Ronakbîr
û Tevgera Kurd (1)
Belvoka Partiya Demokrata Pêþverû û di
çend hejmarên xwe de, zincîreke ji gotaran, di bin sernavê “Têkilî di
navbera Ronakbîrê Kurd û Tevgera Konevanî ya Kurd de” weþandin.
Mixabin, mijara ku dihate lêkolînkirin ji
hemû aliyên xwe ve; çi ji aliyê naverok an nivîskar an jî rûpelên ku ew
mijar hembêzkirine hemû kurdî ne. Lê tenê zimanê nivîsandinê Erebî bû.
Lew re, dê baþtir ba, ku me ev pirs kiriba: çima em ji konevaniyê dûrin û
hîn firehtir; çima em ji çanda kurdî dûrin.
Ji berî, ku em derbasî mijara lêkolînê
dibin, ka em binirin þirovekirina zanyarî ji herdu zaravan; çand û konevanî
re çiye: “çand- ( li hemer gotina kultûre ) hemû rengên çalakiyên mirov
û civakê ne û encûmanên van çalakiyan û normale, ku çanda mewdan ji ya
giyanî bête cudakirin. Di bin a yekemîn de hemû xêr û bêrên mewdanî tên
rêzkirin, tevî alav û dezgehên wê. Lê ya duyemîn hemû çalakî û awayên
zanyariya civakî hembêz dike: Felsefe, zanyarî, sinc, maf, huner û ..
hwd(1). Konevanî: Meydaneke çalakiyêye, têkiliyên xwe bi milet û çînên
civakê re heye.. stûnê konevaniyê ewe, ku serdestiya rijîma dewletê bi
dest xwe ve bîne.. û konevanî bi angoyeke teng ji gotinê re, bervê çalakiyên
dewletê ( Partiyên Konevanî ) ye, li vir an wir ji meydanên jîna civakî(2).
Piþtî þirovekirina çand û konevanî, dê
ne tiþtekî nuh be û ne jî em çireyeke nuh vêdixin, gava em bibêjin: Par
û perçe dikeve bin sî û bandora tevayiyê û weke me dît, ku çand zaraveke
tevayiye û konevanî pareke ji wê tevayiyê. Vêca em dipirsin: Mijareke weke
eva li ber me û weke me dît, ku bi zimanê Erebî tête lêkolînkirin, ka me
jî bi wî zimanî vekolanda, me yê heya kîjan pileyê raja çanda miletê xwe
bikira.
Di dû vê pêþgotinê re emê bên ser
mijara xwe: çima Ronabîrê Kurd dûrî Tevgera Konevaniyê ye. Di nirîna me
de ev pirs hinek dûman li ser heye; Ji ber:
A- kîjan ronakbîra, roja îro û li gor
rewþa miletê me, heye ronakbîrê Kurd, ku tenê bi damarên xwe Kurde, lê mêjî
û hestên wî di raja çanda miletê serdest de ye û di nav wan de heye ewê
ku xwe firotiye rijîma evan dewletên ku zordariyê li ser miletê me dimeþînin
û em di wê baweriyê de ne, ku evên paþin, tikes hêviyê di wan de nabîne,
bi kêmanî di roja îro de û li gor heyam û berjewandiya wan. Dimîne celeb
an rûyê din ji ronakbîrên Kurd, ewên xwe bi milet û doza wî ve girêdane;
çi yên bi zimanê zikmakî dinivîsin an jî bi zimanê miletên serdest.
