Hevpeyvînek di gel Baqî XIDIR  

Pîr RUSTEM

                                                                        

Dengbêj “Baqî Xidir” yeke ji yên meyî kevine. Di her demekê de, bablîskek bi serê darê dikeve, lê dar hertim di cihê xwe de dimîne. Di wan rojan de, di demên van bavan de, tinebûn, xizanî, perîþanî, nezanî. Bi meremeke fireh, bindestiya wî dihêþt ku, mirov ”Mirov ê Kurd” xwe tineyî bibîne. Lê van camêran, xwe li pêþ pêlên reþ digirtin. Hêviyek tenê, di dilê wan de dipirpitî ku, karibin çirûskekê, di jiyana tineyiyê de, bipiþkivînin.

     ? piþtî ev temenê dirêj, ji berxwedanê. Ka em binirin, çi bi seriyê wan hat. Hunermend ”Cemîl Horo” yek bû ji wan. Ew çû dilovaniya xweda bêyî ku, mele ji quretiya xwe dakeve, û li xwe qebûl bike, û wî biþo û telqîn bike. Got “Ew dengbêj û mey vexwar bû”. ? di derxistina laþê wî de, du kes li pey (piþ) cenaza (Meytê) wî nemeþîn. “Mihemed Þêxo” ji nav me barkir, û qêrîna xwe hêþt “Ay felek, te çima li me wakir, te konê me, ji nav kona rakir.. .”. îro jî “ Baqî Xidir” kesî li dora xwe nabîne.

     Miletekî mirî, nikare camêrên xwe vejîne. Kurd zarên xwe “Hunermendên xwe” dadiqurtîne. Lê dîsan jî, ew bê sûce. Eger ku, damar ziwa nebin, dar wê her bimîne þîn. Ger çiqas jî pêlên reþ, bi ser me de tên, lê hêvî wê her di dilên van camêran de, bihna xwe li holê belav bike.

     Min ji zûde dixwest, wî bibînim û lê guhdar bikim. Bihîstina min jê re, pir bîranînin xweþ tîne bala min, rojên winda, zaroktiya min tîne ber çavan. Naskirina min ji wî re divegere berî- evê dîtina min jê re- bi bîst û pênc salan. Ezî heft- heyþt salî bûm dema ku, bavê min kasêtekî wî anî û me lê guhdarî kir.

     ? mîna her tiþtên ne li bal, ji niþkave, ez di vê demê de, li “B. Xidir” rast hatim. Kale-mêrekî tenik- dirêje, di hest û qelafeta xwe de. Min xwest ez her tiþtên wî bibhîsim. Lê mixabin, wî zû bi zû, xwe bi dest min de ber ne dida. Divyabû ez fireh-fireh, li wî biqelîzim, û piþtî pir kemendan , me karîbû ew bixista xefka pirsan de.

 

     * “B. Xidir” dengbêjekî Kurd e, ji herêma Koban ê, ji Kurdistana Sûriyê ye. Yeke ji dengbêjin meyî kevine (Kilasîkî) ye , deng û þêwek wî veqetî ”cihê” heye, belkî evbin tiþtên ku, em li ser we dizanin. De ka tu xwe bi xwendevanan bide nasîn.

 

     *  Di sala xelê de, sala 1920 an de, di gundê Þêran de, li Koban ê ji êþîra Ela-Dîn min çavên xwe li ser dengê giriya xwe vekir. Eþîra me koçerbûn, û min ji koçeriyê heznekir, û piþtî ku em hatin Koban ê, ez bûm cendirme (Polîs), ji hukometa Sûriyê re. Di sala 1941 an de, û di piþt re dibim cendirmê belediyê.

     Di sala 1947 an de min cara yekê jin anî, cara dudiwan di sala 1955 an debû. Heyþdeh zarên min hene, jê yanzdeh lawin, yê mezin Evdelah, di þerê Lubnan ê de martîr ( Þehîd) ket. Min pir hêsir û çend stran li ser çêkirin. Min heya bi senfê nihan xwend, û di piþt re bûm þivanê gund, û di demekê de jî bûbûm mele.

 

     *  Stran, jiyan, çêrok, û destan.. . û em karin hîne bi pey hevdin. Em karin bêjin, ev gotin giþ meremeke wan heye, nemaze ji kesên dengbêj re. Te kengî dest bi strana Kurd î ya destane kir.

