Rewþa çanda Kurd li Rojavayê Kurdistnê.

   

Pîr RUSTEM

Destpêk

 

“Di pêþî de gotin bû û gotin jî li ba Xweda bû û gotin Xweda bû”(1). Yohena, evê hevokê, di pêþiya Encîla xwe de dinivîse û weke ku em dibînin; Ew gotinê heyîna herî pêþîn dibîne û ne tenê wilo, lê wê; Gotin ê, dixe þûna Xweda bi xwe jî. ? wilo em têdighên, ku zanyarên van miletên derdora me û ji zû de, rola gotin ê naskirine û ew di ber wê yekê de baþ xebitîne û gihîþte, ku ew zorê li miletên din jî bikin da, ku bihêlin raja ziman û wêjeya wan bikin; çêroka Quran ê û zimanê erebî, nimûneyeke balkêþe.

Vêca û piþtî evê kurtebêja li ser girîngiya zimên, ku hêþtiye zanyarên njadperest wê ne tenê weke regezeke bingehîn, ji yên avakirina nijad û miletan bibînin, lê heyîna miletekî bi ziman û çanda wî ve girêbidin, em dipirsin: Ka rewþenbîrê Kurd çi xebat û çalakî di ber vê yekê de kirî.

Ji berî her tiþtî dive em û bi rengekî zêde kurt, li ser rewþa Kurd û Kurdistan ê rawestin û bi lez dîroka herêmê bidin ber çav, da, ku em karibin merc û heyama, ku rewþenbîrê Kurd têde dixebite bidin naskirin. Tevî, ku em dizanin ew yeka, ji piraniya mêvanên rûniþtî re, ne tiþtekî veþartiye jî, lê ji her perçeyekî Kurdistan ê re taybetiyên wê hene û emê tenê li ser rojavayî Kurdistanê rawestin û rewþ û pirsgirêkên perçeyên din, ji hevalên wan perçeyan re bihêlin.

Em tev dizanin, ku raj û kargerîna dewletên Ewropî hêþt, ku Rojhilata Navîn bête perçekirin û di hundirê wan peymanan de, Kurdistan jî dibe çar perçe û em ên li rojavayî welêt, weke zincîrekê bi ser dewleta Sûryê ve têtin berdan. ? ji wê rojê de û her diçe, ew bizavên xwe dikin, ku me ji welatê dê biqetînin û heyîna perçeyekî ji milet û welêt tine bikin, ne tenê wilo, ew gihîþt pileya, ku hin þovenîzmên van miletên zorker, hebûn û heyîna Kurd û Kurdistan ê, weke rewrewk û nexweþiyeke mejiyê hin sîxor û kolonyalîzman bibînin.

Di evê derheqê de, serbazekî Sûrî dibêje: “Em dikarin bibêjin, ku ti milet weke milet bi navê Kurda tineye û ne jî netew weke nteweke Kurd.. . ? eger, ku em vegerin dîroka zimanan û avakirina wan di hudirê þaristaniyên kevin de, emê ti carî zimanekî bi navê zimanê kurdî nebînin.. . ? ewê, ku evê yekê înkar bike, xwe bi kolonyalîzmê ve girê dide û karên rasteqîn dikin, ku miletekî cuda bi afrînin.. . ? li gor evê yekê, em dikarin bibêjin: Welatekî netewî ji Kurd a re nîne, û ew weke rûniþtvanên çiya, sirûþtê hinek rengdanên cuda daye wan.. û wilo.. miletê Kurd evê çarçewê derbas nake; Ji ber, ku ne dîroka wan heye û ne jî þaristanî û ziman û ta bê nijadin jî”(2).

Di hundir heyameke wilo de, ku bihna þovenîzmê jê difore, helbet  kar û xebatên “Yê Din”; Ewê bindest û kole, dê jar û bi dizîbin, lê tevî evê rastiyê jî, evî miletî karîbû xwe li ber pêlên lehiya þovenîzman bigirta. ? ew yeka jî, li gor nirîn û dîtinên me, vedigere hin sedeman û jê dudu yên herî berzin; çiya û asêbûna herêmên Kurda û dûrbûna wan ji navendên þaristaniyê. Tevî, ku ev milet yeke ji kevintirîn miletên Mezobotamiya ye û þikeftên weke Du-derî li Efrîn ê û “.. Hezar Merd, ewa nêzîkî Silêmaniyê.. . ? þikefta |anîder a nêzîkî Rewandoz.., ku tê de candekê mirovê herî pêþîn dîtin; Ewê ji demên kevirî de 700 – 3500 B. Z. de, ji me re bi cih dike, ku ev welat ji hezarê salan ve rûniþtvangehe”(3) jî, lê mixabin, ew kêm caran ji bin zordariya dijminan derketî û karîbû bibe xwediyê hin mîrîtiyên, ku ne digêþt radeya karibe bibe xwedî biryar û þaristaniyeke cuda. Ew her tim, ji “Yê Din” re xebitiye û nemaze di warê çand û wêjeyê de û em dikarin vegerin dîroka Îslamê û binasin, ku bi sedan ji Kurdan xwe xistin bin konê ewê din û raja ziman û çanda erebî kirine û hîne jî dikin.

