Hevpeyvîn .. .

 Pîr RUSTEM kî ye..

 

     *  Di 4.3.1963 an de û mîna her zaroyekî, birçî, tazî û li ser dengê giriyê xwe, çavan li ser sûlavên ronahiyê vedike; Ew li gundê Çeqela ji herêma Efrîn ê ji dayîk dibe. Heyþt salên pêþîn min li gund derbskiribûn. ? piþtî wê em mala xwe bar Cindirês ê dikin,heya ku ez xwendina lîsê distînim, û ji bo ku xwendina bilind, di zanîngeha bajarê Heleb ê de bistînim, ez çend salên dawî li wir dimînim, dikevim zanîngehê û beþê endezyariyê dixwînim, lê ji berî ku, wê bistînim û piþtî ku dighêm rêza çaran dev jê berdidim.

     ? piþtî van çend xêzên jorîn, ez jî dipirsim: Pîr RUSTEM kiye; Belkî yek dikare bibêje ku, du pirtûkên wî yên kurte çêrok hene, “Çivîkên Beravêtî” di sala 1992 an de hate weþandin, û a dudiwan “Pilindir” di sala 1993 an de, û herdu jî ji weþanên kovara Aso ne. Digel gelek çêrok di kovar û rojnemeyên Kurd î de, mîna Armanc, Stêr, Aso, Jiyana Rewþen, Welat, Pirs û zanîn de hatin weþandin.

    

     *  Ji destpêkê de, navê te bi çêrokê ve hatiye girêdan, kêm nivîskar hene ku navê wan bi celebekî hunerî ve tenê tê girêdan, çima çêrok.. .@

 

     *  JI bihin tengiyê. Bi nirînek fireh û gelemperî ji gotinê re; Çi bihintengiya civak û rewþa ku, Kurd têde dijîn ji aliyekî ve, û ji aliyê din, bihintengiya min a kesîtî. Belkî yên ku bi min re dijîn tersî vê tiþtî di min de dibînin, lê ev wêne encameke ji bendora polîtîk li ser kesîtiya mine. Ji ber ku, bi me hatibû fêmkirin, dive em her yek Eyob ê pêxember bin.

     Lê dîsa ezê li pirsê vegerim, çima çêrok..@. Bi zanîn û naskirina sikolociya mirov, ku di hundirê wî de du hêz li hember hev dilivin; Jiyan û mirin, û nivîsandin a hêza jiyanê ye ku, nivîskar dixweze pê hêza mirinê basko bike. Tiþtê din ku hêþtiye em ber bi çêrokê ve biçin, û eger ku yek di bin ronahiya sikolocî de lê binhêre, ê bihêle em vegerin kaniyên destpêkê. Di zarokiya me her yekî de kaniyin hene, kesîtiya wî ya pêþeroj nîgar dikin. Di zarokiya min de jî, di wan heyþt salên ku, min li gundê Çeqela derbaskirine de, kesekî navsal û çêrokbêj, cihekî kûr û mezin di hestê minî veþartî de digre. Piþtî ku min çêrok ji wî digirt, û di roja din de, min zarokên di salên xwe de li dora xwe dicivandin, û çêrok li gor zanîn û hestê xwe, û bi rengekî nuh ji wan re digot.

     Piþtî ku, me bar Cindirês ê kir, kaniyek fireh û dewlemendtir li ber min vebû; Ezê di wê demê de, û di riya bavê xwe re, rastî kesekî bêm ku, pirtûkên wezareta Çandî a Sûriyê tên cem, û ewî jî li kesên ku dixwestin bixwînin belav dikir. ? ewê bihêle ku, di deh saliya xwe de, û heya bi þeþ-heft salên di piþt re, ez ji nivîskarin mezin re bixwînim, û nemaze ên rûsî (Sovyeta Berê), mîna Çîxov, Tolistoy, Lêrmentov, û hin çêrokên polîsî mîna ên A. Kirêstî.

     Di dawiyê de û mîna ku, nivîskarê Ercentînî ê mazin Liwîs Borxîs dibêje; “ Ev milet nikare efsanek ji du rûpelan bawer bike, çawa ku ji sed rûpelî be”. Lê dîsan jî eger ku, hinekî rewþa min a kesîtî ji vê sipîtir ba, ezê ber bi romanê ve biçûma. ? ez diçim”.

    

     *  Li ber çêrokên te gelek carî xwendevan bêyî têghîþtin dimîne. Têkeliya di navbera nivîskar û xwendevan de tu çawa dinirxînî.. .@

 

     *   Eleksandir Solcînistîn dibêje: “ Nivîsandin tîpin reþin, û li ser pelekî sipî hatine belavkirin, lê zanîna xwendinê ne bese ku tu karibî wan bixwînî”. Di destpêkê de, xwendevanê zimanê Kurdî, nemaze zaravê Kurmancî, xwendevanê Elfebê ye. Ev jî pir sedemên wê hene, em ne di wê pirsê de ne, û demek dûdirêj tê xwestin û piþtî avakirina pir bingehan heya ku, xwendevanê me yî hunerê bê holê. Lê heya ku, ev xwendevan jî hebe dîsan jî wê nikaribe, bê xwendinek rexneyî, bighe radeka nivîsarê ya dudiwan; Di vir de rola ê rexnevan tê xwestin. Bi nirînek metmetîkî; Ew du xelekin û dûrî hevin, nivîskarû xwendevan û heya ku herdu zevî, xelek bi heve bêne girêdan, dive xeleka yê rexnevan di nîvê wan ke ve.

