Kurd û Girêdanên Yekbûnê

 

 

Pîr Rustem

   

     Naskirina miletan di hinek girêdanan de tê berçavkirin û li ser wan girêdanan her miletek, gelek ji yên din tête cudakirin û xuriyên xwe yên gelî aþkere dike. Dîrok jî ji me re dide xûyanî ku, raman û dîtina gelî, yeke ji berhemên sermiyandariyê ye ku, di bablîska  nozdehan de û piþtî ku, mal û pere li cem hin kesan, çînekê kom dibe û tevgera pêþketina alavî bi xortî meþîna xwe bi rêdixe.

     Heya ku, têghîþtina gelî - ji hemû aliyan ve - di mejiyê me de bimeye, em karin vegerin”المعجم الفلسفي المختصر”; Ferhenga Felsefî ya kurt û naskirina zanyarî jê re bidin xûyanî: ”Milet ( netew- nation: ji latîniya natio- êl, gel ) þêweke dîrokî ye ji komik, civakeke yekîtiya kesan re.. . Nîþanên serane, balkêþ ji miletan re girêdanên aborî û erd û zimane. Li ser vê bingehê yekîtiya jîniya giyane û xurûya gelî ya afrandina pisîkolocî û sincî, çand û gerdiþên wî radibe. Lê di vir de dîtinyarên sermiyandar dibînin ku, yekîtiya afrandina pisîkolocî û çandê nîþana serkêþe, heya carna ya bi tenê ye jî.. . ? tevgerên rizgarîxwaz ên gelan roleke mezin di azadî û serkeftina gelan de dilîzin.. .” {Rûpel 62-63}.

     Em dikarin, piþtî evê þirovekirina zanyarî ji têghîþtina milet, gel re rewþa miletê Kurd têxin bin neynikê û girêdanên yekbûna wî yên gelî yeko-yeko vekolin. Weke me li jor dît, çi di nirîn û dîtinên pisîkolocî yan jî yên sermiyandarî de ku, aborî û erd, çand û ziman, afrandina pisîkolodî, gerdiþ û pêgirtên miletan û hin caran jî çêra girêdanin din jî dibin mîna: Dîroka digelhev, ol û yek bawer.. . Ev tev jî di bin konê rijîmekê, dewletekê de bi kar tên ku, dihêle civakeke sînorkirî û ser û bin yek derkeve holê. De ka em evan girêdanan yeko-yeko þirovebikin:

     1- Sereke û ji berî her tiþtî, miletê Kurd ji dewleteke ser bi xwe bê pare û hîne ya kirêtir ewe ku, di nav çar-pênc dewletên zorker de hatî parvekirin û her dewletek ji evan dewletan xasmayek wê heye, bi ser de jî miletê me di bajar û welatên din de jî û li seranserî cîhanê miþext bûye. Evê yekê hêþtî ku, em bi pir gavan ji hev bi dûr kevin û li gor evan salên dû dirêj ku, dijmin hêþtî perçebûn di Kurdistanê de çê bibe.

     2- Rewþa Aborî; Miletekî bê sînor û dewlet û bi ser de, di nav çend dewletan de hatiye perçekirin ku, ji her yekî re riyeke veqetî, di warê aborî- civakî de heye, dê çawa yekbûneke girêdayî di nav evî miletî de hebe û hîne tiþtê wêrantir, meþandina ev ton konevaniya di herêmên Kurdî de, ji aliyên rijîmên serdest ku, hêþtine ev herêm di heyameke paþmayî, nîvcotarî û kole de bijî, her û her bend û keleman datînin pêþiya bi destxistina alav û þêweyên pêþketina aborî- civakî.

     3- Erd, xak. Raste xaka Kurdistanê yeke, cih û warê miletekî ye, lê tenê di mejî û dîtinên meyî ramyarî de. Ango li ser zemînê riyalîzmê, ev herêm û cigrafiya Kurdistanê cigrafiya nepejrandinê ye, ji aliyên evan rijîmên serdest ve û heya ji wan tê sînorên xwe diparêzin da ku, nehêlibin mirîþkên wan jî tevlîhevbin. Pir caran jî evan herêman ji cîhwarên Kurd vala dikin û hinekên Ereb an jî Tirk û .. . dixine þûna wan da ku, dûrxistina Kurdan ji hev kûrtir bikin.

