. hîne wîn þiyarn.. .
- Nexeme .. . Sê-çar cixare besin. Ji berî Eyaz gotina xwe bibe serî, bavê Mamo rê li pêþ birî û çend cixare xistin destên wî.
Ji sê-çar salan ve, Eyaz ê Kendoþ hatiye Heleb, bi sedema xwendina bilind. Lê mejiyê zanînî û canê Eyaz yê mozîkî, þererkî giran, di nav du salê dawî de, bi hev re dikirin û li dawiyê xwandina zanîngehê Berdide; Dibe þagirtek ji yên ûnstûda mozîkê û bi sedema vê yekê, têkeliya wî bi mal re, tête birîn.
-
“Tu yê nuha bi kuve biçî. Sê-çar cixare .. dirav di beriya
te dane, ne mal.. mirov.. dost. Sipasiya te digrim bavê Memo. Sê-çar
cixare, wê piçek hiþ bi mejî de berdin”.
Dûyê cixarê, þop û ramanên
Eyaz, di tariya þevê de winda dibin. Pireya “Þeþê Çiriya Pêþîn”
dihêle ku, dengê tirambêlan, bombeyan di serî de biteqîne. Jîna
çar salan, wêneyên perîþanî.. miþextî, ji çavan bi weþînin.
Dengê xortê ku, di þevbêrkê de bervedaniyeke bijartî, di ber
qelsî û kêmaniyên sazbend û torevanên kurd dikir û girêdana
nezanîna wan bi rewþa wan û milet ve, lêdide.
- Belê.. ji bîr neke ku, miletê te ji evqas sal de di bin nîrê dijmin de ye. Tu çawa dixwazî ku, torevanê Kurd li gor yê firansî be. Xort bi dilþewatî ji Eyaz re dibêje.
- Bes li gor roja îro û alavên agahdariyê yên di nav bera miletan de, dihêle ku, mîna te gotî; Zemîn bibe gundekî biçûk û mêjî.. raman.. nirînên xwe zelal û xûya derîne. Eyaz gote xort.
- Ev alavên tu dibêje, di destên kêde ne. Ma rê li pêþ yê Kurd vekiriye; Çi ji xwendi .. zanîn û weþandinê. Lê þerê wî tête kirin.
- Ev giþ jî rê nadin yekî ku, nezanbe û ez karim ji te re çend nemûneyan bînim. Ka ji min re, sedememekê bîne, çima M.E. kerîm û S yosêf, dê ne li gor hevbin û ji kevin de, em xwedî awaz û sazin. Dibêjim: Eger yek xwe bi êþîne, ne bes wê di pêþ yê Ereb da be, heya pêþ yê Ewripî jî. Lê em, tim û tim, xwediyê Gotina; “Her tiþtî, ji xwe û berê, dizanim”.
- Tu xwe di ser pir bendan re davêje û ji bîr dikî ku, pêþketina miletan, gav bi ga .. .
- Bese.. me ji van gotinan têr xwar û tim jî birçî û xizanin, cîhan li kûye û em li.. . Lêdan, reqîn û roniya birûskê dihêle wêneya Dilþan ê, di devê derî de, bida xûyakirin. Eyaz du-sê caran çav misdan ku, ramanek rasteqîn ji mêjî bistîne û leylana Dilþan ê vegerîne kûraniya dil û hunavan, lê mixabin bi bîstina navê xwe, dengê wê dinase û hejandina destan dibîne.
-
“Çima.. tu li bin baranê sekiniye, çima.. nayê hundir, tê vê
þevê biçe ku.. were li vir.. raze..”. Eyaz bi qelsî gav avêtin,
lê dema dît wêneya wê, ji ber çavan winda nabe, xwe lê girt
û bi hemû hêza yar û dilovanan, rê û gav, birçî û perîþanî,
ol û edetan dibire, berve Dilþan ê dibeze, deng û roniya birûskî,
di çavên Eyaz ê Kendoþ de ne, dilopên baranê û xwîna ji
eniya wî tête xwar, dibin yek, ..û wêneyên Dilþan ê, hêdî-hêdî,
di çavên wî de vedimrin.
Heleb-91.
copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org