Bi
Kurmanciya Pîr*
KONFERANSA WÊJEYA ROJHILATA NAVÎN Û PIRÇANDIYÊ**

Pîr RUSTEM,
pirustem@scs-net.org
Di
navbera (4-6) ê Sermawezê de û li Bajarê Amedê, konferansek û di bin
navnîþana jorîn de li dar dikeve. Erê û weke em dibînin, ku ev
konferans di bin navnîþana Rojhilata Navîn de li darket û ew jî ji
tengkirin û rênedana ji aliyê rijîmê ve hatibû, da ku ev konferans di
bin navê Konferansa Wêjeya Kurdî de netê li darxistin; ji ber ku hemû
beþdar û mijarên li konferansê hatin pêþkêþkirin, li ser ziman û çanda
kurdî bûn û tenê çend mêvanên din; çi yên Tirk an jî Ereb hebûn
û rola wan jî pir biçûk bû.
Ev konferans û weke me got sê rojan dirêjkir.
Di roja pêþîn de û di kata (9) nehan sibeyê de, konferans bi van
gotinan li darket: Ferîdun Çelîk (Þaredarê Bajarê Mezin ê Amedê),
Vedet Turkelî (Nivîskar), Þefîk Beyaz (Serokê Enstîtuya Kurdî), Îzedîn
Mistefa Resûl (Serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd), Mehmed Uzun (Nivîskar).
Û piþtî ku ewan camêran gotinên xwe anîn zimên, mêvanan 15 deqîqe
weke bisteka vehesê standin.
Piþtî ewê bistekê careke din mêvanên
konferansê li hev dicivin û di vê rûniþtinê de jî û li gor bernameya
konferansê gerekbû evan nivîskaran mijarên xwe bianîna zimên: Nihêrtinek
Gelemperî li Wêjeya Kurdî (Dr. Marûf Xeznedar); lê Dr. Marûf û ji ber
astengiyên li ser sînor nikarîbû di wê rojê de bighîþta ser
konferansê û di roja dîtir de mijara xwe xwend. Mijara din a Dr. Ferhad
Þakelî (Wêjeya Kilasîka Kurd) bû û ya sêyemîn Mîtolojiya Kurdan
(Dr. Qudbedîn Sadiqî) bû, lê ji ber hin sedeman ew nikarîbû beþdarî
konferansê biba. Babeta çaran ya vê rûniþtinê jî di bin navnîþana
(Bi Lehceyên Zazakî û Hewremanî Wêjeya Kurdî) ji aliyê lêkolîner
Mehemed Malmîsanij ve hate pêþkêþkirin û di dû re
û careke din mêvan derdikevin derve da ku firavînê bixwin.
Rûniþtina duyem li kata 13 dest pêdike
û di vê rûniþtinê de jî divyabû ev mijar bihatana xwendin: Mijara pêþîn
di bin navnîþana (Di Wêjeyê de Danûstandina Çandî) û ya herî pêþîn;
Danûstandina Kurdî-Tirkî (Zana Ferqînî), lê ew jî nikarîbû beþdar
biba û li þûna wî kek Samî Tan (Serokê Radekisyona Rojnameya Azadiya
Welat) mijara wî dixwîne. Babeta din; Danûstandina Kurdî û Farisî (Haþîm
Ehmed Zade) û di dû re Taha Xelîl û ji dêvla Helîm Yûsiv*** (Danûstandina
Kurdî û Erebî) bi lêv dike û piþt re, careke din mêvan bisteke vehes
distînin.
Li hevcivîna dawî jî û di bin navê; Wêjeya
Nûjen a Kurdî, ev mijarên li jêr têtin xwendin: Li Iraqê Edebiyata
Kurdî, Mehdî Xoþnaw (Serokê Þaxa Hewlêrê ya Yekîtiya Nivîskarên
Kurd). Li Iraqê bi Zaravayê Kurmancî Wêjeya Kurdî, Hesen Silêvanî
(Serokê Þaxa Duhokê ya Yekîtiya Nivîskarên Kurd). Li Îranê Edebiyata
Kurdî, Behram Weledbegî (Serokê Enstîtuya Tahranê). Û wilo bi evê
mijara dawî re û li kata 16 piþtî nîvro rûniþtinên roja pêþîn
kuta dibin û mêvan diçin hotêlên xwe****.