 

     * Zimanê çêrokên te zimanekî herêmî ye, gelek peyv û pevokên girtî di çêrokên te de cih digrin, ev astengiyek balkêþe..@

 

     * Berî hertiþtî divê em zanibin ku, ziman ne bes gotinên ferhengê û rêzimênin. Erê ew þêweya danûstandinê ye û dive rêjîm û qewanînên wê hebin, lê gerek ev rêjîm ne pûtekî pîroz be; Ji ber ku, ziman berhemeke dîrokî, demkiye û ne ebediye. Li gor vê yekê û wek ku, ziman hatiye naskirin ku, meydana dilgermiyê ye, di nav bera nameziyê û gelemperiyê de, û ev têkeliya han têkiliyeke zindiye, hêþt ku ziman di pêvejoka xwe ya dûdirêj re derbs bibe, û li ser yek rêjîmê nemîne. ? eger ku herêmiya min ji hin gotin, an siwarkirina hin pevokan tê nerxandin, ev ne sûcê min e. Eger ku em razî bin an na, em lawên herêma xwe ne, û zaravê herêm Efrîn ê, eger ku em nav lê bikin zarav, ji zaravên Kurmanciyên jorîne. Ji bilî Efrîn ê, li “Xerbot û Urfê û Meraþê”  jî, tê bilêvkirin. Lê dîsan jî ne rêdaneke ku, weke”ziman” li Efrîn ê tête bilêvkirin, yek pê  binvîse.  ? eger ku wilo be, wê hîngê astengiyeke.

     Lê ji min jî nayê xwestin ku, gotinek Kurmancî û heya ku bingeha wê Soranî be jî, û di zaravê Efrîn ê de tê bilêvkirin, mîna gotina “Bisekin”, dive ez gotina” Raweste” bi kar bînim, û çima @; Eger ku li piþ wê ne meseleyên bin baskirinê bin, wê çi bin.

     Em Kurd bi gelemperî bindestin, û em Kurdên baþûrê biçûk, yek dikare bibêje bindestên perçeyên Kurdistan ê yên dinin; Vêca dive em Kurdên Efrîn ê jî bindestên Cizîrê bin. ? wilo dive em Efrîn î bin-bin bindest bin.

     * Zimanê çêrokê bingeha çêrokêye, tu jî dûrî {zimanê Gelemperî } dikeve, gelo ku her yek li zaravê herêma xwe xwedî derkeve, û guh nede zaravên herêma din wê rewþa zimanê Kurdî çawa bibe@.

     * Pirsa te bihna sûckirina min, di nivîsadinê de, dide ber çavan; Ango eger ku, em pevoka, {pirsa} te wilo bixwînin: Zimanê çêrokê bingeha çêrokêye, û ji ber ku zimanê te herêmiye, û ev yeka jî astengiyeke, lewre çêroka te ketiye xefka astengiyê. Ne xeme, ka em bibêjin; Eger ku zaravê Efrîn ê zimanekî taybetî ba, mîna çi zimanên cîhanê, wê hîngê ev çêrok di astengiyê daye yan na@.

     Ez naxwezim berxwedana xwe bikim, lê eger ku zimanê min herêmiye, ka bi zimanê ku ez a nuha pê di axifim, bi diya xwe re bi axifim wê çi ji min fêm bike, ne tiþtekî. Lê eger ku em bixwezin astengiyê deynin ber xwe, û li çareyekê bigerin, emê bibînin ku astengiya rast, heyîna xwe ji zaravên ku, pê tête nivîsandin distîne, çi kurmancî, soranî, zazakî û.. . astengiya me ji vir tê. ? li gor nirîna min, du rê û tecrûbe li ber mene, yek riya ku miletên “Ereb”; Min got miletên Ereb û ne miltê Ereb, û eþîr û zaravên wan, ku di bin ban û sîka Quranê de, bûn yek milt û yek ziman. an jî tecrûba miltên Awrûpa ku, çawa ji zimanê Latînî, evqas zimanên Ewrûpî bi derketin. Lawre dûr nebhîn ku, rojekê di rûpelûn dîrokê de, mîna van pevokan bêne nivîsandin; “miletê Kurmanc û miltê Soran û .. “. ? her yek ji wan bibe xwedî rêjîm, ziman û çandeyeke cihê.

 

     * teknîka çîroka te tevliheve, tu  azadîyê didî hest  û mejî û destê xwe ,ku tu sînor ji forma çêrokê re nayê holê@.

