Payîn

Pîr Rustem
- Ê, ev çi ye looo. Ev bû çar katên min in li vir diçim û têm bêyî ku karibim.... Lê ji berî ku ew karibe gotina xwe kuta bike, çavên wî bi ewê Tirambêlê dikevin, û ew yeka dihêle ku bi xortî bazde pêþiya wê û herdu destên xwe ji ajovan re hilde, ev yeka wî hêþtibû bûr-mecbûr ajovan pêle firênan ke û di ber lingên wî de raweste.
- Te xêre yabo eger ku em hinekî bi lez bana dê tirambêl li te biqelibiya. Lê wî gotinên ajovan weke ku ji yekî din re bin bihîstin û bi rûniþtina xwe re, di rex yê ku di danîþtoka paþin de rûniþtibû, ji ajovan dixweze ku ew bilezîne; (Yek nizanibe dê bêje ku tu parêzgerê vî bajariye û tu li þûna kar mayî, yabo hûn ji sibê heya bi nîvro li piþ wan maseyan rûniþtine; yan çayê vedixun an jî bi xaçegotinan dilîzin). Ew ji xwe û berê tijî bûbû, vêca negerekbû ku ajovan wî bêtir gerim bike, lewre di cih de hêþt ku ew xwe hilweþîne bêyî ku zanibe ewên pêre siwar kîne.
- Ê law birako ev çi rewþe, ji berbanga Xwedê de em ji mal dertên da ku em ji karê xwe dereng nemînin. Vêca çawa yek dê neteqe ku piþtî bêtirî katekê karibim bi du camêran re li tirambêlekê siwar bim, hîne ne li otobîs. De ka ji min re bêjmêre eger ku rojê bîst û pênc diravan bidim ji bo bighêm ser kar dê çi ji xwarin û vexwarinê, ji kinc û kola, ji nesaxî û dermên re bimîne. Li welatên xelkê, ew karkerên xwe bi tirambêlên kargehê dibin û tînin û ne wî ji dilovaniya ajovanên otobîsan re dihêlin; ku her katekê yek dighe rawestgehê û ew jî ser û hundir dagirtiye û ku tu lawê bavê xwe bî tuyê karibî xwe bi deriyekî ve û li boyî bezê, daleqînî.
-
Yabo eger ku weke tu dibêjî ev bû kateke tu li benda otobîsê
mayî, te çima bi meþ neda ser rê, hin werziþiye û hin jî te
ti ziyan nedighan beriya xwe. Ajovan dikir ku wî ber bi tûjîtiyê
têve de û di bin re li çavên herduyîn din dinire, wî ew yeka
bi dek û tinazî gotibûyê.
-
A te jî raste. Li welatên normal dê çareyên normal jê re bêtin
dîtin, lê bila tu zanibî ku heroj ez û çendekên din em wilo
dikin, heya ku berf û baran jî li ezmên bin, lê îro min di
xwe de nedît ku ezê karibim bi meþ bighêm ser karê xwe. Lewre
min got ezê li benda otobîsê bimînim û hinekî laþê xwe
rihet bikim, belkî ku karibim heya bi derengî þevê kartên þansê
bifroþim, helbet piþtî ku ji karê sibê vegerim; Ji ber ku bi
xêra vî welatî me bêtirî çend karan naskirî û.... Lê
Memoyê MISTÊ dê careke din nikaribe gotina xwe bibe serî.
Ji
taxa Eþrefiyê ta Suryana nuh çend sed mitrin û ew pir bi lez
hatibûn birîn, û gava ku tirambêl di devê wê avahiya, ku dihêþt
Memo di aliyê rê yê din re û bêyî ku ber wê binire bimeþe,
radiweste û ew hrdu camêrên ku bê deng rûniþtibûn peya
bibin û ji wî jî bixwezin ku bi wan re dakeve, wê hîngê dê
nasbike ku (kerê bi tûr de rît).
-
keremke, tuyê li ba me laþê xwe rihet bikî. Yekî gote Memo û
bi zendê wî girt û ew ji tirambêlê vekiþand. Ka çi heye we
xêre.Ezê Ji kar bi mînim û...
-
Dê were û riyandinê pir negereke.Memo heya ji berî kêliyekê
weke bilbilkî bû, lê nizane çi bi zimanê wî hatiye û çima
ew weke kulavekî di devê wî de ziwa bûye.