Di roja din de, 5 ê sermawezê û piþtî
ku Dr. M. Xeznedar mijara xwe xwend, careke din, konferans û li gor
bernameya xwe bi rêve hate birin***** û di rûniþtina yekem de ev mijar
hatin xwendin: Li Tirkiyê Rewþa Edebiyeta Kurdî, Alaatîn Aktaþ (Enstîtuya
Kurdî ya Stenbolê). Li Sûryê Edebiyata Kurdî, Pîr Rustem (Çêroknûs).
Û mijara; Li qafqasan Wêjeya Kurdî, nehate xwendin ji ber ku Dr. Celîlê
Celîl û ji bo sedemên tendirustiyê nikarîbû beþdar biba.
Piþtî bisteka vehesê careke din mêvan
li hev kom dibin û ev mijar têtin pêþkêþkirin: Qonaxên Netewbûnê û
Wêje, Orhan Mîroglu******. Wêjeya Guherîn û Berxwedanê, Salih Agaç û
babeta (Di Wêjeya Kurdî de Cihê Jinê), ku gerek bû ji aliyê Dr.
Kurdistan A. Mukriyanî ve bihata pêþkêþkirin, nehate xwendin ji ber ku
ew jî nikarîbû beþdar biba.
Rûniþtina duyem a vê rojê jî û piþtî
firavînê, li kata 13 e dest pêkir û di vê rûniþtinê de ev mijar
hatin zimên: Di Helbesta Kurdî de Xala Werçerxanê, nimûne; Ebdula Goran
(Îzedîn Mistefa Resûl). Perwerdehî û Wêje (Heyder Diljen). Di Wêjeya
Kurdî de Cihê Zarokan (Yunis Behram, PENa Kurd).
Û di dû bihinderxistineke kurt re ev sê
mijarên din jî têtin pêþkêþkirin: Têkiliya Wêjeya Devkî û ya Nivîskî,
Þerefxan Cizîrî (Nivîskar). Zimanê Resen û Zimanê Wergerê, Firat
Cewerî (Nivîskar-Wergêr). Di heyama Nû de Çîroknûsiya Kurdî, Mulazim
Ozcan (Nivîskar). Û wilo roja duyemîn ji konferansê diçe serî.
Roja dawî ji konferansê û wekî her rojên
pêþîn otobîsan mêvan ji hotêlên wan û ber bi Þaredariyeke Bajarê
Amedê, ku ev konferans hembêzkiribû birin û di rûniþtina yekem de ev
mijar hatin bi lêvkirin: Kurdên ku bi Erebî Dinivîsin, Taha Xelîl
(Helbestvan). Li Îranê Dîroka Romana Kurdî, Eta Nehayî. Hestên me Çendî Dûrî
Hev in, Xalêd Xelîfe (Romanûs û sînarêst).
Di dû bisteka vehesê re jî ev babetên
din hatin xwendin: Di Çavkaniyên Swêdiyan de Wêneyê Kurdan, Rohat
Alakom (lêkolîner). Jêderkên Alternatîv ên Çanda Mezopotamiyayê, Ragîp
Zarakolu. Wekî Kospeke li ber Pirçandiyê Rojhilatnasî, Xalêd Tewekole.
Piþtî ku xwendina mijaran kuta bû û di
rûniþtina duyem de, Dîwana Konferansê deriyê guftûgoyê vekir û rê
kete mêvanan, ku axaftineke serbest bînin zimên û hin xalên ku xweþik
nehatibûn ronîkirin þîrove bikin û yên ku hin têbîniyên xwe li ser
kar û xebata konferans jî hebûn, ew anîn zimên û di hundirê evê guftûgoyê
de ji mêvanan hate xwestin, ku hinek xwe pêþkêþ bikin, da ku ew biçin
û xal, arman û encamên konferansê, weke Beyannameya Dawî binivîsin û
ew beyanname di roja din de û li salona Þaredariya Mezin a Amedê û bi beþdarbûna
piraniya Ragihandinên Kurdî û Tirkî, hate xwendin.
