Sing

                                                                                                

                                                                          Pîr RUSTEM

                                                                          pirustem@scs-net.org

 

- “Tu kûr bibî”. Bi terqîna kûz û belavbûna parên wî re, dê nifiran li keça xwe ya panzdeh salî dibarîne. çingînî bi zerika wê ket. Ev yeka jî nîþana dernexwîniyê ye. Di mekra vê yekê de keçik hatibû kuþtin. “Zerka te neþkî lê çingiya”. Bavê jê re gotibû û kêr dabû stû. Dema Meyro kûz þikand û nifir ji dê bihîstin, ev çêroka dîrokî di mejiyê wê de meyîbû. Bi ber çavketina Xorþîd re, tevzînok ketin canê wê, bi lez rahiþt perçeyên kûzê þikestî û bermaleka xwe avêt. Xwest berî ku çavên wan li hevdu rast bên, ji hundir baz de, da ku raz û soza wan bernavêje. Lê dengê dê ew vegerand.

- “Þûna xwe ziwa bike”. Keçik þêt ma, ka axa gewr dê bi çi ziwa bibe; bilî aramek tihî û riswa, çiyê karibe ziwa bike. Zembîla kayê gola avê vediþêre. “Erê ava bin kayê” tê veþartin, lê çiyê wê veþêre. Ji heriyê derdixe û dixe nav diriyê.

- “Li þûna tu kil dî te kûr kir. Here çayekê bi ser êgir de”. Dê ji Meyro re got.  Zemîn fereh dibe.

Gundê Kela tevan bi hezkirina Xorþîd û Meyro dizanî. Heya li çend gundên dijî çêroka wan belav bûbû.Lê herdiwan perdeyeke sipî avêtibûn ser çêrokê û li hêviya bavê Meyro diman ku, seriyê hespê xwe nerm bike û gotina “Erê” ji devê wî bi bare. Lê her ku çêrok germ û bêtir belav dibû “Na” ya wî jî tûjtir dibû û bêtir berê hespê xwe dida qirêc.

Piþtî ku Xorþîd ça vexwer, cixareyek nuh pêça, xiste nav lêvan û dûyê cixarê li þûna xwe hêþt. Berî ku ji Meyro derbas bibe gotina “soz” mîna kuzotekî êgir rûdêmê wê riswa dikin.

Di nîvê þeveke tazî de, dudu ji gundê Kela bi rê dikevin. Gav bi gav li piþ xwe dinhêrin û her çendakî yê pêþîn guhên xwe bel dike û kûr guhdariyê li derdora xwe dikê. Dema dengê segan bi dûr dikeve, nuh bihna xwe ber didin.

“Ka tuyê bi ku ve biçe, kesekî rût kiyê li xwe bigre û dê çawa bê veþartin”. Piþtî ku Xorþîd ji mêvantiya sênga Meyro ve digere nuh xwe di rewþeke gergerînok de dibîne. Di çirûskeke sipî de destbirayekî bavê wî tê bîrê, berê xwe dide bakur û dikeve ser reya ku, ber bi gundê Xelîl ve diçe. Mal mala gur e ne arde ne bulxure. Mixabim, erê ne ard e û ne bulxur e lê mal jî ne mala gur e. þevekê li cem destbirayê bavê xwe dimîne; tev xwediyê malê berê xwe didin mala gur û xwe davêje nigên wî. Piþtî ku merasîmên koletiyê bi dawî tên, ji bin nig û gunên axayê gund vedigere û di nîvê odê de xwe li ser çongan berdide erdê.

Heya bi demeke dirêj, di wî cihî de, Xorþîd tê tevizandin. Civata axê hêdî- hêdî belav dibin, Her yek du singan li dû xwe dixuþîne. Ji bilî axê, kesî nikarî lingên xwe ji bin xwe derxistana, rê ji wî re hebû ku nigên xwe, heya bi nîvê odê, ber bi devê xwedê ve û bi nav nigên  jinên wan de jî, dirêj bike. Gava axa dixwaze ji odê derkeve û zanibe dê îro di hembêza kîjan jinê de raze, di çûna xwe ya nêv- xewî de, li Xorþîd rast tê.

- “Te çi dixwest?”. Berî Xorþîdê Elê çêroka xwe bîne ser zimên, careka din û bi ramûsaneke teze ji nigên axê “yên pîroz”, lêvên xwe bimbarek dike û çêroka hezar salan- bavan ji axê re di deziyekî þil re dike; teneyên wê yên kefinkî, yeko- yeko, li dû hev berdide.

Çend roj di ser çêrokê re diçin, ew belav dibe, bihna hevrevandina Xorþîd û Meyro li sêsed û þêst gundên Efrinê belav dibe û tê zanîn ku wan xwe avêtine piþ Omerê Çîlik. Erê gur gur e, lê keftar hartir e. Neqþa Efrînê dibêje ku gundê Xelîl û Mamila nêzîkî hev in; cihwar in. Gurek li vir, keftarek li wire. Teka mêzînê dadigere. Ev yeka li zora Xelîl- axa tê, peyakî xwe ji O. Çîlik re bi rê dike. Piþtî silavan ew peya Xorþîd û Meyro ji wî dixwaze.