Bi
rêve û ji berî bighînin oda payînê wî çend kulemist
xwarin[ lê ew di hundirê xwe de bi wan razîbû û tirsa wî ji
piþ van kulemistaye. Demeke nedirêj derbas bû[ û yek ji ewên
ku bi wî re di tirambêlê de bû hat û ew bi xwe re bir. Li ber
deriyê herî gewre û mezin rawestiya û bi hemû dilovaniya
tiliyan li wî derî da[ û piþtî kurte demekê ew, û bêyî ku
ti dengan bi derî xîne, vedike û tev Memo dikevin hundir.
Holeke
ne li bal û bîr û baweriyaye. Erê Memoyê MISTÊ kêm caran
derbasî cihên gewre û serokan bûye, lê hincaran û ji bo hin
karan derbazî oda serokê karê xwe dibû, wî di wan çaxan de
bizav dikir ku pir bi zîzî û heya jê dihat gavên xwe ji hev dûr
dixistin da ku rûyê mokêta li erdê rêxistî bi solên xwe yên
bi gemara Eþrefiyê riswa
neke û eger ku fedî nekira dê wî jî weke S. BERKAT solên xwe
li ber derî danîna û derbazî hundir biba. Lê ew cih û hola
serokê wî yê li kar li ber ya nuh weke koriyekê ye.
-
Ez benî ev ewe. Bi ketina hundir re wî kesî lingek li ber ê
din danî û gote serokê xwe. Lê bêyî ku ewê Li piþ masê rûniþtî
serî hilde dest hejand û hêþt ku ew bi gavekê bi þûnde
vegerê û careke din bi piþt xûzî ji odê derkeve û dema ku
Memo jî dixweze pêre here, ew destekî xwe dide piþtê û jê
dixweze ku ew bi tena xwe, di wê odê de, tev ewê ku li piþ masê
rûniþtî bimîne.
Piþtî
demeke pir giran û ker, Memo yê mistê seriyê xwe ji nav lingên
xwe dertîne û hêdî-hêdî li dora xwe dimeyzine. Erê bi
ketina odê re, ferehî û zengîniya wê bala wî kiþandibû, lê
wî bi hûrkî bala xwe ne da bû dardora xwe û zorbaziya odê
nenasîbû, ( Belkî ew bêtirî deh mitran jî hebe ). Wî dirêjiya
odê di ber çavên xwe re derbazkir. ( Lê berê wê jî ne bi
pirî ji dirêjiyê kêmtire ).
Ew
bi xwe jî, û tevî ku li piþ maseyekê rûniþtibû ku yek
dikare fîlekî jî di piþt de veþêrê, weke dêwekî ji yên
ku ji evsanên bapîran derdikein dixûya tenê ew ji navikê û
jorda dixûya, zikê wî yê li ser masê vehesa xwe dîtibû, nîvê
wê girtiye û seriyekî ji yên berana ku li ser ustiyekî guran
paldaye jê re nîþan dide ku wî çiqas berxik daqurtandine, Lê
ew pirtûka ku, wî li pêþ çavên xwe weke perdeyekê hildabû,
rûdêmê wî diveþêre û tenê hin caran û dema ku wî rûpel
diqulbandin çavên Memo bi ber çavkeke bijîþkî, ku wî kesî
li ber çavên xwe danîbûn, diketin,
Piþtî
ku ew cih bi zarbaziya xwe hinekî di çavên wî de kedî dibe,
û herdiçe dem giran dibe ew hest dibe ku ji karê xwe pir dereng
ma û ev yeka dê bihêle ku serokê wî bi ser de biqîre û belkî
ew hinekî ji mehana wî jî bibire.Vê têgihêþtinê hêþt ku
ew bizavên xwe bike da ku bala ewê Li ber masê rûniþtiye bikþîne
ser xwe, lewre xwest dêng bi xwe xîne. Lê weke ku yekî zimanê
xwe winda kirî deng ji wî nehat, careke din hewil da xwe lê bê
sûde bû, evê yekê hêþt tirsa wî zêde bibe, lê tevî wê jî
wî çend gav ber bi masê avêtin û xwest bi wê liva xwe û
bir- bira zimên çavên wî ji rûpelên pirtûkê derîne, lê bêyî
ku ew çavan li wî hilde yan jî deng bi wî keve, destekî
hildide û ji wî re nîþan dide ku vegere cihê xwe yê berê.