Sedema din jî, zengînbûn û dewlemendiya toreya kurdî ya devkî ye, ku hêþtiye ev ziman xwe li ber pêlên serdegirtin û tinekirinê bigre û di derheqa evê yekê de, rewþenbîrê Kurd ê bi nav û deng; Nori-dîn Zaza dibêje: “Dewlemendiya toreya kurdî ya gelêrî, ji berî her tiþtî, di gotinên pêþiyan û pendan û tiþtikan û sitran û efsaneyan de, xûya dibe”(4).

Piþtî evê destpêkê, emê bizavên xwe bikin, ku em û li gor rêveçûna dîrokê û bi awayekî  bernameyî, nêzîkî mijara xwe bibin û emê ji her celebekî, ji yên wêje û toreya Kurd, li rojavayî Kurdistan ê, re deriyekî taybet vekin. Têbîniya din; Emê tenê li cem nivîskarên, ku bi zimanê kurdî dinivsînin rawestin, ji ber û li gor dîtina me, ew tenê nimûneya wêjeya kurdî dikin û ewê bi zimanê “Yê Din”; Zimanê erebî - ew jî ji ber tabetiya perçê me ye - dinivîse, nakeve bin evê konî. Tevî, ku pir navên mezin jî hene û em rûmeta dahênan û afrandinên wan digrin û em dikarin, helbestvan û romanivîsê hêja Selîm Bereket, weke nimûneya herî berz bînin. Helbet pir navên din jî hene û wan xwe, di gorepana çand û zimanê erebî de û bi xurtî, çespandine. ? pirek ji wan bi kurdî jî dinvsînin û ewê ji bîr nebin; Emê û li gor beþdarbûna wan di çand û wêjeya kurdî de, li ber navên wan rawestin.

 

Damezrandina A-B êya Kurdî û Nifþên Pêþîn:

Weke, ku me di despêkê de jî gotiye; Ev sînorên, ku Kurdistanê perçe dikin, li gor kargerînên welatên Ewropî û yên herêmê hatin danîn, lewre welatparêz û rewþenbîrên evan miletan û di nav de yên Kurd jî, bi ewê yekê ne razîbûn û wan bizavên xwe kirin û xwe dane ber kuþtinê, ku ew jî cihekî ji þûn pêya xwe re çêkin; Milet û welatê xwe rizgar bikin. Lê mixabin û weke ji rûpelên dîrokê xûya dibe, ku em ên herî jar û qelsbûn, di evê pirsgirêkê de û ne tenê me nikarîbû xwe, di wê çêrokê de, bikira jimarek. Lê me pir destgir jî ji dest xwe berdan û gihîþt pileya qirkirin û koçkirina miletê me.

? yek ji evan malbatên, bi nav û deng, ku hate perçekirin û li pir bajar û welatan hatin belavkirin, malbeta Bedir-Xan bû; Mîrên Cezîra Botan û xwedî dîrokeke dûdirê, di þer û serhildanên li hember dijmin. Lê tevî ewê yekê jî; Dûrxistina wan a ji welêt, evan hêzên reþ nikarîbû rê li ber ronahiya evê malbetê bigre û nehêlibin, ku ew rola herî girîng, di hiþyarbûn û wêjeya miletê xwe de, nelîze; “.. ? eger, ku þoreþ û serhildanên di bin serokatiya Bedir-Xaniyan de, ji aliyê konevnî ve, têkçûne jî.. . Lê ew nayê wê angoyê, ku Bedir-Xaniyan zemîneke girîng, ji pêþketina nivîsandina kurdî re, bi gelemperî û rojnamevaniya kurdî re, bi taybet, ne damezirandine”(5).

