|
MÊRÊ
NIMÛNEYÊN DAWÎ Pîr RUSTEM -
Ez çi bikim ji te, te ji balefirê bavêjim.. te ji bo quretiya xwe hêþt
em ewê heftiyê weke teneyên qûmê ji dest xwe berdin, hefteyeke sax em
di rex hev de û li bajarekî din, bê tirs û pirs.. me dikarî hevdu bidîta,
hefteyeke buhiþtî bû eger ku, te li min wilo nekiriba.. te çima hêþt
ez bi tenê derkevim Amedê û tu li Nisêbînê bi tena xwe ma. Ne tenê
wilo.. heya roja tu hat û gihêþte me jî û ma xwest em bi hev re
derkevin ser gora herdu evîndaran, dîsan te xwe veqetand û te ez bi tenê
hêþtim.. min çiqwasî xwe nêzîkî te dikir tu ewqasî ji min direvî,
çima.. min nedikarî ewê yekê fêm bikim, tevî ku, çavên te ji min re
digotin: ew evîneke zor giran ji min re hildigrin. Þîlana Memo nikare xwe
bigre û hêsrên ewê têne xwar û seriyê xwe datîne ser milên wî, ew
xwe ji bîr ve dikin ku, di hundirê balefirê de ne û giropê hefteya rêzimanasî
li gel ewana di balefirê de rûniþtîne. Ew
jî lal dimîne; nedizanî dê çawa karibe bi Þîlanê bide fêmkirin ku,
ew ji evîn û germiya çavên ewê tirsiya bû û nediwêrîbû xwe nêzîkî
wê bike, ji tirsa ku, dest vala ji gulîstana evîna wê derkeve, lew re ewî
tenê xwe bi dîtin û bihîstina dengê ewê razî dikir û her ku, êvar
li wan dadiket û bi tena xwe di odê de dima, ewî seriyê xwe dixist bin
balîvê xwe û bi dengekî sar û hêsrine gerim digiriya, lê bê deng, da
ku, hevalê wî yê odê pê hest nebe. -
Tu çima deynakî. Piþtî ku, ew hinekî kela girî dirjîne, ji wî
dipirse. Te çima di van heft rojan de negot: ez ji te hez dikim û min bi
dehan nîþan didane te ku, ez li hêviya gotineke te me. -
Ez nizanim çi bêjim, ez bê hiþim an ezî tirsonekim an ji êþ û birînên
kûr hez dikim. Nizanim.. lê tenê ezê bi hêsrên çavên te sûnd buxum
ku, her ez ji ba te bi rê diketim an tu digel yekî dîtir dimeþiya, dilopên
xwînê ji dil dadirivîn û min dixwest ez ji wir bazdim an jî ez xwe bavêjim
nigên te û bêjim: bese te ez kuþtim û hinek dilovanî ji bo min..
Xwedaya min. -
Ev giþ û eza li benda ku, tu bi destên min bigrî û min ji nav ewana derîne..
birevîne, seriyê min deyne ser sîngê xwe, ta ku, xwe û jiyanê ji bîr
bikim.. tu çiqwas zordar bû di evê hefteyê de û tenê bi min re. -
Belê.. ev raste; ez gelek hêc û zordar bûm. Bes tu dizanî çima min
dikarî bi hemû ewan keçkan re, bi hêsanî û bê dudilî, bidaûbistanda
û tenê bi te re na. Ew ji Þîlanê dipirse. -
Ma ne evê yekê bi xwe jî dihêþt ez zêdetir xemgîn bibim û ji xwe
dipirsîm: ew çima li min wilo dike, evê ku, ez evqasî jê hez dikim min
dihêle û diçe digel hineke dîtir dimeþe. -
Aaaaaaaax.. ax Þîlan, bila tu zanibî; eger ku ez hezkirina xwe, ya ji te
re, li rojên payîzê belav bikim, dê kulîlk û çîçekên daran bipiþkivin
weke di rojên bihara teze de. Lê mixabin, ez dikarim bibêjim: ku ez mêrê
nimûnenên dawî me û ewa ku, ez jê hezdim ez newêrim xwe nêzîkî wê
bikim. -
Tu dixwezî min dîn û þêt bikî. Þîlan dipirse. -
Na.. lê naxwezim ji xewnan þiyar bibim; ez mirovê xewneroja me û tirsa
min ku, ev hezkirina te ji min re xewn û leylanek be û gava bêjim te: ez
ji te hez dikim, tu jî û weke hemû keçikên ku, min ew di jiyana xwe ya
sar û reþ de naskirine.. tu bibêjî min: tu li riwê xwe yê miriyan
nameyzîne, da ku, tu bixwezî li jiyanekê bigerî û li dawiyê jî tu
tufiya xwe li þûn xwe bihêlî.. ez ji xweþikbûnê ditirsim. -
Bes min çend caran xwe nêzîkî te kir û tu ji min reviya. Gotinên Þîlanê
wan wêneyên berî heftiyeke tîne bîra ewan û dengê wê dema ku, di
