Kek û Mam

 

Pîr Rustem

 

Ev bû çend roj in zikê wî dêþe, lê ew guh nadêyê. Îro êdî nikarîbû veþarta, pêl li dû pêl e, nemaze piþtî ku çend caran, bi zoyê dewaran re, çû seriyê din û hat; çend eyar cot kiþandin. êþ lê giran bû, her kêlîkê dihêþt raweste û bihna xwe derîne. Dema gihîþt sînorê vereþiyê, zoyê dewêr berda, li yekê siwar bû û ya din li dû xwe kiþand. Bi rê ve çendên ku rastî wî hatin, saxî jê re xwestin.

- “Xwedê xêra te bide, tu çima zû vegeriyayî? Min dikir ku taþtiyê ji te re bînim”. Pîreka wî, ji devê derî, derket û ber bi wî ve hat. Dema nêzîkê bû û madê wî yê zer dît, hinekî lezand, deng li lawê xwe yê mezin kir ku bê û alî wê bike, da ku karibin wî ji ser piþta qantirê dînin.

- “Çi  bi bavê min hatî? Ew vê sibê sax bû û ti tiþt li wî nexûya bû!!”. Wî hîn dixwest bidomîne, dê dengê wî birî û jê xwast ku here li amê xwe bigere.

Kurê panzde salî, her çend gav dikirin yek û berve girê “Ber Benê” dibezî. Dê jê re gotibû ku dê amê xwe li wê derê, li pêþiya karikan, bibîne. Piþtî çend sed mitran, hinekî leza xwe kêmkir û dilê xwe jî, ji xwerna çend tûlên kerbeþê, nehêþt. Ji dûr ve sîbera wan dît, hêþtin ew careke din bilezîne. Gava gihîþte cem wî, heya bi kêlîkê nikaribû deng ji xwe derxista.

Piþtî bihîstina çêrokê, rahiþt çovê þivantiyê û ji kurik xwest karikan bide ber xwe, bîne mal. Wî jî kêse rê girt û bi bez dev da gund. Li gêdûkê bihna xwe derxist. Mîna dêwekî kete xênî, ji berî wî jî çendek ji gund hatibûn û li dora Memoyê Þêxo bi cih bûbûn. Bi hatinê re, rahiþt seriyê birayê xwe û xiste koþa xwe, du-sê deng li wî kirin, lê wî çav venekirin. Bi zorê sîngê wî hildide. Ji nuh ve serî danî ser balîvê û ji hemgundiyekî xwe xwest ku here tirektorê bîne.

Cihekî ji M. Þêxo re, di tilêra tirektorê de datînin, dev didin bajarê Efrînê. Piþtî çend katan û nalînine kûr dighên deriyê nexweþxana Dêrsim ê. Bijîþk wî didin ber neynikê, raportekê ji wan re dinivîsin ku divê wî rakin bajarê Helebê. Di rojava de, di nexweþxana Serxoþ de, textekî ji wî re vala dikin. Wê þevê wî bi dermanan dihêlin roja din. Piþtî ku nalînên wî tên birîn, Birîmê Þêxo kir- nekir ku karibe hinekî, li ser betaniya li erdê rêxistî, raze. Lê te digot kulmeke xewê berdane çavan, di ber destê sibê de, hinekî raza. Li ser dengê keça li ber destê bijîþk þiyar dibe.

- “Divê em wî bibin oda tehlîlê”. Di wê kêlîkê de, xortek digel textekî bi loq dikevin hundir, M. Þêxo didin nav xwe û wî datînin ser wî textî.

Li ber deriyê oda tehlîlê, ji B. Þêxo dixwazin ku li wir raweste. Piþtî demeke dirêj û kiþandina panzde- bîst çixaran wî dertînin. Ber bi wan ve dibeze, careke din vedigerin oda berê. Di wê meþê de, çavên Birîm hertim li riwê birê ne; hinek ziwabûn di rû- dêmê wî de dibîne. Careke din wî vedigerînin ser textê berê. Ji keçikê dipirse, ka nesaxiya wî çi bû.