? wilo “Rojnameya pêþî ya Kurd, di 22 ê meha Nîsanê 1898 an, li paytexta Misirê {Qahîra} û di çapxana {ElHîlal} de, çap bûbû. Xwedî û berpirsiyarê rojnamê, rewþenbîrê hêja û welat-hez; Miqdad Midhet Bedirxan bû”(6). ? evê rojnamê karîbû sînoran derbas bike û bighe destên pir rewþenbîran û nemaze yên Rojavayî Kurdistan ê; “.. Rojnameya Kurdistan, li Sûryê, bi nav û deng bû û nemaze li |am ê, ku jê re bû xala belavkirina wê ya li hemû deverên Kurdistan ê”(7). ? wilo ew cara pêþî bû, ku Kurd û di riya “Kurdistan” re, derbasî gorepana rojnemevaniyê dibin.

Di dû re û li bajarê Heleb ê, rewþenbîrekî din; Husên Hiznî Mokiryanî 1886-1947, dest bi xebat û çalkiyên di ber zimên û çanda kurdî de dike; “.. ? di sala 1915 an de, ew diçe Almanya û ji wir, dezgeheke çapkirinê ya biçûk û tîpin erebî yên ji bo çapê, bi 120 lîreyên turkî dikire û di dawiya 1915 an de tîne Heleb ê û sê nîþandanên nuh ji bo derbirina tîpên dengdar ên kurdî vediqetîne; Ewên, ku di erebî de nînin û di farisî de, bi rengekî bingehîn, têtin bi kar anîn û ew ji nuh ve vegerî Almanya, da, ku ew wan tîpan bikute û piþtî, ku ew tîp tekûz bûn, Husên Hiznî vegerî Heleb ê û dest bi çapkirina pirtûkên kurdî kir”(8).

Evan herdu xebatên giranbiha û digel têkçûna þoreþên li bakurî Kurdistan ê û koçkirina welathez û rewþebîrên wî perçî, ber bi Sûrya, ku hîne di bin baskên Firanse de bû û wan jî hinek azadî ji gelên bindest re vekiribû, ku di ber ziman û toreya xwe de bixebitin, dihêle ev rewþenbîrên me bighên hev, “... ? hevbendiyekê digel Ermenan .. di bin navê Xûyabûn de, bi afrînin”(9). Da, ku ew piþgiriya þoreþên, li bakurî Kurdistan ê radibûn, bigrin. Lê piþtî hin rewþenbîr dighên ewê baweriya, ku dibêje: Miletekî birçî û nezan, dê nikaribe xwe ji merbendên koletiyê rizgar bike, ew berê xwe didin çalakiyên zimên û çanda kurdî û sertacê wan jî Mîr Celadet Bedirxan bû. Lewre wî di hejmara pêþî, ji Hawar ê, nivîsand: “Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîne. Xwe nasîn ji me re rêya felat û xweþiyê vedike. Her kesê ko xwe nasdike; dikare xwe bide nas kirin. Hawara me berî her tiþtî heyîna zmanê me dê bide naskirin. Lewma ko zman þerta heyînê a pêþîn e”(10).

Wî; Mîr Celadet, “... Di sala 1932 an de, kovara herî girîng, di dîroka zimên û nivîsandina kurdî ya nûjen de, derxist; Ew jî Kovara Hawar e, ewa, ku li |am ê derket. Weke tê zanîn, ku tîpên latînî û cara pêþîn, di riya vê kovarê re, derbsî zimanê kurdî - Zarawa Kurmancî - bûn.. . ? ew, bi rastî, diya, ku nivîsandin û rojnemevanî û wêjeya kurdî ya nûjen, aniye ye”(11). ? bi vê yekê re, Mîr Celadet bingeha ziman ê wêjeya kurdî datîne; Dema, ku A-B êya kurdî di afrîne û bi wan tîpên latînî kovara Hawar, weke ya pêþî, dide çapkirin û belavkirin ê. Lewra em dikarin, bê dudilî, bibêjin: Mîr Celadet Alî Bedirxan û bê berberî, mîrê ziman û çanda kurdî ya nûjene.

Eger, ku em vegerin hejmarên Hewar ê û nemaze yên pêþîn, emê bibînin, ku piraniya mijaran bê navin. Ev yeka bi me dide nasîn, ku ew hemû babet bi destê Mîr Celadet dihatin nivîsandin. Lê tevî evê rastiyê jî û piþtî, ku kovar hinekî cihê xwe li ba rewþenbîran digre, em hin navên din digel ê Mîr dibînin, wek: Dr. Kamîran Alî Bedirxan, Qedrîcan, Osman Sebrî, Dr. Ehmed Nafiz, Hamid Ferec, Cegerxwîn, Reþît ê Kurd, Hacî Qadir Koyî, Ehmed Namî û Herekol Azîzan.. û pirên din. ? eger em bala xwe bidin evan navan, emê bibînin, ku piraniya wan ji bakurî Kurdistan ê koç bûne, eger, ku em nebêjin tev.