salona hotêlê de rawestibûn dixe guhên ewî: -
Tu bi me re naçî ser gora Mem û Zînê. Þîlan bi tirs ji ewî hevalê
ku, digote koma hevalan: "biborin; ezê nikaribim bi we re bêm.. hûn
dikarin bi tena xwe jî derkevin, hinek karên me yên taybet li gel hinek
hevala derketiye". Bi hevoka dawî re, ew pozê xwe bilind dike û ji
koma hevalên dora xwe re dide xûyan ku taybetiyeke wî li vir heye û vaye
ew bi tenê ji nav ewana tête vexwendin bo hinek karan. Evê pozbilindiya wî
hêþtibû ku, ew pirs û bergera Þîlanê jî nebhîse û wilo bihêle dilê
wê bête sotin.. rewisandin, mîna ku tu kuzotine êgir bi ser de ke. Þîlanê
û hîne di çavpêketina pêþî de hestkir ku, dilê wê hate guvaþtin û
êþeke zirav tê re herikî û naskir ku, ewê di bizaveke nuh re derbas
bibe û evê yekê hêþt ku, hinekî ew bi tirs û dudilî bi ewî re têkildar
bibe û ev yeka jî li dijî hêmeniya ewê bû; ji ber ku, ew bi dilnazî
û dilgermiya xwe dihate naskirin û eger ew li çi civakê beþdar biba, ewê
dikarî bi rewana xwe ya bilind ew civak bilivanda û dilþad bibin; ango ew
bi rewana dilþadiyê dihate nasîn, lê ev nayê ewê wateyê ku, ewê xwe
di civakê de erzan dikir, qet na û ew hertim cihê rêz û rûmetê bû û
di axaftinên rastgo de ewê hinekî tûjtir jî dikir. Lê
ewê qet bawer nedikir ku, dê bibe qurbanek winda di nav þareke nuh de û
hîne di nimûneya pêþî de, gava ew ji balefirê daketin û silav li ewan
çend camêrên ku, hatibûn pêþiya wan kirin, naskir ku, riya wê dirêj
û dijware û ewê bi tena xwe rahêje xaçê xwe û di ser riya bi dirî û
stiriyên xwînê re bibore. Ev yeka bêtir jê re balkêþ bû dema ewî
xatir ji giropê hevalan xwest û ji ewana qetiya û hêþt ku, ew bi tena
xwe piçe bajarê Amedê, piþtî ku, ewî gote ewan hevalan: "biborin,
ezê îþev li Nisêbînê bimînim; hinek heval û karên min li evan deran
hene û dive ez îþev li ba wan bimînim". Û wilo, ew ji hevalên xwe
diqete û dihêle xemgîniya Þîlana Memo kûrtir bibe. Þîlanê
qet bawer nedikir ku, ew wilo pêre bideûbistîne, lê tevî evê ziwabûna
wî jî, ewê destên xwe ji çêrokê neþûþtin û gote xwe: "hîne
heftiyek sax li pêþ me ye û ka ez binirim ev çi pêþeye, çima dike ku,
ez nedîtime û wilo dixweze bi xwe bikene". Erê ewê dixwest tev bi
hev re derkevin Amedê û wilo hevaltiya rê bibe keysa danûsitandinê, lê
mixabin piþtî ku, ewî xatir xwest û ew li þûna xwe hêþt, ew bi
dilxemgînî li tirambêlekê ji yên ku, ji bo ewana amide kiribûn, siwar
dibe û didin ser riya hizir û xeman; riya hevalên winda û sotina darên
merxê. -
"Ev bû cara dudiwaye ev li min wilo dike, çima? Tevî ku, demên li
çavên wî dinirim ez bangeke gerim di ewana de dibînim û ne bawerim ku,
hestên min min dixapînin; ev ne cara pêþîn e ku, pirsên çavan dixwînim
û di ewê xwendina xwe de bi ser dikevim". Þîlan di ewê kêlîka
ku, ewî xatir xwest de gote xwe û dema dît ku, ew careke din direve jê
re got û perde çirand: çima tu jî bi me re nayî. -
Hinek karên min ên taybet hene û eger ne wilo ba ezê bihatama. Ew careke
din bi quretî dibêje wan û hinekî dengê xwe bilind dike, da ku, ewên
derdora ewana jî bibhîsin. -
Eger ku tu naxwazî ez biçim, ez jî naçim. Þîlan li hêviya ku, ew jê
re bibêje: "neçe" bendewar dimîne. Lê mixabin; ew careke din hêviyên
wê dipelixîne û jê dixweze ku, ew digel hevalên dîtir derkevin ser
gora Mem û Zînê û evê keysê ji dest xwe bernede û wilo dihêle bîra
xemgîniyên wê sartir bibe û ew bizavên xwe bike, da ku, nehêlibe