- “Piþtî kêlîkê emê zanibin; a nuha tu li cem wî bimîne. Emê bên we bibînin. Berî ku B. Þêxo careke din êriþa pirsan bibe ser wan, ew derdikevin. Heya bi çend katan þêt- mêt dimîne. Ji dîwarekî diçe yê din, di navbera her çend çûn û hatinan de carekê tê li ber seriyê birê rûdine. Di carekê, ji wan carên ku li ber serî rûniþtibû, de siya kenekî zer û pirseke reþ li ser lêvên wî dibîne, dihêle ew ji cihê xwe bê avêtin. Lê bi lez seriyê xwe vediçerpîne û wêneya jinbira xwe, ji ber çavan, dide windakirin.

Di çaxeke ne di bal de, deriyê odê vedibe, keça berê digel xortekî nuh, dikevin odê. Dibêje wî ku “emelet” ji birayê wî re gereke. Ka ew razî ye yan na. Bê ku zanibe wê çi bikin, seriyê xwe dihejîne.

- “Divê em bijîþk bibînin, da ku erêkirina te bidinê. Tu jî hesabê xwe û peran bike”. Dema xort hate ser sira peran, B. Þêxo xwest devê wî tijî xwîn bike. Dengê Memo ew qerimand. Ber bi wî ve çû, bi zor jê fêmkir ku ew gulmek av dixweze. Dema li xwe zîvirî, ji bilî valahiyeke sar, kesî din di odê de nedît. Xûya bû, di kêlîka ku wî bala xwe dabû ser xwesteka birê, ew herdu derketibûn. Wî hîn devê birayê xwe paqij dikir, careke din ew xort kete hundir û gotê ku, bide dû. Destê xwe berve têxt dirêjkir û got: “çawa emê wî bi tenê bihêlin?”.

- “Em te gelekî nahêlin”. Xort vegerand û derî li pêþ vekir. B. Þêxo dide dû. Çend deriyan dibirin, li ber yekî veqetyayî radiwestin. Xort bi nermî lê dide; Piþtî gotina derbasbin, derî vedike. Gava B. Þêxo dikeve hundir, kesê li piþ masê rûniþtî radibe ser xwe, danîþtokekê þanî wî dike.

- “Divê em bi lez zikê birayê te biqeliþînin”.

- “Eger tu vê yekê dizanî, çima hûn sekinîne. Ev anîn û birina we, ji min re, çima?!. Ne ezê zikê wî biqelêþim...Ev karê we ye”. Eger hinekî din pêde biçûya, wî ne dizanî dê çi pêra derketiba.

- “Belê ev karê me ye. Bes divê em zanibin, ka gûca te digihe tu buhaya “emelet” û dermên bidî lê na”.

- “Eger ez nikaribim, divê ew bimre?!”. Bi hêrs got û rabû ser xwe.

- “Na... wê hîngê, tu karî wî bibê nexweþxanên Hukumetê”. Bi tenaziyeke aþkere gotina dawî got, hêþt B. Þêxo mîna gurekî, bigurmije.

- “Ji bo ku wî bavêjin ser têxt, heya Xwedê çawa dike?! Nuha giþtî bihêle û ya kin ji min re bêje; çiqas divê”. Bi lez beriya xwe vekir, da ku çi pereyên di wir de hene deyne ser masa reþ.

- “A nuha wan bêle, dê gerekî te bibin. Bi hesab divê tu deh Hezaran bijmêrî”. Heya bi demekê wî ji guhên xwe bawer nekir, lê gava dîke li çavên bijîþk nerî, giraniya çiyakî li ser milên xwe hest kir. Ji sibê heya êvarê, bi pênc wereqan diçe merkirinê. Bi lez di seriyê xwe de gerand, divê herdu qantiran û çend kulekên dewêr bifroþe. Dîsan jî, hinek pereyên din, jêre divên.

- “Erê”. Di danîþtokê wer dibe.

- “Keremke”. Bi dengê bijîþk re radibe û dide dû wî. û bi bangkirina, li keçikê, re careke din radihêjin Memo û wî li ber deriyekî nuh dihêlin û demeke bê dawî dikeve ser.

Dûyê çixara B. Þêxo heya qatê ezmên ê heftan dikiþe. Riwê Xwedê û stêran vadiþêre. Ev bû heft katên wî di ber textê birê de rûniþtî. Piþtî du katên ku di oda qelaþtinê de hêþtibûn, mîna termê miriyekî, bê þiv û liv, li ser têxt dirêj kiriye. Newêrîbû careke din çavan bide hev; ditirse ku xew wî bidize û dengê birê li ber bê biçe. Vê yekê hêþt ku ew dûvkên çigaran bimije.

