Îslam û Zordarî

Pîr
RUSTEM, Pirrustem@amude.com
Me
ji zû de dixwest, ku em nêzîkî vê mijara xwe bibin, lê pir tiþt û
sedeman em didan þûn, û belkî ji yên beloqtir ev bûn; Zor û dijwarbûna
lêkolîneke ku, bivetiyên xwe pirin û dihêle yek bi tirs nêzîkî wê
bibe, çi tirsa di hundirê mejiyê wî yê veþirtî de, û çi jî tirsa
ji derdor û hêzên civakê, û nemaze ji olperestan, tevî ku, “Dazana Cîhanî
ya Mafê Mirovan” dibêje: “Mafê her mirovekî heye ku, aza birame û
ola xwe hilbijêre, û ji mafê wî ye, ola xwe biguhêre.. û bi rengekî aþkere
pê rabe, çi bi tenê yan jî digel hinên din.. .”{1}.
Erê ew “Dazan” rê dide yekî ku, ew di warê olî de aza ye,
weke di her tiþtekî din de, lê xwediyên ramana kevneperest, wê yekê li
piþ guhê xwe dihêlin, û bi navê “Pîroziyê” þerê ramana pêþverû
dikin; “Îdyologiya olî.. di destê kevneperestên Ereb de çekeke “dîtiye”
ku, pê þerê hêzên pêþverû dikin”{2}. ? em di roja îro de karên
wan ên teror dibînin. Sedema din ku, dihêle yek zû-zû nêzîkî karekî
wilo nebe; Kêmjêderên di dest me de, helbet ên bi erebî, ji ber ku, bi
zimanê Kurdî tiþtek nîne, û ewên ku têne wergerandin bal zimanê erebî
jî, ev rêjîmên zordar rê nadin ku, derbasî hundir civakê bibin.
Helbet hinek sedemên din jî hene; Çi zor û zehmetiya wergerandina
her tiþtî ji zimanekî din, û kêmdîtina zarawên ku, tu pê karibî
ramana xwe bighînî xwendevan, û çi netêgihêþtina ewê bi zimanê kurdî
dixwîne, ji ber ku hîne xwendevanê me, helbet ne tev, di pileya elfabê
de ye. ? tiþtê din jî, pir caran kovar û dezgehên me newêrin mijarên
wilo belav bikin.. û hwd. Evan tiþtan dihêþt ku, em zû-zû nêzîkî vê
mijarê nebin, lê piþtî bizava “Rojnameya Deng”, em têgihêþtin ku,
civak û xwendevanê Kurd dikare digel van babetan bide û bistîne, lewre
me wêrîbû xwe nêzîkî vê çêrokê bikira.
Bê gûman, dê sitûna yekem ji mijarê re, “Pirtûka Quran” ê
be, û emê bendên wê li gor “daketin”, nivîsandina wan bixwînin, û
ne weke ku, di pirtûkê de hatine, tevî ku, li ser wê yekê jî negihêþtine
hev; “.. ? li ser rêzkirina bendan negihêþtin hev, ew lihevhatine yan jî
zîrekiya hevlên pêximbere.. “{3}.
Helbet mebesteke me, ji wê yekê, heye; Ku em karibin, sertî û hiþkbûna
wan bendan, li gor çûyîna demê û avakirin û xortbûna dewleta Îslamî,
nasbikin. ? di baweriya me de ev jî tiþtekî girînge, ji ber ku, di bendên
pêþîn de; Di dema ku hîne ola Îslamê qels bû, emê bibînin guftûgoya
wan bi yê din re nerim e, lê her ku, hêza wan xortir dibe, deng û guftûgoya
wan jî bi “Yê Din” re sertir dibe, û wan dixin bin darê zorê.
Mijarên olî ji zû de bala mirov kiþandiye ser xwe, û hêþtiye
ku, ew gewreyeka fireh, ji bîr û ramanên xwe, bide wê yekê. Ango ew
yeke ji babetên herî girîng ku, hêþtiye mejiyê mirov pê mijûl bibe,
û di derheqa wê yekê de, K. G. Yong dibêje: “Ol ji kevintirîn çalakiyên
mejiyên mirovane û ya herî firehtire”{4}. ? em dikarin bibêjin ku, ew
dihêle jiyan; Çi ya mirov be yan jî ya civakî, li dora wê bizîvire.
Ango, sitûnê liv û tevgera jiyanê yê herî pêwîst, ole, tevî ku di
van sedsalên dawî de, zanyarî roleke girîng dilîze, û ewê di rojên pêþîn
de zora olê bistîne, û têkeve þûna wê de.
? ji ber ku mijara me li ser ola Îslamê ye, emê xwendineke, bi
lez, li civaka Qureyþ bikin, û nemaze di warê olî de; Bê gûman
civakeke weke ya wan ku, bingehiya xwe li ser êl û malbetan hatiye
avakirin, dê cudayî û ne lihevkirin, navnîþana herî berz be, û em
dikarin di vir de “Þerê el Dahês wel Xebra” bi bîr bînin. Tiþtê
din; Civaka koçeriyê û ji cî hilbûna hertim, û gera li cihekî nuh ku,
av û þînkayî lê hebe, dê nehêle tu bibî xwedan bajar û þaristaniyê,
lewra û weke ku, Dr. W. Beþor dibêje: “Heya ji berî zayînê û bi sed
salî navê Ereban neketibû nav navên gelan, kesî bi wan ne bihîstibû”{5}.
Lê piþtî damezrandina hin Imperetoriyên mezin, weke ya Pars û
Roman, û bi xêra wan, hin xan û rûniþtgeh li beyara Ereban têtin
avakirin, da ku wan Imperetoriyên ji hev dûr bi heve bêtin girêdan, û
bazirgan li wan deran þevên xwe biqedînin. Ev cih, û bi dirêjiya salan
re, dibin bajarên weke Mekê, û jiyana bazirganiyê dihêle ew þaristaniyê,
ol û Xwedêyên miletên din nasbikin, û hin pûtên wan ji xwe re
bînin. “El Kelbî dibêje: Emro bin Lihe kahin bû û.. cina xwe pêþe wî
dikir. Wan
jê re got; Bilezîn û ji Tuhame derê.. were Sefa Cedê, tu yê li wir pûtin
amede bibîne, wan bîne Tuhame û netirse, û bang li Ereban bike ku, nimêjê
ji wan re bikin.. “{6}. ? eger ku em vegerin jêdera vê xalê, û bi
zimanê erebî bixwînin, emê nasbikin ku, zimanê Quranê û wê, heya bi
ku, ji hev ve nêzîkin.
Lewre di civakeke wilo de, û piþtî ku,
Qureyþ ji civaka koçeriyê derbasî ya bajartiyê bûn, û bingeheke aborî
xort hate danîn, û naskirina wan ji hin olên dîtir re, weke yên Ciho û
Zaredeþtiyan divyabû ku, ew jî rengekî bilindtir ji bîr û ramanê
nasbikin. ? ewê vê yekê di riya Mihemed re ku, yek bû ji serekên
bazirganan, nasbikin û ewê bihêle civaka Qureyþ rengekî nuh ji têkiliyan
binase.