Ji berî ku Memo vegere ewî cihî, xwest nasbike ka ev çi pirtûke
ku hêþtî bala wî evqasî bikþîne, lê nikarîbû ji bilî
gotina ( Mirov ) bixwenda.
Çend
katên din di borin, gêrik ber lingên wî dikin û herdiçe kerîtiya
odê giran dibe û gir-gira dengan di mejiyê wî de bilind dibe.
Erê wî di wan çend katên bihurî de bizavên xwe kiribûn, û
tevî ku dengê xwe jî vegerandibû, Lê hertim ewê li ber masê
rûniþtî û bi nîþanekê Ji destê xwe ew dida rawestandin,
heya di ewê cara ku hinekî dengê xwe bilind kiribû ku ew ji
karê xwe ma û ka wî ew ji bîr kirî, dîsan jî deng bi wî
neket û tenê bi tiliya xwe nîþan da ku ew devê xwe bigre û
zincîra ramanên wî nebire.
Piþtî
ku xwîn di laþê wî de ziwa dibe û dihêle zerbûna wî bêtir
tîr bibe û piþtî ku dema berdana karkiran dighe dawî. Ew camêrê
ku li piþ masê rûniþtibû bi hemû aramiyê ewê pirtûkê ji
dest xwe datîne û pêre jî û eynî bi wê aramiyê, berçavka
xwe datîne ser wê û gava ku destên xwe dide piþ ewî seriyê
berana û dixweze çend xurpîna ji movikên piþta xwe berde, bi
çavine beq û dengekî þêt, lê bê qîr, Ji wî dipirse
-
Tu li vir çi dikî. Ev pirs weke sîtilek ava sar bi ser seriyê
Memo de tê xwar, lê ew bi dengekî pir nerm û lerzok dibêjêyê
-
Ez benî rêzgirtin. Ji vê sibê de we ez li vir girtime min çend
caran...Lê ji berî ku ew gotina xwe kuta bike ewê Li piþ masê
rûniþtî radibe ser xwe û jê dixeze ku ew nêzîkî wî bibe,
heya dihêle ku sîngê wî li keviya masê bikeve û pêre jî
nasnama wî jê dixweze.
-
Tu bû ewê ku di tirambêlê de axivîbû. Careke din bi wê aramiyê di axive.
-
Belê E ez benî, bes...
-
Tu xwendeyî yan na. Ew
careke din gotinên wî dibire. Pirsa wî dihêle Memo hinekî bê
deng bimîne, û ew awirekê Ji wî vedê.
-
Na ez benî. Memo xwest bi evê derewa xwe hinekî gunehê xwe
sivik bike û ew ayeta ku dibêje, ( Ewên dizanin û yên nizanin
wek hev nabin ), tê bîra wî.
-
Nexwende û girgirokî. Wî hîne gotina xwe bi dawî nekiribû û
pêre þeqamekê dighîne Memoyê MISTÊ, lê ji berî ku ew
karibe xwe li ser lingan bigre û careke din ustûyê xwe vegerîne
cihê berê û weseka Mesîh bi cih bîne ku, (Rûyê xwe yê din
ji wî re amedeke ). Ew kes li wî ranaweste û þeqama dudiyê Jî
dighîne ya pêþîn û dihêle girîz tevlî xwînê ji dêv û
poz, û heya bi çend gavan, bi peke. (Ev îro kuta bû û siba
weke îro tuyê vegerî vî cihî ) Bi gotina xwe re dest datîne
ser morikekê û bi dengê Zengil re berdevk dikeve hundir û jê
dixweze ku wî ji hundir derîne, bêyî ku nasnama wî lê vegerîne.
Weke
ku tu yekî ji tirbê bikþînî, Memoyê Mistê Jî ji devê wê
avahiyê bi rûyekî beravêtî û þikestineke pir kûr derdikeve
û lingan li dû xwe dixuþîne. Wî dihêþt çi yên di kêleka
wî re biborin, carekê Ji piþ ve jî bala xwe bidinê. (Cima ev
yeka û ka min cikirî ). Erê wî pir çêrokên wilo, û ji zûde
jî, dibîstin lê kêm caran ew bawer dikirin û ew çêrokina
vedikerandin derûniyeke nesaxî ku li piþ wane û dixwazin bi wî
awayî tiþtan mezin bikin û rûyê welatê xwe pîs bikin, tevî
ku digot; ( Belê hinek tiþtên ne baþ hene û gereke ew bêne
guhartin lê ne bi bêtara tê gotin û belavkirin). Lê çêroka
îro hêþtiye ew ji hundir ve biherife.