 

     *  Berî her tiþtî divê tu zanibî, bavê Min ”Xidir Hindawî” dengbêj bû. Ev di cih de tîne bîra mirov ku, hîne di zarokiya xwe de, ez ne dûrî strana destane bûm. Min pirê wan ji devê bavê xwe girtibûn (lezberkiribûn). Lê heya ew saxbû (li jiyanê bû), min nestra, û weke ku min di kurtejiyana xwe de da xûyanî, min demekê karê þivantiyê kirî; Evê yekê jî, û rewþa kesê þivan û tenêtiya wî hêþt ku, stran bibe hevalê minî bi tenê.

 

     *  .. . ? piþtî ku, bavê te çû dilovaniya Xweda, te ji kuve dest pêkir, ango derketina teyî holê, tu çawa derket.

 

     *  Ez û Mihemed Xelîl Xazî- di salên pêncî de bû- û Mihemed Gulî, li ser tembûrê. Em hatin bajarê Heleb ê, li cem KEMRÎFON, li ser sêlikan, me stranên xwe tomarkirin, û cara pêþîn li Lubnan ê belav bûn. Ev bû dstpêka derketina min, û pir karên din hêþt navê min belav bibe.

 

     *  Emê careke din li strana destane vegerin. Çine stranên te yên bi nav û deng, û eger tu karibî hinekî wan ji me re sayî bikî, ango temenê wan destanan, sedemên derketinên wan, dengbêjên wan.

 

     *  Stranên min gotine û tomarkirine pirin, û yek kare bibêje tev bi nav û dengin, û em karin çendekan bînin zimên, mîna: Hesenê Elî Begê. Salihê Naso. Binefþ (Cebelî). Husên Begê Zîlê. Delalê Edûlê. Memê Alan. Delalê Qereçî. Bê Mal. Dilo (1). Ewnî (2). Ez karim bêjim, stranên min ên bi deng evbûn. Wek tu dibînî bêhtirî wan destanan, û her yek ji wan, dîrokek li pey dimeþe. Wek ku berî nuh te xûyan kirî, û em karin hin mînakan bînin: Strana (Dewrêþ), temenê wê (180) sale, heft kat û nîvan bi stran tê gotin. Li ser þerê ku di nav êþîrên Kurdan ji aliyekî ve, û êþîrên Turk û Ecem û Ereban ji aliya din ve. Mînakek din, strana (Xezala Mendê) {3}, ji (350) î salî ve tê. Lê ji bilî vê yekê jî, hin stranên minî xasma hene, di gel alîkariya hin sazvanan.

 

     *  Hevoka dawî, pirsekê tîne bala mirov; Gelo têkiliya B. Xidir bi hunermend û dengbêjê hevdem û berî û di pey te re hatin. Te çi sûde ji wan dît. Nirîna te ji wan û berhemên wan re.

 

     *  Berî her tiþtî dive tu zanibî, di wan deman de, wek îro me nikarî dengên xwe bighandana hev, û di rewþek wek rewþa vî miletî, lê dîsan jî ne qedexe bû ku, me di pir tiþtan de alî hev bikin, çi di komcivîna hin moneseban de, û çi jî di derxistina kulamekê de. Mînakek bi çûk, strana (C. Horo) ya li ser nemir (Berzanî), saz ji min bû, û gotin û deng ji wî bûn. Lê bêhtir kêfa min ji M.X. Xazî li ser kemancê C. Horo û Elî Tico re dihat. ? ji dengbêjên kevin ên min sûde jê girtin ”Xidir Hindawî” û “Miþo Bakîr” in.

 

·         .. . ? yên vê demê.

 

     *  <ro ne wek duhe, dengbêj, sazvan pirbûne. ? piraniyên wan nasnakim. Lê bêhtir kêfa min ji “Mihemed Þêxo” û “S. Resol” re tê.

 

     *  Ger zaro negrî, dê memikan naxîne dêv. Çi dihêle ku yê dengbêj dest têxîne bin guhê de û ”Heylo kilaman bike”, ango ev tiþt, çirûsk, hesta ku dihêle dilê yê hunermend bê kizrandin, û qêrîna wî biteqe, çiye.

   

     *  Çelengî. ? ne titiþtî din. Sipehî û çelengiya pîrekê dihêle yek saz bike. Te dîtiye kesî li ser yeke kûr sazkiriye. Lê dive yek dûrî þeref û namûsa xelkê here,wan neyne ser zimanan. Carekê min ji C. Horo re gor “Çênabe ku, yek li ser namûsa xelkê bistirê” û min da ber çavên wî ku, çawa carekê li bajara Efrîn ê kirin ku, wî bikujin. Lê xwedê kir, em tev hazirbûn, û me ew ji nav destan revand. ? bila tu zanibî eger ku pîrek di civakekê de rûniþtibin, ez nikarim sazbikim, ji fedî “Þerm” re, û pir caran min xwe eþkere ne dikir.