Wî; Mihemed û hîne ji berî ku, ew bibe
xwediyê karwanekê, û dema ku bi amê xwe; Ebî Talib re tête Þam ê, ew
li ba Rahêb Behîra hînî hin baweriyên olî dibe. Lê hînbûna wî ya
bingehîn û berztir, ewa ku, di civaka xwe de, li ser hatibû perwerdekirin
e. Bi gotineke din civaka Qureyþ û weke ku, em dixwînin, pir Xwedê
naskirin, ango ew ne civakeke rijbû weke ku, olperestên Muslman dibêjin.
Di hundirê Keibê de sêsid û þêst pût hebûn, û yek ji wan bi navê
“Elah” dihate naskirin, bavê Mihemed; Ebd-elah jî, nimêj ji wî re
dikir, û bi wî Xwedayî ve
hatiye girêdan.
Civakeke wilo pir Pût-Xweda, helbet dê
pir zor be ku, tu wan Xwedêyan û bi carekê re bavêje. Lewre divyabû ew
bi hiþmendî û riyeke nerim, nemaze di destpêka banga xwe de, nêzîkî
wan bibe û pir caran zor û kotekiya wan jî daqurtîne, û emê vê yekê,
bi rengekî berz, di bendên pêþî de bibînin, weke ku ew di vê bendê,
dibêje: “Bila arama te ji gotinên wan re hebe, û bi rindî ji wan bi dûrkeve”{7}.
Ev bend ji yên pêþîne ku, li Mekê daketine ye, û em baþ dibînin ku,
dengê wî di vir de pir nizme.
? hîne mînakeke ji ya berê berztir, ewa
ku têkiliyê bi “Yê Din” re nîgar dikê ye, di wir de dinivîse: “Bêje,
ey gawirbazino, ewên ku hûn wan diparêzin ez naparêzim, û hûn jî yê
ku, ez diparêzim naparêzin, û ezê neparêzim ên ku we parastine, û hûn
jî naparêzin ê ku ez diparêzim, ola we ya we ye û ola min a min
e”{8}. Li gor evî sûretî, ola muslmantiyê, zorê li tikesî nake da
ku, dev ji ola xwe berde.
? eger ku, em ji destpêkê de, û heya bi
dawiyê bala xwe bidin van bendan, emê baþ têbighên ku, Mihemed û di
rojên pêþî de ji ola xwe, dema ew hîne di pêçekê de bû, wî bi
helwesteke nerim, bi “Yê Din”; Gawirbazên Qureyþ, re di axive, û ne
tenê wan bi zora þûr û xwînê nîne ser ola xwe, lê heya rê dide wan
ku, her yek li ser ola xwe bimîne. ? ne weke ku, el Celalên dixwezin bibêjin;
“Ku tenê ev yeka di wê demê de, di dema daketina evî sûretî de, rast
bû”{9}.
Eger ku, wilo be gereke em pîroziya
“Pirtûkê” ji seriyê xwe bavêjin, tevî ew û bi gotina ku,
“ayetina ayetin piþaftin”, rê didin xwe ku, wan bendan li þûna xwe
bihêlin, lê ev bi xwe jî kêmasiyeke berze ji yên Quran ê. ? emê di pêvajoya
mijarê de bibînin ku, Xwedê jî gotinên xwe diguhêre, û li wan poþman
dibe; ? wilo yek dikare bibêje ku, ti cudayî di navbera wî û mirovan de
tine ye.
Helbet ev guhartina gotinên “Xwedê”,
yên Quran ê, dê ji alî me ve bihatana pejirandin eger ku, ew weke tiþtekî
pîroz bi me nehata danasîn. Ango me yê ev ton guhartin bi pejiranda, eger
ku wan li pirtûka Quran ê biniriya, û ew weke her pirtûk û berhema dema
wê bidîta ku, li gor civak û þert û mercên wê, ew dihate nivîsandin
û guhartin; ? bendekê ya din, û li gor pêþveçûna demê, dipiþifand.
Ew di devereke din de jî dibêje; “Ji
Xwedê re navên wî û wan bîne zimên, û ewên ku, baweriya xwe pê
neynin bihêle, û di dawiyê de, ewê seza xwe bibînin”{10}. Em di vir
de jî dibînin ku, axaftina wî bi yê din re nerim e, tevî ku dibêje; Ewên
gawir, dê di roja din de, seza nepêbaweriya xwe bibînin jî, lê dîsa jî
negotiye wan bi darê zorê bînin ser ola mislimantiyê. ? ew vê yekê di
benda (190) î de, bêtir, bi cih dike gava ku, dibêje; “Tiþtên hêsan
ji sincên mirovan bibe, û bi rindî bang li wan bike, û dûrî nezana biçe”{11}.
Gotina nezanan bi merema yê gawir tête þirovekirin, û wilo em tê dighên
ku, heya wî karîbû gotina xwe bi wan re xweþ dikir. ? ev jî, di nirîna
me de, tiþtekî normale ji ber ku, ev bendên me anîne yên ku, di destpêka
mislimantiyê de daketibûne ne, û da ku, wan nêzîkî xwe bike gerek bû
ew bi vî zimanî bi wan re bi axive.
Di bendeke din de jî dibêje; “Koleyên
Xwedê.. . ? eger
ku, nezanan deng li wan kir, gotin silav”{12}. Ango heya ku, bi nerindî
û gotinên pîs avêtin ser wan, ew bi rindî ji wan re dibêjin aþtî û
silavên Xwedê li we bin. Ev yeka dihêle, em têbighên ku, mislimantî di
pêþî de ola aþtî û silavê bû, lê piþtî avakirina dewlet û
aboriyeke xurt, û hêzên leþkerî di bin serokatiya yên weke Omer de,
gihîþtin cihê biryaran, wan rû û bervê vê olê guhartin.
? eger ku, em derkevin sûretê el Þiira, emê bibînin ku, ew ne
tenê bi zimanekî nerim bi wan re di axive, lê ew rê ji xwe û pêrewên
xwe re vedike, û qelsiya xwe û nermiya gotina xwe bi kotekiya Xwedê
bincil dike; “Belkî tu xwe, ji bo ku ew nebûne misliman, bikujî. Eger
ku em bixwezin, em dikarin ayetekê ji ezmên daxînin ku, bihêle ustûyê
wan jê re xûz be”{13}. Ew wilo bi pêrewên xwe dide fêmkirin ku, ev
kesên gawir ne xwediyê vîna xwe ne, û eger ku, Xwedê bixweze dikare wan
bi gotinekê bîne ser riya wî. Helbet ev tiþtekî pêwîst bû, ji pêrewan
re, da ku baweriyên wan neyên hejandin.
Tevî evê yekê jî û weke ku, em di pêvajoya vî sûretî de dibînin
ku, guhartinek di helwesta Mihemed de çêbûye; Wî di sûretê pêþîn,
el Kafîron de, rê dabû “Yê Din” ku, li ser ola xwe bimîne, û ew
gunehbar dernexistibûn. Lê di vir de, û di ber dîtinên xwe de,
bervedaniyeke fedyok dike, demê dibêje; “We ew derewîn derdixistin, lê
salixin ê ji we re bên û bihêlin ku, hûn zanibin we tinaziyên xwe bi
çi dikirin”{14}.