Xala din, ku rûdêmê evê qonaxê nîgar dike, eve; Ew hemû rewþenbîrên hêja, di gelek war û celebên wêjeyî de dinivsandin. Ango, ew ji çêrokê diçûn helbestê, û ji wê ber bi gotrê dibezîn û divyabû bingeha rêzimanê kurdî jî deynin û ev tev jî di bin akam û bandoriya konevanî û welatpariziyê de. Lewre em dibînin, ku piraniya wan di nav evan pir-rengên nivîsandinê de winda bûn, ji bilî hejmareke pir hindik, û di vê yekê de, em dikarin bibêjin: Cegerxwîn nimûneya herî berze, weke helbestvanekî navdar, tevî, ku wî jî hin caran têkiliyên xwe bi hin celebên wêjeyî yên din re dikir, lê ew bêtir ber bi helbestê ve çû û navê xwe bi xurtî hêþt.

Ev qonax û weke me dît bi Hawar ê dest pê dike û dajo ta destpêka pêncî, ji sedsaliya çûye. Di hundirê vê qonaxê de û ji bilî Hawar ê, hin kovar û rojnameyên din têtin weþandin û ew jî bi xêra mala Bedirxaniyan bû; “? herdu bira yên Bedirxanî, li |am ê kovara Hawar ê, di salên 1932-1935 û 1941-1945  an de diweþînin, wan {57} hejmar jê weþandin û ji kovara Ronahî 1942-1945, {28} hejmar derxistin. Li Bêrûtê jî, ji kovara Roja Nû 1943-1946, {73} ê hejmar derxistin”(12). ? em Stêr a 1943-1945 an jî ji bîr nakin. ? wilo em qonaxeke zêrîn, ji çand û wêjeya xwe, derbas dikin. ? evên pêþîn, dê rûpelên wê qonaxê ji dîrok û nifþên me re bihêlin, ku vekolînin zanyarî li ser bêtin danîn.

Qonaxa Dagirkirina “Konevanî” ji Rewþenbîriyê re:

Weke, ku me ev qonax bi navkirî, emê bibînin, ku çand û wêjeya Kurd dibe qurbana “Partî” yetiyê. Me got: Ya partiyetî û ne ya konevaniyê; Ji ber, ku û li gor dîtin û naskirina me ji konevaniyê re, ku ew pareke ji tevayiya rewþenbîriyê û gereke têkeve raja wê. Lê mixabin, em di evê yekê de jî gelekî nezan û bilmez derketin û hêþt rewþenbîrekî di giraniya Dr. Nori-dîn Zaza de, demezrandina “Partî” û ne tiþtekî din, weke xewnekê bibîne; “Di dawiya sala 1957 an de xewn bi cih hat û Partiya Demoqrata Kurd li Sûryê, bû heyîneke rasteqîn.. . ? wê hîngê û bi dizî, me hinek nivîsarên bi kurdî û erebî belavkirin”(13). ? yek dikare, weke, ku Helîm Yosif, di gotareke xwe de dibêje; Evê qonaxê bi ya “mirin û tinebûnê” bide naskirin. Tevî, ku û weke me dît hin bizav û çalakî jî hatine kirin, lê ew gelekî kêm û biçûkbûn û ti akamî li civak û  derdora xwe ne dikir; Lewre em ti navên wêjeyî, di evê qonaxê de, nabînin.

Lê tevî evê rastiyê jî, dive em pir tiþtan ji bîr nekin; Ji berî her tiþtî, ew heyama, ku bi xêra Firansiz, hinek çirûskên azadî û ronahiyê têde dihatin dîtin û bi hatin evan hikumetên rojhilat ên nijadperest re, ew ji binî ve winda bûbûn û van rjîman, bi carekê, nedixwest “Yê Din” bibîne, ne bes wilo, lê ne dihêþtin, ku ew bi xwe jî li xwe xwedî derkeve; Me nirîna serbazekî Sûrî, di derheqa evê yekê de, dît û rewþa miletê me û konevaniya înkar kirina wî û welatê wî, ji aliyê evan rijîmên kolonyalîzim ve, evê yekê baþ dide xûyakirin.