 

     *  Tu bi xwe hatî ser wê tîpê. Pîrek di jiyana B. Xidir de, bi çi rolê rabû, lîst. Heya bi kîjan derecê, pîrekê tu qels û tineyî kir, an jî tu derxistî kîjan asûmanî.

 

     *  Wek ku ji berî kêlîkê, min dayî xûyanî. Pîrek hêþt ez bibim dengbêj. Erê ez gelekî fedokî bûm, lê evê yekê nehêþt ku ez ji sîh û heft keçikan heznekim, lê bi yekê re jî neçûm serî, û belkî te çêroka min û keçika ku tifû ser min kirî bihîst. Di demên ku ez þivan bûm, rojekê min pez bi aliyê kenara çemê Ferat ve alda. Ez li ser timbekî rûniþtim û min kurkê xweyî bi pênsid cih hatî perspankirin li xwe pêça. Sibeheke buharê bû, royek zelal ji piþt çiyan ve bi derket, û di wê hîngê de qelfek qîzên gund, bi ser min de hatin. Min jî dest xistibû bin guhê xwe de  û min heylo stranan kiribû. Katek-dudu çûn, pez winda bû, ro hat nîvro, lê keçik ji cihê ku tê de rûniþtibûn nelivîn, û gava min bir ku pez bi carekê winda bû. Min stran sekinand, û divya bû ez di nêzîkî wan re biborim. Dema ez nêzîkî wan hatim, yekê bi tijî dengê xwe got hêþt ku ez bibhîsim “Herî li serê me be, ev deng ji vê qelafetî dihat... Tifî” Ji ber vê yekê ez dibêjim eger ku, hûn dixwezin min nas bikin, ji piþ ve li min binirin.

 

     *  Em hinekî nêzîkî birîna rojane, birîna kefnikî bibin. Tu û polîtîk, têkeliyên te bi Partiyên Kurd re. ? tu bi yê din re, çawa li ser kurdiyeta xwe di axifî.

 

     *  Berî her tiþtî dixwezim bêjim bav-kalên min Erebin, ji êþîra Gêsiyane, ji herêma Heran ê, lê hîne bavê min, zimanê Ereb î ji bûr kiribû.

 

*   Tu çawa xwe dibînî.

 

     *  Ez Kurdim, lê mixabin, ne Kurd min qebûl dikin, ne jî Ereb, û careke din mixabin ku em bes bi navê xwe Kurdin. Çima M. Berzanî û Celal Telbanî li hev nakin. Partiyên me nesaxîne û dixwezin nesaxiya xwe berdin nav milet, û berdidin. Kê got (Newroz) ya Partiya ye heya ku her yek bixweze parekî ji vî miletî, bi ser xwe de al de. Her yek çavên xwe li kursiyê ye, lê tevî giþî jî, ez bi yekbûna wan re me, dîsa mixabin, kesî durust di nav wan de tineye. ? þaxê dudiwan ji pirsê, ez dibêjim stranên min gotine bersiva wê didin. Ji zû de, ez carekê derketim Turkiyê di dema K. >vrîn de bû. Li bajara Entab ê em rûniþtibûn, di civînê de yekî gote min eger ku çengelê bi ber te keve, wê te biþînin Amed ê, lê min dest xist bin guhê xwe, û min heylo Derwêþ kir.

 

*    Te kes nehêþt, ma Kurd tinene.

     

     *    Kurdên heqîq (Rast û durust) ên êzîdî ne.

 

     *  Pirsek bi lez û belkî a dawî  be jî, strana ku te dixwest hertim bibêje.

 

*    >mo ya >lê bû.

 

     ? di vir de dest xist bin guhê xwe de, û dest bi stranê kir. ? piþtî ku, hinekî kela xwe rijand û ew bê deng dimîne, ez jê pirsîm. Gotina dawî bibêj...

     

*   Em bê xwedî ne ( Xwedanin).

 

Cindirês 1997

 

Têbînî:

 

(1)     Herdu stranên dawiyê, yên wîne. Çi ji aliyê gorin,saz û bi dengê wî belav bûne.

(2)     Evî kesî li Turkiyê Qunsilekî Ciho kuþt, û bi sedema vê yekê reviya hat Sûriyê, lê dîsan jî hat girtin.

(3)     Ji gotina (Mend) yek dikare bibêje belkî ev dîrok, ne gelekî durust bin. Ji ber ku, gotina Mend, me vedigerîne (Tewrata) cihwa, û dîroka ji berî zayînê ku ji miletê Medya re digotin Mend. ? hêviya min ewe ku, rojekê destanlociyên Kurd î ku karibin dîroka miletekî binivîsînin.