Îslam û Pîrozî  

Pîr RUSTEM

     Çima ramyariya Îslamî nikare ji dîroka berî (1500) sal derkeve, û çi dihêle ku, mirovê Misliman û di her tiþtê xwe de bawkiya ewên pêþî bike. Ango, çi dihêle ku, ew ji dîroka îro bireve û bizavên xwe bike ku, li gor rabûn û rûniþtinên dema “Pêximber”, û jiyana wê çaxê bijî. ? eger ku, karibe dê zorê li “Yê Din” jî bike, da ku, ew jî li gor wê dema berê jiyana xwe nîgar bike.

     Li gor dîtina me, bersiva pirsên çûne di gotin û têgihêþtina “Pîroziyê” de ne; Ewa ku hêþtiye deqa Quran ê, û piþtî þikandina pûtên hundir Kaibê, bi xwe bibe pût û li pêþiya her guherîn û pêþketineke nuh bibe kelem, û rê li ber her zîrekiyekê bigre ku, ew di herî û kevza wê golê de bîte fetisandin.

     Bi gotineke din; Eger ku, tu banekî ji xwe re deyne, dê tu yê nikaribî ezmên bibînî. ? mixabin deqa Quran ê, ji fikir û ramyariya Îslamê re, banê Herî bilinde, û gihîþtî pileya ku, em wê weke jêdera her zanyariyekê, afrandinekê bibînin.

     Ango û li gor ramyariya Îslamê, ew; Deqa Quran ê jêdera evê zanyariya me ya îro ye, û her afrandin û pêþketinên di hemû waran de, ji wê deqê hatine wergirtin, û wilo ew gihêþtine ewê baweriya ku, dibêje: Xweda bi her tiþtî dizane û wî ew zanyariya xwe xistiye hundirê wê deqê, û tiþtê ji me tête xwestin ku, em wê þîfrê vekin. ? wilo ew evqas çalakî û bizavên mejiyê zanyariyê ku, ji sedê salan de li Ewropa dest pêkirî ji bîr dikin, û hemû berhemên wê li piþ guhê xwe dihêlin.

     Mêjiyekî ji va ton-rengî ku, her tiþtî di “Pûtê” xwe de dibîne. Ango, her tiþt ji wî re amedeye, û Xwedê ji pêþî de hemî zanyarî xistiye wê deqê, û bi ser de jî evên din; Ewropî ji me re kirine kole û xizmekar ku, ew mejiyê xwe biwestînin û bi þevûroj çalakiyên xwe bikin ku, afrandin û têknolociya nuh bi pêþxînin, da ku, ew têxin raja me muslimanan. Helbet kesên ku, ev baweriya wan be, dê ti carî mejiyê xwe newestîne ku, ew jî bibe xwedî fikir û zanyariya nuh, û emê “Efsana Gilgamiþ” weke rasteqîneke dîrokî bibînin.

  

Cindirês - 2003