Þiyê .. Dengê Winda

Pîr RUSTEM, pirustem@scs-net.org
Di destnivîsa xwe de û di rûpelê pêþîn de nivîsandibû:
"Helbestên min zarokin\ hîne bi sîrin.. \
çavên we, ji wan re, pêsîr in!!!". Ev bû pêþgotina wî,
ji berî ku ew ji min bixweze û ez vê pêþgotinê binivîsim û
li gor dîtina min; wî karîbû bi van gotinan û bi wê þêweya
ku helbestên xwe pê dinivîse, ji me re bibêje ku her tiþt di
jiyanê de, zayînek jê re heye û ew weke ku çawa zarok bi þîrê
dayîka xwe mezin dibe, helbestên wî jî û bi xwendina me, ji
wan re, dê mezin bibin. Piþtî vê destpêkirinê emê vegerin
berhema wî û bizavên xwe bikin, ku em karibin tiþtên ku wî
di nav xêzan de, û bi awayekî veþartî gotine bixwînin.
Ew ji Þiyê de; gundê ku zarotiya xwe lê þewitandî û xwaliya
jiyana xwe bi Geliyê Circim de berdayî, dest pêdike, çi jiyana
xwe ya madî yan jî ya helbestî, ev jî bi me dide naskirin, ku
ew heya bi kîjan pileyê bi þûnzaya xwe ve girêdayî ye û wê
weke dîlbereke çeleng ji xwe re dibîne: "Rojekê\ ramûsaneke
bê dawî\ li ser\ gerdenê çiyayekî evîndar\ rengveda.. \
Rojekê\ Xwedêyekî westiyayî\ li ser\ lêvên kaniyekê\ li bin
kenê çinarakê\ solên xwe xistin\ û.. . \ Þiyê\ îro keçeke
çardesalî ye\ li ber sazên\ bilûra bayê Cêrcim\ sibehên
xwe\ hevde bi hevde\ dihûne..". Lê ev keça çardesalî û
weke jûve, ji destê wî direve: "Þiyê\ tembûrek ji avê
ye..". Û wilo ew bi me dide naskirin, ku ax weke sîmboleke
pîroz ji yên ku jiyan, hebûn jê hatiye afirandin, li cem wî jî
cihekî bilind digire.
Azwaz KALO û bi rengekî serast û balkês, serê pir pend û pêgirtên
me dike û wan weke kelem di pêþiya pêþketina me de, di pêþiya
jiyaneke normal û banga dîlbera xwe de dibîne: "Eger\ dûman
vekiþe.. \ bi xwe wê banga min kin.. \ kuvarkên sîngê
te\ bes ku\ dûman vekiþe!!". Lê ; "Li bin\ ezmanekî
stewr.. \ evîn dizekî bive ye!!\ herdem\
li ser\ pozê pêçiyên xwe\ dimese!!".
Di helbesta ku di bin navnîþana ( ? ) de hatî û ev navnîþana
bi xwe jî, hin cihê pirsê ye û hin jî di cihê xwe de hatî,
ew him dixweze dîroka miletê Kurd û him jî bawerî û encamên
ku, ew gihêþtinêyê û di riya êþnasîna pirsê de, ji me re
bide xûyan, ku ji bilî "çiyan dostên Kurdan tinene"
û ev bi xwe jî simbola qonaxeke dîrokî ye, ji yên miletê me
re.
Gewdê pîrekê jî, li cem Awaz, zeviyekî lêkolînê ye û ew
dixweze bi çavine nuh lê binire,
da ku karibe û bi xwendina xwe ya nuh ji tîpên evî zevî-gewdî
re, wan nîþan û simbolan ji hev veke. Lê mixabin ew bi;
"Dilekî ji tozê", ji vê bizavê bi dertê. Tevî ku
memikên wê weke "dwaîtîp" ji çavên xwe re didîtin,
ne tenê wilo.. ew, pîrekê hertiþt dibîne: "Jiyanek bê mê
ye\ jiyanek bê hertiþt e..".
Belê ew hertiþt e û hertiþt di jiyanê de, du riwên wê hene;
reþ û sipî, weke (çem) ê Awaz KALO, dema ku dibêje: "çem\
ji golan\ hezdike\ vehesa wî pêktînin.. \ çem\ ji golan\
heznake\ hêrsê wî vedimrînin!!!". Ev hevokên wî ji me
re, û bi rengekî sayî, helwesta Awaz ji jiyanê û têkiliya bi
her dozeke hebûnê re xûya dike, ku ji her dozekê ji yên hebûnê,
du rengên xwe hene; res û sipî. Ango tiþtek di jiyanê de nîne,
ku tenê xwedî çêjek, rengek û dîtinek e.
