Ronakbîr
û Tevgera Kurd (2)
Di xeleka çûyî de em pirsîbûn: Kiye
ronakbîr û me ew xistibû bin hin nifþan de; çi yên, ku xwe bi rijîma
dewletên serdest ve girêdane û me li ser wan got, ku di roja îro de û li
gor berjewandiyên wan ti hêvî ji wan nayên kirin, mabû, ku em hêviyên xwe
di nifþên, ku xwe bi doza milet û gelê xwe ve girêdayî kin; çi yên bi
zimanê zikmakî yan jî bi zimanên din dinivîsin.
Eger em vegerin dîrokê emê bibînin, ku
perçê mezin ji ronakbîrên, ku raja çanda miletên serdest kirine û nemaze
çanda Erebî, helbet ev yeka jî bi akama çanda Îslamê û zimanê Pirtûka
wan a “Pîroz” û weke em dizanin, ku cara pêþî bû gava rewþenbîrê
gewre M. Bedirxan û birayê wî Ebdulrehman di 22.4.1898 an de, rojnemeya
Kurdistan li bajarê Qahîra bi zimanê Kurdî weþandin, ango dîroka weþana
rojnemevaniyê ya, ku dihêle rewþenbîr û cemawer bi hev e bête girêdan,
sed sale.
Erê ji kevin de, ji sed sala panzdehan de,
herdu pêl bi hev re dimeþin; Yên, ku bi zimanê xwe yê zikmakî û yên, ku
bi zimanên serdest dinivîsin û di demên, ku M. Cizîrî, F. Teyran, E. Herîrî
û Ehmedê Xanê bi zimanê Kurdî berhemên xwe dinivîsandin, li rex wan
xwediyê berhema gewre; |erefname, |erefxan Bedlîsî û Idrîs H. Bedlîsî û
helbestvanê mezin Fidolî û hîne ji berî wan jî Ibin Esîr, Ibin Xalkan û
Ebo Fîde.. .hwd, bi zimanê biyaniyan dinivîsandin, çi Erebî dibe yan jî
Tirkî û Farisî û di demên paþin de jî hin rewþenbîrên me yên li Ewrûpa
dijîn bi zimanê Latînî berhemên xwe diweþînin, heya Kurdên me yên di
Sovyetistana berê de jî, ji vê çarçewê derneketine û hinekan ji wan bi
ziman Rûsî yan jî yê Ermenî nivîsarên xwe belavkirine.
Di dû vê rêxistina dîrokî ya bi lez,
em naxwezin bête fêmkirin, ku banga me ji nijadperestiyê re ye yan jî ji
pozbilindiya wê re ye; Her mirovek di pejrandina dilxwezî û bîrweriyên xwe
de aza ye, çênabe em bihêlin bi darê zorê yek kesêtî û ramanên xwe
biguhêre, ev yek ji mafên wî yên mirovatî ne. Lê pirsa me ewe: çima kesê
Kurd ji bin konê xwe direve û diçe di bin konê biyaniyan de dîlanên xwe
digerîne. Helbet dê sedem pir bin, lê em dikarin di van çend têbîniyan de,
movikên mezin bidin xûyakirin.
1- Di pêþî de û ji berî hertiþtî bi
þikestin û hilweþandina dewleta Mîdye re kesê Kurd diherife û kesîtiya wî
berdavêje û tiþtê hêþtî, ku ev ton sincî di derûna yê Kurd de ferehtir
bibe, ev bindestiya dîrokî ya dûr û dirêje.
2- Tiþtê din, ku hêþtî em ji
Kurdiyetiya xwe þerm bikin, helbet ne tev, qirkirina Ol û Xwedayên zaredeþtiyê
bi dest û þûrên ola Îslamê. Ev wendakirin û ji desgirtina Ola Zaredeþtiyê
hêþt, ku damareke me ya stûr ziwa bibe.
3- Ev ton konevaniya li serê Kurdan, ji
aliyê miletên serdest û bi navê biratî û îslametiyê, tête meþandin.
4- Cigrafiya Kurdistanê, ku nedihêþt zû-zû
miletê me di nav hev keve ; Di her holeke
cigrafî de taybetiyeke wan çêdibe.
5- Têbîniya çûyî dihêle em bighên
mijara êlên Kurdan, ku hertim nakokî di nav bera wan de derdiket û di roja
îro de, mixabin, partiyên me eynî bi wê rolê radibin.
Raste, di pirbûn û newekhevbûnê de
jiyan tête dîtin mîna, ku Spînoza dibêje û dihêle rûyekî demokrasiyê
bide civakê, lê pirbûna êl û partiyên Kurdan ji derûna me ya piþifandî
tê; Em her yekî, her dewletekê ji xwe re dijmin dibînin û ji ber, ku em ne
li gor hêzên wan dewletan ne û da, ku em veþartiyên xwe yên derûnî û
qelsiya xwe birjînin, me evqas êl û partî derxistin holê û me dijmintiya
rasteqîn bi dijmantiyeke sîberî guhartî û vaye þerê partiyên me li dijî
hev mînakeke balkêþe.
Evan sedeman digel hineke din ên kesîtî;
çi hezkirina mirov ji peran û belavkirina berhem û navê wî, dihêþt û dihêle,
ku nivîskarê me bi zimanê miletên serdest binivîse. Helbet tinebûna dezgeh
û dewleteke Kurdan serbixwe pir asteng datanîn û hîne jî datîne pêþiya
rewþenbîrê Kurd, ku karibe raman û hestên xwe bîne zimên û mijarên xwe
belavbike, lê di nrîna me de ev yeka dê nehêle, ku em kiryarên wan tebrîr
bikin û ne jî wan gunehkar derînin. Ev ne durûtiye; Wan riya xwe pejirand û
li gor wê yekê em jî dikarin nirînên xwe ji wan bidin û bibêjin,
ku ew tên jimartin weke nivîskarin bi nijada xwe Kurdin, lê ne nivîskarine
Kurdin.