Deng bi mizgeftan dikeve, B. Þêxo hîn çixarên xwe dimije. Te digot qey kurm ketine çavan. Di kêlîka ku çavan, bê hiþ, dide hev û xilmaþ dibe, her heft zarên Memo serjêkirî, di peyîka xwe de, dibîne. Bi hêz þerwelê xwe dadiweþîne û direve. Lê her heft serî didin dû wî. Ew dilukume û dikeve erdê, bihn lê teng dibe. Zaroyên serjêkirî li ser kon vegirtine, çavan hildide, dengê nalînine kûr dike.

- “Kuder te têþe?”. Devê xwe dide ber guhê Memo; dixwaze dengê wî bibîse. Bêyî ku deng ji yê nexweþ bê, dest ber ve piyala avê dirêj dike.

Çar rojên din, ew li nexweþxanê, derbas dikin. Di roja pêncan de, bijîþkê ku zikê Memo qelaþtibû dikeve cem wî û ji B. Þêxo re dibêje: “Tu karî îro birayê xwe bi derînî”. Gava destan tavêje beriyê, dixwast pereyên wî bidêyê, lê dît ku wî deng li keçika berdestê xwe kir û gotê: “Têkeve pêþiya Þêxo û bibe ba xezîndêr”.

Piþtî ku B. Þêxo û keçikê bi dertên, bijîþk berê xwe dide Memo û li rewþa wî dipirse. Gava ew dixwaze hinekî cih jêre fereh bike, bijîþk destekî datîne ser rehekî wî û dibêje: “Ez bi lez im.. Lê min dixwast ku berî tu derkevî gotinekê bêjime te. Binêr her tiþt par û bext e. Para te jî tu bê zar herî”. Çav di seriyê M. Þêxo de ziwa dibin. Berî ku karibe deng ji xwe derîne, bijîþk careke din dest bi axaftinê dike. “Ev çend sal in te jin aniye?”. M. Þêxo du caran herdu destan hildide. “Ev bîst sal in. Eve...ti çare ji nesaxiya te re tine ye. Ji te de ye, tiþtî pîrekê tine ye. Damarên mêraniyê li cem te hiþk bûne. Ev ne. Ji îro û duh ve ye. ji roja ku tu bi zikê diya xwe ketî, li ser eniya te hatî nivîsandin ku tu yê bê zar biçî”. Careke din destan li kaboka M. Þêxo dide, ku hinekî dilêþa xwe bide xûyanî û ji odê dertê.

Derî careke din vedibe, B. Þêxo yekî nuh li ser têxt dibîne. Eger ne ji solên li ber têxt bana -Ku ew yên Memo ne- wiyê derî bigirta û li oda bira tê de raketî bigeriya.Bi lez berve wî tê û dipirse:

 - “Eger tu têþî, îro jî em dernakevin”. Memo serî diçerpîne; ji wî re dide xûyanî ku amadiya xwe bike û dixwaze ji ser têxt dakeve. Birîm destekî dixe bin milên wî û bi yê din bi destê wî digre, çakêtê davêje ser milên wî û bi giranî lingên Memo dixîne solan. Ji dema ku bijîþk ev barê giran daniye ser milên M. Þêxo û naskirina wî ji ne baviya heft zaroyan re, zemîn di çavan de reþ bûye. Ji bilî naskirina bavê wan heft zaroyan, ti tiþtî din di seriyê wî de nemayî.

Rê dirêj bûye. Bawer nake ku bigihe dawiya vê lîska zemên. Berî ku roj piçe ava dighên gund. Her kesên ku bihîstin ew gihîþtî mal, li dorê dicivin. Xaniyê li ser du qentirman, bi gundiyên wan tê dagirtin. Heya þev diþke jî ew belav nabin. Lê kesî nikarîbû gotinekê ji devê Memo derîne. Dema hêviyê ji dengkirina wî dibirin, berê xwe didin Birîm û çêroka nesaxî û xistina nexweþxanê jê dipirsin.

Gundî belav dibin, M. Þêxo digel pîreka xwe û her heft zarên bavnenas dimînin. Ev cara pêþiye- piþtî van pênc rojan- bang li jina xwe dike; jê dixweze bê nav nivîna wî. Meyro bi zîzî berve wî tê û kirasê xewê datîne, dikeve nav destên Memo. Pêre ew, kêra ku hertim di dîþlikê de bû, dertîne û dide ser boriya nefesê. Dihêle lerzandin û tayeke bi hêz têkeve laþê wê.

