HÊVÎ

            “Ji Stêrê re”

 Pîr Rustem

 

Qîj-qîja wan ber bi ezman ve diçe, kes dengê ya din nabîse; berger û hêvî, xeber û lavlav, ken û girî tevlîhev bûne. Di nav wan de dengê giriyê mendalekî û wêje-wîja wî bilindtir dibe. Du-sê pîrek, bi hev re, lîlandineke tûj dikin. Hîne bêdengiya wan di odê de ziwa nebûbû, deng bi mendalekî din jî dikeve û careke din dengê lîlandina difore.

Komeke jin ên rengo-reng li wê derê civiyane; cihê lingekî nemaye. Her yek dixwaze dengê xwe ji ya din bilindtir bike; belkî bala Pîrikê bi ser xwe de bikþîne. Ewa li ser têxt dirêjkirî navkutka dide xwe, hawar-hawara wêye, lê hersiyên ku li erdê dirêjkirî jî bêdeng nesekinîne. Pîrek jî, mîna pinpinîka, ji yekê diçe ya din, lê bala xwe bêtir li ya ku, li ser têxt dirêjkiriye. Hemû nîþan û simbolên zayînê ji laþê wê dadirivin û çilpikên xwêdanê, di eniya wê de, dipiþkivin.

Gumana Pîrikê li erdê neket, Meyra Xemê cara paþin qîriya û pêre jî deng bi zarokê wê ket, her yek bi aliyekî têxt de qulibîn û mîna ku di xewneke þêrîn de be, dengekî got:

- Pîroz be, lawike. Pîrikê got û bi lez navika zarok girêda, ew hîne ji paqijkirina Meyrê xelas nebûbû, deng bi jinekê, ji hersiyên ku li erdê dirêjkirî, dikeve. Bi lez dibeze ser nivîna wê û bi mamosteyî dihêle ew jî barê xwe deyne.

Pîreka nuh bar daniye, bi tirs û lavlav serî hildide û li nav lingên zaro dinêre, pêre-pêre hêsirek ji çavan diweþe û berkeniya wê vedimre, serî bi ser balîv de dikeve û êþeke tûj, di hinava Xeca Bilo de, derdibe.

Di du kat û nîvan de, pênc zaro dêng li hev dikin. Berdestên Pîrikê, di oda paqijkirina zarokan de, bi karê xwe yê rojane radibin, her pênc zarokan dixînin nav qundaqan û di nik hev de wîje-wîja wan e.

Xeca Bilo ji berî giþkan dikeve odê û radihêje qundaqa ku, Pîrik dide dest û bi lez ji odê dertê. Dema mêr, ken û pozbilindiya wê dibîne, di cî de þeþara xwe dikþîne û deraqekî di rûyê ezmên de vala dike.

Pîrekên din jî, her yek radihêje zaroka xwe û bi çavþikestî ji odê dertên; Meyra Xemê digel xasû û mêrê xwe ve dikevin ser riya mal.

Mêrê Xeca Bilo, þan û þoret li darxistin, kes di gundê Kêþikê de nehêþt ku, sê caran dawetî teklifa xwe nekir; “Xwedê, piþtî heft keçikan bi riwê min ve nerî û ev lawik da min”. Ew bi xwe li malên gund digerî û digote wan ku, “Îro xew tuneye, divê def û dîlan, heya bi heft rojan, sar nebe”. Ew ji hêman û surûþta xwe derketibû.

Komek jin li dora Meyra Xemê rûniþtine, dengê yekê naçe ya din, di nav de carna giriyê zaro bilind dibe û dengên wan vedimre, lê dema gihîþt radeya ku giriyê wê bihna wan teng bike, xasiya Meyrê radibe ser xwe û di nik cihê bûka xwe de, qundaqê vedike. Meyrê jî serî ji ser balîvan hildide û dema ku, çavên wê bi nav lingên keçikê dikeve, hiskîniyeke tûj ji wê tê.

- Na… na, ev ne zaroya mine. Bi gotinên wêre deng ji civata pîrekan tê birîn. Pirê wan destan davêjin “rihên xwe” û bi çavine beloq li wê dinirin. “Wê ji min re gotibû; pîroz be lawike”. Xasû þêt û mêt dimîne, ew ne dizanin ku Meyrê ketî bin saweke giran an jî jê bawer bikin.