Tiþtê din û ji ber têkçûna hemû þoreþên kurdî, derûniya evî miletî bûbû ya yekî kole û gerek bû, ku ew ji nuh ve bête vejandin. ? bi ser de jî û her diçû, dijmin karên xwe dikir û hîne jî dike, ku miletê me bêtir ber bi nezanî û birçîbûnê ve têve de. Sedema din jî, serketina evan miletên derdora me û avakirina wan, ji dezgeh û asayêþên, ku çanda tirsê di nav miltên hrêmê û nemaze yê me, de belavkirine û ew gihandine, ku di hundir mala xwe de û bi zaroyên xwe re, bi zimanê wî bipeyive. Evan sedeman û digel hinekên din, mîna dagirkirina ramyariya çînî û ji berî wê jî ya mislimantiyê, ji mejiyê me re, ku dihêþt û hîne jî dihêle, em hemû þên û karînên xwe têxin raja “Yê Din” û miletê xwe têvedin nav evê agirþewatê û ji ewê din re bixebite . ? wilo, ev qonax dê bajo, ta, ku hejmara Gulîstan di sala 1968 an de û li ser destê Cegerxwîn, ronhiyê dibîne.

 

Piþtî Herifîna Xewnan:

Ev qonax, weke me got; Bi kovara Gulîstan sala 1968 an dest pêdike. Di wê hîngê de û piþtî, ku Cegerxwîn û hin rewþenbîrên dîtir, ji aliyê evê konevaniya xuloxe ve, têtin hejandin û dibînin, ku çawa hevalên duh dibin dijminên îro; (Vegere rewþ û dîroka Tevgera Kurd a li Rojavayî Kurdistan ê). ? wan þerê dijmin ji bîr kiriye û bi yê navxwe ketine û pirsgirêkên doz û milet, bi þerkirina bo danîþtokê û “kî berxe, kî berane” guhartine, dê bihêle, Cegerxwîn û hin rewþenbîrên din li xwe vegerin û bidin ser riya Mîr Celadet û ji nuh ve kovar û çanda Kurd, li evî perçî, vejînin.

? wilo qonaxeke nuh, di çanda Kurdên Rojava de dest pêdike. Lê ev qonax jî ne xwedî yek-renge û em dikarin wê weke du pirojeyên wêjeyî, ku ji her yekê re hinek þanên wê, yên cuda, hene bi nav bikin. ? weke em dizanin; Kovara Gulîstan bi biryareke konevanî derket, lewre yek dikare bibêje, ku ew dengê partiya xwe bû û çi kovarên li pey wê derhatine jî, dane ser wê þopê bi xwe û her yek bûye dengê partiya li piþ, mîna kovarên; Gelawêj 1979, Stêr 1983, Xunav 1986 .. û ta roja îro jî hin kovarên me li ser ewê bernameyê dimeþin, wek; Pirs 1993, Bihar 1994 .. û hinekên din. Ev ton kovar û rojnameyên partiyetiyê bêtir rê ji hevlên xwe re vedikin, ku ew berhemên xwe tê de belav bikin û pir caran li ser hesab û pelandina mijareke din, û pileya wê ya çandî.

Evê yekê û digel hin tiþtên din; Dagirkirina konevaniyê ji rewþenbîriyê re û kêmtêgihêþtin û ne pisporiya rêvbirên evan kovar û rojnameyan û kêm mizaxa peran li wan hêþt, ku rewþa çand û çapemeniyê li Rojavayî Kurdistan ê û heya roja îro, li þûn be. Lê tevî evan pirsgirêk û pirobleman jî, hin nivîskaran û di hudirê weþanên partiyan re, karîbû dengê xwe bigihanda miletê xwe û em dikarin bibêjin, ku ji bilî Cegerxwîn jî, pirên din û hinek ji wan hîne ji nifþên qonaxa pêþîn bûn, mîna: Osman Sebrî, Seydayê Tîrêj, Keleþ û .. hwd, karîbûn riya xwe vedin. ? ne pir li pey wan, hin navên din karîbûn, bi xurtî, bidana ser riya ewên pêþîn û bibana xwedî nav û dengin berz, weke: Deham E. Fetah, Mehmûd Sebrî, Bêbihar, Salihê Heydo, Rezo û Berzo .. û hin navên din.

Weke me dît, ku piraniya evan navan di warê helbestê de têtin nasîn û ew jî ji sedema tirsa kotekiya dijmin û çalkiyên wan ên bi dizî dihat û hêsaniya lezberkirina helbestê. ? ev yeke, ji sedemên sereke, ku hêþtiye toreya miletê me ya devkî dewlemend be; “çanda Kurd çandeke girabiha û ji yên kevintirîne, li evê herêmê û damarên wê ji dîroka kevin ta nuha, bi dema xwe re ne”(14). Lê tevî ewê yekê jî, hin nivîskaran û di ber helbestê re, bi hin celebên wêjeyî yên din mijûl bûn, mîna: Deham E. Fetah, Mehmûd Sebrî û Konê Reþ.

