Pencere

                                                                                               

                                                                          Pîr RUSTEM, pirustem@scs-net.org

Bihna bencê, ji zû de, ji ser çûye. Êþeke giran xwe berdayî ser kezebê. Çend caran, dest avêt ser zengilê ku, di nik textê wî de bû, lê dengê wê bê sûde bû; ti kes bi xwe re derbaz oda ku, ew xistiniyê nekir. Gava hêvî birî, çav ji derî kiþandin û berve textê hevalê xwe yê odê þandin. Lê ew jî winda bûbû. Ji bilî wî, û textê vala, û wê pencerê, ti tiþtê din, ku bala yekî bikiþîne, nedît.

Ev bû demek ketiye nexweþxanê, di roja ew xistinê de kesekî nîv-mirov rûzer, ku li ser textê din dirêjkirîbû, bala wî kiþand û nuha ew jî windabûye.

Careke din dest avêt zêngil, hinekê bihna xwe çikand, dengê piste - Pistekê, ji piþt derî ve tê. Lê careke din, bi dûr dikevin. Kezeb tê badan, diqîre û bê hiþ dikeve.

Dema ji bêhiþiyê þiyar bû, nizanî çiqas gav di ser re çûye. Lê ji valahiya zik têgîþt ku demeke dirêj di wê rewþê de mabû. Gavê dîsan xwest li zêngil bigere, destê xwe nedît. Bi hêz giriya. Ev cara didiwa ye, ku di jiyana xwe de digirî. Cara pêþin, wî bi xwe kir; dema bi çoyê þivantiyê, keça xwe ya çarde salî kuþt. Piþtî, ku mêjiyê wê bi lêdana dawî re, li ser çar dîwarên odê, û heya ban jî, belavkir, di nîvê odê de, li nik cendekê wê, rûniþt, qutiya tûtin ji berîya xwe derxist û piþtî ku sê nefesên kûr jê kiþandin, bi hêz û þewat giriya û xwest mîna her carê ku pez danî mal ramûsana dawiyê, ji rûdêmê Mîdiya bistîne. Nihirî ku, qoqê wê hatiye pelixandin.

Piþtî demekê, wî gote xwe “çima ez destê xwe yê çepê naþînim ser zêngil”. Wê hîngê naskir ku, du destên mirovan hene, lê berî ku ew lê bide dît derî li pêþ du kesan vebû, yek li ser selecekê dirêjkirî û kesê din wî têve dide. Piþtî ku, ew li ser textê hevalê wî yê berê, bi cih bû Kendal Dêrsimî hinekî - bi alîkirina destê mayî- xwe hilda, li riwê hevalê nuh nihirî. “Rengê mirinê, hîn jê dûr e”. Gote wî kesî ku, ew anîbû. Berî ew derkeve careke din deng lê kir:

- “Ez dêþim.” Xwast bala wî kesî bikiþîne, ser destê jêkirî, lê bersivek di rengê sarbûna çavên wî de hatê: “Em tev dêþin. li hêviya barkirinê be” û berî ku, Kendal biqêre “ka ezê bi kuva barkim”, mîna ku, ew ramanên wî bixûne gotê.

- Mîna ewên ku berî te, di odê de bûn û jê barkirine, rojekê tu yê jî barkî.” û derî li dû xwe girt.

- “Min çima derew li xwe kir, çima min got ev sê rojên min ez di virde me û çima min ne got ez nuha, li ser textê hevalê xwe yê barkirî, dirêjkirîme”. Zincîrên bûyeran, li dû hev kiþiyan, piþtî sê rojan þiyar bûbû xwe tev yekî din di odê de dît. Textê wî kesî, di nik pencerê de bû û yê wî jî di quncekî odê de danîbûn. Piþtî nasbûneke fereh, ji hemû aliyan ve, heya sedemên hatina wî, vê derê û hîne jî kûrtir ku, çi bi her yekî re, ji roja bûna wî, û heya roja îro, derbas bûye. Piþtî ku ti tiþt nema, li ser baxifin, rojekê K. Dêrsimî pêþniyarek kir.

- “Çima tu li ser bûyer û tiþtên ku, li dervayî pencerê çê dibin, na peyivî; hema çi çê dibe, tu karî bêjî”. Di wê hîngê de, Kendêl tirseke kûr. Di çavên wî de dît, lê heya bi kêliykê dirêjkir, û piþtre, ronahiyek ji çavên wî kesî barî û ji demên ku, ew þiyar dibûn û heya ku xewê li serên wan dixist, wî kesî çi li derva dibû digihand K. Dêrsimî. Dema li derva nihirî, hevalê çûyî, bi hemû çîrokên xwe ve, tên ber çavan. Ew bi dengekî bilind dikene dihêle hevalê nuh, sê rojan nemîne, çavan ji bin bencê rakê û bi çavekî, ku tirs têde beloq, li wî binhêre.

