Pîne
kenê yekî tîne
Pîr
RUSTEM
Di
destpêkê de ez dixwezim bibêjim ku ez pir dilþa me ku kek Îbrahîm Îbrahîm,
di warê Nivîsandina bi zimanê Kurdî de, gihîþtiye vê pileya hêja û
bilind û ez serkeftinê jê re dixwezim, eger ku bi rastî wî, ew gotar, nivîsandiye
û ne yekî din ji ber ve. Lewre ezê gûmanên xwe ji xwe re bihêlim û li wî
tenê vegerînim û ne li yên piþ wî an jî yên ku ji piþ perda de vî “Þerî”
dilivînim.
Piþtî
vê gûmana xwe ezê vegerim beravaniya wî; Min got bervaniya wî û ne weke ku
wî xwestî di bin navê ronîkirinê De daxîne û ez dibînim yên ku gotara wî
xwendine baþ têgihîþtine ku gotara wî ji destpêkê, heya navnîþana wê
“Rewþenbîr û xebatkar xwe di qulemiþkan de venaþêre”, û heya bi
gotina dawî ne bes beravanî bû lê heya êriþ û gotinin çêkirîbûn eger
ku em nebêjin; derew bi derew bûn.
Di
vê derê de jî ez dixwezim tiþtekî din bînim zimên; Di dema ku, min xwest
ez li ser kar û barên mehrecanê binvîsim û min nivîst û weke ku
xwendevanan jî dît, hinek hêvî û xweziyên min jê hebûn ku, em mehrecana
xwe bi parêzin û karibin wê bi pêþ ve bibin ne ku em dakevin “Þerekî”
bi gemar û di vê pileya nizim de û ez ji nuha ve û piþtî vê lêvegerîna
xwe, sozê didim xwendevanan dê ezê careke din li vê babetê Venegerim û minê
ev lêvegerîn jî nenivîsanda eger ku gotara kek Îbrahîm ji destpêkê û
heya bi dawiyê ne gotinin çêkirî bana. Lê xûya dike ku hin camêran derew
ji xwe re ne bes kirine karekî rojane û jiyana xwe ya vala pê tijî dikin
heya gihîþtine radeya ku li ser sîngê rojname û kovaran jî derewên xwe
belav bikin û bi vî rengî heya ji rûmetgirtina karê Rojnemevaniyê Jî dûrin.
De
ka em werin û bi hev re gotara berevaniya kek Î. Îbrahîm bixwînin. Wî nivîsiye
ku; “Ez di nivîsara xwe de, ji ber xwe ve berevaniyê Nakim, ji ber ku ez ji
dil de zanim ku ez ne gunehbarim û ji alîkî din ve, hemû tiþtê ku Pîr
RUSTEM hewal da bûn nerastiyên çêkirî bûn, nemaze derbarî gotina ku min
bi navê komîta amedekar xwendibû.. .”
Di
vir de em dikarin çend nerastiyan, ku ji aliyê birader Ibrahîm ve hatine çêkirin,
bibînin.
1-
Weke ku em dibînin û emê hîne jî bêtir bibînin ku, gorara wî ji despêkê
û heya dawiyê beravaniya wî dike û ne weke ku ew dibêjeye.
2-
Min di nivîsara xwe, ya çûyî, de tugunehbarî ne avêtiye ne ser milê wî
û ne jî bilî wî da ku ji me re bibêje ku ew negunehbare, tiþtê ku min nivîsadîbû
xwendevanan tevan xwend ku rêxistina bûyer, gotin û tiþtên ku çêbibûn bû.
Lê eger ku birayê me ji xwe bi gumane bila wê jî nexe stûyê me; Wekî ji yê
din re got: Merheba “silav lêkir”, camêr rabû vegerand û got: Hêka çi.
Bavê
Min eger ku we hêk diziye û bihn ji we tê, çima hûn bihna xwe diþînin
mala xeynî xwe.
3-
Çima camêr ji me re negot; min çi li ser zimanê wî û bilî wî jî çêkirî,
eger ku weke wî gotiye: Gotina dawiyêye, em dikarin bi pir þêw û riyan
rastiyê Ji nerastiyê Derînin û di vê derê De; Bi rastî camêr hêþt ku
ez di bîr û baweriyên xwe de bi guman derkevim û li pir camêran vegerim û
bipirsim; ka I.Ibrahîm çi got û teva ji min re bihîstin û baweriyên min çesipandin,
heya bi hevalên wî yên komîta amedakar jî û eger ku bi wê razî nabe bila
vegere û kasêtê ku hatiye tomarkirin bibîse û eger ku ez þaþ derketim ez
ji nuha ve ji wî û ji komîta amedekar lêborînê dixwezim. Tiþtê din, ne
em bi tenê hebûn da ku em gotinan li hevdu zêde bikin, bi dehan eger ku em
nebêjin bi sedan camawer hebûn û tevan gotina wî bihîstin.
