Pîr
RUSTEM
Cara pêþîn ku me hevdu, di hefteya rewþenbîriya Kurdî de bû, ewa
ku hersal Partiya Yekîtiya Demoqrata Kurd ku ji bo xwendevanên zanîngeha
Heleb ê li dar dixe. wan camêran rojeke taybet bo çêroka Kurdî hêþtibûn
û ew jî yek ji yên ku vexwendibûn wê simînerê Da ku ew jî çêrokekê pêþkêþî
xwendevanan bike û karibe mûmekê Di nimêjgeha toreyê De pêxe.
Mirov di jiyana xwe de rastî pir kes û camêran
tê û pir reng û suruþtên mirovam nasdike. Lê kêm mirov dikarin, bi cara pêþîn
re, xwe têxin dilê yekî û bihêlin ku tu wan weke dostekî xwe yî kevin bibîne.
Nemir Felat Sirûçî yek ji wan camêran bû, wî bê ferman dikarî derbasî
dilê yê din biba.
Belê, di wê rojê De û
piþtî ku me herkesî çêroka xwe xwend, rêvebirên simînerê Pisteke
vehes dan rûniþtvanan da ku hinekî bihna xwe derînin û xwîna xwe bilivînin
–Weke her car cihê Rûniþtinê Tengbû û wan ling xistibûn zikê Xwe –
Em hinek jî derketin salonê Da ku karibin cixareyekê Bikþînin; Wê hîngê
Min hîne cixare dikþandin. Ew cara pêþî bû ku em bi hev re rûdiniþtin, lê
me karibû pir sînor û girsên cemedê Di nav xwe de biþkanda, weke dibêjin;
Þeyê Me çû ser hev.
Piþtî vê hevdîtinê, emê Pir carên din
hevdu bibînin û têkeliya me dê her biçe kûr û xurt bibe, ta bighe ku ew
li hember hin “Camêran” raweste û berevaniya vê têkiliyê bike û ewê
Di çûyîneke me ya Koban ê de, ku wî camêrî û piþtî sê- çar caran soz
bi þûn diket, xwestibû em bi hev re simînerekê Li darxin, dê ji min re xûya
bike ku hinek li dijî vê têkiliya me ne û wî nedikarî ev yeka fêm bikira;
Ka çima ew wilo dikin. Lê ev der ne cihê Ku em cilên xwe yên bi qirêj, tê
de, rêxin. Lewre emê Vê yekê ji cih û demeke dîtir re bihêlin, û wê hîngê
Emê Pir “Camêran” tazîbikin.
Helbet pir nihad û rengdanên wî yên taybet
hebûn, ku dihêþtin ew þopeke kûr di dil û bîranînên ê din de bihêle,
û di baweriya me de nihada herî pêþîn; Rast û durustioya wî, çI bi xwe
re yan jî bi yê din re, digel wê yekê jî ew mirovekî pir diltenik û nerm
bû, te kengî ew bidîta û ji berî her tiþtî din, rûkeniya wî bala te dikþand
û bi ser de jî, nemir Felat Sirûçî mirovekî pir dil nizim bû û di demeke
ku her kes dixweze bibe dîkê herî bi tenê Li ser.. .
Mixabin û sed hezar car heyf ku wî zû û pir zû barkir û li þûna
xwe û di dilê piran de, çI malbet û xismên wî bin, an jî dost û hogir
bin, birîneke kûr hêþt û dê her û her þopa xwe bihêle, û di baweriya
me de, yekî wekî nemir dê zû- zû ji bîr nebe, û bi vê sebaretê Em seriyê
Pîrek û zaroyên wî sax dikin û hêvî ewe ku diya rewan karibe rewanê Wî
di zar û nivîsandinên wî de vejîne.