- “Kêmasiyên min bibore”. Kendal ramiya ku berî nuha ev gotin kirî, an jî bihîstî.

- “Ne xeme. Bes çima tu dikenî? Rewþa me ya girî ye û tu tiþtê din tune ye bibe sedema yek bikene ji bilî yekî” ... Lê ne got (dîn).

- Ev bû çend rojin ez bi tena xwe mame û bi hatina te þahdibim ka em wî kenî ji bîr bikin, û em hevdu nasbikin belkî karibin xwe û vê derê ji bîrbikin. K. Dêrsimî bi lezbûn xwe bi wî kesî da nasîn.

- “Te negot çima tu ketî vê rewþê”. Pirsa wî, careke din, çoyê þivantiyê û mejiyê ku, pê hatibû pelixandin, tîne ber çavan.

- “Çirok dirêj e .

- “Te tokê þeytên bi stûyê xwe xist”. Xwestineke bêdawî di çavên wî de dît ku çîroka wî bibihîse.

- “Eger wilo be bibihîse”.  Piþtî demek bê deng diçe, got: “giþ ji wê rojê de dest pêkir; ji roja ku min got divê em barkin bajêr, lê heya hatina wî, em bi rengekî surûþtî dijiyan”. Mîna ku, nuha Kendal Dêrsimî deng li keça xwe bike ku ji ser pileyan bê û firavînê jê re deynê. Mîdiya, bi kenê xwe yê sipî, tê ber çavên wî. Ew derdikeve ku binihire ka çima ew lê venagerîne, çavên wî bi xortê ku nuh bûye cîranê wan ket, dinase ku, rojin kesk di jiyana keça wî de vedibin.

Dema Mîdiya dît ku, siya bavê kete ser, bi tirs þûnve kiþiya. Berî ku ew di derî de winda bibe, Kendal cara pêþî dibîne ku qalçeyên keça wî dimil- milin. Gava wê xwest, xarinê deyne ber wî çareke din bi dîtina sînga wê re, keça wî niþkabûnekê pêre çêdike “kengî sînga wê çêbû” û bihna xwînê dikeve bêvlên wî.

Werimandina zikê Mîdiya nema tê veþartin nema kes baweriyên xwe, bi gotinên dê tînin ku, keça wan qelew dibe. Ti tiþt nemaye ku, kanî derbibe û av bigihe bin K. Dêrsimî. Di rojeke bê sibeh de wî Mîdiya xist odê, çovê, ku ji kal - bava de, jê re mabû, ji piþ istêr derxist, bi derba sisiyan re, mejiyê wê di çar kenarên odê de belav dibe. Heya bi demeke dirêj piþtî ku çîroka xwe got, Kendal bê deng dimîne û dema wî kesî  xwest baxife dît Kendêl dest hilanî û jê xwest ku pirsên xwe bihêle demeke din û herdu, bi çavine beloq li ser têxt dirêjkirî man.

Roj diçin, pel diweþin û dar tazî dimînin. Ti tiþtê veþartî di jiyana K. Dêrsimî de namîne. Diwan rojên bihurî de, hemû bûyer, êþ û serpêhatiyên xwe ji wî re gotibûn

- “Te hemû tiþtên li ba min bihîstin; nuha rola te ye, ka çi li ba te he ye.” Lê dema wî kesî  xwest jiyana xwe ji Kendêl re biweþîne, dît ku zimanê xwe windakirî û bi devekî vala kenî. Ev windabûna zimên, hinekê bala wan bir lê piþtî demekê ew jî bû tiþtekî rojane û nema biyaniyekê; nuhbûnekê dide çaxa wan. Bi hev re li tiþtekî nuh digerin ku rojên xwe pê derbas bikin û mîna ku Kendal gihîþtibûyê, ewê nuh jî digihe wê ramanê, û dema wî got “ka bêje çi li derveyê pencerê çê dibe”. K. Dêrsimî bi dengekî bilind kenî û serî jê re hejand.

