Ji hin zaravayên me re lêvegerîn divê

Pîr RUSTEM, Pirrustem@amude.com
Ji berî ku em nêzîkî
ewan zaravan dibin û vedikolînin, em dixwezin hinek bîrwerî û helwestên
xwe ji xwendevanan re bînin zimên; Li gor dîtin û baweriyên me, ti tiþt
di jiyanê de ku, nayê guhartin tine ye. Ango pêgirt û yasa, sinc, vewînî
û.. her tiþt di jiyanê de wek xwe namîne û jiyan bi xwe jî wek berê
namîne û ev guhartin yeke ji yasayên sirûþtê ye.
Helwesta din; Her tim jiyan ji ewê çêtir û bi hêztire ye, ewê
dikare xwe li gor merc û heyama dinyayê biguhêre, da ku çêroka Dînesoran
bi seriyê wî/wê de jî neye. Bi gotineke din em dikarin bibêjin ku, ti
tiþtî pîroz di jiyanê de tine ye, lew re dive em bê tirs û dudilî
guherînên nuh bi pejirînin û li gor ewan guhertinan sinc û konevaniyeke
nuh deynin.
Vêca û li gor evan dîtinan yek dikare bi bêje: Em bi heceyî
guherîna pir tiþtane di jiyana xwe de, da ku em ne dûrî hevdema îro bin
û li dervayî dîrokê nejîn û yek ji van zaraw û têgihêþtan, zarava
“Welatparizî” ye; Ewa ku yekî bi cigrafiyekê ve girê dide û dihêle,
ew nîgar, bibe yek ji “pîrozî” yên me û em di ber wê de mirovan
bikin qurban; Bi melyonan xwîna xwe weke “martîr”, di ber de,
rijandine û hîne jî dirjînin.
Em di wê baweriyê de ne ku bi sedan, eger em ne bêjin: bi sed
hezaran, dê li hember me derkevin û bi bêjin: Ev çi bê hiþî û hêçiye
û nemaze di roja îro de ku, em li hêviya bidestxistina welatekî serbixwe
ne û çima ew yeka ji hemû xelkên cîhanê re tiþtkî pêwîst û sirûþtiye
û waye tu bi xwe jî dibêjî: Xwîna xwe ji bo wê yekê dirjînin û çima
ewê ji me re ne tiþtekî pîroz be.
Belê ji mafê her yekî ye ku, wilo bêje û pirsên xwe bîne zimên
û em bi xwe jî ligel wî radiwestin û doza mafên xwe, di hundirê
cigrafiyekê de dikin da ku, weke mirovekî aza û xwedî rûmet bijîn û
ne weke koleyekî tazî û birçî. Welatekî ku, ez newêribim têde
serbest biramim û hertim ji sîka xwe bitirsim ne gerekî min e û nave ku,
di ber de ti xebat û çalakiyan bikim, ne hîne xwînê birjînim; Tevî ku
çênabe ti carî xwîna mirovan bête rijandin û ne ji bo yek tiþtî jî.
Ango çênabe em mirovan bikin qurban ji yek tiþtî re û eger ku,
tiþtek bi navê pîroziyê, di jiyanê de, hebe dê mirov be; Lew re dive
her tiþt bibe qurbana wî û ne ew bibe qurbana her tiþtî din. ? ev yeke
dine, ji dîtin û bîreweriyên me, yên ku nêzîkî rasteqînan e; Tevî
ku ti tiþt, di jiyanê, weke rasteqîn tine ye.
Me got: Cigrafiyek ku bihêle ez wekî mirovekî aza û bi rûmet bijîm.
Lê eger ku em li jiyana xwe, di van welatan de, binirin û kiryarên evan
rijîman bidin ber çavan, emê têbighên ku pir caran “jiyana” me ji
ya koleyan zor û kambaxtir e û gihêþtî pileya ji ya sewal û dewaran jî
nizim û erzantir be.