4-
Nerastiyeke din di vir de, ew jî hevoka ku tê de dibêje; “..min bi navê
komîta Amedekar xwendibû..” Ji berî her tiþtî wî bi devkî gotina xwe
got, ne xwend û ez tiþtên mayî ji xwendevanan re dihêlim.
Emê
nuha jî werin ser xalên ku li ser min girtine:
1-
“Gava min gotinaxwe gotî”, xûya dike ku kek Ibrahîm xwe ji bîrkir, wî
ji berî kêlîkê got ku min gotina xwe bi navê komîta amedekar xwend ne got,
û wilo berdewam dike û dibêje; “Pîr ne li wir bû..”
Wek
em dibînin ku birayê me bi cixêzekê ji pênûsê xwe an jî yên bilî wî
dixwezin hebûna me tuneyî bikin. Ma ku bes em bi seriyê xwe û wî sûnd
bixun ku em ji berî komîta amedekar jî li wê derê Bûn û ew dikare ji
mamoste deham an jî Diya Ciwan .. hwd bipirse ka kî di rex wan de rûniþtbû.
Lê ya çêtir em vegerin wêneyên ku hatine girtin.
Erê
xek derewan dike bes dibêjin; Ev tiþt li piþ çiyayê Gewir çêbûye û
helbet pêþgotinên çewt necamine çewt bidin, ango bi gotineke din, dad û
encamên ku te li ser wê pêþgotina ku ez ne li wir bûm danîbû dê çewt û
þaþbin û wilo em dikarin binasin ka kî gunehbare.
2-
Xala duduwan li ser hevoka wî ya dawiyêye ku
tê de dibêje min wilo negotiye. Min jî bersiva wî ji berî kêlîkê
da û naxwezim careke din lê vegerim, bila herê û bi xwe dengê xwe bibîse.
Camêr
di dawiyê xalê De jî nivîsiye; “.. xuyaye kesê Ku gotin min ji Pîr re
guhastiye, ji ber tirsa xwe ji kiryarên, asayêþan, ne li hiþê Xwe bû”.
Di
vir de kek I.Ibrahîm eynî li çavê Rastiyê Dixe lê bi rengekî bervaje û
wilo em dikarin bêjinê; Xuya ye kek Ibrahîm ji tirsa kiryarên asayêþan re
ne dizanî çi digot.
3-
Di xala sisiyan de birader I.Ibrahîm bi carekê ji kirasê Rûmetgirtin û edebê
Bi der dikeve, gava dinvîse; “Çima Pîr xûya nekiriye ku Ibo bû ewê ku di
rûya asayêþan de rawestiye û... Hingê Pîr û yên mîna wî xwe di tirmbêlan
de veþartibûn”.
Careke
din gumanên min hene û ew fieh dibin, ku ewên di piþ perdeyan de, û hêþtine
kek Ibrahîm bibe qurbana þanoya wan, ev berevanî nivîsîne. Lê emê li gor
tiþtên ku li ber destên me ne lêvegerîna xwe ava bikin.
Ji
berî her tiþtî ev bi me û xwendevanan di de nasîn ku kek Ibrahîm an zû tiþtan
ji bîr dike an jî camêr di dema ku ev gotara xwe nivîsiye ne li hiþê Xwe bû,
ji ber ku dê çawa yek ne li deverekê Be û ewê li wê derê Xwe di tirimbêla
de veþêre; Weke me dît wî ji berî hinekî got ku, “Pîr ne li wir bû”
û nuha jî dibêje ku wî “û yên mîna wî xwe di tirimbêla de veþartibûn”.
Di
çêroka tirsê De jî wan, bibore te hêþt ku þanoyeke D.Leham “xewar” tê
de dibêje; “ji bilî Xwedê û hêzên asayêþî, ez ji tukesî netirsim “
bê bîra min. Lê ez dibêjim; Tenê tirsa min ji hêzên asayêþî heye û
eger hûn-tu jê natirsî tu dikarî wê yekê ji hevdu derînî, lê tevî evê
tirsê Jî ne min û ne jî yên wek min-tevî ku ez tê negihiþtim ka merema wî
ji gotinê yên wek min çiye jî-xwe di tirimbêla de veþartibûn.