- “Tu dixwazî bizanibî çi li drveyî pencerê çê dibe?.” Bi erêkirin, wî kesî serî hejand. “Ezê ji kuva dest pê bikim... Bibihîse: Berî giþ ezê duruþmê ku, ji derve re dibihînim bigihînim te û piþt re, livên tê de çêdibin. Tiþtê herî pêþîn rêyeke zo dibihînim, di nav bera wan de dar û kulîlk çandine, lê ji kuva tê, û bi kuva diçe ez nabihînim. Li aliyê din ê rê, gulistanek e, di nîvê wê de qesrek avakirine rengê wê sipî ye, ji du qata hatî rakirin di aliyê me de, û di qatê jêrîn de, heft amûd rakirine, banê wê bi qermîdên sor e. Pencerên wê, bi perdên xwe yên þîn, hindir diveþêrin, þivîle û rêçik ji pêþiya wê de, mîna rêçikên diza, bi nav gulistanê de belavin.

- “He... hee.. e..” Piþtî çend caran ji he- heya wî kesî. Kendêl dengê xwe birî û lê nihirî ka ew çi dixwaze. Di livên destên wî re naskir ku wesfa rê û qesrê, jê re ne piwîste. Dixwaze li ser tiþtên jîndar bibihîse.

- “Bibihîse, di her çendakî de zincîra utombêlan carekê diqete lê a nuha, careke din, ew li dû hev dikþin. Eva dibore yeke Marsîdis e, ajovan ji min ve nayê xûyan lê di aliyê me de, keçikek hîne nuh digihe rûniþtibû; dolemeya wê bi bostekê di jorî kabokan re bû; gewdekî berfî li ser bû. Eva nuh çû Bîço ye; yeka bi pença reþ û manto tê de rûniþtî bû. Eva piþt, min marka wê nasnekir çend Erebên bi kirasên reþ, tê de rûniþtibûn.” Dema ku, Kendal careke din dengê wî dibihîse, nasdike ku, ew ji wesfa utombêlan jî bêhinteng bûye û tiþtekî nuh dixwaze.

Lê berî ku ew careke din dest bi salixdana jiyana dreveyî pencerê bike, piste-pista hinekan li ber derî kir û gava ew bê deng man, herdu girtiyên odê li hevdu nihirîn;  pirsa “kîne ev û çi ji me dixwazin.” Di çavên wan de lûs bûn. Dema Kendêl dît ew bi dûr dikevin, çend caran dest avête zêngil, lê ew jî windakiriye.

“Tu dixwazî, ez li ser kesên dervayî pencerê baxifim” Nihirî ku kenekî sipî li ser rûdêmê hevalê odê belavbû. “Ne xem e, ez benî, binêre.. Ji wê ve, sê xortan daye dû du keçikan; ew li wan venagerînin; xort gihîþtin wan, xistin nav xwe. Yek ji wan sekinî û bi dîþlika xortekî girt, û ew veçepirand. Ên din bi hevalê xwe dikenin. Keça din hinekî bi dûr ket. Bes wer binihêr çi dibe; careke din xwe bê namûs dikin, dixwaze keçikê hembêz bike. Bes, dilê te bixum, te çi xweþkir bi wê tifûkirina, di riwê wî de. Çi, mîna segan, dûv xistin nav lingên xwe”. Kendal, piþtî van salixan, heya demekê bê deng dimîne. Lê careke din ew li hevalê xwe divegere û diqîre: “wer binhêre li vî teresî, ew ji bavên wan jî mezintire- ji ber rihên xwe yên sipî ve þermbik -çawa bê fedî utombîl daye nik wan de û bi wan re daxife. Hey kurê segan, tu çi ji wan dixwazî, na...na!!” Dengê K. Dêrsimî tê birîn

Hevalê wî hinekê sekinî ku, careke din ew dest bi axaftinê bike, da bizanibê çima dibêje (na). Lê bê dengiya wî dirêj dike û, berî ku, ew zanibe ewê çi bike, dît derî li pêþ du kesên, bi dîþlikên sipî vebû. Heryek ber ve textekî tê. K. Dêrsimî ber bi derî têvedidin, wî jî ber ve pencerê dibin. Xwast bi lez Kendal derînin; dixwaze dawiya çîroka ku, li derve dibe nasbike. Wî xwe  þve têveda “Pencere nêzîk dibe çend gavên din, wê jiyan li pêþ min ve be” û gava ew gihîþte ber pencerê, û li derve nihirî bi devekî bê ziman kenî; kenekî zer, bi rengê beyabûna ku, li derveyê pencerê, dibihîne.