Pîr
RUSTEM
Di yek vexwestinên hêzên asayêþî de, ewê muhqêq û piþtî guftûgoyeke dûdirêj li ser evan herdu mijaran; rewþ û çalakiyên miletê me yên Avdarê û bizava baþûrê Kurdistanê, ewî ev pirs ji me kir: Em bibêjin ku, em li Sûryê gihêþtin ewê baweriyê û we; Kurdên evê derê hemû mafên xwe yên konevanî û rewþenbîrî û civakî sitandin, lê hoker û heyameke weke ya Îraqê ji we re jî derket holê, çiyê bihêle ku, hûn jî weke ewana destên xwe nexin ên Emerîkî û li dij me dernekevin û þer nekin.
Helbet ev nerîn ne tenê ya serdarekî ji hêza asayêþê ye û li gor xwendin û dîtina me ji pir kesên Ereb re, heya bighe rêzika herî hiþmend; nivîskar û siyasetmedarên wan, ev bawerî û nerîn a wan e ku, Kurd sîxurên Emerîkane û Israîla dudiyêye. Law re divê þerê wan û bi hemî reng û çekan bête kirin. Û em dikarin bersiva berpirsyarekî Felestînî - ku bi sedan xortên me ji ber doza wan ve xûna xwe rijandine - li ser pirsa: “Çima we hîþt Sedam HUSÊN bi çekên kîmawî li Kurdan bixîne”, û ew bê þerim û fedî bibêje: Ma we dixwest bi ava gulan li wan bixîne, di evê tengê re fêm bikin ku, ew hertim me weke dijmin dibînin û qet baweriya xwe bi gotina birayetiya Kurd û Ereban neynin û ew ewê siloganê weke xopandineke me, ji wan re, dixwînin û ne weke hestekî dilovan ê rasteqîn û di nerîna me de ew dûrî rastiyê neçûne; ji ber ku, ti carî biratî li ser zor û êþkencî û tinekirina ewê din ava nabe.
Vêca çi ji tevgera me tête xwestin; her weke berê bibêje: Ew tiþtê hûn dibêjin ne raste û ew tenê nirîn û dîtina hinek þovenin û wilo weke Neamê seriyê xwe têxe qûmê û çavên xwe li ser evan bûyerên li kolana erebî ku, li dijî Kurdan têtin kirin damrîne û bi ser de me weke kesekî ku, reþnirînî û beddîtî derîne, yan jî ewê karibe xwe ji evan baweriyên ku, tenê xwe pê dixopîne û ne yê din; Ereb, Pars û Tirkan rizgar bike û bi rengekî pir zelal bernameya xwe pêþkêþ bike û li gor xwendin û dîtinên me, ji rewþ û heyama dawî re, ji bilî evê riya dawî li pêþ tevgerê nîne.
Lê ji berî ku, em li bersivên pirseke wilo mezin digerin, emê bizavên xwe bikin ku li bersivên pirsa çûyî; ka çiyê bihêle ku, Kurd destên xwe nexin ên Emerîkî û li evan miletên derdora xwe nedin, bigerin. Helbet ne tenê Emerîkî weke milet, lê weke rizgarkerekî ji derve hatiye, tevî ku ev rewayên derve û hundir û bi destxistina þoreþa ragihandinê hatiye hilweþandin û gerdûn kiriye odeyeke êlêktironîk.
Belê, eger ku em li rewþa Kurdan û ji sedê salan de vegerin, emê bibînin ku, bi sedan regez hene û wî berve “sîxuriyê” têve didin û dihêlin ew destê xwe têxe destê ewê ji “derve” de hatiye; weke nimûne û çawa ew serdarê asayêþê tiliya xwe berve bizava baþûrê Kurdistanê dirêjkiribû, em jî yê ewê bizavê bikin nimûneya evê bersivdana xwe, ji ber ku, ji aliyekî ve, ew îro diyroka miletê me ye û ji aliyê din ve jî, ew armanc evan hemû êrîþên þovene ku, tev bizavên xwe dikin da ku, wê bidin rawestandin û careke din miletê me bê par bihêlin.
Lê tevî evan hoker û heyamên ku, me berve ewê “biyanî” û ji “derve” ve hatiye têve didin, ka em li gavên kartêgirtî, çi ji aliyê milet û tevgera me ve be û çi jî ji aliyê evan milet û dewletên wan ve be û weke nimûne, ewên xwe di evî þerê dawî de ku, di navbera Hêzên Hevgirtî û Rijîma Beisa Îraqê de derketibû. Ka em binirin çi gav ji aliyê me de hatin avêtin û ka ev bîst û du dewletên Ereban çikir û li gel wan jî pêncî dewletên misliman.