    4- Çand û ziman. Zimanê Kurdî bi damarên xwe girêdayî zimanê Hindo-Ewrûpiya ye û nêzîkbûna wî ji yê Farisî re bêtire. Dîrok jî bi me dide naskirin ku, di her herêmekê cigrafî de civakekek ser bixwe, xurî çêbibû û zimanek, nîþan û þêwên bihevdenasînê ye ji xwe re afrandiye. Carna ev zimanê Yek û di bin akama hin tiþtan de ji hev þeliye û gelek ziman jê kiþîne, weke zimanê Hindo-ewrûpiyan û carna jî gelek zarav û zimanên nêzîkî hev bûne yek ziman weke yên miletên Samî ku di bin zora dewleta Îslamê û Quran ê de bûne yek.  Belkî yek bibêje ku ev zimanê Te gotine hîne jî hene û ev yeka raste lê bes ew ziman di roja îro de nemane zimanê Gel û axaftinê, ew bûne mijarên vekolînên kesên erkiyolocî.

     Ziman û çanda Kurdî jî ji nesaxiyê Ne bê pare. Di roja îro de em dibînin çend zaravên Kurdî hene, Eger ku em nebêjin ji her herêmeke kurdî re zaraveke wê ye xurî çêbûye, li gor konevaniya li ser me tête ajotin û em bi pir tîpan jî dinivsînin çI yên latînî bin û an jî erebî û.. . ? li gor evê heyamê Eger ku em evê pirsgirêkê çaresernekin ne dûre di paþerojê De her zarawek bibe zimanekî serbixwe.

     5- Afrandina pisîkolocî; Hest û xwedîtina yek milet û gel. Ev girêdan li cem miletên bindest xorte, bihêze; Ew piþbendiya xwe di vê yekê De dibîne. Miletê Kurd jî yekane miletên ku ev hest naskirî û têde dijî. Ew ji roja ketina Medya û ta roja îro, ji bilî hinek bizav mîna komara Mehebadê û hinek mêrîtiyên Kurdan mîna yên Bedirxaniyan ku di demne kin de  hatine hilweþandin, bê dewlet û bin dest mayî. Evê yekê Hêþtî di bingeha xwe yê pisîkolocî de xwe kesekî perîþan, xizan, jar û kêm bibîne û hertim bireve quncikan. Evê dema dû dirêj ji bindestiyê Hêþtiye kesê Kurd bi nirîneke reþ-rexneyî li xwe binire û xwe hertim kêmtir û yê diwemîn bibîne.

     ? bi boneya evan sedeman em dibînin ku mirovê Kurd dîtina xwe di pir bûna Malbeta xwe yan jî êl, û di roja îro de di partiya xwe de dibîne. Evê yekê Jî hêþtiye ku xwedîtina ji malbetê, êl û partiya xwe re ji berî xwedîtina kesekî Kurd be û li þûna ev girêdan me ber hev bîne, pirê Caran dibe sedemek ji sedemên Kurda û mînak pirin.

     6- Pêgirt û gerdiþ. Her miletek bi gerdiþ û filoklorê Xwe tête nasîn û xasmeyekê Dide wê miletî, ev tiþt bi gelemperî ye. Di vir de miletên bindest taybetiyeke wan heye;Ji ber ku ziman û çanda wan qedexeye ew direve kiltorê Da ku hemû êþ, hêvî û raman û dîtinên xwe têre derîne, vêca em dibînin ku kiltorê Van miletan zengîne.

     Miletê Kurd jî weke me got: Yekane miletên bindeste û kiltora wî dewlemende, ji hezarê Salan û vir de ew tête dagrtin. Di nirîna me de ev girêdan, ji me Kurdan re ya yekemîne ku me bi hev ve girêbide; Xuriyekê Bide me. Belkî di vir de yek bibêje ku ev nirîneke paþdemayî ye, lê bila ew nelezîne. Weke em dizanin ji her miletekî, civatekê Re xasmeyên wê hene û erê Di roja îro de bervê Heyama cîhanê ber bi girêdanên Aborî ye, bes divê em ji bîr nekin ku cudabûneke þaristanî fireh di navbera civaka rojhilat bi gelemperî, di nav de ya Kurd jî û civaka ewrûpî de heye. Eger ku em rojekê Bixwezin tevlî komeke aborî û piþtî bi dest xistina dewleteke serbixwe, bibin dive bi alîkariya destin ji derve be da ku em çenekê Bidin civak û miletê Xwe yan jî em di riya pêþketineke dîrokî û gav bi gav derbas bibin; Vêca dive em li girêdanên xwe yên xurî vegerin û weke me berê Jî gotî ku gerdiþ û kiltorê Me girêdaneke bi hêze.

