Pîr
RUSTEM
Em îro bi hev re û bi xêra pêþew û helbestvanên me, çi yên kevin
an jî yên nuh, mûma xwe ya dehan pêdixin û di demeke awerte de, digel ku
miletê me, û di seranserî neqþa Kurdistan ê de, demine awerte diborîne. Lê
tevî vê rastiyê jî ew bizavên xwe dike, ku di her sebareteke xwe de, mûneke
nuh pêxîne û çarçewa ronahiyê firehtir bike, da ku em neghên demekê û
ji niþkave reþî me daqurtîne, û em bi hêvîne ku ev mûna me ya dehan bibe
yek ji ewan mûnên, ku dê bihêlin rêçikin nuh li pêþ nifþên nuhatî
vekin, belkî ew karibin gavine pêþtir bavêjin.
Gelî dost û hevalên birêz...
Weke ku me di pêþî de jî got ev bû deh salin ku cemawer û evîndarên
helbesta Kurd î bi evî karê xwe yî pîroz radibin, û ew bi evê çalakiya
xwe dixwezin, û ji berî ji yê din re, ji xwe û miletê xwe re berçav bikin,
ku em ne miletekî mirî ne û zimanê me jî ne xwarkirina zaravekêye, ji yên
miletên serdest, weke ku ev rijîmên destlat dixwezin wê yekê bikin rasteqîneke
dîrokî. Tevî ku em baþ dizanin û têdighên ku wêje û toreya Kurd î pir
lawiz û li þûne jî, û helbet ew yeka jî bi sedema konevaniyeke dûdirêj
û rewþa bindestiyê ye, û ne ji valahiyekê hatî, lê dîsan jî ji me tê
xwestin ku em bizav û çalakiyên xwe yên di ber ziman û çanda miletê xwe
de kûrtir û ferehtir bikin, da ku rojek neyê û di pirtûkên dîrok û
erkiyolociyan de nebêjin; Ji berî çend sed salekî miletekî din jî hebû,
û ew bi navê Kurd dihatin nasîn; Ji ber ku, û bi dîtina me, hebûn û heyîna
miletan bi zimên ve girêdayî ye, berî ku bi tiþtekî din ve bête girêdan,
eger ku em nebêjin ew tenê bi zimên ve girêdayî ye.
Mêvanên
birêz, cemawerê xoþewîst...
Dive ku hinek kêmasî derketibin holê, çi di mihrecanê îsal de yan jî
di yên çûne de, û di gel ku em dizanin ti kar bê kêmasî tinene jî. Lê dîsan
jî, û digel vê têghîþtinê jî, ji me tête xwestin, weke cemawerê
helbesta kurd î, weke helbestvan û rewþenbîrên Kurd, weke tevger û
siyastmedarên Kurd, û li dawiyê yan jî li pêþiyê, weke komîta amedekar a
mihrecanê, em nakokiyên xwe yên kesîtî û partiyetiyê bidin þûn û bizavên
xwe bikin ku evê çalakiya xwe serketî derînin.
? di dawiya evê kurtegotina xwe de, em dixwezin bi navê komîta
amedekar a mihrecana dehan û hemû helbestvan û rewþenbîrên Kurd û bi navê
cemawerê helbesta kurdî, helbet piþtî rêdana we, rêz û silavên xwe ji
miletê xwe re bi rêkin; Ewê ku ti carî çikozî di dayîn û berxwedanê de
nekirî û em bi hêvîne ku, ji îro û pêve, em þaþî û kêmasiyên xwe kêm
bikin û hêviya me ya mezintir ewe ku, çi Tevgera Konevanî yan jî ya Rewþenbîrî,
li gorî omîd û xwestekên miletê me û rewþa ku têde dijîn bin, da ku
careke din û weke hertim hêviyên wan beravêtî nekin, û nehêlin bi dehê
salan gerek bin, da ku careke din em karibin wan hêvî û baweriyan vegerînin.
Lawre û tenê ji bo ku em ewê rêka hertim najon û li dawiyê nebêjin; Rê
ne ev bû, divê em bi hev re û bi yek dengî bêjin; Kurdayatî berî hertiþtî
din, û hemû xebat û çalakiyên me ji bo ku em ala wê bilind kin. Lê ev
yeka hiþmendiyeke bilind û bîreweriyeke welatparêzî jê re dive, û weke ji
çalakiyan xûya dibe ku hîne pir ji me re dive.
Ma ku em bêjin; Rêz û silavên me ji hemû
beþdaran re, û bi hêviya serketin û gaveke nuh di xebat û çalekiyên xwe
de, û sipasiyeke ji dil ji we re.