Ev bervedanî, ji aliyê Mihemed ve, tiþtekî rewaye; Ji ber ku, ew
di pêþî de bi awayekî pir tûj dihate civlandin, heya gihîþtibû
pileya ku, ew ji pêrewên xwe bixweze, bi dizî û di bin perda þevê de
nimêjên xwe bikin û Xwedê bi bîra xwe bînin. ( Vegere ayeta 199 an, ji
sûretê elEeraf). Qureyþiyan, nemaze serokên wan, didîtin ku, ola nuh
bivetiyeke mezine li ser kargîrên wan, lewre wan þerekî xort bi wî, û
ola wî ya nuh re vekiribûn.
Lê tevî evê yekê jî, û di ayeta nehan de, û weke ku, bixweze rê
û têkiliya di navbera xwe û wan de nebire, dibêje; ”Xwedayê te yekî
dilovane”{15}. ? yek têdighe ku, wateya gotinê eve; Tevî þerê we li
dijî min û ola nuh, lê dîsan jî Xwedayê min we berat dike. Helwesteke
wilo, du jêderên wê hene; An ew kesekî gelekî dilovan bû, an jî ew di
rewþeke teng û qels dabû, û emê jêderên evê helwestê, di pêvajo û
pêþerojan de, bibînin ku, çawa ew; Mihemed li wê vedigere, û bi carekê
dilovaniyê dide alî.
Eger ku em sûretê elEnaam, bi rengekî hûr, bixwînin emê binasin
ku, ew di du qonaxan re derbas dibe; Di pêþî, û di bendên (68-69-70) de
ku, li Mekê daketine, ew dibêje; Gereke hûn bi yên ku, bi tinazî li ser
ayetan di axivin re rûnenin, û dev ji civatên wan berdin. Helbet bêyî jê
bixweze ku, ew þerê wan bike, û ne tenê wilo, ew dibêje; Ez hatime da
ku, berevaniya “Xwediyên Pirtûkan” bikim. Ango, ew weke piþgir ji wan
re hatî. ? dema ew di benda (91) ê de, ayeteke Midînê ye, þerê wan
dike ku, çima ew jî baweriya xwe bi wî nakin, ne ji ber ku, wan tine bike
yan jî ew ne li ser ola rastin, na. Þerê wî bi wan re tête fêmkirin di
angoya ku, dibêje; Ez hatim da ku, ez ola we tekûz bikim e.
Tevî ku, ew bendeke Midînê ye, û piþtî demeke dûdirêj daketî,
û Mihemed pir êþ û zor ji Ciho yan dîtibû, em dibînin ku, ew dîsa jî
bi zimanekî nerim, bi wan re, di axive û dighe ku, li devereke din binivîse;
“.. Me tu li ser wan nekirî çavdêr, û ne jî tu li ser wan pêþkare”{16}.
Ango, ew di kar û baweriyên xwe de serbestin, heya ji wî; Mihemed tê
xwestin ku, sixêfa ji “Pûtên Qureyþiyan” re nede da ku, ew jî bi
Xwedê re nebêjin. (Vegere bendên 108 û 109 an ji sûretê elEnaam).
Digel ku, guftûgoya wî heya bi vir, û weke me dît, pir nerim
hatiye, lê dîsan jî yek dikare bibêje ku, ev sûret weke firkeke dîrokiye
di bawerî, têkilî û guftûgoya wî bi “Yê Din” re. Ew di bendên
(124-125-128) an de, ji vî sûretî, û piþtî ew careke din dide xûyanî
ku, bi ya Xwedê ye, ka kiyê baweriyên xwe pê bîne û kî pê nîne, ew
vedigere û sezayê ji wan re dide nîþan. ? ev weke guhartineke nuh bû,
di guftûgoya wî de ku, çawa ew gefûguran dide gawiran û dibêje: “.. Got;
Agir dê êwira we be ta ku, Xweda dixweze.. “{17}. Em dibînin ku, ev
seza ne hertime û dawiya wê yê bê, lê ta ku, Xwedê bixweze. Tevî wê
jî û weke ku, ji guftûgoya Quran ê xûya dibe ku, ewî; Mihemed,
daketiye gorepana þer, û li hember hevbeþan rawestiye, û seriyê xwe
xistiye yê wan.
Di sûretê elZumer de jî, û piþtî ku,
Mihemed dide xûyan; Çawa ferman ji wî re hatiye ku, ew li pey Xwedê biçe
û bibe yê herî pêþîn ku, xwe dispêre Xweda, û xûyakirina tirsa ji
roja gir; “Roja Dawiyê” û salixdana, dê her kes li ser riya ola xwe
bimeþe, û têderxistina ka kî rastbû û kî jî li ser riya þaþbû, ew
vedigere û vê carê bi awayekî xortir sezayê ji wan re dide nîþan,
dema ew dibêje: “Di jorî wan re qadên êgir û di jêrî wan re jî,
wilo Xweda olperestên xwe pê ditirsîne, olperestên min xwe ji min bi parêzin”{18}.
Tiþtekî din ê pêwîst di vir de heye
ku, gereke em baþ bala xwe bidinê ku, gotina olperest bi merema xwe ya
fireh hatiye, ango guftûgoya wî ji hemû kesan re ye, û ne tenê ji yên
ku, li pey wî dimeþin, weke ku el Celalên dixwezin bi me bidin
bawerkirin; Ji ber ku, û eger wilo ba, dê ti merem, ji binî, ji wê gotinê-bendê
re nemîne, û pêvajoya deqê jî vê yekê bi cih dike.
Di sûretê el Nehil, û piþtî ku, Xweda
pesnên xwe dide, û tiþtên ku wî afirandine, dide dû hev, ew dibêje:
“Xwedayê we Xwedêyeke û ewên ku, bi roja din bawer nakin dilê wan hiþke,
û ew bêvildirêjin”{19}. Biner çawa, û careke din, bi nermî bi wan;
Gawiran re di axive, tevî ku ew dide xûyan ; Xweda, ji wan heznake, û ewên
sezaya xwe bibînin; “Têkevin dergehên dojehê heya bi heya, cihê herî
wêran ji bêvildirêjan re”{20}. Em li vir guhertineke nuh dibînin, ew jî;
Sezaya “heya bi heya” ku, bi ya “heya Xweda dixweze” hatiye
guhartin. ? li gor dîtinên me, ev yeka weke pileyekê bû da ku, ew derbasî
pileya þerkariya li hember yê gawir bibe, û wan bi darê zorê bike
misliman.
Ev guhartina dad û bendan bi hineke nuh,
pir alozî û pirsgirêk derdixistin pêþiya Mihemed, û gihîþt pileya
ku, wî weke kesekî derewîn bibînin; “Eger ku me ayetek bi yeke din
guhart, û Xweda bi tiþtên ku dadixe dizane, gotin: Tu derewan dikî..”{21}.
Ne tenê wilo, lê gihîþt ku, hinek dengê xwe bilind bikin û bibêjin:
Hineke din ji wî; Mihemed re bendên Quran ê dinivsînin, û dihêle ew di
hin bendan de berevaniya xwe bike; “Bibêje wan ku, Cebraîl ji ba Xweda
daxistî, ta ku dilê bawermendan rûne û ji mislimanan re mizgînî be. Em
dizanin ku, ew dibêjin; Ewê li ber wî dixwîne miroveke, lê zimanê yê
ku, bi ser de ditewînin Eceme û ev zimanekî erebî rewaye”{22}.