B- Zarawa konevaniyê çiye; Nirîn û dîtina
me ji kar û barê Tevgera Konevanî re. Kiye ew kesê konevan, çine nirîn û
dîtinên wî.. . Em naxwezin têkevin gerînoka pirsan û em hevdu wenda bikin
û bi xwe jî wenda bibin. Me di destpêkê de got, ku konevanî pareke ji tevayîya
çandê, tiþtê din, ku divê ji hev bête derxistin eve; konevanî û yên
konevan ne bes kesê di hundir partiyan de kar dikê ye. Li gor vê nirînê, ji
rewþenbîr re; ewê ku bi miletê xwe ve girêdayî mayî, emê nasbikin, ku
karê konevaniyê yeke ji tevayîya karê wî û bi vî awayî ew ne dûrî rewþa
civaka xwe ye û di pêþvebirina wê de bi roleke berz radibe. Gobêlz ne ji hêçî
got: Dema ez seriyê ronakbîrekî dibînim ez þaþera xwe dipelînim. ? emê
wilo bighên pirsa ku cihê xwe digire û bêyî ku dibin dûmên de bimîne: çima
rewþenbîrên Kurd dûrî partiyên me ne, çima nakokiyeke tûj di navbera
herdiwan de derketî di gel em tev jî dizanin, ku piraniya rewþenbîrên me,
di demên çûyî de, hevalên van partiyan bûn eger ku em nebêjin tev.
Me got hevalên wan bûn û ne ji dibistan
an jî van partiyan ev ronakbîr afrandine weke ku hin partiyên me dixwezin bibêjin.
Erê, belkî hinek alîkarî di vî alî de kiribin, lê sedî-sed ne wan ev
ronakbîr afirandin û eger wilo be, ji berî hertiþtî bi hezaran hevalên
partiyan hene, çima evqas nezanî û paþmayî û di hemû waran de. Lê em ne
di wê babetê de ne, ku em bi ferehî li ser rawestin, belkî di paþerojê de
bibe naveroka mijareke nuh.
Lê em dibêjin bersiv wê ne di hesaniya
pirsê de be, eger, ku yek bibîne an bixweze wê weke pirseke sivik binase û
di mijareke weke vê de û di çend rûpelan de dê neyê bersivandin, lê emê
çend têbîn, xalan daxînin ser tejiya lêkolînê.
1- çima berpisyarên rojhilatê “Amînî”*
ne, an bi mirin an jî bi kuþtinê diçin û me nedîtî, ku kesî bê zor dest
ji karê serokatiyê berdayî yan jî yekî nuh bi hilbijartinê cihê wî girtî.
Di vir de gotara li ser navê “Serokê Berê” ya di hijmara (23) ji belevoka
Newrozê tîne ber çavên me. Gelo eger ku em vegerin û li kok û bingeha mêjiyê
Îslamê binirin emê nesaxiya vê yekê di hundirê wê de nebibînin?!.
Em tev çêroka derxistina Iblîs ji bihuþtê
dinasin, ger em xweþik li vê çêrokê guhdarkin, emê nesaxiya xwe yan jî
yek ji þaxên nesaxiya mejiyê rojhilatî nasbikin. Ew hate bidûrxistin ne ji
bo ku ji Adem re neçû sejdê. Na, wî jî zanîn naskir û bi Adem da
naskirin, dema ew têveda û hêþt ji dara zanînê bixwe. Di wê hîngê de ti
cudayî di nav bera wî û Xwedê de nema, ji bilî ku here û ji dara “Amîn”
yê jî bixwe û bê mirin jiyana xwe di buhuþtê de bidomîne û wilo ew jî
dikete pileya Xwedê û ti cudayî di navbera herduwan de nedima.
Eve girêka pêwendiya di navbera herduwan
de ye; divê ronakbîrî di destê Xwedê, serokên partiyan de be û bes ku ji
destê wan derkeve û bikeve nav yên yekî din, ji du riyan pêve li pêþ wan
tineye yan dive weke Adem dudilî bêje û bijî, mîna Dr. Sadiq C. Azim di
pirtûka xwe ya li ser navê نقد
الفكر الديني
de dibêje: “Adem mîna Iblîs fermana Xwedê bikar ne anî tevî, ku Xwedê
bixwesta ew seriyê xwe bitewîne dê wilo bikira, lê gava Xwedê loma jê
dike, bi lêvegerîneke nêgetîv bersivê dide û dibêje: Xwedayê me, me zor
û sitem li xwe kir û eger ku tu me berat nekî û li me netê rihmê emê ji
kesên ziyankar bin. An jî dive mîna Iblîs; Lehengê serpêhatiyê, bi awayekî
pozîtîv bibêje Xwedayê xwe: Weke ku te ez þimitandim ez jî yê wilo li erdê
bikim”(3). ? bi vî rengî yan ewê dest ji partî berde û li “mala xwe”
rûne yan jî çend kesan li dora xwe bicivîne û partiyeke nuh bide
damezrandin.