Cih li cem Awaz dudu ne; gund û bajar, û weke her rewþenbîrekî
ku hokerên jiyanê hêþtine, ew ji cih û deverên zarotiya xwe
hatibe birîn û bajêr bi zorê ew xistibe nav xwe, kiribe yek ji
cîwarên xwe, ev yeka di pisîkologiya wî de cihekî kûr dikole
û ew nikare, zû-zû, vê birînê ji bîr bike. Lew re em dibînin,
ku ew hergav dev ji bajêr berdidin û direvin cihên ku zarotiya
xwe lê derbaskirine, bêyî ku ji bîr bikin û kîna xwe bi ser
seriyê bajêr de birijînin: "Zarokekî xemxas\ di navbera..
\ Tumbikê Evdê\ û\ Geliyê Avzênkê.. \ li pey riþkekê
dibeze.. \ gavên xwe\ yên fedok\ dirijîne..".
Helbet Awaz ne bes lawê vî cihî û vê deverê ye, lê ew lawê
dema xwe ye jî; lawê duhezar û sesid talan, qirkirin, perçiqandin
û.. sal e. Ev dîroka dûrdirêj ji bindestiyê dê bihêle ku di
bîr û baweriya me ya tevayî de pir kul û derd derbibin, lê
yek kul maka wan teva ye û ewên her û her me têxin bin baskên
xwe de, da ku dengê me negihe tikesî: "Kê hay jê heye?!\
tivinga çar aliyan\ di guvêska\ dengê min de ye..!!\ ho.. ..\
Welato.. .\ kê tu kir ahîn\ û xiste dengê min".
Û bi lêvegerîneke zîrek wî karîbû êþa miletê xwe li ber
çavan û di hundirê berhevoka xwe de rêxîne, gava dinivîse:
"Zivistanê\ xwedêkê.. \ sermaya xwe\ li ber derî\ ji xwe
bêxe..\ berî ku tu\ derbasdibe\ KURDISTANê".
Gelo em karin bipirsin, ka ew çima vê hêvî û bergerê ji
zivistanê dike; ne ji ber xizanî û perîþaniya vî miletî ye,
ku nikare pepil û dilê zarên xwe ji sermayên zivistanê biparêze..
. Belê em miletekî pêxasin û hêviya me ji zivistanê ew e, ku
mit û derziyên xwe li ser riwên me neçîne.
Lê tevî sermayên zivistanê jî carina dil di sîngê wî de
germ dibe û ji hêlîna xwe direve: Dilê min\ negode ye\ û çavên
te\ du gupik tijî hinguv in". Ev dilê revok û bêtebat dê
nikaribe, zû-zû, hêlîneke din ji xwe re bibîne. "Ger\
deriyê te hate lêdan\ ji berî\ tîroja rojê\ bijangên te ramûse\
xwedêke.. !\ bê xeyd derî veke..\ mat nemîne\ ger te
xwe dît\ ji ber ku\ ew helbesta min e".
Di berhevoka Awaz KALO de tiþtekî din ê balkês, ji bilî yên
me gotine heye, ku dihêle taybetiyekê bide wî; ew jî ferhenga
wî ya zimên e, ku dihêle bi evê yekê kaniyeke nuh li ferhenga
kurdî (kurmancî) zêde bibe û berhema wî jî weke kulêreka
ronahiyê be, ji Efrînê re ku seriyê xwe tê re dirêj bike û
bibêje: Ez jî heme.
Di dawiyê de û pistî xwendina evê berhevokê, em dixwezin ji
xwe û we bipirsin: Ka gotina wî ku, "bi pênûsekî vala..\
li ser\ rûpelek tijî\
ez dinivîsim". Heya bi kîjan radeyê rastbû û çima ne bi
pênûsekî tijî li ser rûpelekî sipî nivîsandiye û ka kîjan,
ji wan herduwan, a rast e.
Emê van pirsan ji xwendevanên vê berhevokê re bihêlin, ku ew
bersiva me û xwe bidin, bêyî ku em li ser seriyê wan bibin
rasipêr û pend û þîretan li wan bikin, lê tenê tiþtek tête
xwestin, ku em bi çavine reþ lê bi dilekî sipî berhema Awaz
KALO bixwînin.
Tenê ma ku em bêjin: Awaz KALO di sala 1969 an de û li bajarokê
Þiyê, herêma Efrînê ji dayîk bûye û heya nuha jî li wir
dimîne û bijîþktiya pêxasên gundiyên derdora xwe dike û ji
berî ku ew vê berhevoka xwe çapbike, wî gelek helbestên xwe
di kovarên weke: Pirs, Zanîn, Pênûs û Aso de dane weþandin.
Cindirês-2000.
copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org