careke din çavên ewana rastî hevdu bên. Ew ji ba hev bi rê dikevin û
her yek di qirika xwe de çiyayekî ji xwuyê hest dike. -
"Min çima wilo kir; çima ez digel ewana neçûm ser gora Mem û Zînê;
ew hine xwesteka min bû di þeva çûyî de û hin jî ma ne ji min re
xwenek bû ku, yeke weke Þîlanê ji min bixwesta ez digel ewê derkevim
deverekê, seyranekê.. ez çima li dijî dilê xwe diçim; çima dixwezim
her tim bi êþ û dilmayî bijîm.. çima xwe dikim qurbana quretiya
xwe". -
Em biçin, ew li benda me ne. Rêveberê wan dibêje û dide pêþiya wan û
zincîra ramanên ewî dibire. Ewê biçin serdana serokê þaredariya bajarê
Amedê û li gel wî hinekî bimînin û di piþ re wê derketana serdana
hinek pirojeyên bajêr. -
Tu yê hertim xwe bikî qurbana tirs û quretiya xwe; eger te hinekî
cerg kiriba û te bi porê min bigirta û bi gota min ez ji te hezdikim; minê
gerdûn bihêþta û bihatama. Lê Þîlan gotina xwe dibire; dema ku dibîne
ew hêsir û weke dilopeke baranê di zivistaneke sitewr û ziwa de bi ser
piþta destê ve tête xwar. Ew
jî û bi hejandina mil re ji aliyê ewê keçika ku, heya bi demekê hêþtibû
ew þêt bimîne, vediciniqe; ewî dema hest kir ku milê wî tête hejandin
gote xwe: "waye Þîlan milên min dihejîne, da ku dengê giriyê min
dernekeve û ez bêtir seriyê xwe nexim hembêza wê û bala ewan hevalên
dora me nekiþînim ser rewþa xwe". Lê dema ku, ew xweþik li riwê
ewê keçikê dinire dibîne wêneya keçika mazovana balefirêye û ewê wî
ji xewnerojan þiyar dike. Erê
ewî çend carên din jî çav misdan û gote belkî ew di xew ve çûye û
xewneke giran dibîne û eger a nuha ji xew þiyar bibe dê bibîne ku, Þîlan
di rex wî de rûniþtiye û destê xwe jî xistiye nav destên wî de û
ewan seriyê xwe xistiye ber yê hev de ku, pir caran ewê nêzîkbûnê dihêþte
riwê wan bighe hev. Lê ewê misdana çavan û her diçû hêvî û
xewnerojên wî beravêtî dikirin û jê re diçespand ku, ewî bi tena xwe
di balefire de maye û hemû bînekên dî yên balefirê jê peya bûne û
waye mazovana balefirê ewî ji xew þiyar dike. Ew
di salûna firoþgehan de dimeþiya û bi melûlî çenteyê xwe li pey xwe
dixweþan, carina û bi qîr – qîra mêvan û mazovanên ewêderê re çav
hildidan û li riwê wan meyzedikr ku, çawa bi dilgermî hevdu hembêz
dikin û bi hatina hev þadibin. Belkî ne ji ewê yekê ba û ewî xwe di
firoþgeha firogehê de nedîta dê bigota ew çûna konfirans û dîtina Þîlanê
li ewêderê û gotinên wê yên li jorî bîst û pênc hezar gav li jorî
rûyê zemîn û ewran, tev derewînên xewnerojkên wî bûn. Ew hîne di
nav ewan gûmana de bû dît qîj – qîja zarokekî ji aliyê deriyê ku,
ji salûnê dertê ve bilind bû û weke carên dî wî niherî, ka ewê çawa
bi hev þabibin. Lê
gava çavên ewî bi wan dikeve tirkinî bi dilê wî dikeve; erê ew xweþik
riwê wê nabîne, dema ew di derî de diraweste û di ser milê xwe yî çepê
re li wî dinire û dihêle çente ji destê wî bikeve, lê ew birûsa hêsra
di qurziya çavan de nîþana Þîlanê bû. Xwest biqîre û bêje
"vaye ez li virim û ezê xwe
qurbana tekim". Lê hest kir ku ewî di nav komek mirov deye û ev yeka
dê bihêla bala tevan bikiþe ser wî û di wî de bi gûman bin ku, ew
mirovekî þête. Ew li pey wan dinire.. û dinire ku, ewê bi destê
zarokekî þeþ – heft salî girt û di rex de jî mêr – dêwekî rahiþtiye
keçeke çar – pênc salî û.. li þûna wan ew birûska, ku ji çavên wê
di derî de weþiya bû, dimîne. Cindirês
– 2007 |
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org