2- Evqas partî çima û ji bo çi, miletekî
hijmara xwe li gor du melyonan; Kurdên Sûriyê, û bindest ma gerekî wî ye,
ku evqas partî hebin. Eger ku em bixwezin bêne xapandin û bawer bikin, ku ev
partî çepe û ya din nîv çepe û ya dawî.. . Lê
dîsa jî dê ne li gorî jimara partiyên hene be. Em di wê baweriyê de ne,
ku di Emerîka de jî ev jimar tineye.
3- Perwerdiya kesê rojhilat û nemaze mirovê misilman. Di jiyana me de
Xwedê yeke û em tev koleyên wî ne, di dû re serekên êlên Kurdan dihatin;
roja îro partiyên me ketine þûna wan, di dû wan re serekê malê; bav Xwedêyekî
biçûke di hundir mala xwe de. Perwerdeyeke li ser vê bingehê dê di pisîkolociya
me de þopeke kûr û fireh bihêle; Gotina “Ezbenî” ne ji valahiyekê hatî;
kengî koletî û xwekirina kole rûmetgirtin bû, evê tonperwerdiyê hêþt,
ku em her yek li keysekê bigerin, da ku girêk û aloziyên xwe yên pisîkolocî
têre derînin û ne dûre em hîne bi sedan ên wekî Sedam Husên bibînin.
Gurên dev bi xwîn pirin û pir dibin, gava em tev mihî bin. Careke
din em dikarin bipirsin: Kanî serokê berê.
4- Di aliyên kar û barên partiyên Kurd
de, awa û þêweyên ku di xebata xwe de bi cih tînin, em dikarin çi bêjin.
Di dawiya salên pêncî de, di wê heyama ku miletên Ereb hîne bi serkeftina
xwe þadibûn û hino-hino mafên miletên din jî dihate bincilkirin û bi arîkirina
P.D. Kurdên baþûr, Partiya Demokrata Kurdên Sûriyê hate demizrandin. Lê
li ser dema yekbûna Sûriyê û Misirê û di piþt re qetandina herdu dewletan
ji hev, Partî ji bêçariyê ji nîvaþkeriya xwe ya berê vedigere karê xwe yê
bi dizî û ev çêrok dê bajo heya roja îro. Bi sedan bûyer û heyama
dinê hatin guhartin, lê partiyên Sûriyê sûnd xwarine, ku ji kar, rêk û pêkên
xwe yên berê venagerin û bi ser giþtî de jî û belkî ne kêmtirî rijîm
û dezgehên wê yên asayêþê hêþtine, ku hevalin dilkevroþkî li dora wan
bicivin, ango li þûna ku partî di avakirineke kesîtiyeke þoreþgerî de alîkar
be, hêþt dost û hevalên Tevgera Kurd ji sîka xwe jî bitirsin.