Careke
din, ez dixwezim bipirsim û zanibim te çawa di wê keftelefta beranamiya xwe
de û di wê xebat û rawestandina xwe ya di “rûya asayêþan” de, çawa te
dît ku min “û yên mîna min xwe di tiribêlan de veþartibûn”. Lê ev jî
derewke nuhe.
Kek
Ibrahîm, ji berî ku tu bi tirimbêla M.Edwan û digel mêvanên din bighê Wê
derê, em ji tirimbêla peyabibûn û cendirmeyan nasnameyên me jî biribûn û
min li wê derê, çate riya Þeran, tuhêzên asayêþî nedîtin. Eger ji tirsê
An jî sewdê Li serê Te xistibû û te ew dusê Cendirme û cîba wan bi hêzên
asayêþî di mejiyê xwe de guhartine, careke din ew pirgirêka teye.
Ezê
di dawiya vê xalê De tiþtekî bêjim te;Ez ditirsim ku rojekê yekî ji hêza
asayêþî vê pirsê Ji min bike; “Eger û li gor tu dibêjî, tu ji me
ditirsî û tu wilo dinivsîne, lê ku tu ji me netirsiya dê te yê çawa binivîsanda”.
Ez bi hêvî me ku kek Ibrahîm û yên weke wî bersiva pirsa yê asayêþî
bidin, ne ji ber ku bersiv li cem min tuneye, lê dixwezim ku bi zû bi zû yek
teniya xwe di rûyê xeynî xwe ne de.
4-
Di xala çaran de camêr pesna karê Xwe dike, ne yê komîtê, yek dibêje belkî
ji bilî wî tukesî tukar nekiriye û gotina xwe jî bi erêkirina hemû endamên
komîtê diçespîne û di nîviya xalê De, bi zaravekî asayêþî, ji min
dixweze ku ez binirim û ji me re salix dide ku çawa mehrecanê Me di roja îro
de di “qiyadê El-qutriyê” De pê tête axaftin û komîteyeke beravaniyê
Ji ber çanda Kurdî ve hatiye damezrandin heya dighe; “..Lê ez loma ji Pîr
nakim ji ber ku ew ji pêþveçûnên ramanî , rêzanî û teknolocî, yên ku
di cîhanê De dibin, pir dûr e”.
Kurd
dibêjin dê wer û neteqe, lê eger ku em bi fiþengên wilo, yên fiþ
biteqiyana, dê ji zû ve me pênûsê xwe þikandiba.
Ezê
salixên ku li ser kar û xebata wî û axaftinên “qiyadê El-qutriyê û..”,
ji komîta amedekar û dîrokê re bihêlim. Tenê dixwezim, û di roja îro de
ku dibêjin gerdûn bûye gundekî biçûk-mezin, gundekî eliktiron, bi pirsim
dê çawa yek karibe dûrî van tiþtên ku camêr li ser me gotine û yên ku
negotine jî bijî, bes tenê eger ku mîna pêximber Zardeþt neçûbe ser çiyakî
û jiyana xwe di þikeftekê De neborîne.
Lê
kek Ibrahîm baþ dizane ku ez ne di çiyakî kurdistanê De, ku bê alavên
guhastin û ragihandinên îro, dijîm. Me çend caran, bi telefonê, bi hev re
dengkirî û ne mîna Mûsayê Pêximber û Xwedayê xwe û di roja îro de diþ
jî li ber destê her yekiye û eger ku rojname û kovar bin, ew jî dighên
destên me, ma bes ku em bibêjin; Em naçin û li çayxana “Mewêd û Siyahî”
rûnanin û eger ku dûrbûn eve, bi rastî tiþtên ku wî gotine rastin.
5-
Xala pêncan bi xwe bersiva xwe dide û ne hewceyî ku yek li ser rawestê, bes
tenê yek dikare di derheqa wê de pendeka pêþiyan bîne zimên ku; Ji qehra
þivanan re nizanim çû bi govanan re çikir.
Di
dawiyê de jî camêr dadikevin pileya xwe yên sincî gava ku bi vî zaravî
dinivîsin û dibêjin; Þerme û pir þerme, ku tu-ago ez-li dûrî danûstadinên
hevpeyvînî û þaristanî bijî û tu werî alavekî rexne bikî, ku ew bi xwe
bê vîna me li ser me hatibû danîn. Me jî, bi baweriya xwe, ew ji bo xebata
ji ber çanda xwe ve pejirandiye. Li dawiyê jî, piþtî taqekirinê Mêlag bûye
ku ew alav, ji tis û bêzariyê sudetire..”.