Ev gotin di nava gundê Cindo de belav dibe, rûniþtinên ber mizgeft û ser bênderan pê têne borandin. Guman di hundirê wan de, her roj firehtir dibe û di sibeyeke sar de, mêrê Meyrê dikeve ser rêya Efrîn ê, dêv dide cem Pîrika zara xwe, da ku guman û rastiyê ji hevdu bibire.

Sê roj di ser bûndina zaroyan re derbas bûbû û hîne ji bilî ava þêrîn û hineke razyane neketiye devê keçika nuhatî, heya piþtî bergera pîrekên gundê Cindo jî ku, Meyr ê pêsîrê xwe vekir û xwest memikên xwe têxe devê keçika biçûk dît ku, ne þîr di wan geriye û ne jî keçik memikên wê digre û ew ji vê sibeyê de li benda mêrê xweye ku, salixa rasteqîn ji wê re bîne; ew li benda bersiva ku, “Bi þaþbûn lawikê te bi keçike pîrekekê, ji we pêncên ku we bi hev re barê xwe danîbûn, gewrîne”, mabû.

Di deriyê Pîrikê de, herdu silavê li hevdu dikin û her yek dikeve wê gumanê ku, ewê din cara dîtiye lê rewþa wan nedihêþt ku, li ber vê yekê bisekinin; mêrê Xecê piþtî hinek pirs û þîretan da ku, çawa û kîjan þîrên qutiyan bidin lawikê birçî, bi lez derketibû û wî dixwest dêv bi dermanxanê de, lewra hindik mabû ku, li ew kesê ketibû derî de û hêþtibû wêneyên dostên xweyî dûr û nêzîk bi bîrbîne, bikeve. Lê gava nêzîkî li dermanxanê kir, mêrik û silava wî ji bîr dike.

Dema pîrikê seriyê wî dît, di cî de rû avêt û bi zimanekî tûj deng li berdestên xwe kir ku bi lez oda zarokan bimalêþin. Wê hêþt ku mêvanê xwîngiran di nîvê odê de, heya bi demekê, bête tevizandin û lal bimîne.

- Bê qusûr, biborîn.. ez nizanim çi bêjim… berî her tiþtî, te ez naskirim. Piþtî berxwedanek ne hindik, mêrê Meyrê pevokên xwe dan dû hev. Dema Pîrikê aliyê wî yê din naskir, ji nuh ve dilêriya xwe kom ser hevkir û bi mirûzekî bê hest lê nirî û got: “Na, bes ne dûre ku, tu carekê bi jina xwe re hatibe cem min. Rojê evqas kes di cem min re derbas dibin, keremke tu çi dixwazî”.

Mêrik demeke dirêj bê deng dimîne, pêlek wî dibe û yek tîne, çawa jê re bêje ku, pîreka wî dibêje, lawikê wê bi keçikekê hatî guhartin. “Ne dûre ew bêje min tu merîkî dînî û divê bi ser de jî polîsan ji min re bîne”.

- Keçika me birçiye û memikên dê nagre.. ev bû sê roj ji bilî ava þêrîn tutiþt neketî zikê wê”. Sawa ku di çavên Pîrikê de derbûbû vedimre…

- Xwe netirsînin, ev tiþtekî normale. Zarê nuhatî ku heya bi çar-pênc rojan jî tiþtî nexwe nexeme. Bes bila pîreka te bizavên xwe bike û dema zaro motacî xwarinê bibe, wê ji ber xwe memkan bigre.. Ma ew ya weyî pêþî ye”. Mêrik, seriyê xwe bi angoya “belê” hejand û piþtî hinek þîret jê girtin rabû ser xwe da ku derkeve. Berî ew ji derî derbas bibe, dengê Pîrikê ket guhên wî. “Eger ku, keça te piþtî du rojên din pêsîrên dê negirtin, divê hûn þîrê qutiyan bidinê û pelê ku, li ser navê þîr nivîsandibû da dest wî”. Pîrikê dixwest ku di dema axaftina xwe de, tinaziyên xwe bide þûn lê bizavên wê bi ser nediketin û heya dema ku mêrik di qurzîka çavekî de hinek hêrs rijand jî, wê nikarî berkeniya tiraziya xwe jê veþarta.