Pir caran ev xwediyên nirînên pozbilind û þoven me Kurdan gunehkar dikin; çima em li hember Emerîka û leþkerên wê ranewstîn û me þer nekir û me xwe da rex wan û em li hember Îraqê rawestîn û di dagirkirina wê de alîkar bûn û ev bi xwe jî, helbet li gor dîtinên wan, sîxuriye.
Weke em dibînin ku, di guftûgoya wan a gunehkariya me de, pir þaþî hene; Ji berî tiþtî ew hoker û destpêkên ku, hêþtine Kurd bi evan rêjîman re têkevin þer û dogiþan ji bîr dikin, a rast ew xwe ji bîr ve dikin ku, bi dehê salan e evan rêjîmên þoven þerê kuþtin û qirkirina Kurdan û bi hemû çekan ta jînosayd, sar nekiriye û ne jî zordariya xwe ji ser piþta wan kêmkiriye û ji berî wan jî, bi sedê salan, þûngirên mislimanan. Û evê ton konevaniyê hêþtiye ku, miletê me hertim bi çavekî dijmantî li wan binire.
Lê tevî evê rastiyê jî û eger ku, em li bûyer û helwestên hemû aliyan, ewên ku, xwe di nav evî þerî de dîtin vegerin, helbet yek ji wan jî Kurdin, emê bibînin ku, careke din miletê me “kenargirtî” û ewî xwe nekir aliyek; ango ne li hember Hêzên Hevgirtî þerkir û ne jî digel wan û li hember hêzên Rêjîma Beis, tevî ku, xwesteka cemawerê Kurd, eger em nebêjin sedî sed lê not û neh ji sedî, ku ew destên xwe têxin yên Emerîkî. Lê çima serokatiya kurdî ew biryar nestand û li rex Hêzên Hevgirtî þer nekir, em dikarin bersivê di gotinên kek Mesiud BERZANÎ de bibînin; “Erê dewleteke kurdî ji mafê me ye, lê di roja îro de ew xwestek zor e”. Bi gotineke din, em dikarin bibêjin: Ev helwesta tevgera Kurd ji qelsbûn û lawiziyê hatiye û li me weke ewê ku, gurmist di zikê xwe de duxarin û wî hertim digot ax piþta min û hêþtibû ewê ku, lêdida jê bipirsa: malxerab min zikê te qulkir û tu her tim dibêjî: ax piþta min, û hêþtibû ew jî bi rola xwe bersiva wî bide û bêje: eger ku piþta min heba teyê li zikê min neda, hatiye.
Lê weke me dît û tevî evan hoker û mercan jî Kurdan helwesteke “welatparizî” wergirtin, lê ka em helwestên bîst û du dewletên Ereban, evên xwedî dezgeh û top û tiving û bi sedê hezaran leþker, bidin ber xwendinê, ka wan li hember Emerîka çikir û çi helwest girtin. Emê ji Misirê; qubleta Ereban a konevanî de dest pê bikin, wê Pirava Siwês li pêþ hilgirên balefiran û leþkerên Emerîkî vekir da ku, derbasî herêmê bibin û Kuwêtê jî xaka xwe ji Hêzên Hevgirtî re vekir ku, ji hundirê wê derbasî Îraqê bibin û dewletên Kendavên Ereban jî balefirgehên xwe ji wan re vekirin ji xeynî ku, li her dewleteka wan bingehên leþkerî yên Emerîka belavbûne û helbet ew bi kar hatin û evên din ku, lomeyan ji me Kurdan dikin ka wan çikir, eger ku ew dibêjin: bi kêmayî em di dezgehên xwe yên ragihandinê de li hember Emerîka rawestîn û me þerê wê li ser Îraqê tewanbar kir, ango tenê bi gotinê, vêca em jî dikarin bibêjin: Birano eger ku we û bi hebûna evan dezgeh û leþkerên xwe, newêrêbû li hember Emerîka þer bikira û tenê we, bi gotinan, nerazîbûna xwe anî ziman, vêca û li gor hêza me her yekî, em jî dikarin bibêjin ku, em di dilê xwe de ne razîbûn; ma ne çanda we dibêje: nerazîbûn dive bi destan be, kesî ev helwest nestand û eger te nikarî, bi dev, weke helwesta Sûryê û Îranê û hinek dewletên din ên di stûna wan de û eger te bi dev jî nikarî, di dilê xwe de nerazîbûna xwe bide xûyan, Xwedê ewê jî dipejirîne û bila ev jî helwesta me be, eger ku konevanî tenê durûtiye, bila em jî ewê lîskê bilîzin, û li gor danberheva hêzên me her yekî, em dibêjin dê helwesta Kurdan ji ya tevan xortir be, vêca ew çima loman ji me dikin.