- “Here bi bêje axayê xwe ku, Omer- axa jî dikuxe”. Peyayên keftêr, bê peyîk, li axayê xwe vedigerin. Kuleke û di sîng de tê veþartin, lê nayê ji bîrkirin. Çend meh di ser çêrokê re diçin.

- “Ji gur pirsîn: çima stiwê te qalind e?. Got: Ez bi destên xwe dikim û bi devê xwe dixwem. Ev ji kevin de bû, di roja îro de  hûnê bi destên xwe bikin û bi devê min bixwin”. Omer- axa got û berve Xorþîd nerî. “Ev bû çend mehên te ne tu rûniþtî. De ka rabe tu û Meyro derkevin þiyê û vêrgê ji cotariyan bistînin”. Rûniþtina wan bi xizmetkarî qediyabû. Ewê derkevin û gotin dê bigihe Xelîl- axa ku ew ji bin kurkê Omer derketine.

- “De hûn jî rabin bidin ser reya þiyê û herdiwan ji min re bînin; divê hûn destê Xorþîd di piþ de girêdin û li dû hespên xwe, heya dighên cem min, bixuþînin”. Xelîl- axa vê fermanê dide û sê peyên xwe bi ser wan de diþîne.Bi gotinan nêzîk e. Qonaxa danekî bi rê de dimeþin. Segê mîr mîr e. Gundê þiyê kiribûn du par, nîviyê vêrgê ji Xelîl- axa re û yê mayî ji O. Çîlik re bû.

- “Xorþîd rabe, bê riswayî bide pêþiya me”. Rê li ber Xorþîd neman ku karibe pêde bireve, sê peyên axê bi mertîn di ser seriyê wî re sekinî bûn. Di nêzîkî gund de destên wî di piþ de girêdidin.

- “Bi singê ber derî ve girêdin û jinika wî bînin vê derê”.Xelîl axa dibêje peyên xwe û derbasî periya odê dibe. Werîsê ku Xorþîd pê girêdabûn ji berdehê hêsp vedikin û di singê ku nîþanî wan kiribû girêdidin. Jina wî jî dibin oda axayê xwe.

- “Gotina te li ser seran axa”. Hersê peyên mirinê, piþtî ku Meyro têvedan nîvê odê; nav nigên wî, di devê derî de li diyariya wî man ser nigan.

- “Ji min re Husîkê bînin”. Û mîna ku ji bilî wî, kes li odê tinebe, bayê reþ ji ber xwe berda. Pisîkeke fetisî ji peyîka wî direve ser laþê Meyro û di nav memkên wê de kaniya gêrikan derdibe.

- “Ez benî, gotinên te li ser seran”. Bi çarlepan xwe dighîne nigên wî “yên pîroz” û maçeke mibarek ji wan dibe.

- “Husîk, here Xoce Elî bîne; bila vê pîrekê li te mehir bike”. Bi gotinên wî re malika gêrikan ji sîngê Meyro hildiweþe û cobareke hunguv ji sîngê Husîk diherike. Gotina wî merem e. Xoce Elî, tev kiras û þaþika xwe, di xizmetê mîr û segên mîr de ye.

- “Emê kê bi bavê Meyro kin”. Xoce Elî pirsî û guhên wî dengê dîkê ku, li derve dihate fetisandin, zeft kirin û vê re jî nirîneke kizirî ji sîngê Meyro direvîne. Bêyî ku serî hilde, axê got: - “Xorþîd”.

Birûskê li mejiyê Meyro xist û dengê wê windakir. þeva revîna wê tê ber dil û tê wer dibe. Zerika avê dihêle çavan hilde û bavbûna Xorþîd ji xwe re dibîne. Di þeveke basik- þikestî de, Xorþîd ji toximiya Meyro dadikeve û dibe bavê wê. Mehirkirina wê li Husîk pîroz dike û piyana þerbeta wan berdidin ser lêvên wî yên qeþagirtî. Sergêj dadixînin ber singê girêdanê û di gel segê nobedar de, þeva sipî dimijin. çend caran xwest çêroka xwe ji wî re bibêje, lê seg ji hevaltiya wî direvî û guhên xwe dixistin bin nigên xwe. Di ber banga sibê de, berbanga ku mele kesên misilman ji hembêzên ziwa derdixîne, dest- nimêja xwe digre û Xorþîd reya sarincê dûz dike.

- “Xorþîd, kurê min, dê here ji bûk û zavê re avê germ bike, da ku nimêja sibehê li wan neçe. Kesê misilman divê nehêlibe çavên yekî pêkeve û hîne wî seriyê xwe neþuþtî”. Berî ew ji cem bi rêkeve, Xelîl- axa carek din deng lê dike.

- “A... Xorþîd, divyabû te xwe li min bigirta ne li Omer. Ji bona yekî wek te em pev naçin. Bawer meke ku ew dê peyên xwe bi ser min de bi þîne. A... berî ji bîra dikim; piþtî ku te av ji wan re germ kir, vegere ber sing û xwe girêde”.