Helbet ne tenê ev bûn mêvanên konferansê;
Li gor dîtin û ragihandinan, nêzîkî 150 î mêvan û ji her çar perçên
Kurdistanê û Ewropa beþdarî di konferansê de kiribûn. Mêvanên ji Sûriyê
çûbûn û digel me; Deham Ebdulfetah, Fethela Huseynî, Salih Bozan, Xalid
Xelîfe, Taha Xelîl û Seydayê Keleþ jî xwe li wir tevlî konferansê
kirin.
Ji bilî kar û barên konferansê jî, Rojên
Wêjeyê li Amedê û ji pênc ta nehê Sermawezê hatin li darxistin. Di
hundirê evan rojan de, semînerên zimên, çêrok, helbest, sînema û þano
û stiranan dihatin lidarxistin û ne tenê li deverekê; Ango di yek dem û
çxê de bêtirî çalakiyekê dihate bi rêvebirin. Yek dikare bibêje, ku
ew rojên Amedê bûbûn ên þanên hunguvtirîn ji bajêr re.
Tiþtê din ku em dikarin bibêjin û wekî
pir ragihanan anîn zimên, heya bigihe yên Erebî weke Televizyonê
El-Erebiye, ku ev cara pêþî bû Kurd dikarin wilo konferans li darxin û
nemaze li bajarê Amedê û karîbûn bi hev re bigihên pir encaman.
Ev yeka jî di hundirê Beyannameya Dawî
de hate dîtin, ku ew li ser xal û pirsgirêkên zimên, pir tîp û zarava
û kêmasiyên rêziman û ferhengên Kurdî û kêmbeþdariya jinan û pir
xalên din, ku dihêlin em weke milet û rewþnbîriya me li þûn be. Û ji
ber ku ti dezgeh û fermandariya vê konferansê li ser kesî tineye û ewê
nikare wan xalan çareser bike û da ku, ew ber bi bê nebin, konferansê ji
hemû Dezgeh û Enstîtûtên Kurdî û bêtir ji Hukûmeta Baþûrê
Kurdistanê xwest, ku van pirsgirêkan çareser bike.
Û di roja dawî de û piþtî ku hêja Ferîdun
Çelîk gotinek di þîvþhiyê de pêþkêþî mêvana kir û kêfxweþiya
xwe û hemû xelkên Bajarê Amedê bi evan çalakiyan anî zimên, Birêz
Behram Weledbegî (Serokê Enstîtuya Kurdî ya Tehranê) jî rabû ser xwe
û spasiya wî kir û got: Da ku ev nebe karê me yê dawî û ta ku
berdewamî jê re hebe, em we di meha pêncan de vedixewînin Bajarê Sinê,
da ku em konferansa xwe ya duyemîn li wir li dar bixin û li ser evê sozê
mêvanan xatir ji hev xwest.
.....................................................................................................
*
Weke xwendevan dibînin ku vê carê mijara me ne li ser Ola Islamê
ye. Em li ser Konferansê Amedê rawestîne û ew yeka jî li ser xwesteka
Komîta Rêvebir ya rojnameyê hatiye, tevî ku hinekî bi dernegî jî ketî.
Û da ku em di yek jimarê de du gotarên xwe danexin û mafên bilî xwe jî
nexin, em bêçar man ku evê mijarê têxin hundirê Quncikê xwe û di
hejmarên bê de emê careke din li mijara xwe vegerin.
**
Tevî ku konferans û ji sedî nod û neh Kurd bûn û mijarên wê jî
li ser Ziman û Rewþebîriya Kurdî bû, lê dîsan jî û ji bo çavtengî
û þovenîzma rijîma Tirk nikarîbûn wê weke Konferanseke Wêjeya Kurî
bi nav bikin.
***
Piraniya evan nivîskarên me, ji ber astengî û rênedana Asayêþa
Rijîma Tirk, nikarîbûn beþdarî konferansê bibana.
****
Du hotêl ji mêvanan re hatibûn girtin; Demir Hotêl û Toristîk
Hotêl.
*****
Mêvanên konferansê û di hundirê wir de dîwanek ji bo rêvebirina
karên konferansê bi navkiribûn. Lê, û li ser daxwaza hin mêvanan, ew dîwan
di roja dawî de careke din hate guhartin.
******
Mijarên ku bi Zimanê Tirkî yan jî bi Erebî bihatana xwendin, ew
di cih de bal Zimanê Kurdî de dihatin wergerandin û mêvanan di riyên
guhbîstokan re li wergerandinê guhdarî dikirin.