     7- Dîroka di gel hev. Ji berî her tiþtî suruþta Kurdistanê û ji berî ku agehên nûjen bêne bidestxistin , dihêþt xelkên civakê Dûrî hev bijîn, bandora wan li hevdu kêm be, ew têkiliya xort tinebe û ji berî ku civaka Kurd van agehên nûjen nasbike û di peymana Qesra Þêrîn de, sala 1514 an de û piþtî þerê Çaldîran bête perþekirin û wilo Kurdistan kirin du par, hinek di bin destê Osmaniyan û yê din kete nav lepên Þahên Sefewiyan, di dû re û di peymana Seykis- Pîko de careke din tête perçekirin û ewê Bajo heya roja me yî îro.

     Miletek ku ji ketina Medya û heya bi roja îro di bin sî û zora van dewletên ku Kurdistan bendkirine de be, ewên ku þerê Tevlîbûna mirîþkên Kurdan jî dikin. dê nehêlibe ku ev milet dîrokeke di gel hev bijî da ku çûneserheveke civakî- çandî çênebe.

     8- Ol û bawerî. Ger em vegerin dîrokê Emê bibînin ku di demên çûyî de ol û baweriya zardeþtiyê Di civaka Kurdî de girêdan û têkeliyeke xort bû, di gel hinek miletên din mîna Pars û hinek ji Hindistanêû.. .hwd.

     Piþtî hatina ola Îslamê û bendkirina wê ji Kurdistanê Ku hêþt bi zora þûr û kuþtinê Dev ji ola zardeþtiyê Berdin. Kurd jî mîna hemû miletên din ketin bin baskên Împeretoriya Îslamî û bûna koleyên ziman û çanda miletê Serdest, heya hêþt ku ew xwe weke mislman berî keskî Kurd bibîne û mînaka Selehêdînê Eyobî li ber çava ye.

      Bi vî rengî û þêweyê ola îslamê Bû xefkek ji miletê Me re ku bête piþaftin. Gihîþt ku meleyên misilman ên Kurd û ji berî yên ereb, ji þagirt û feqeyên xwe re bibêjin: ”Eger ku hûn yekî êzdî bikujin hûnê serrast herne bihuþtê”. Em tev jî dizanin ku kesên ezdî ew ên ku ziman û çanda Kurd bêhtirî hemûyan parastine. ? wilo ol û baweriya îslamê Bû xefka piþadftinê û dijîtiya di nav bera Kurdan de û xopandina wan ji aliyê Paþmayên îslamê û miletên serdest; Vegere bûyerên salên 1915 an û ta 1920 an.

     Di dawiyê de em dikarin bibêjin: Mirovê Kurd dijî heyîn û serkeftina xwe ye û ev dema dû dirêj ji bindestiyê Hêþtiye kesîtiya wî vemire û xwe dûvik bibîne; Nikare ji bilî rola yê kole bilîze. Çima hertim li dijî xwe û serkeftina xwe rawestiye. Çima hertim ji miletên din re xebitiye.

     Ev pirsên ku, me li jor kirine mînakin ji hin pirsên di vî tonrengî de û em dikarin zincîra wan dirêj bikin. Lewre , di dîtina me de dive em li hember neynikê rawestin û tazîbûn, êþ û kulên xwe aþkere bikin da ku em karibin li çare û dermên bigerin. Dive mirovê Kurd, tevgetra Kurd ji xwe bipirse: Çima ez malbetî me, êlî û þêxî.. . û Þikakî me, Misilman û Ezdî, Sinî û Elewî, Kek û Mam, Kurmanc û Soran, çima ez Yekîtî û Hevgirtinî û .. . Partî me ji berî ku, ez mirovekî Kurd bim.