- “A sayî dîne ber min. Kî ye bavê van zaroyan?!”. Ken û girî yê Meyro tevhev dibe.

- “Eger ne tu bî, wê kî....”. Berî karibe pevoka xwe bigîne serî qerimandina devê kêrê, di eyarê gewriya xwe de, hest dike. Deziyekî xwînê jê kiþiya; çend çilpik ketin ser balîva sipî.

- “Min got ya sayî”. Hinekî din kêr guvaþt. Sal û wêne di çavên Meyro de diqulibin. Vedigere berî bîst salan, hîn Birîm cahîl bû. Du- sê sal di ser bûkaniya wê re borîbûn û hîn ti tiþt li wê xûyanî nekiribû. Di çar- þemekê de, Memo daketibû bazara Efrînê, ji dêvla wî Birîm çûbû cot, mîna her car Meyro taþtî jê re kir hev û da ser rê.

Di ber serê cot re, Birîm li stûyê wê dine. Ew dike nake nikare wî torî ji ser xwe bide alî. Birîm, xortê gund yê bi nav û deng e, hîne ti kesî piþta wî nedayî erdê. Piþtî ku wî ya ji Meyro dixwest bir, wê dide rûniþtin.

- “Ev bû du- sê salên we ye hûn zewicî ne û ti tiþtî li te bêlî nekirî. Eger ji wî de be jî dê bêje ez mêrim û dê jinek din bîne ser te. Lê eger ti tiþt bi zikê te nekeve emê zanbin ji te de ye, wê hîngê divê tu bi bextê xwe razî bibî”. Ji wê rojê û pêve, dîtina Birîm û Meyro ji hev re, rengekî nuh distîne.

- “Birîm e”. Bihîstina navê birayê xwe, dihêle kêr ji nav tiliyên wî bikeve. Bi hêz Meyro ji nav nivînan tavêje. Êþeke zirav di cihê qelaþtî de vedibe, çend gelî dêv ji hev dikin. Bê deng radibe ser xwe, berve êxir diçe, hevsarê qantirê vedike, cilikekê tavêje ser û bi zor- zehmetî lê siwar dibe. çend kêliyên din piþkivîn û xwîn berve derpiyê sipî diherike.Meyro xwe davêje lingan; bi pana ku dide sîngê wê, dihêle ew li ser piþtê dirêj bibe. Dev dide nav wan çend kurmitên zêtûnên qirêc.

Seriyê qantirê sist dike. Ew ji ber xwe ve rê nas dike. Seriyê wî jî bi ser milan de qulibiye. Çiqas car, di rojên ku wan taþtiya bavê xwe dibir, bi hev re diketin ser vê reyê. Erê ew yê mezin bû, lê hertim Birîm yê pêþî bû. Di her tiþtî de, ew yê yekê derdiket. Heya bavê wî carekê gote diya wan: “Eger tu bi ya min bikê, ka em Birîm di pêþî de bizewcînin”.

Di roja dewata wî de, giþan berê xwe didan Birîm. Lê Meyro, bi diltenikiya xwe, birînên wî vemirandin. Her ku ji çol û deþtan vedigeriya û serî datanî ser sîngê wê, êþên xwe ji bîr dikirin. Nemaze di wan çend salên pêþîn de. Çiqas car ew ketine ser vê reyê û yek ramûsan ji niþkave ji riwê wê birine; hêþtî ew bi zîzî bide dû wî.

Di dema Memo ketibû ser rê, Meyro bezîbû mala Birîm û ew ji nav nivînan kiþand. Hêþt pîreka wî li kabokên xwe xîne. Bi nîv tazîbûn ew berve mala birayê xwe dibeze. Lê gava digihe hundir û nav nivîna vala dibîne, li Meyro vedigere.

- “Kanî ? Ez wî di nav nivînan de nabînim”.

- “Bilezîne, berî ku ti tiþtî tîne seriyê xwe, bigihê”.

- “Çi çê bû ?”. Û gava li çavên wê dinêre, kabokên wî diþkên ku her tiþt hilweþiya.

Bez û leza Birîm bê sûde bû. Ji dûr ve siya qantirê dibîne. Dema nêzîkî lê dike, dibîne ku siya Memo jî di ber de ye. Lê dirêjtirî her car e. Birîna kêndirê dihêle termê mirovekî, di çavên B. Þêxo de, bê xar.

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org