Pîr
RUSTEM
Ji roja îna 12.3.2004 an de û ta roja îro miletê me û li seranserî Baþûr-Rojavayî Kurdistanê ranewestaye û her roj çalakiyên miletê me xurttir dibin û bend û sînorên tirsê bêtir diherifîne û wilo bi rêjîm û zordestên ku bûye evqas sal û ew xistî bin êþkenciyê dê nema karibe rê li ber wî bigire û nehêlibe serî hilde û ev miletê han jî û weke hemî gelên cîhanê bibe xwedî maf û dewleteke serbixwe.
Ev bûyer û weke ku me ji devên gelek heval û rewþenbîrên me yên li bajarê Qamiþlo rûdinin girtiye; Ji aliyê cemawerê Ereb, ku bi tîpa xwe ya gogê û ji bajarê Dêra-zorê de bi ser xelkên me yên Qamiþlo de hatibûn hate dadan û tûjkirin. Û ji bo ronîkirinê, ev bajarê Dêra-Zorê nêzîkî sînorên Îraqê ye û xwe bi ser wêderê ve dijmêrin û pirê caran û bi rengekî aþkere xûya dikin, ku ew li piþta Sedam HUSÊN in û tevî evê rastiyê jî rêjîma Sûriyê çavên xwe li ser wan digire ji ber ku ew ji aliyê din ve û bi rengekî hovane dixwezin þerê kurdan bikin û wilo ew dikevin raja konevaniya dewletê.
Belê ev cemawerê ku amedeye di her kêlîkê de þerê kurdan bike û nemaze piþtî hilweþandina rêjîma Îraqê û girtina serok û simbola wan; xwînvexwarê Îraqê Sedam, ew bêtir har bûne û nemaze dema wan dît, ku hêzên dewletê yên ewlekariyê rê li ber wan vedike û zixtan li Kurdan dike. Wilo wan rê li ber xwe vekirî dîtin ku ewan siloganên xwe yên li dijî Kurdan bi otombêlên xwe ve daleqînin û hin siloganên ku bijîtiya Sedam dixweze û wêneyên wî di hundirê bajarê Qamiþlo û meydana wê ya gokê de hildin û gihîþt, ku ew êrîþên xwe bajon ser dikanên Kurdan û wan talan bikin û xeber û sixêfan ji Kurdan re bidin û bêjin wan: Kurên seyan derkevin, vaye em li kolanane û Emerêka jî ne li vêderê ye ku piþta we bigire.
Evan hemû kar û qirêjiyên wan hîþt, ku hinek xortên me germ bibin û ew jî li wan vegerînin û dema ku wan lê vegerand evên din û bi piþtgiriya hêzên dewletê êrîþên xwe bi hev re birin ser Kurdan, weke ku ew berê hatibe danîn; ji ber ku ev cemawerê Ereb, ku bi tîpa xwe re hatibû tevî çekên xwe derbasî hola siporê bûbûn, bêyî ku tikes li bêriya wan binire, tevî ku xortên Kurd û ji aliyê hêzên ewlekariyê ve dihatin lênerîn û li gor agahiyan, ewê herî pêþîn ku gule li xortan barandibû parêzerê bajarê Hesekê bû ku ji wî dihate xwestin aramiyê têxe nav milet ne ku þer tûjtir bike.
Evan karên teror ji aliyê hêzên ewlekariyê û hin þovenîzmên Ereb hêþt, ku þer firehtir bibe û bigihe hemû deverên Kurdistana Baþûr-Rojava û heya perçên Kurdistanê yên din û xelkên me yên Ewropa jî û ji sê rojan de û heya nivîsandia evê nûçeyê jî xelkê me yê li herêma Efrînê li ser piyaye û li kolanên bajarê Efrînê hêzên Sûriyê yên ewlekariyê û milet bi hevketî û bi hezarên guleyan bi ser seriyê milet de tête barandin û li gor agahiyên digihên me çend balefir jî di ser bajêr re digerin û weke xuyaye, hejmara birîndaran jî pire, ji ber ku nexweþxwanên Efrînê bang li milet dike ku xwînê bidinê.
Ev firehbûn û çalakiyên bi hêz jî piþtî hinek tiþtên ku di du rojên çûne de li darketibûn û nemaze piþtî ku roja duh çend þehîd rakirin û hin wêneyên serokkomar qetandin û aramiya ji aliyê dewletê ve, lê vaye ew careke din bi hev dikeve û hêvî ewe, ku ev dewlet karibin bi hiþmendî û riyên aþtiyane pirsgirêkên miletan çareser bikin û ne bi riya tiving û balefiran û hêviya me ji miletê me, çi li hundir û yên li derve û heya ji ajans û televizyonên me û hemû hêzên Kurd, ku miletê me fêrî çalakiyên aþtiyane bikin û li mafê xwe bipirsin û em bi hev re karibin dengê evî miletî bigihînin hemî hêz û rêxistinên mafên mirovan û heya Rêkxirawa Netewên Yekgirtî û serokê wê birêz Kofî ENAN, ku destên xwe têxin meselê û evê komkujiya ku tête ajotin bidin rawestandin û doza miletê me li evî perçeyî ji Kurdistanê bête çareserkirin û helbet ew jî bêyî rawestandina Yasna Awerte û demezrandin welatekî nuh û li gor têgihêþtinên mafên mirovî yên rewa û welatekî demokrat dê zor be û gotinin di bê de bin.
Cindirês-18.3.2004