Herdu ayetên çûne, çêroka Mihemed û
mamosteyê wî yê herî gewre Wirqa bin Newfel, tîne bîra yekî ku, çawa
Mihemed, û bi xêra wî, pirtûka xwe ji Encîla Nesara wergerandî zimanê
erebî; {...........}{23}.
Piþtî van herdu bendan, û tazîkirina wî
li pêþ pêrewan, gerek bû ku, ew bizavên xwe bike, û wan bi êþ û
tirsa, ji roja din, li dora xwe kom bike, nemaze dema dibîne ku, hin pêrew
jê bi dûr dikevin; “Ewên ku, piþtî baweriyê ji ser rê vegerin, tenê
ewên ku, bi darê zorê vegerîbin û dilê wan hîne bibawere, lê yên
ku, sîngê wan bi nebaweriyê fireh bûbe, li ser wan xûrijiya Xweda, û
ji wan re êþeke gire”{24}.
Weke em dibînin, ev yeka, firkeke tûje di
rêveçûna ola nuh de, ku çawa rê li ber mirov û hilbijartina wî, ji ol
û baweriyên xwe re, digre û gereke wî, bi darê zorê, têxe bin konê
xwe. Ango, û bi van bendan re, zordariya olî derdikeve holê, û mislimantî
dikeve qonaxeke nuh; Ewa dezgehên destlatdariyê û wilo, dengê cuda tête
fetisandin. Lê tevî evê yekê jî, ew ne bi awayekî serast hate meþandin;
Ango ne bi zora þûr û xwînê, ew bi sezaya
“Roja Din” dihatin tirsandin. (Vegere
bendên 125-126-127 an, ji sûretê el Nehil).
Þerê Uhid û kuþtina amê wî; Hemze, mofirka navbera du qonxa ye.
Qonaxa gotinên xweþ û nerim; “Bi gotinên nerim û ayetan bang li wan
ke, da ku bên ser riya Xwedayê te û bi guftûgoyeke, ji ya wan xweþiktir,
bi wan re bi axêf.. “{25}. Ev qonax dê bi carekê bête ji bîrkirin,
dema Mihemed candekê Hemze, û þûna cihê lêdanên þûr û riman lê
dibîne, ewê wê hîngê bibêje: “Ezê, li þûna te, bi heftê kesî ji
wan temsîl bikim”. Ne tenê wilo, lê ewê ji vir û pêve êrîþiyên
giran bajo ser “Yê Din”, û bighe ku, ew rê bide pêrewên xwe ku, her
tiþtî têxin raja konvaniya þer; Heya gihîþt ku, ew darên wan ên xurmê
jî qut bikin; Dema ew “Benî Nedîr” dorpêç dikin. (Vegere Ibin Hîþam,
R. 180-183).
Ev yeka jî bêtir di sûretê el Beqera de aþkere ye, ew di vî sûretî
de, û li gor dîtinên me bingehîna dewletekê datîne; “.. ? tê de
sinc û pirnsîp û gerdiþin nuh têne danîn, û yên kevin têtin piþaftin”{26}.
? ne dûre ku, ji ber vê yekê, ev sûret xistine pêþiya pirtûkê. Ji
ber ku, emê ji vir û pêva bibînin ku, ew û bi dengekî bilind daxwaza
þerê “Yê Din” dike; “Bi yên ku, ji bo riya Xwedê, bi we re þer
dikin þer bikin, lê bi serde negrin, Xwedê ji radanseran hez nake. We ew
li ku dîtin wan bikujin û wan ji cihên ku, hûn jê bi derxistine bi derînin,
û agirdadan ji kuþtinê wêrantire, û bi wan re li cem Mizgefta elHeram
þer nekin ta ku, ew þerê we dikin, eger ku þerê we kirin, wan bikujin,
ewe sezaya bêbaweran”{27}.
Ji van bendan tête fêmkirin ku, Mihemed û ola nuh derbasî çalakiyên
þer bûne, û wan qonaxa xebata konevanî li þûn xwe hêþtibû. ? ne
weke ravekirina elCelalên, ewa
dibêje ku; Quran ji mislimanan dixweze, ew ti carî dêst bi þêr nekin,
û ne jî sitemê li wan; Bêbaweran bikin, û tenê yên ku, fêl û fûtan
davêjin nav wan û ewên ku, êrîþên xwe dajon ser cîwarên mislimanan,
yan jî nehêlibin ku, ew jî mîna hemû Qureyþiyan, di dora “Kevirê Reþ”
re bigerin û karnimêjên, “menasikên” xwe bikin.
? eger ku, em li sedemên daketina van bendan binirin, emê binasin
ku, bi helkefta hatina Mihemed tevî pêrewên xwe, da ku têkevin bajarê
Mekê û ew jî “Heca” xwe bikin. Lê Qureyþ razî nabe, û piþtî ku
bi hev re “Peymana elHudeybiyê” îmze dikin, wan vedigerînin Midînê,
da ku di sala din de vegerin. ? dema di sala din de, ew vedigerin û
ditirsin ku, Qureyþ careke din rê ji wan re veneke, Mihemed bersiva pêrewên
xwe bi van bedên çûne dide, û ji wan re riya þer, di mehên qedexe,
“heram” de jî, vedike. “Ji te dipirsin; Ka di heyva qedexe de þer
çêdibe. Bibêje wan: Þer têde mezin e, yan rêgirtina riya Xwedê û
Mizgefta Heram@. Bêbaweriya bi wî û derxistina xelkê, ji wir, li ba Xwedê
mezine, û agirdadan ji kuþtinê mezintire û ew hîne li we dixin da ku,
we ji ola we vegerînin, eger ku karibin, û kî ji we ji ser ola xwe vegere
ewê bêbawerî bimre, karên wî dê li vê dinê û li wê dinê li boþiyê
here, ew xwediyên êgirin, dê hertim têde bimînin”{28}.
Tiþtê din ku yek dikare bibêje; Ev bend, rê nade ewê misliman
ku, ola xwe biguhêre, û ewê ku biguhêrê; “Dê karên wî li vê dinê,
û li wê dinê li boþiyê herin”. Ev yeka, û bi rengekî aþkere, bi me
dide naskirin; Ka ola Îslamê heya bi kîjan radeyê dûrî azadiya baweriyê
ye, û ew ji wê yekê napejirîne. (Vegere pirtûka Dr. N. H. Ebo Zêd -
Cergeyên Tirsê). Ne tenê wilo, lê heya bighe çêroka jinanînê jî, wî
destê xwe xistibûyê de, û rê ji pêrewên xwe re venedikir ku, bi ewên
bêbawer re bizewicin; “Jinên bêbawer mehir nekin.. koleyeke bi bawer ji
yeka bê bawer çêtire.. ew bang dikin ku, we bibin êgir û Xwedê bang
dike ku, we bibe bihuþtê..”{29}.