 

     * Eger ku tu ji min bixwezî, hunerê bi gotinekê bidim zanîn. Ezê bibêjim; Azadî, û azadî dînbûn e. Ango azadî, dînbû, huner, di zeviya zanînê de yek merem wan heye. Dr. Xalîde Se,îd dînbûnê wilo dide nasîn ku; “Nîþana her kesekî dixwaze azad bijî, û xwe ji bindestiya sinc û ramanên yek reng azad bi kê ye”. Dînbûn surgûniye, civak te ber bi devê þûþe têve dide, û ev dem a bihn çikandinêye.

     ? berî her tiþtî, nivîskar  ne kesekî sirûþtiye. Li gor dîtina S. Fruwêd; Kesê nivîskar dixwaze xeyal û xewnên xwe yên torekî, {cinsî} bi rengekî ku, bihêle milet bi çavekî li wan binhêre, bi der bixîne; Lawre ew dibeze nivîsandinê, û xwe li ser sipî-pelan tazî dike. Mirov di jiyana xwe de, carekê xwe tazî dike, dema ku ew û pîrekê li hev dicivin. Lê kesê nivîsar, carek din, xwe bi pelê sipî re tazî dike.

     ? eger ku, em vegerin dibistanên rexneyê, emê bibihînin ku, hertim nivîsandin hebû, û li gor wê dibistanek rexneyî ava bûye. Ango wê ti form tinebin ku, em kirasê pîroziyê bi serde berdin; Muhemedê “pêximber” bingeha ola Islametiyê danî, di roja ku kete hundirê (Ke’bê), û pûtên Qureyþiyan þikandin. Nivîskar jî, divê pûtên form û dibistanan biþkîne ku, karibe berhema xwe, ola xwe derîne holê. Tu dikarî bibêjî ku, nivîsandin ceribandine.

 

     *  Di van çend salên dawî de, çêroka Kurd î li baþûrê biçûk radibe ser lingan, dîroka pêvajoka me jî gelekî qelse, gelo ev astengiye an na.. .@

  

     *  Na, ev ne astengiye. Ji ber ku, asteng di zanîna xweyî ferhengî de xendek û gewriya ku, du golên avê (dengiz) dighîne hev, ango fetisandine. Li gor vê zanîna me ji gotina asteng re, ka em li pêvajoka çîroka Kurd î binhêrin; Emê bibhînin ku, ev celebê nivîsandinê li cem me Kurda nuhe. Erê û belkî yek derkeve, û bibêje; Ji berî nuha jî çîroka Kurd î hebû, lê ne li gor çîroka nûjene. Lewre em nikarin nav li wan bikin çîrok, li gor naskirina me ya îro ji çîrokê re.

 

     *  Rewþa pexþan û çîroka Kurd î li baþûrê biçûk tu çawa dibînî, asoyên li ber vekirî çine.. .@

 

     *  Pexþan û çîrok bi xwe nuhe, li ser destê çend “bavan”, wek “Çîxof, Mobesan, E.A. Bo”, hatiye bingehkirin. ? ne tiþtekî veþartiye ku, yek bibêje; Ew encameke ji yên þaristaniya alavê ye, ku piþtî wê mirov xiste bin bandora xwe, û di devê þûþe de dîlkir,  hêþt ku li þêweke nuh û li gor dema mirovê îro, li gor bihintengiya wî ya ku, tê de “dijî”, bigere û êþ, bîr û baweriyên xwe derîne.

     Arnold Tiwênbî dibêje ku, “Milet ne di demên hesan de bi pêþ dikevin, dijî vê yekê, ew di demên zor û tengiyan de ber bi pêþ ve diçin”. Vêca li gor vê nirînê em karin bibêjin; Ku çîroka Kurd î, dê gavin fireh di demin kin de bavêje.

 

     *  Nivîskarên Kurd li baþûrê biçûk di rewþeke xerab de ne, ne rojnemegerî li ser heve, ne ti pencere vekirî hene û zimanê Kurd î jî qedexe ye. Di vê rewþê de, pêþeroja xwe bi çi awayî pêþkêþ dike.. .@

 

     *  Astenga nivîskarên Kurd pareke ji astengiyeke gelemperî ya ku, miletê me têde dijî. Di roja îro de þerê heyîna miletê Kurd, bêtirî her demeke berê tête kirin, di herêmên Kurdistan ê seranser de. Lê dîrok tiþtekî balkêþ dide ber çavên me ku, Kurd di demên xerab de, di firkên dîrokî de heyîna xwe dertîne holê.

     Lê mixabin, xûya ye ev dema dûdirêj ji bindestiyê, hêþt sîkolociya Kurdan bête guhartin û bibe a kesekî kole, û eger ku tu wî kesî azad bikî jî, ewê berî her tiþtî xwe bide kuþtin. Tecrûba Kurdên meyî bakur li ber çavaye. Lê di baþûrê biçûk de, mesela me hîne xerabtire; Ji bilî van tiþtên te gotine, eger ku rewþa tevkera polîtîkî li ser hev ba, wê meydaneke hêviyan li pêþ me veba. Dîsa jî eger ku yek li tabloya çêroka Kurdên baþûrên biçûk binire, wê hin çirûskan bibîne û ev jî hêviyekê dide me, ku em di pêþerojan de çêrokeke kurdî bejin bilind bibînin.

 

Helîm YOSIF