Rêzdar
endamên komîta rêvebir a “Navenda Celadet
Bedirxan ya çandî”.
Nivîskar û mêvanên hêja.
Rêz
û silavên me ji we re.
Bi bihîstina evê nûçeya we re hêviyên me, careke din, geþbûna ku
hîne hin kes hene ku raman û rewþenbîrî cihekî bi nirx li cem wan digre û
ew dikarin hinekî ji demên xwe bidin evan çêrokan û ji bo wan bixebitin.
Tevî ku hûn tev dizanin; Her ku kulêreke di ezmanê tariyê de vedibe û
baxeke tîrêjan jê diherike, ew bi xwe re gorepaneke jiyanê di afrîne û hêza
reþiyê sistir dibe, hêviyan jî paþerojeke sipîtir di dilê mirov de
derdike. Vêca em bi hêvîne ku ev navenda we li gor xwestek û baweriyên
miletê me be û ne tenê em navekî nuh hildin û piþtî þeþ mehan ewî navî
ji bîr bikin.
Dost û hogirên hêja. Helbet ev karê we yê pîroz ne yê pênûs û dê
ne yê paþin be jî, lê hêvî ewe ku ev xebata we weke kevirê koþan be di
avakirina avahiyeke bilind ji bo çend û wêjeyê Kurd û di vê helkeftê de
em dixwezin, û bi kurtî, bizava Koma Xanî bînin zimên.
Koma Xanî ya çand û wêjeya Kurd, û di þevbuhêrkeke ku li bajarê
Heleb ê çêbibû, ji aliyê helbestvan Mihemed Hemo ve pêþinyarkirin û roja
(14) ya avdarê (1988) an weke dîroka damezrandina komê hate pejirandin û di
rûniþtina pêþîn de, ku di destpêka meha nîsanê de bû, rola koma Armanc
û mozîk û hunerê balkêþ û beloq bû.
Evê komê û bi karînên xwe yên nizim karîbû û di demeke kurt de,
li gor bizav û karînên sazûmanên miletên serdest, pir karên giranbuha bi
dest bixe tevî ku ji wê bêtir jî jê dihate xwestin, lê mixabin pir hokerên
bed, çi ji hundir komê an jî yên derve, di pêþiya wê de dibûn kelem û
baskên wê diþkandin lê tevî evê yekê jî wê karîbû evan destkewtan bi
cih bîne.
1- Damezrandina mihrecana helbesta Kurd li Sûriyê ku hersal û di roja
bîranîna mirina helbestvanê gewre seydayê Cîgerxwîn, ku rastî (22) yê
çêriya pêþîn tê, bike roja helbesta Kurd li Sûriyê.
2- Pêþbezîna çêrok û helbestê; Komê karîbû sê pêþbezînên
helbestê û dudu jî yên çêrokan li darxe û yên pêþî xelatke.
3- Gelek simîner û þevbuhêrkên çêrok û helbest û mozîkê li
darxistin û belkî ew carên pêþîn bû ku karîbû guhdana cemawerekî fireh
ber bi evan çêrokan ve bikþîne.
4- Pêþkêþkirina hin navan ku di roja îro de wan cihekî xwe yê
taybet di nav koma nivîskarên Kurd de girtî.
Bi gelemperî yek dikare bibêje ku koma Xanî, û bi karînên xwe yên
nizim û di demeke kurt de, karîbû gerdeka rewþenbîriyê bilivanda û bal û
baweriya pir camêran ber bi wêje û çanda Kurd de bikiþanda.
Beþdarên
xoþewîst.. .
Me xwest em evê bizava koma Xanî bînin zimên da ku em baþ nasbikin
ku rola dezgeh û sazûmanên di jiyana miletan de û nemaze yên bindest heya
bi kîjan pileyê pêwîste û ew dikarê çiqasî raja wî miletî bike. Tevî
ku bizava komê pir nizim bû, û ev bû demeke ku wê karên xwe rawestandiye jî,
lê karîbû di van çend salan de gavên girîng û li pêþ bavêje, lewre û
dema ku me ev nûçeya we bo damezrandina “Navenda Celadet Bedirxan ya çandî”
bihîst em bêtir dilþa bûn ku hevalên me pir dibin û emê karibin destên
xwe têxin ên hev da ku aso û paþerojeke ronîtir, û bi hev re, em karibin nîgar
bikin.
Mêvanên hêja û xoþewîst.. Belkî û nemaze li gor rewþa îro yek
bixweze em tev karên xwe bikin yek û tenê dezgehekê ava bikin. Lê gor bîr
û baweriyên me û li gor heyam û hokerên îro, eger ku çiqas kom û navendên
me pir bibin dê sûdetir be.
Di dawiya evê gotina xwe de bi navê Koma Xanî ya çand û wêjeya Kurd
em pîrozbahiya kar û xebatên we dikin ku we karîbû, û di rewþeke wilo reþ
de, bi wêrekî ev kar hilda ser milên xwe. Careke din kar û xebata we pîroz
be û hêvî ewe ku ev kar bête berdewamkirin û sipas ji hemû endam û rewþenbîrên
ku rêvebiriya evî karî dikin û ji hemû mêvan û nivîskarên beþdar re jî
rêz û silavên me.
Cindirês
10.
12. 2000