Belkî yek bêje me: Lê dive hûn ji bîr nekin ku, miletê me di
rewþeke awarte de dijî; Di rewþ û heyama bindestiyê de, yek nikare
cigrafiya wî welatî, ji xwe re, weke welat bijmêre da ku, di ber de xwîna
xwe birjîne. Em jî bi wê gotinê re ne, lê divê em ji bîr nekin ku, îro
gotina “hevwelatî” gelekî tête gerandin û heya di nav Partiyên me
de jî û ji me dixwezin ku, em van welatan weke yên xwe bibînin û ne
weke welatin zordest.
Vêca welatekî ku, ev reng û nihadên xwe bin, dê çawa bihêle em
di ber de “xwîna” xwe birjînin. ~awa, di welatekî wilo de, yek þerm
û fedî nake û ji “leþkerên xwe” yên tazî û birçî, ewên
“jiyan” eke nizimtirî ya sewalan dijîn; Mîna yên <raq ê, dixweze
ku ew ji bo rijîm û serokê komarê xwe bide kuþtin. ? ev çi nemerdiye,
ji aliyê evan rewabêjên van rijîman ve ku, her roj em wan li ber xwe dibînin
û ji me dixwezin; Gereke em di riwê leþkerên dijmin, ên “Hêzên
Hevben” ê de rawestin û li hember wan þer bikin.
Di baweriya me de û dema ku, wê yekê ji me dixwezin, ew û ji bilî
yên me gotine pir tiþtên din jî ji bîr dikin, an jî ya rast naxwezin
bibînin. Tevî ku em dizanin, ew xwestekên wan, ne dîtin û baweriyên
wanin û “camêran” li nanê bi rûn digerin; Bi hezarê Dolaran dikete
hesabê wan ên Bangên li der ve.
Tiþtê herî pêþîn ku, ew naxwezin bibînin û xwe têde ji bîr
ve dikin; Guherîna konevaniya berê bi yeke nuhe ku, pir zaraw û li gor
rewþ û heyama îro gerke werin avêtin û bi hineke nuh bêtin guherîn û
yek ji wan zaraw û têgihêþtan, zarava “welatparzî” ye; Ewa bi me
dide fêmkirin ku, ji her dewletekê re xasmayên wê hene û çênabe ti
kes destên xwe dirêjî hundirê wê bikin ji ber ku, ew yeka, tiþtekî
wanî hundirîne. ? wilo ew xwe ji bîr ve dikin ku, di bin heyama þoreþa
têknologiya de, ew xasmayî hatiye piþaftin û gerdûn ne tenê bûye
gundekî elektironîk ê biçûk, lê ew bûye malek û heya em dikarin bibêjin
ku, yek ode jî.
Lew re û eger ku, hinek bixwezin di hundirê evê odeyê de tiþtekî
xerap bikin, dê ziynê ne tenê bighînin xwe, lê akam û lekeya wê pîsîtiyê,
dê li hemûyan jî keve û em îro evê yekê di karên terorîzman de dibînin
ku, çawa dikarin ziyan û wêraniya xwe bighînin hundir bajarê Waþontin
bi xwe û evî tiþtî hêþt ku, “Cîhana Yekemîn” xwe bide hev û hêzeke
xwe di bin navê “Hêzên Hevbend” de biþîna <raqê û daxwaza wan,
guherîna me be da ku, em jî derbasî jiyana îro bibin û ne li derveyî
jiyanê “bijîn”.
Tiþtê din û bi xwestin û doza guherîna ji hundir ve, ew careke
din xwe ji bîr ve dikin ku, bi “xêra” evan rijîm, sinc û yasayên ku
ji sedê salan ve weke xwe mane û hêþtine civaka me di heyama koletiyê
de bête kuþtin, dê banga guherîna ji hundir ve weke destavêtina zilekî
be, ji ewê bi lehêyê re diçe. Bi gotineke din û piþtî ku, evan rijîman
karîbû bi dehên salan li ser danîþtok û zikê xelkên rûnin û her
serokekî ji yên evan rijîman xwe weke “Xweda” yekî bibîne, dê ne
tenê zor be ku ew bête guartin, lê ewê xewnerojek be jî.