Di vê bendê de jî, û careke din, bi rengekî veþartî þerê
azadiya baweriyê tête kirin, dema dibêje: Jinanîna yeke bi bawer eger
ku, kole be jî, ji yeka bê bawer ger ku, ji kebaniyên civakê be jî,
çêtire. Ev bend dîtina Îslamê, ji qatên civakê re, bi me dide
naskirin, ka ew çiqwasî “Yê Din” kêm û kole dibîne; Ji ber ku,
çênedibû yê Ereb li ser ola xwe ya berê; “Pûtperestiyê”
bimîne û cizyê bide, ev rê tenê ji “Yên Din” re; Ewê ne
Ereb re çêdibû, û dihêþt ku xelk, û di bin darê zorê de dev ji ola
xwe ya berê berde, û em wê yekê heya bi roja îro jî dibînin, û vaye
li van çend salên dawî bi dehên gundên Ezdayî, û tenê li Efrînê bûn
misliman, û dev ji ola xwe ya berê berdane.
Belê, tevî evê yekê jî wî rê nedayî pêrewê xwe ku, bi ya
Ereb; Ewa bê bawer re bizewice. ? ev bi xwe, û bi rengekî berz, ji me re
xûya dike ku, ola Îslamê ji azadiya baweriyê dûre, û ti carî rê ji pêrewê
xwe re venake ku, ew bi xwe riya xwe hilbijêre, tevî ku, di bendeke din de
dibêje: “Na ji kotekiya olî re, têgihîþtin ji windabûnê hate
naskirin, ewê ku baweriya xwe bi Xwedê bîne wî bi girêka hêztir girt,
ew netê birîn û Xwedê bihîstyar û zanyare”{30}.
Erê, û weke em dibînin ku, ev bend bi rengekî aþkere bang li ne
zordariya olî dike jî, lê eger ku, em li sedemên daketina wê vegerin emê
bibînin ku, ew bi boneya herdu lawên elHesîn; Pêrewekî Mihemed e ku, wî
xwestibû wan, û bi darê zorê bîne ser ola mislimantiyê. Lê Mihemed jê
dixweze ku, wan li ser “dilê” wan bihêle. Belê, tevî evê yekê jî
û eger ku, em li wê bendê bi xwe jî binirin, emê têbighên ku, ew zorê
li “Yê Din” dike; Gava tu riya xwe bike ya herî çêtir, û gefûgura
bide yê din. (Vegere
pirtûka Cergeyên Tirsê).
Ji bilî êþ û kotekiya ku, wan ji serane
yê didîtin û dighîþt, û ji bo ku ji ser ola xwe venegerin; Ew ji
“welatên” mislimanan baz bidin; “elEzdî dibêje: Yihiya elHereþî,
ji kesên Mûsilê Xwest ku, ew seraneya salên çûne jî bidin, .. û
tevaya pereyên ku, tenê di sala 181K. – 797Z. de komkiribûn gihîþt.. þeþ
hezar hezar dirhem“{31}. Ango tenê pere gihîþte þeþ milyon dirhem, di
demeke ku, du kesan mehekê, û li Hecyê, xwe bi (17) e dirheman debar
dikir. Ji bilî xwarin û zad û.. sewalên ji wan distandin, û di bin darê
zor û êþkinciyê de. Vêca, dê çawa yek ji ber wê yekê baz nede, yan
jî ji ser ola xwe ya berê venegere.
Bi gotineke din; Ev nerim bûna wî, tenê bi olên mezin re bû, û
ewên ku, baweriya xwe bi Xwedayekî tenê tanîn; “Pêximber bi tiþtê
ku jê re daketî bawerkir, û bawermend ewên ku, baweriya xwe bi Xwedê û
ferîþtan û pirtûkan û pêximberên wî dikin, û ti cudatiyê naxin
navbera.. “{32}. ? wî; Mihemed bizavên xwe dikir ku, ewên dora xwe ji
xwe razîbike, û hejmarên dijminên xwe pirtir neke, em dikarin vê yekê
di çêroka daketina benda (62) an, ji sûretê elBeqera, de bibînin; Çawa
Selman ji wî dipirse: Ka nirîna wî di Magos û agirperestan de çiye, û
gava ew bi lez bersiva wî dide û dibêje: Ew di êgir de ne, û dibîne
ku, li zora Selman tê, ew di roja din de bang li wî dike û dibêjêyê:
Mizgînî ji te re; Vaye Xweda xwediyên te jî ji bawermendan dêjmêre.
(Ji bo ferehkirina mijarê, em xwendevan vedigerînin “Þirovekirina
elCelalên”, û benda (62) an
ji sûretê elBeqera, û pirtûka Selman elFarisî, ya M. C. elFeqîh).
Belê, ev merc li ser “Pûtperestan” nedihat meþîn, û tenê du
rê li pêþiya wan bû; Yan ji ser ola xwe ya berê vegerin û bibin
misliman, ev jî li dijî azadiya baweriyê ye, yan jî divybû þer bikin,
û ev yeka ne tenê li dijî azadî û serbestiya yekiye, lê ew li dijî
jiyan û hebûna, “Yê Din”, bi xwe ye. ? vaye sûretê elEnfal dibêje:
“Bawermendino eger we dît gawir êrîþî we dikin, piþta xwe nedin wan
û nerevin”{33}.
Ew di vê bendê de bang li bawermendan dike ku, ew li hember gawiran
rawestin û ev jî nîþana hin tiþtaye; Bi hêzbûna civaka mislimanan, û
guhartina rê û þêwaza berê, bi yeke nuh, û derketina ji cihê
bervedaniyê, bo cihê êrîþiyê, û emê vê yekê di bendên piþt re bi
rengekî beloq û aþkere bibînin, û nemaze dema dibêje: “Þerê wan
bike da ku, doxmanî nebe û ta ku, hemû ol ji Xwedê re be.. “{34}. Ji vê
bendê, em têdighin ku, Mihemed ji hemû olên din dixweze, ew baweriya xwe
bi Xweda; Xwedayê bavê wî bînin, û dev ji Xwedayên xwe berdin.
? ew di benda (65) an de, û bi carekê, dev ji konevaniya bervedaniyê
ber dide û dizîvire cihê êrîþiyê, gava deng li pêrewên xwe dike û
dibêje wan: “Pêximbero bawermendan bihirhutîn ta ku, þer
bikin..”{35}. Þer û þer, yek dighe ewê baweriyê ku, evan camêran, ji
bilî þer ti tiþtî din nasnekirî. Lê di wan deman de, û di civaka
beyarê, weke ya Ereban de ku, li ser þer û ceng û êrîþên ser hev de,
dijîtin û ta ku, ew karibe birçiyên koçer têr bike, û hinekî barê
ser milê pêrewên xwe yên bajarê Midînê sivik bike gerek bû ku, ew
bang li rêgirêdan û talankirina karwanên bazirganan bike, û ew bibe
karekî wan yê rojane, helbet ev jî piþtî ku, hêzeke wan a leþkerî
çêdibe.
Lê tevî wê yekê jî, ew bi rêzaniyeke nerim, bi çêroka þerê
xwe bi êl û dijberan re, dide û distîne, rê li ber gotinê nagire û wê
weke þêweyekê ji yên xebat û çalakiyan dibîne, da ku bi ziyaneke
hindik, ewê din bîne ser riya xwe; “.. Bibêje: Min riwê xwe siparte
Xwedê, û yên li dû min jî, û ji yên ku pirtûk jê re hatiye, û ji yên
nexwenda re jî bibêje: We xwe sipart @. Eger ku xwe sipartin, ew hatin ser
rê, û eger ku riwê xwe guhartin, ji te gotine.. “{36}. Wî bi vê yekê
xwe ji þerê “Xwediyên Pirtûkan”, û heya bi demekê, parast.