5- Karê partiyên me di warê çanda kurdî
û zimanê zikmakî de; ji sala 1957 an û ta roja îro çend hijmar ji kovar û
rojnemeyên kurdî û çend pirtûk weþandine. Çend nivîskar di vê dema dirêj
de derketin holê? Kanî afrandina wan ji nivîskaran re?. Eger ku em pîvanekê
çêbikin emê bibînin, ku ronakbîrekî mîna mîr Celadet Bedirxan û herdu
kovarên wî Hawar û Ronahî bi qasî karê partiyan tev derdikeve. Herdu
kovaran navê çend nivîskaran di ezmanê wêjeya kurdî de birûsandin mîna:
Cegerxwîn, Qedrî Can, Celadet; “Xwediyê Kovaran” û birayê wî Dr. Kamîran
û em Osman Sebrî ji bîr nakin û me dikarî hîne sed navên din jî
bijmartana. Lê ji sala 1957 an de û ta destpêka salên nodî, çima tevgera
kurdî navine nuh nedan û eger ku roja îro em hinek liv û tevgereke çandî
di nav Kurdên Sûriyê de dibînin ew jî bi xêra hinek ronakbîrên Kurd e û
rola kovarine serbixwe ye; kovrên partiyan sî salî di dirûv û awayekî de bûn
û piþtî ku Zanîn û Aso bi rengekî nuh derketin, ji nuh ve Stêr û Gelewêj
û Gulîstan ramiyan, ku guhdanekê bidin dirûv û naveroka van kovaran.
6- Têbîniya pêncan me dighîne xaleke pêwîst,
ku rêvebirên partiyên Kurd, eger em nebêjin bi tevayî, lê ji sedî nod û
neh nezanin, ne kesine rewþenbîr û xwedî raman in û di nav wan de hene, ku
xwendin; çi bi zimanê Erebî dibe yan jî yê zikmakî be nizanin, bêyî em
ji wan bixwezin, ku bi zimanekî biyan mîna yê Ingilîzî jî bixebitin.
7- Tenayî û tevayî; kerî, du zarawen û
erê bi hevdu ve girêdayî ne, lê her yek li aliyekî rastiyê ye. Ji bingeha
pêvajoya karên dezgehên civakê, komele û partiyan dive ti xasmayî ji yekî
re tinebe; ango kesîtiya mirov di nav kerî de tête vemirtin. Ev ton sincî li
dijî xurûya kesîtiya yê ronakbîre, bê gûman gava me got civak, em civaka
rojhilat û nemaze ya Islamê qesd dikin û dîroka wan bi van þîretan
dewlemende, ku “Destê Xwedê li gel komelê ye” û “Eger yek bixweze bihuþtî
be gereke tev komelê bimîne, Iblîs bi yê bi tenê re ye û ji didiwan dûre”.
Salixdanên bi evî ton-rengî, ku li ser zimanê Muhemed hatine, pirin û tev
me ber bi tevlêbûna “kerî” têvedidin.
Di dawiyê de em dixwezin gotineke
kurt bibêjin û nemaze ji partîhezan re: Ev têbînî û xalên ku me xwestine
li ser tejiya lêkolînê rêxin, ne ji dilreþiyeke me li ser partiyên Kurd tê,
weke ku hinek dixwezin bawer bikin. Eger ku em razîne yan na û di roja îro de
ew; Partiyên me nûnmeriya miletê me dikin, lê ev yeka dê nehêlibe em seriyê
xwe ji wan re bitewînin, li pêþ wan û kêmasiyên wan destên xwe têxin bin
seriyê xwe û piþta xwe ji wan re xûz bikin û bibêjin: “Ezbenî” , eve
stûyê me û vaye kêra we. Lê em dikarin bi hezkirin van xalan û yên nuh
derkevin vekolînin.
TÊBÎNÎ:
Du têbîniyên pêwîst hene divê
em ji bîr nekin, heya ku gotara me ne kût û kulek be, ew jî evin:
A- Di vê gotarê de me kêmasî û nêgetîva
Tevgera Kurd li gor dîtinên xwe, berçav kirin; ji ber ku pirsa me: Çima
ronakbîrê Kurd dûrî tevgera konevane, hêþt em wan bînin zimên û nêzîkî
pesin û xalên ronak nebin.
B- Careke din emê bêjin, ku me tenê nêgetîvên
tevgerê anîn zimên û yên bi ronakbîr ve girêdayî berçav nekirin.
Ev herdu têbîniyên jor dê bihêlin, ku
di paþerojê de em berdewamiya gotarê û li gor dîtinên xwe, bajon.
Cindirês-1999.