Bi rêve, danûstandineke bê dilovan ew bendkiribû; ramanekê dilê wî sar dikir û yekê jî pêlên guman û nedilbicibûna wî germtir dikir.nemaze berkeniya wêyî tinazî ku dihate bîra wî dihêþt gumanên wî tûjtir bibin. “Bes.. na wilo nabe.. çawa nizane.. wê bi devê xwe du-sê caran, ji min re, got keçika te, bêyî ku ez matbûnekê di çavên wê de bibînim”. Hîne evê bersiv û encamê cihê xwe di dilê wî de negirtî, ramanên reþ bi ser wî de dibarîn; “çawa ewê zanibe ku zêdebûna min law an keçike û wê ez nasnekirim. Ma ne piþtî min got; keça min birçiye, wê jî got keçika te.. Bes bûyer ne ji mêje û wê jî got ku, rojeke tekaneye di jîna wê de û bawer nake ku, careke din ewqas Pîrekên bi ducana li cem wê bighên hev”. Bi vê baweriyê hinekî dilê xwe rihet dike û dikeve ser riya gund.

Sê-çar rojên din di ser pênc mendalên nuhatî re derbas dibin. Ev herdu zar, her roj bêtir dihelin. Bavên wan li deriyê bijîþkan vedipekin, mêrê Xecê dikir ku, xwe buxwe û bi ser bijîþkan de dikir qîre-qîr “çawa tunexweþiyên wî tunene, eger wiloye.. çima þîr venaxwe”. Di sê rojên pêþîn de, wan hinek ava þêrîn û razyane vedixwer, lê piþtî wan sê rojan, nema evan tiþtan jî vedixwen.

Gundê Cindo û Kêþikê nêzîkî hevin, mirîþkên wan tevlî hev dibin, pir jin bi hevdu berdêlkirine, lê pir xwîn jî di navbera wan de rijiye û ewan mirîþkan fêm nedikir; dîsan jî diketin ekûr û ser sînorê gundê din, dê bihþtana þerekî nuh bi hevdukeve, xwîn bêtir bête rijandin û keçikên nuh gihayî bibin qelen da ku, karibin kuþtiyên xwe di yek mezel de veþêrin.

Piþtî bîst û yek rojan, ji girî û lavlav.. ji bijîþk û dermanan, lawik cara dawî deng ji xwe derdixîne û dikeve xewke bê þiyarî. Qêrîn bi Xeca Bilo dikeve û mêrê wê weke koviyekî birîndar êrîþî ser candekê lêwik dike û di ore, azireke hovî dilê wî dikole, kesên ku li dora wî civyabûn çiqwas dixwestin wî ji ser cendekê lawikê mirî rakin, lê bê çare jê vedikþîn û demeke dirêj di wê kefleftê de man da ku karibûn lêwik ji hembêza wî derînin.

Di rê de û piþtî ku, lawik veþartin Xeca Bilo ketibû nav komeke jin û bi þênî berve gund dihatin, carina deng bi met an jî xaltiyek lêwik diket û xelkê negiriya azirî ya Xecê bi angoya birîneke kûr fêmdikir û digotin; “Rebenê, piþtî heft keçikan û sondxwarina mêrê wê ger ku, zikê dawî jî keçik be dive ji cem Pîrikê bide ser riya mala bavê xwe; dê ew li xwe heram kiriba… Piþtî van heft keçikan bi lawikê xwe þanebû, Xwedê dilê kesî neþkîne”. Xecê jî ketibû nav mij û dûman de, dê çawa ji mêrê xwe re, windabûna sê cotên bazinan, bin cil bike.

Gava gotin û wêneya mêr hat bala wê, çavên xwe li wî gerandin, lê bê pêjin bû. Ji gava ku ew gihîþtibûn nêzîkî goristanê kesî ew nedîtiye, çend caran li dor wan daran û bi çend dengan lê gerîyabûn da ku, seriyê wî xweþbikin, lê bê sûde bûn û nuha, Xecê jî çavan digerîne lê mêrê wê “bûbû pariyek nan”.

Ew hîne di nîvê rê de bûn dîtin ku, ji wê ve komeke jin û mêr rahiþtine candekekî bi çûk û bi þêniyeke hêmen ber bi mezel ve tên. Gava ew nêzîk dibin û çavên Xecê bi Meyra Xemê dikevin û dinase ku, ya mirî keça wê ye, qijînî bi dil û zimanê wê dikeve û bi êrîþiyeke kovî xwe dajo ser cendekê keçikê, berî ew bighe wê çend pîrek wê digrin û guhnadin lavlavên wê ku, bihêlin ew nerîna dawî li keça xwe bike.

-           “Stûyê min biþke, mala min wêran bikeve. Ew ji ser hiþê xwe çûye, her miriyekî dibîne bi wêye ku, lawikê wêyî miriye”. Pîrejinek dilorîne û Xecê ber bi gundê reþ ve dikþîne.

 

Cindirês 1999

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org