Lê ji berî evan xwestek û helwestan tev, em dipirsin: çima û çiyê bihêle ku, yek li rex rijîmeke weke ya Îraqê raweste û li hember guhertina wê bibe kelem, ji bilî ku guhertina wê deriyeke ji guhertina evê din re û ew bi helwesteke wilo dixweze xwe bi parêze û ne liberketiyê ewê rêjîmêye ku, bi salan li hember hev rawestîbûn û pirê caran leþkerên xwe kiþandibûn ber sînorên hev, da ku þerê hevdu bikin û ne tenê wilo, lê dewletekê ji ewana; Îranê heyþt salan bi ewê rêjîmê re þerkiribû.
Ji bilî evê tiþtî û ewên din em dixwezin hinekî li dîrokê vegerin û ne dîroka kevin; hema sedsala çûyî û em bînin bîra rewþenbîrên Ereban ku, ew û Tirkan çarsid û pêncî salî birayê hevî yek olê bûn; Mislimantî û di hundirê dewleteke îslamî de; Cîgiriya Osmanlî û roja ku, “dagirker” hatin; Ingilîz û Feransa wan destên xwe xistin ên dagirkeran û li birayên xwe yên misliman xistin û Cîgiriya Osmanlî hilweþandin û bîs û du dewletên Ereban avakirin û me ne dît olperestekî wan; mîna Mihemed S. Remedan ELBOTÎ miletê Ereb tewanbarkir, ne hîne nijada xwe bixe bin lingê xwe. Vêca çima ewana rê ji xwe re dîtibû ku, çarsid û pênçî salî bi paþ xwe de bavêjin û ji bîr bikin ku, ew birayên hev bûn û lomeyan ji me dikin, tevî ku, biratiya me di dewla Îraqê de negihêþtiya çarîka ewê dîrokê; ew ji sala 1921 an de dikiþe, roja ku Îraq weke dewlet hatiye pejirandin û tiþtê din jî ev dewlete “hiþmendî” bûye û ne yeke olî bû. Lê tenê dixwezin me bi evê biratiyê bixopînin û ka kî dixweze ewê din bixopîne.
Piþtî evan þirovekirina me ji hin tiþtan re û anîna me ya ji hin baweriyan bo zimên, em jî bi rola xwe û weke di pêþî de jî em pirsîbûn, dipirsin: Çi dihêle ku Kurd û weke ewê bi lehiyê de diçe, destên xwe bavêje zil û istiriyan. Çima ev welat nikarin pirsa kurdî çareser bikin û eger ku, Kurd li wargeh û gund û welatên xwe bibin xwedî mafên xwe yên rewa ku, hemû yasayên dinyayê ji wan re bi cih dike, dê kes rê bibîne ku derbasî nav wan bibe û wan weke “rêza pêncan” bi kar bîne û wê hîngê dê ji binî ve ti xelekên qels hebin ku, yek têre bi destên teyî kul bigre û hundirê te li hev bixîne. Lê ji berî evan pirs û pirsgirêkan tev, dê çima ne ji mafê Kurdan be ku, ew jî bibin xwedî dewlet û dezgehên serbixwe û çima ew hertim dixwezin ku, em koleyên ber destên wan bin, eger ku, ev rewþnbîr û weke destlatdarên xwe, bi þêw û rêbzeke þoven ne hatiye ber meseleya kurdî, û wilo yek dikare bibêje ku, qet cudayî di navbera destlatekî weke Sedam HUSÊN û rewþenbîrekî ku, dadvaniya wî dike tineye û evê bihêle ku, konevaniya nepejirandina “Ewê DIN” tûjtir bibe û em, weke milet û “þaristanî”, berve qirkirinê herin, ango ji bilî pejirandina ewê din, ti rêyên din, li pêþ me nînin ta ku, em jî bijîn.
Cindirês-2004.
copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org