Ev qonaxa sarûgermkirina di navbera konevanî û rewþenbîriyê de û ka kiyê zora yê din bistîne, dê heya salên heyþtê û heft-heyþt an bajo. Di evan çaxan de û bicihkirin; Di roja 14 eyê Avdara sala 1988 an û di þevbihêrkeke helbestî de, ku li bajarê Heleb ê hatibû li darxistin, tête pêþniyaz kirin, ku kom û dezgehên çandî yên serbixwe bêtin afrandin. Bûyera din jî û li bajarê Qamiþlo, hin rewþenbîr dighên hev û dixwezin kovareke serbixwe; Kovara “Gurzeke Gul”, ku ne di bin konê ti partiyan de be, derînin.

Em dikarin evan herdu bûyeran weke bingehînên qonaxeke nuh, ji dahênan û afrandineke nûjen re bibînin, ku tenê þert û mercekî pîvanê, eger, ku em rê bidin xwe û þahînan ji afrandinê re bi pejirînin, heye û ew jî dahênan e; “Dahênan (Afrandin) – mêþaneke bi armance, ew dighîne raderxistina (afrandin, nuhnaskirina) tiþtekî nuh, ku berê nehatiye naskirin”(15).

Di bin evan dîtin û baweriyan de, nifþê nuh nêzîkî çand û wêjeyê dibe, û bi akamiya evê têgihêþtinê û ragihandina îro; Nemaze di riya Entirnêt re, karîbûn gavine xurt, di demeke kurt de, bavêjin. ? me di van çend salên dawiyê de dît, ku hin nivîskaran, karîbû têlên sînoran bibirin û bibin xwedî navine berz û emê hinekî bi firehî li ber navên evê qonaxê rawestin û her celebeke wêjeyî bi tenê bidin venasîn.

 

Helbest:

Ji bilî ewên pêþîn, ku me navên wan anîne zimên, wek: Tîrêj, Keleþ û ewên din û di van salên paþin de, pir navin girîng hatin naskirin û weke mînak em dikarin hin navan bînin zimên: Royarê Amedî, Ehmed Huseynî, M. Efîf Huseynî, Tengezarê Marînî, Fethela Huseynî, Jan Dost, Xemgînê Remo, Awaz Kalo, Can Bapîr û Nezîr Palo. ? dengê pîrekê jî, di van salan de, bilind bû û çend navên nas derketine, mîna: Jana Seyda, Axîn Welat, Diya Ciwan, Anehîta, Þîlan Hemo, Dîlan û Bêwar Ibrahîm.

 

çêrok û Roman:

çêrok, weke celebekî wêjeyî, nuhe ji wêjeya cîhnê re, û hîne ji me; Kurdên Rojava re nuhtire; Tevî, ku çend çêrok di hundirê kovara pêþîn; Hawar ê de jî hatine weþandin, lê dîsa jî ew rê ji me re venake, ku em bibêjin: Kurda ji zûde çêrok naskiriye, ji ber, ku ew çêrokên di Hawar ê de hatine belavkirin, ne li gor “pîvanên” çêroka nûjenin. Lewre ev tenê çend salin, ku hinek nivîskarên me berê xwe dane wê û li gor dîtina min, ev celebê wêjeyî li ser destê çendekan cihekî bilind, di nav celebên toreyê yên din de, girt û nemaze, li ser destên: Bavê Nazê, Helîm Yosif, Ridwan Elî û Pîr Rustem. Lê em nikarin pir navên din jî ji bîr bikin, wek: Fewaz Evdê, Salih Demîcer, Azad Elî, Bavê Helebçe, Qado Þêrîn, Nisrîn Têlo û Salih Bozan.

 

Gotar û Lêkolîn:

Mixabin em di evê alî de pir jar û qelsin û eger, ku hin pirtûk jî di vî alî de hatine weþandin jî, ew di naveroka xwe de ne têgihîþtîne û ewan nivîskaran palnedaye ser zanyariya pisporî û pireka ew berhemên xwe weke bîranîn nivîsandine, mîna: Hesen Hiþyar, Þahîn Bekir Siwêreklî, Mehmûdê Sebrî û em dikarin bibêjin, ku Heyder Omer û Deham E. Fetah, hinekî bi radeyeke bilind nivisandî. Lê di van du-sê salên dawiyê de hin navin nuh dertên, û belkî ew karibin di pêþerojê de, pirojeyên xwe yên ramyarî pêþkêþ bikin, wek: Nizar Agirî, Bavê Helebçe, Muhsên Seyda û Pîr Rustem.