? ewê temiya pêrewekî xwe; Seraq bin Midlecî bigre, ? li dijî êlên
ku, bi hev re peyman danîbûn, þer neke. Tevî ku, hinek ji wan, û piþtî
þikestina mislimanan di Þerê Uhid de, ji ser ola Îslamê vegerîbûn, û
evê yekê ji Mihemed dixwest ku, wan bi darê zorê vegerîne ser riya xwe,
û wilo ew hineke din dide alî.
( Ewê bixweze bi awayekî fireh vê mijarê bixwîne, em wî vedigerînin
sûretê elNîsai, bendên 88 û piþt re, û þirovekirina elCelalên ).
Lê ew, û di bin re, karûbarên xwe dike ku, careke din, hêza xwe
bîne ser hev da ku, karibe ji nuh ve li ser xwe raweste. Lewre ew bang li pêrewên
xwe; Ewên ku hîne ji Mekê derneketibûn, û nemaze yên xort dike ku, ew
jî wek birayên xwe yên pêþî koçeber bibin, û ew bên Midînê.
(Vegere bendên 97– 98 – 99 ji sûretê elNîsai).
Helbet ew bi vê yekê; Bi hatine hineke nuh ji pêrewan, û nemze ji
nifþên xort, dê du-sê xalan bi destxîne; Ya herî pêþîn, ewê bihêle
arîþeniya pêrewên wî bilind bibe, û ya dijmin jî jar bikeve. Tiþtê
din dê hêza xwe û dijminê xwe nasbike, û li gor wê yekê konevaniya
xwe nîgar bike. Xala din jî û piþtî ku, ewan xortan; Hêzên kar û
xebatê, ji civaka Qureyþ bidize, û kal û pîran; Ewên xwarin û
vexwarinê, bi ser wan de bihêle, dê ziyaneke mezin bighîne aboriya wan.
? wilo wî karîbû baþ rewþa civaka xwe bixwenda, û li gor wê pêre
bida û bistanda.
Mihemed digel evê tevdîra xwe jî, tirseke mezin dixe zikê pêrewên
xwe, gava dibêje wan: “Bawermendino; Kî, ji we, ji ser ola xwe vegere, dê
Xwedêyê miletekî bîne ku, jê hezdike û ew jî ji wî hezdikin, ew.. ji
bo riya Xwedê, bê tirsa ji tikesî, dixebitin.. “{37}. Ew ne tenê wan
weke kesekî ditirsîne, lê weke êl, civak û milet jî, da ku wan bêtir
bi ola nuh ve girê bide.
? ta ku wan bihevoje, û dilê wan bêtir li ser ola nuh, û
bervedaniya ji ber ve, gerim bike, ew di bendeke din de dibêje: “Di
xwestin û dûketina wan de jar nebin, eger ku, hûn têþin ew jî,weke we,
di êþin û hêviyên hûn ji Xwedê dikin, ew nakin..”{38}.
Belê, û piþtî ku wî hêza xwe, ji nuh ve, anî ser hev, û
perwerde kirineke derûnî ji bo þer, ji pêrewên xwe re çêkir, ew vê
carê û bi rengekî berz û dengekî bilind, bang li þêr dike. ? eger ku,
em li sûretê elTewbê; Yê herî dawiye, ji Quran ê, binirin emê bibînin
ku, ew di destpêkê de, xwe ji hemû soz û peymanên ku, bi ewên din re
berdabûn diþo, û çar heyvan weke derfeteke dawî dide wan ku, ew ji ola
pûtperestiyê vegerin û bibin misliman, an jî ji bilî þer ti rê din li
pêþiya wan dê tinebe; “Xweda û Pêximber ji ewan peymanên ku, bi pûtperestan
re berdane beratin”{39}.
Ew ji despêkê de rê ji xwe re vedike ku, þerê wan bikin heya
dighe ku, ew vê benda dawî, bê “navê Xwedê” daxîne, û elCelalên
wê yekê bi angoya ku, Gawir sûdê ji dilovaniya Xwedê nebînin þirove
dike, û ta ku ew ji þûr neyên parastin. ? tenê eger ku, em li navê evê
bendê binirin; Eltewbê, “Berai”, û hinekan jî navê wê kiriye
“Benda >þê”, emê têbighên ku, wî bi carekê dest ji konevaniya
vexwendina, bi gotinê, kiþandî; “Þerê ewên ku, bi Xweda û roja din
bawer nakin, bikin; Ewên ku.. ne li ser ola rastin, ewên ku, pirtûk jê
re daketine ta ku.. “{40}. Em dibînin ku, ew ne tenê bang li þerê bi
“Pûtperestan” re dike, lê þerê bi “Xwediyên Pirtûkan” re jî.
Ev bend, û weke elCelalên dibêje: Di sala nehan, piþtî koçkirinê,
daketî. Di wan salan de Mihemed cihê xwe girtibû, û hêza wî ya leþkerî
xurt bûbû, lê tevî wê yekê jî nedixwest þêr li ser hemû eniyan
veke, lewre wî bi hinekan re peymana xwe diþkand, û bi hineke din re jî
rûmeta wan peymanan digirt, ta ku roja wan jî tê, û yek bi yek ji pêþ
xwe bide alî.
Di vê demê de jî, du tiþt bêtir gerek wî dibûn; Zêdekirina
hejmara leþkerên xwe, lewre me dît banga wî ji ewên ku, dikarin
zehmetiya rê bikþînin re bû. ? ya dudiwan jî; Bi destxistina bingeheke
aborî xort ku, karibe li ser lingan bimîne; “Leþker li ser zikên xwe
dixuþin”, û ev yeka jî dê bi riya serane û êrîþên ser hin êl û
karwanan bihata bi destxistn. Lewre wî rê ji yên ne Ereb û “Xwedî
Pirtûk” re hêþtibû ku, ew li ser ola xwe ya ne rast jî bimînin, bes
di bin merca dandina seraneyê de. (Veger benda 29 ji sûretê elTewbê).
Ew bi evî sûretî, dawiya çêroka azadiya baweriyê datîne, û rê
li ber “Yê Din” digre; Ji bilî baweriya bi Mihemed û ola wî ya nuh,
ti riyên din namînin, bi rengekî taybet ji yê Ereb re, ta ku ew ne be ji
yên kole, “Mewaliya”, û vê riyê tenê ji “Yê Din” re dihêle. Lê
ji berî ku, em mijara xwe bi vê nirînê kuta dikin, emê hinek têbîniyên
xwe bînin zimên.
Ji berî her tiþtî û weke ku, me ji berî vê kêlîkê jî gotiyê
ku, riya koletiyê tenê ji “Yê Din” re dihate pejirandin, û ev jî
sinceke wê civakê bû ku, ewê din, û dema welatê wî dihate dagirkirin,
dibû yekî kole, û ola Îslamê jî ev sinc weke yasayeke civakî-konevanî
bi kar aniye. Ji ber wê, û tevî ku, di sûretê elBerai de, nirîna xwe
bi ewên din; “Xwedî Pirtûkan” dide ku, ew ne li ser riya rastin jî,
lê dîsa jî ew li wan zor nake, weke ku, li Erebên “Pûtperest”
zordike.
