GOTINA NEWROZÊ

 

Keç û xortên ciwan

Dost û hevalên birêz

Cemawerê NEWROZ a þîn û þahiyan

  

   Vaye em îro bi hev re mûma xwe ya 2616 eyan ji dîroka gelê xwe pêdixin û careke din agirên NEWROZê li serê ciyan geþdikin, omîd û hêviyên miletê xwe jî vedijînin û em wilo bi cîhanê didin naskirin, ku ev miletê ji sedê salan ve di bin zilm û zora van dewletan de dijî dê ticaran ji riya azadî û serfiraziyê venegere ta ku hemû mafên xwe   yên rewa bidestnexîne û ewê qet ji girtin û kuþtinê netirse û vaye ev heftiya ji berî NEWROZa îsal evê yekê bi cih dike, ku ev ne miletekî miriye û eger ku rêber û xwediyên wî hebin ew dikare li doza xwe xwedî derkeve û destkewtinin mezin bistîne û bihêle dijminên wî û ji berî dostan hebûna wî weke miletekî cuda û xwedî çandeke baþqe qebûl bike û NEWROZA me jî pîroz bikin.

 

Heval û hogirên hêja

   Em NEWROZa îsal di rewþeke awerte de li dardixin û ew jî ji ber çend bûyer û sedeman ve ye; Ji berî her tiþtî û weke me di pêþî de jî got: Ev heftiyeke taybet û cihê pîroziyê ye li ba gelê me, ku karîbû ewan kelayên tirsê di hundirê xwe de biþkîne û li xwe xwedî derkeve û bihêle li seranserî KURDISTANê û ta li Ewropa jî miletê me rabe ser piyan û li çareserkirina pirsa gelê KURD bigere û hêþt, ku ev welat û cara pêþîn wî weke miletekî cuda bipejirîne û qebûl bike. Lê qezenc û destkewtina herî berz û li pêþ ewe, ku hêþt û cara pêþîn di dîroka gelê me de em bibin yek û bi yek dengî çalakiyên xwe li darxin û bang li hemû hêz û rêxistinên mafên mirovan û dewletên Ewropa û heya yên KURD dagiker dikin jî bikin, ku dive ev milet ji bin zorê derê û pirsgirêka Kurdî çareser bibe, da ku ew jî û weke hemû miletên cîhan bi serfirazî bijî, bêyî kuþtin, talankirin û tinekirina wî.

 

Bira û xûþkên xoþewîst

   Ev meh di dîroka gelê me de cihekî taybet digire û hêþtiye þîn û þahiyên me tê de berztir bibin û îsal jî para xwe xiste hundirê evê mehê gava þîn û þahiyeke nuh li dîroka me barkir. Helbet þîna me ji ewan keç û xortên me, ku di evan çalakiyên dawî de jiyana xwe ji destdane yan jî ew birîndar ketin an jî ew xortên me, yên ku hîne di girtîgehan de ne û ev yeka ji me tevan, weke Tevgera Konevaniya KURD weke rewþenbîr û siyasetmedar, weke xwendekar û ciwanên KURD, weke rêncber û gelê me yê bindest tête xwestin, ku em tev û bi hev re xebatên xwe bidomînin û çalakiyên xwe li darxin û li milet û doza xwe xwedî derkevin.

   Helbet em di ewê baweriyê de ne, ku ti pirsgirêk dê li SÛRIYÊ çareser nebin eger ku û ji berî hertiþtî ev rewþa awerte ji welêt neyê hilanîn û em ji nuh ve û li gor dazana mafên mirovan û þaristaniya sedsala bîst û yekan evê welatê xwe nevejînin û ev nuhkirina ji milet û welêt re dê tenê di riya sindoqên hilbijarinê re be, ku hemû miletên SÛRIYÊ nûnerên xwe yên rasteqîn derînin perleman û ewê karibin rêvebirên evî miletî bi nav bikin, da ku em di qonaxa pêþî re derbasî dewleteke azad û þaristanî bibin û miletê me jî weke xwedî maf, ku ew li ser xaka kal û bavên xwe dijî bête pejirandin.

   Li dawiya evê gotina xwe em seriyê xwe ji hemû kec û lawên KURD re, yên ku jiyana xwe ji bo rojeke nuh, ji bo azadî û serfiraziyê dan, ditewînin û emê gorên wan di dilên xwe de bikolin û emê qet ji ser riya wan û doza azadiyê venegerin ta ku mûmên me ronahiya xwe li seranserî KURDISTANê ronî nedin û em sozê didin miletê xwe, ku ev serhildana miletê me li seranserî Baþûr-Rojavayê KURDISTANê, li herêmên EFRÎN û KOBANÎ û QAMIÞLO dê bibin cihê dilsoziyê ji bo rojeke azad û bidestxistina mafê çarenûsî ji gelê me re. Û li dawiyê ka em bi hev re bêjin:

 

-         Bijî NEWROZ.

-         Bijî KURD û KURDISTAN.

-         Û serfirazî ji bo hemî girtiyên nirîn û dîtinê.