 

Rêziman û Rastnivîs û.. Ferheng:

Helbet û weke me di pêþî de jî gotiye: Mîr û xebatkarê herî balkêþ, di vî warî de, Celadet Bedirxane; Wî ne tenê A-B êya kurdî û kovara Hawarê damezrand, lê digel nivîskarê Firensî; Rojê Lîsko, “Rêzimana Zimanê Kurdî” jî danî. ? em evê konfiransa we weke derfetekê dibînin, ku têde hêviya xwe bînin zimên û bixwezin, ku em tiþtekî li gor navê wî pêkbînin; Weke xelateke Kurda ya herî bi nirx. ? digel karên Mîr ên di ber zimên de, hin pirojeyên din jî hatin pêþkêþkirin, lê ne di pileya ya wî de bûn, wek: A-B êya Osman Sebrî, û di van çend salên dawî de jî hin pirtûkên hînkirin û rastnivîsandina zimên û ferhengan  hatin belavkirin, mîna yên evan nivîskaran: Cemîl Seyda, Kamîran Bêkes, Siyamend Ibrahîm, Keça Kurd û Deham E. Fetah. 

 

Wergerandin:

Weke, ku ji dîroka miletan tête naskirin; çi miletê bixweze bi serkeve û çand û wêjeya xwe vejîne, zengîn bike û xwîneke nuh bi gewdê wê de berde, gereke tevgereke wergerandinê ya xurt pêk bînê û bi awayekî pisporî. ? du mînakên balkêþ, di vê mijarê de, li ber çavên me ne; Bizava ramyariya Îslam ê û di dû re jî ya Ewropa. Lewre û eger em bixwezin ziman û çanda xwe vejînin û bikin ji yên jînî, gereke ev tevger li ba me bi rê keve û karîn li ba zimanê kurdî heye, ku bibe ji zimanên jînîtiyê; “Ziman aferîdeyekî jîniye, dize û bi pêþ dikeve û ziwa dibe û dimre, weke li ba aferîdeyan.. û eger, ku em li zimanê kurdî binirin.. emê binasin, ku ew di hundirê xwe de regezin jînî hildigre û wî hildide pileya zimanên jînî”(16). Lê mixabin, ev tevger li ba me hîne pir qelse, tevî, ku di van çend salên dawî de hin camêran ev al hilgirtî jî, wek: Keça Kurd, Jan Dost, Tewfîq ElHuseynî, Dr. Ebdil-Mecîd Þêxo û M. Efîf Huseynî, Hejar Ibrahîm û Fewaz Evdê.

 

Kovar û Rojname:

Tenê ma, ku em navên kovar û rojnameyên, ku li Rojavayî Kurdistan ê û di evê qonaxa dawî de derdihatin, bidin naskirin û helbet piraniya wan , eger, ku em ne bêjin tev ên partiyan e û ewên bêtir têtin belavkirin evin:

Kovar: Stêr, Gelawêj, Zanîn, Pirs, Aso, Gulîstan, Zevî, Gurzek Gul, Xunav, Hogir,   Rê, Zengil, Helwest, Roja û Rojda. Lê piraniya wan, di roja îro de, hatine rawestandin.

Rojname: Newroz, Deng, Xwendevan û hin belavokên din ên xwendevana. ? ev tenê bese, ku em jarîtiya rewþa çanda kurdî li rojavayî welêt binasin.

Hinek Têbînî:

Helbet pir navên din û ji herdu toxman, hene û belkî, hinek ji wan, ne ji evên çûne biçûktirin jî, lê mijara me gotir nake, ku em tevan bînin zimên. lê tenê em çendeka bi bîr dixin, ku rola wan jî ne kêmttirî evên me navên wan gotibûye, wek: Mihemed Þêxo, Ismaîl Kose, Ehmed Ismaîl, Arþevê Oskan, Rozad Elî, Ferhadê çelebî, Dilawerê Zengî.. û bila li me biborin, nav pirin.

Pir kovar û rojnameyên kurdî, ku bi zimanê erebî têtin weþandin, lê li gor dîtinên me ew nakevin bin konê çand û wêjeya kurdî, lewra me ew ne anîn zimên.