Roja
din û ji berî sozê bi çend nimûneyan ew gihîþt devê avahiyê
û ew pelê duh ku, û ji berî ku ji devê deriyê odê derketa,
dabûnê dide dest dergevanê herî pêþîn. Piþtî ku ew wî rûpelî
dixwîne, rê ji wî re vedike û bi nirîneke ne zelal lê
dinire. Ne gerekî wî bû ku ji tikesî bi pirse dê çawa
derkeve cem serokê wê þaxê; Wî hîne duh, û
piþtî naskir dê siba dîsa vegere cem wî, riya xwe baþ
di ber çavên xwe re kiribû; Ta ku ji tikesî din nepirse û rê
ji wan re veneke ku tiriqiyên xwe bi wî bikin.
-Tevî
ku ew ji berî sozê gihîþtibû wir, lê gava ku derî vedikin
û wî derbazî odê dikin dinire ku ewê duh eynî weke cara çûyî
rûniþtî; ( Belkî ew ji wir nelivîbe, lê çikatiya wî ne ya
ku yekî þeva xwe li piþ masê borandiye. Ew çiqas zû ji mal
derdikeve, belkî ew tê û çend çokdanên nimêjan li piþ mele
dike û ji wir ew derdikeve vir ). Dema ku ew dikevin hundir û
silav û rêzgirtina wî dikin û bêyî ku deng bi wî keve, Memo
dinase ku rojeke din weke ya duh li pêþiya wiye, lewra û piþtî
ku çend kat ji wê payinê tên mirdar kirin, ew dighe ewê çareseriyê
ku, piþtî tiþtekî di ber çavên xwe re ke, an jî gotinek di
mejiyê wî de bipiþkive, ewê bide dû wê û hevokan ji hev birêse
û ewê wilo karibe zora demê bistîne.
Di
çend rojên pêþîn de wî bi ketina hundir re silav û rêzgirtina
ewê Li piþ masê rûniþtî dikir, lê piþtî ku dît bala wî
bi vê yekê nakþîne ser xwe, û ew çavên xwe ji pirtûka (
Mirov ) dernaxe û wî ji wê payîna ji sibê ta piþtî nîvro
re dihêle da ku bi eynî wê heyama berê rabe ser xwe û du þeqamaên
weke ên roja pêþîn li wî xîn, hema ew bê deng derbazî odê
dibû û dest bi wê werziþa xwe ya ramanî dikir, lê evê yekê
karîbû tenê çend rojan wî mijûl bike û di dû re ew jî û
weke her tiþtekî din bûbû karekî normal û gerek bû çareyeke
din bibîne, da ku karibe li ser lingên xwe bimîne û di nîvê
rê de, odê de neyê xwar.
Îro
jî û weke her roj wî pîreka xwe þiyar kir da ku çend pariyên
nan bixwe; Wî dizanî dê rê tinebe ku karibe weke berê, di nîvê
roja kar de, çend pariyan bi çayeke gerim re daqurtîne. Evê
çêrokê pir pêgirtên wî guhartibûn û wî li gora jiyana xwe
ya nuh pêgirtine nuh ji xwe re danîbûn; Ew hertim û piþtî
digihêþt ser karê xwe diçû avrêjê, lê ev yeka di jiyana wî
ya nuh de xewnekbû û jê re dernediket, lewra berî her tiþtî
û piþtî ji xew þiyar dibû wî dev dida avrêjê. Îro jî û
piþtî ku ji wir vegerî û dev û rûyî xwe þûþtin û hat li
ber xwarinê rûniþt û çend pariyên nan daqurtandin, hema pêre
jî û ji niþkava dest avêtin cilên xwe û ew ji nuh ve ji xwe
kirin. Wî biryar da ku nema derê wê avahiyê û çi dibe bila
bibe.
Cindirês - 2002.
copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org