Dê li ser vê yekê jî gelek ji rewþenbîr
û nivîskarên me li xwe giran bînin, lê li gor dîtinên me em nikarin bêjin,
ku helbestvan û romannivîsê gewre Selîm Berekat nivîskarekî Kurd e, raste
belkî wî bêtirî her nivîskarekî û bi pênûsê xwe raja doza miletê xwe
kiribe û hîne jî dike, lê di warê huner û çandê de, ew raja ziman û çanda
erebî dike û em naxwezin ev yeka bi angoya, ku em dixwezin þerê van nivîskaran
bikin, bête fêmkirin. Em bi nivîskarên weke wî serbilindin û xweziya, ku hîne
bi zimanê Kurdî berhemên wî derketana, lê weke me dît pir sedeman hêþt,
ku nivîskarên weke E. |ewqî, M. Rosafî, Zehewî, Q. Emîn, M. û M.Teymor,
R. Yesmî û civakzanê gernas E. Kewakibî.. .hwd, bi zimanên din binivîsin.
Hin nivîskaran jî rê didan xwe û
digotin, ku zimanê Kurdî li þûne û nikare rahêje hest û ramanên me, belkî
heya bi hinekî ew di gotina xwe de rast çûne, lê eger, ku hin ranehêjin evî
barî, ma emê li hêviya mu’icîzakê
bimînin da, ku ji xwe û berê ev ziman bibe zimanê çand û hunerê. Helbet
kar û xebat jê re dive; Zimanekî, ku ji sedê salan ve hatî qedexekirin û
þerê wî bi her tonekî tête kirin, dê zimanekî qels û li þûn be, lê
weke tête gotin: Ez neþewitim, tu neþewitî
dê ronî ji ku belav bibe û di her tiþtî de gavên pêþîn zorin.
Piþtî, ku me sedemên paþdamayîna çanda
Kurdî û revîna rewþenbîrên Kurd ji zimanê zikmakî naskirin, em dikarin
bibêjin, ku sedema herî girîng rol û tevdîrên Islamê ne; Ji ber, ku zimanê
Erebî yê Quranê bû û bi angoya zimanê pîroz lê dihate nirîn.
Di dawiyê de em dikarin çi bibêjin;
Raste huner bi gelemperî berhemeke mirovantiye û hunermend eger, ku bi çi
zimanî dinivîsîne raja çanda mirovantiyê dike, lê ev yek dê nehêle, ku
em tekaniya her ziman û çandekê Ji bîr bikin û ev yeka dê bihêle em bejna
xwe ji lehengên xwe yên pêþîn re xwar bikin.
Ma, ku em vegerin û bipirsin: çima rewþenbîrê
me di roja îro de xwe dûrî Tevgera Kurd dike. çima nakokî di nav bera çand
û konevaniyê derketî û weke me dîtibû, ku têkiliya wan ji hev re ya tevî
û hinekî ye. çima piraniya rewþenbîrên Kurd, eger em nebêjin tev, li
dervayî tevgera Kurdin.
Helbet her yek para xwe hildigre, erê yê
siyasetmend; Tenê bi gotinan, ji ber, ku hîne konevaniyeke Kurdan açiq û sayî
derneketiye holê, ew xwe dibîne yê pêþiye û gereke çand di bin akama wî
de be û jê re bibe zirne û bi yek rengî xwe boyax bike, li gor dîtinên evê
partiyê yan jî ya din, digel zanîna, ku ew giþ bi yek rengî ne û eger
hinek cudayî hebin jî pir biçûkin. Tevî avan sedeman û yên, ku me di
xeleka çûyî de anîbûn zimên, dê nehêlibe, ku em þerê hebûna Tevgera
Kurd bikin, ev ne bangekeke, ku em ji wan re bi çepikan din û kêmasiyên
wan nedin ber çavan, lê mixabin piraniya rewþenbîrên me û bi boneya, ku ev
tevger ne li gor hêvî û stubariya ye, xwe jê bi dûr xistine û di hinava
xwe de baþ dizanin, ku ew ji tirsa hin tiþtan û da, ku ti ziyan neghe kesîtiya
wan xwe dûrxistine.
Eger em bixwezin an na ev tevger dezgeha me
ya bi tenê ye di roja îro de û ji rewþenbîrê me tête xwestin xwe bide rex
wê, lê neyê fêmkirin, ku divê em giþ xwestekê Tevlêbûnê ji wan re birêkin
û careke din em têkevin nav þerên “Aþên Bê”. Na, weke, ku piraniya
dostên me dizanin; Em ne endamên ti partiyan ne, lê xwestek û hêvî ewe, ku
em dostaniya tevgera xwe bikin da, ku em karibin kêmasî û rewþa xwe ya îro
derbas kin û em karibin asoyine nuh li pêþ milet û doza xwe vekin.
Belkî bihna romantîkiyê ji gotina me tê,
lê jiyan bê xewn û hêvî dojehe... Lê bihuþt jî ji sîberên hunermendekî
ye.
Gîre:
1-
Ferhenga Felsefî ya kurt. R. 155-156.
2-
Jêderê berê. R.
260.
3-
Rexnekirina Ramana Olî. R. 71-72.
Cindirês-2000.