Ez
dixwezim kek Ibrahîm ji me re salix de dê çawa em dûrî danûstandinên
hevpeyvîn û þaristanî dijîn; Min heya bi nuha nebihîstî ku tu kongira an
jî rûniþtineke di bin çi navî dibe bila bibe ku di navbera rewþenbîrên
Kurd û yên Ereb de li Sûriyê çêbûne û kek I.Ibrahîm tê de piþkdar bûye
û yên weke me jî dûrî wî ketine, heya kongirê ku li Qahîra jî çêbûbû
min nebîst ku ew an jî xeynî wî lê beþdarbû. Wan camêran hema perçê Sûriyê
nanîn ser zimanê xwe jî. Na, na eger ku çend caran û li çayxanên Helebê
bi hinek ronakbîrên Ereb re rûniþtiye, erê bi seriyê min û wî, ez hinekî
dûrim. Lê em têra xwe jî, axaftin û nirînên rewþenbîran, dibînin û
dibîsin û dixwînin.
Tiþtê
ku dihêle yek ji ber ve þerm bike û gereke wî ew gotin ji xwe re bigota û
bi rastî dê bihêþta ku ez seriyê xwe û xwendevanan bi vê lêgerîna xwe
ne êþînim, eger ku hin tiþt bincil nebana.
Ez
dipirsim; çawa yek ji yê dî re dibêje: “Þerme û pir þerme ..” û ew
bi xwe piþtî çend gotinan van hevokan li dû hev dinivsîne: “..û tu werî
alavekî rexne bikî, ku ew bi xwe bêvîna me li ser me hatibû danîn”. ? bêyî
ku tunefesê Bidî xwe, ji bilî bihin derxistina bi xala di navbera herdu
hevokan de, tu carereke din û piþtî ewê xalê Bibêjî: “Me jî, bi
baweriya xwe, ew ji bo xebata ji ber çanda xwe ve pejirandiye”.
Me
dest ji hemûm tiþtî kiþand; Ev raste, ya din derewe, ev hevok te gotî, ya
mayî te negotî..hwd. Ev hemû tiþt me li þûn xwe hîþtin, bes de ka were
û vê yekê ji hevdu bi derxe; Çawa bê vîna we bû û we bi baweriya xwe
pejirand û tiþtê din, alaveke ku ne li gor dilê te be û bê vîna te li ser
te hatibe danîn, dê çima tu yê bervaniya wê bikî.
Em
anuha dikarin bibêjin dê ji kê re þerme. Pendeke din a Kurdî, di vir de,
hate bîra min ku dibêje; “Xelk ne di bêvilên xwe re nên duxe”. Lê xûyaye
hin camêr dixwezin ku em nên di bêvilên xwe re bixun.
Piþtî
van dîtin û þirovekirinan em dikarin bibêjin dê ew taqekirin heya bi kîjan
pileyê Mêlag dike ku ew alav bi ser ketî û ka me çi sûde jê dîtin.
Mixabin; Di rojên ku van welataên serdest hinek “þekir”, ji bo xatirê
Serhejandin û erêkirina ji kar û barên ku wan li ser serê Me dimeþandin,
belav dikir tukesî seriyê xwe nedihejan, lê di roja îro de û piþtî ku
nema ew tunirxî di me didin, em tev ber bi wan dibezin da ku em karibin, ji xwe
re, cihekî di tirênna wan, ya rawestî, de bigrin. Bila netê Fêmkirin ku ez
li dijî hevpeyvîn û rûniþtina bi yên dijberî xwe re me, lê ez li dijî
erêkirineke erzan ku bêyî yê heberî te li xwe dîne û hinekî guhê Xwe
bide te, me.
Gotina dawiyê ku dixwezim ji rêzdar I.Ibrahîm re bibêjim eve; Erê em
dikarin di rûniþtinên xwe yên di çayxanan de bê pêþnan û bi navê pêþîn
tenê bi hev re bi axêfin, weke ku te di gotara xwe navê minî pêþî tisî
û bi tenê tanî zimên. Lê di nivîsandinê De ev yeka ne layêqe, bes ez
loman jê nakim ji ber ku em gundîne û ji gerdiþa gundiyan ewe ku di her tiþtî
xwe de xwerû bin.
15.4.2000