Qêrînek..
Di riwê Xwedê de.
Pîr RUSTEM
Ji
berî ku em pertûka wî dixwînin, em careke din ji xwe dipirsin: Çima pêþgotin
û ka ev yeka ji xwendevan û nivîskar re girînge yan na. Cara pêþîn ku
ji min hatibû xwestin û tevî ku, min tiþtekî nêzîkî pêþgotinê nivîsandibû
jî, min gote: Na û dîsan jî em dibêjin na, lê tevî evê dîtina xwe jî,
emê bi berhema wî re koçeber bibin û hemû deriyan li dû xwe bihêlin
û ne xeme eger ku, careke din, venegerîm evê cîhanê, çêrokê.
Pertûka
mamoste Salih BOZAN ji du perçaye, yê pêþîn di bin navnîþana “Dîtin”
de hatî û ew bi xwe jî ji çar beþan di afire. Ew di evê “Dîtin” a
xwe de çêroka jiyan û mirina xwe\ me pêþkêþî me dike, lew re ew ji
“Derketin” ê de destpêdike. Lê û weke emê bibînin ku, koçeriya wî
weke “reva pê rewrewkê” ye û hertim “windabûn nîþangeha” wî
ye.
Helbet
ji her çêrokekê destpêkek dive û ne merce ku, ew bighe dawiya xwe. Wilo
jî çêroka “Derketin” ê ji gundê wî; Þewitiyê de dikþe, gava ku
radihêje çêroka ziwabûna xwe ya dîrokî û barê xwe davêje ser milan.
Bi rê ve û bi “lavijên ZARA yê kal re” ku, “sibe.. sibe vê cihanê
hiþiyar dike, nejdevanên dîrokdiz”, dê êrîþên xwe bajon ser û wî
pereng-perengî bikin û bê benê vegerê wî daxînin Cihana Jêrîn û
dema wî, dê bibe “Çixîza giloverî” yê.
Koçerê me dê di beþê duyem de “Rêwîtî” rastî koçereke weke xwe bê û ewê bi hev re “sazekî evîneke neçare” bistirên; Sivêtlana dê xwe lê bipêçe û “tîna ciwaniya xwe.. bi canê – wî – de berde”. Lê ewê zû ji vê “Rêwîtî” yê vegere rewþ û bêtarên ku, bi ser seriyê wî de dibarin; “ Çend Helebçe derbasbûn, çend Helebçe pêþ tene” û “Herku ar bi sînoran” keve ewê sûcdar derkeve.
Ji Þewitiyê ta Þewitiyê çêroka me ye, êþa jîn-mirin û koçeriyêye. Helbestvanê me dixweze ewê yekê, di beþê sêyem de, ewê ku, di bin navê “Veger” ê de hatî, bibêje me û ew, careke din, piþtî ku, “ketibû pê hilma diya xwe” vedigere þûnzaya xwe û ewê bi dengê Tîtî re nasbike ku, mirinê konê xwe li wan deran vegirtî. Lê tevî evê naskirinê jî ewê bi dengekî-dudiwan biqîre, lê ewê ji bilî kenê “Cinawirên quncikan” û konê pîrheboka ku, ronahî daqurtandî, titiþtî din nebîne, nebhîse.
Rojên mirov ên dawî yên kayîkê ne û wilo dem xwe li xwe dipêçe, gilover dibe û xala dawî vedigere û li ser a pêþîn dikeve. De ka em binirin, kîjan çêrok, dê karibe bêtir cihê xwe di dil û mejiyê Salih BOZAN de bigre û ewê baskên xwe li ser vegire: “Te digot heylo…, te digot heylê.. . Ji bajarê Muxribê ta Cizîra Botan, kesî ZÎN nasnedikir”. Me çêroka kul û derdan naskir, çêroka birîn û belengaziyê, çêroka evîn û niþtimaniyê ku ji roja-roj de, ji axê ta axê, emê “heylo û heylê” kin, ta ku, ziman ji evî devî dikeve yan jî em evan dîwarên pola, ku di guhên demê de, mirovatiya “sed sala bîstan” de hatine bilindkirin, diherifînin û dengê xwe li asoyekî vekirî, li bin guhê “Xwedê” dixin û þûna pêkekê di “Buhiþta” wî de, di evê gerdûn û cîhana hewke de ji xwe re distînin.
Çêroka keça qereçiya jî dê parekî ji dil bisotîne û ewê li hêviya her “sê keçên pêriyan” bimîne ku, “dûr û nêzîk” bighîne hev,lê li þûna bidestxistina evîna revok, ewê xwe li pêþiya berx û karikan bibîne ku, ewî “ezmanekî havînê” diçêrîne, ezmanekî ziwa û þivanekî ziwa dê banga wan aaaa.. av be, lê “Yazdanê jorîn – jî – bê ziman bû”. Çixîza demê gilover dibe “Seda Misî WELÊ bêþîgeka vala” dihejîne, “rojên bi wî avis teqle” dike û ewê “di nav pença janeke gawir de” li ber xwe bide, ta ku, “serê xwe datîne ser kevirê dawiyê” û.. wî têxe ser riya koçeriyê ku, careke din û yeke din, ew û yara cinawir bighên “çateriya dilê” xwe û wê, û ewê dîsa û dîsa çêroka xwe, çêroka hebûnê vegerînin.
Wilo em bi Salih BOZAN re di xeleka jînê de digerin, bêyî ku em karibin xwe ji wê hêlekê rizgar bikin, û ev yeka bi me dide naskirin ku, nivîskarê me heya bi kîjan pileyê xwe bi çêroka jînê û hebûnê mijûl dike û wê yekê weke bingeha herpirsekê, ramanekê dibîne. Li cem wî xêr û þer wek xeleka “Yin û Yang”, di hundir hevdene û em vê yekê baþ di ziman û hevoka wî de dibînin. Tiþtê din ê balkêþ ku, nivîskar karîbû bi þêweyeke bilind, di deqa xwe de, bi kar bi aniya, ew jî dîtin û ramanên olî û efsanî ne ku, mirov bi wan ve girêdayiye: “Dawiya te ji mêj ve nivîsandiye, li ser çiyakî.. , li bin lêvê çemekî.. , di bîranîna Yazdanekî” de.
Perçê dudiwan ji heybera Salih BOZAN di bin navnîþana “Çend Dîmenên Þikestî” de hatiye û ev perçe bi xwe jî, çar babetan hembêz dike, navnîþanên wan jî evin: “Venasîn, Sed Sala Bîstan, Dînokê Evînê û tiþtekî din, Welatê min”. nivîskar, careke din, dide ser þopa sofîtiyê û “hezar û yek” deriyên Xwedê li dû xwe, li pêþ me vedike; “Min bang dikir.. , hezar û yek deriyên Xwedê girtîbûn.. , ez hebûn bûm.. , tinebûn bûm.. , çima va gerdûna ji min çûktire..?”. Lê ewê ji “xeync zîqe-zîqa textê ciniralên dawiya sed sala bîstan” titiþtî din nebhîse û ewê, careke din, têkeve ser riya koçeriyê: “Ez diçûm.. , di dîwarên tinebûnê de, di bêdengiya çavên mirinê de, diçûme despêka bertaristana mezin, diçûme hember Xwedê”.
De ka em jî bi wî û pertûka wî re herin “hember Xwedê” û em binirin ka ewê çi pirsan ji wî bike û ka pirsa “Welatê min” jî, dê yek ji wan pirsan be.
Cindirês – 2001.