Bê gûman mijara me ne tekûze, ne dûre me hin nav ji bîrkiribin, an jî me mafê wan nedabêyê û nemaze ewên li Ewropa dixebitin, lê sedî-sed ti têvedan li piþ evê yekê nînin.

Têbîniya jorîn bi me dide nasîn, ku mijara me nikare rewþa çanda Kurd li rojavayî Kurdistan ê, bi tevayî bide xwendin ji ber, ku pareka wê ya girîng li derveyî welate.

Kêmjêderên vekolînên van mijaran, dihêle babet jar û kêmsûde be.

Ev bervedana me ji ber ziman û çanda kurdî û ranewestîna li ser kovar, an jî li ber navên, ku bi zimanê erebî dinivîsin, ne ji nijadperestî, yan jî xwestina înkar û tinekirina yê din hatî; Na, tenê daxwaz ewe, ku em jî þûna pêyeke xwe, di evê gerdûnê de, bibînin. ? tiþtê din, û li gor baweriyên me, eger, ku mirov bi çi zimanî binivsîne, dê di nav ewê çandê de bête jimartin û xwendin û mijara me jî li derdora çanda kurdî digere û ne li ser nivîskarên, ku bi nijad, mijar û ramanên xwe Kurdin, lewre pir navên berz hene, lê di hudir çanda erebî de.

 ? di dawiyê de, hêviya me ewe, ku me karîbû hinek ronahî bida ser “Rewþa çanda Kurd li Rojavayî Kurdistan ê”. ? digel hemû rêz û rûmetgirtina me ji karekî wilo giranbiha re.

 

 Cindirês-2003.

 

Gîre:

 

Encîla Yohena, Îshaha yekem.

 Lêkolînek li ser Parêzgeha Cizîrê..  R. 4-5.

 Naskirina Kurdan..  R. 14.

 Jiyana min a kurdî..  R. 206.

Kovara Ecras, H. 10, bihara 1999.

          Gelawêj, H. 4 – 1992.

Þiyarbûna Kurda ya çandî û Netewî.. R. 14.

Jêderê berê. R. 61.

Ji bilî çiya dost nînin.. R. 168.

Kovara Hawar, H. 1, sal 1932.

Kovara Ecras, H. 10, bihara 1999.

Naskirina Kurda.. R. 137.

Jiyana min a kurdî.. R. 108-109.

Jêderê berê. R. 141-142.

Ferhenga Felsefî ya Kurt. R. 6.

Pirsgirêka Kurd. R. 147-148.

 

 

 

 

المراجع والمصادر:

 

1-             الكتاب المقدس ، العهد الجديد, دار الكتاب المقدس في الشرق الأوسط ، بيروت-لبنان

2-            دراسة عن محافظة الجزيرة من النواحي القومية ، الاجتماعية ، السياسية ê الملازم الأول محمد طلب هلال (رئيس الشعبة السياسية بالحسكة)

3-            معرفة الأكراد ، الأب توماس بوا ، ترجمة بافى آرام

4- حياتي الكوردية أو صرخة الشعب الكوردي ، نور الدين زازا ، ترجمة روني محمد دُملي  دار آراس للطباعة والنشر ، اربيل 2001

5-   مجلة أجراس العدد 10 _ ربيع 1999  مقالة للكاتب عبد الحليم يوسف ، بعنوان (واقع وتاريخ الصحافة الكردية ، أكراد سوريا نموذجاً)

6-   Kovara Gelawêj , hejmar 4 – hizêran 1992. Gotara S. Mîrþem , ewa li ser

navê; {Li derdora "Rojnama Gerok" "Kurdistan" 1898 – 1902}.         

  7-  نهضة الأكراد الثقافية والقومية (نهاية القرن التاسع عشر بداية القرن العشرين) ، جليلي جليل  ترجمة بافى نازى ، د ولاتو ، كدر  الطبعة الأولى 1984

  8-  لا أصدقاء سوى الجبال ، تأليف: هارفي موريس وجون بلوج ، ترجمة: راج آل محمد ، مراجعة وتقديم: هادي العلوي  بيروت _ لبنان

9- Kovara Hawar, hejmarên 1 – 9, veguhstina tîpan: Mihemed Bekir.  

10-  المعجم الفلسفي الختصر ، ترجمة توفيق سلوم  دار التقدم 1986  طبع في الإتحاد السوفيتي

 11- المسألة الكردية-الوهم والحقيقة ، مازن بلال  الطبعة الأولى 1993  الناشر: بيسان للنشر والتوزيع والإعلام ، بيروت-لبنان