Tiþtê din; Dema ku tu gef û guran bide “Yê Din”, û tu wî bi
êþ û “Roja Din” bitirsîne, ev bi xwe dikeve bin konê kotekî û
zordariya ku, li ser ewê din tête meþandin, û wilo tu azadiya baweriya wî
vala dike, û wî mecbûrî hinek rê, û baweriyên din dikî. ? gotina;
“Bibêje em bi.. çi tiþtê ji me û Ibrahîm û Îsmaîl û.. û çi ji
Mûsa û Îsa û.. daketî,
bawerin.. “{41}. Gotineke bê merem be. Lê, û li gor dîtina me eger ku,
Mihemed û bi derbasbûna hnndir Kaibê, ew pût neþikinandana; “Bi serê
Kevana xwe, li çav û riwên wan dida“{42}. Dê nikarîba ola xwe ya nuh
ava bikira.
Tiþtê din jî, gereke em sinc û bûyerên
wan deman li gor mercên wê çaxê bixwînin; Ku kuþtin û talankirina
welat û miletan, yek bû ji mercên hebûn û avakirina Imperetoriyan, û
ola Îslamê jî ne dikarî xwe, ji bin akama evê mercê bi parasta; “..
? piþtî ku, Rom û Pars, di riwê vexwendina Mihemed, û ewên di dû re
hatine, rawestîn. Mislimanan þerê wan kir”{43}. Belê, dive em wan
ferman, û kiryaran li gor wê demê bixînin, û ne li gor roja îro, û
“Dazana Mafê Mirovan” weke ku, hinek ramyarên mislimanan dixwezin bixwînin,
û bi me bidin fêm kirin ku, ola Îslamê, bi “Baweriya Azadiyê” re bû,
û ew mercên avakirina Imperetoriyan, û nemaze yên wan deman, ji bîr
dikin, ku ew li ser kuþtin û tinekirina “Yê Din”, radibe.
Lê tevî evê yekê jî, yek rastî pir
bendan tê ku, ew bang li “Azadiya Baweriyê” dike; “.. Ji were ola we
û ji wan re ola wan”. ? yek nikare evê dijberî û cudatiya di navbera
bendên Quran ê de fêm bike eger ku, em gotina Îslam bi angoya sipartinê
fêm nekin. ? wilo Mihemed, û nemaze di destpêka vexwendina xwe de,
ola xwe ya nuh, weke xeleka dawî ji wan olan didît. Tiþtekî din
dihêle ev dijberiya van bendan bête pejirandin; Ew jî ku, ev bend ne li
gor demên nivîsandina wan, û heya di hundirê sûretekî de, hatine rêzkirin.
Yan jî, ew di bin akama yekî þerker de, weke Omer bin Xetab, hatibin nivîsandin.
Lewre, û ji ber evê têbîniya çûye em
dikarin bipirsin; Eger ku ev olên din, di demên pêþî de dihatin
pejirandin, û hêþtiye Mihemed nameyan ji serekên wan re biþîne û
bibêje; “.. Kê bi Xwedê û pêximber bawer kir, dê li wê dinê,
xelata wî ji yên serketî be, û yê li ser ola xwe bimîne em wî dihêlin,
û kotekî di olê de nîne, û ev pirtûk “name” ji xwediyên mala
Selman re ye.. “{44}. ? Ibin Hezim jî dibêje: “..Ew rastiya tenê bese
ku, Pêximberê Xwedê(S.) serane ji wan; Magos dibir”{45}. Belê, çi hêþtiye
ew gotina xwe biguhêre, eger ku ew yeka ne weke tektîkeke wî ya konevanî
bû.
Têbîniyeke din; Ew jî di bin navnîþaniya
tewþiya karê mirov de tête nasîn. Ango hemû karên me valane û eger
ku, Xweda nexweze yek baweriya xwe bi ola nuh bîne ti kes, heya bighe
Mihemed jî nikare wî bîne ser wê riyê; “Ji te netê xwestin ku, tu
wan bîne ser rê, lê yê ku Xwedê bixweze dê bîne ser rê.. “{46}. Vêca
çima ewê; Xweda dê di “Roja Din” de bê û hesabê wî bike, û ev
yeka jî dê were pejirandin, tenê ku, em li hemû karên Xwedê, li jiyanê,
weke hebûneke tewþ binirin.
Lê ev hemû kar û tevdîrên di pêþiya
mislimantiyê de, û di bin siya Mihemed de; Weke komkujiya ku, anî bû
seriyê Benî Qureyza, û Benî Nedîr; “? pêximber gawiriya wan naskir,
û xwe ji þer re amede kir, û bi þevan ew dorpêç kirin û.. . Dîtin
mislimanên darên wan ên xurmê dibirin”{47}. ? heya guftûgoya wî ya
nuh ku, bang li þer dike; “.. ? zanibin ku, Buhiþt di bin siya þûran
de ye”{48}. Dê li ber kar û komkujiyên ku, mislimanên paþin aniye
seriyê “Yê Din”, tiþtine biçûk bin; Bilazirî dibêje: “Dema ku,
Ebdelah bin Amêr ji vekirina Cor vala bû, wî êrîþ bir ser Istexir û
ew piþtî þerekî giran û lêdana menceniqan vekir, û wî tê de 40 000
Ecem kuþt.. ? pir
kes ji Kereman revîn.. Ereban jî, mal û erdên wan ji xwe re
birin”{49}. ? li devereke din jî; “E’yad bin Xenem, dê bibêje: Xak
ji me re ye.. û me daye dest we, lê hûnê serane yê bidin me”{50}. ? dîrok
ji me re dibêje ku, ewê Kurdistan vekirî, E’yad bû.
Ne tenê wilo, lê dighîþt ku, ew “Peristgehên” olên ji berî
xwe hilweþînin, û yên xwe li þûnê ava bikin, û em dikarin
“Mizgefta elImewî”, li bajarê Þamê weke nimûne bînin; “? li
Entakiyê Keniþtek.. ku, kevirên wê pir biyan hebû, û Welîd bin E. bin
Merwan hin sitûnên ji mermer û.. , ji bo mizgefta Þamê,
hilkirin”{51}. Tevî ku, em dizanin destpêka evê mizgeftê peristgeheke
kevine, û bi navê Beil dihate naskirin, û di piþt re û bi dagîrkirina
Þamê, ji aliyê Roman ve, wê dikin keniþteke xaçeperestan, û di dû re
ewê bibe “Mizgefta elImewî”.
? me çêroka ne lihevkirina kêþeyên mislimanan, û þerên di
navbera wan de jî, ne anî zimên; “Xalêd bin elWelîd, Malêk bin
Niweyra, dikuje û îþa bi jina wî dike”{52}. ? me ew yeka weke ne
lihevkirina ji bo mal û pere û destlatiyê jimart, tevî ku, hemû þer û
çengên çûne, û yên bên, dê ji bo wê yekê bin jî. Lê tenê, û
eger ku , em þerê di navbera
herdu kêþeyên Sinî û Þîiî bi
bîr bînin; “Tenê di Sifîn de heftê hezar hate kuþtin”{53}. Emê
zanibin ku, van camêran çiqwas xwîn rijandî, û hêþtine bi sedê
hezaran bêne kuþtin, û dighe ku, yekî weke Dr. Ferec Fodê, bibêje:
“Demokrasî li ba mislimanan nayê pejirandin”{54}. ? eger ku, tenê em
banga elSefah, di roja ew destlatiyê bi dest dixîne; “Ez kuþtyar lawê
kuþtiyara me”, bi bîr bînin, emê zanibin ku, Dr. heya bi ku rast çûye.
Helbet ne tenê misliman, di evê riya kuþtin û tinekirina “Yê
Din” de, çûne. Ew yeke, ji sinc û rewþa wê civakê ye, û heya civaka
me ya îro jî. ? eger ku, em li Tewrat û Incîlê jî vegerin, emê vê
yekê, bi rengekî yan jî yê din, têde bibînin; “Biçin hemû deveran
û mizgîniya Incîlê ji hemûyan re bibin, ewên baweriya xwe pê anîn,
hatin parastin û ewên ku, pê neynin, dê werin gunehbarkirin”{55}.
? di dawiyê de, û weke ku, Muhsên elEmîn dibêje: “.. ? wilo
yek têdighe ku, ti rojan û ne ti kes, di raman û kar û belavkirina gotinê
de azad bû, hertim xwendin û lêkolînê, û di hemû deman de, dihêþt
ku, yek li ser xwe bitirse”{56}. ? hêþtiye, bi hezaran zanyar û ronakbîr,
jiyana xwe bi ser din. Lê eger ku, Galîlê seriyê xwe ji keniþtê re bi
tewan da, da ku, wî ji “Meqselê” biparêze; Dê îro zariwên me yên,
di dibistanan de, nexwenda ku, “Zemîn gokiye û li dor rokê digere”.
Gotina dawiyê ku, em dikarin bibêjin; Mihemed karîbû nîgara
civak, û sincên wê demê bixwenda, û li gor ewê yekê hevbendiyên xwe
avakirana, ta ku dem û heyameke din derdikeve, û li gor mercên nuh
kovaniyeke nuh bimeþîne. Helbet wî yê nikarîba di demên pêþî de ku,
ew nuh ji Mekê hatibû Midînê, û li ber Ciho yan; Xwediyên bajêr û
oleke dîrokî, þer bikira. Lewre wî, di pêþî de, bi gotina nerim bang
li vexwendina xwe ya nuh dikir; “.. ? Pêximber nivîsek di navbera koçer
û pêrewiyan de nivîsand, û têde soz da Ciho yan, û li ser ol û pereyên
wan erêkir”{57}.
? piþtî ku dijminên biçûk dixe bin baskên xwe, û dikare hêzeke
leþkerî xurt komî ser hev bike, ew li evên din; “Xwedî Pirtûk” jî
dizîvire, û wan dixe bin darê zorê, û ewê wilo karibin Imperetoriyeke
nuh ava bikin ku, heya roja îro, û tevî ku “Dazana Mafê Mirovan” wî
mafî dide te jî, lê, tu yê newêribî, di çêroka “Azadiya Baweriyê”
de, bi axivî û ne hîne tu bi rengekî azad ola xwe biguhirî.
Lê tevî evê rastiyê jî û weke ku, jiyana me ya rojane bi me
dide naskirin ku, her-roj ramana olî, û li pêþ zanyariyê bi þûn ve diçe,
û hol û meydanê jê re dihêle, û dê rojekê bê ku, ew; Zanyarî bibe
sitûnê jiyan û tevgerê, û emê weke ku, me Mîtologiya ji rûpelên dîrokê
re hêþtiye, ramana olî jî ji wan rûpelan re bihêlin. Lê ti tiþt bê
dayîn û qurbanan nayê holê, û dive hinek xwe biþewtînin ta ku, hineke
din di ronhiyê de bijîn, û hêviya me ew ku, me karîbe mûmeke nuh di vê
riyê de pêxistibe.
Têbînî:
Dive, xwendevanê vê mijarê têbighe ku, demên em tên û van çêrokên
Îslamê û daketina Quran ê û Cibraîl.. û hebûna Iblîs, didin
xwendin. Em wan weke çêrokên efsaneyan dixwînin, û ne weke bûyerin dîrokê,
yên rasteqîn.
Gîre:
1-
Dazana
cîhanî ya mafê Mirovan. Mada
{18}.
2-
Rexnekirina Ramana Olî - Dr. Ferec Fodê. R – 7.
3-
Xwedî du ronahî Osman bin Efan. R - 87.
4-
Ol di bin ronhiya zanyariya derûnî de, K. Yong. R
- 9.
5-
Efsaneya Aram, Dr. W. Beþor. R -
6-
Rexnekirina zanyarî û zanyaran, Ibin elCozî. R –
53.
7-
Pirtûka Quran ê. Sûretê elMuzemêl, benda -10.
8-
“
“
“ elKafîron, bendên (1-6).
9-
Þirovekirina elCelalên. R – 649.
10-
Pirtûka Quran ê. Sûretê elEeraf, benda -180.
11-
“ “
“
“
“ 190.
12-
“ “
“ elFurqan,
benda – 63.
13-
“ “
“ elÞiira,
bendên (3-4).
14-
“
“
“ “
benda – 6.
15-
“
“
“ “
“
9.
16-
“
“
“ elEnaam
“ - 107.
17-
“
“
“ “
“ 128.
18-
“
“
“ elZumra
“ 16.
19-
“
“
“ elNehil
“ 22.
20-
“
“
“ “
“ 29.
21-
“
“
“ “
“ 101.
22-
“
“
“ “
bendên (102-103).
23-
Keþe û Pêximber
24-
Pirtûka Quran ê. Sûretê elNehil, benda – 106.
25-
“
“
“ “
“
125.
26-
Dr. Reþîd elXeyon. R- 20.
27-
Pirtûka Quran ê. Sûretê elBeqera, bendên (190-191).
28-
“
“
“
“ benda
– 217.
29-
“
“
“ “
“
221.
30-
“
“
“ “
“
256.
31-
elXîrac, Dr. X. Katibî. R (250-255).
32-
Pirtûka Quran ê. Sûretê elBeqera,
“
285.
33-
“ “
“ elEnfal
“ 15.
34-
“ “
“
“
“ 39.
35-
“ “
“
“
“ 65.
36-
“
“ “
Al Omran “ 20.
37-
“ “
“ elMaîde
“ 54.
38-
“ “
“ elNîsai
“ 104.
39-
“ “
“ elBerai
“ 1.
40-
“ “
“
“
“ 29.
41-
“ “
“ elBeqra
“ 136.
42-
elMîlel welNîhel, Ibin Hezim. Cildê 1, R – 59.
43-
M. C. elfeqîh. R
- 103.
44-
Çêroka Ol an, S. Mezher. R – 499.
45-
Ibin Hezim. Cildê 1, R- 114.
46-
Pirtûka Quran ê. Sûretê elBeqera, benda – 272.
47-
Çêrokên Quran ê, M. elMewle. R – 306.
48-
Riyad elSalihîn, elNiwewî. R – 328.