TEVGERA KURD Û ASOYÊN PAÞEROJÊ

 

                                                                   

                                                                                    Pîr RUSTEM

                                                                               pirustem@scs-net.org

   

Ev deh salin û her diçe em dibînin Tevgera Kurd ber bi þûnve diçe û her roj hinek cihên xwe derdide û bêtir qelis û lawiz dikeve, ne tenê ji aliyê hijmara endamên xwe ve, lê heya ji aliyê helwest û kar û xebatên xwe ve jî. Helbet em naxwezin salognên wan ên îro bidin ber ewa ku di rojên pêþî de, ji damezrandina PARTÎ, hildabûn û têde daxwaza rizgarkirin û yekbûna Kurdistanê kiribûn, erê ew salogan weke helwest û xwesteka miletê me ya herî raste, lê ne di dem û heyama xwe de hatibû sitandin, lew re ew zû di dest me de; Tevgerê de, hate beravêtkirin.

Xala din ku, em dixwezin di evê pêþgotina mijara xwe de bibêjin ewe, ku me babeta xwe bi hevoka, Tevgera Kurd, bi nav kir û me peyva konevanî jê êxist, helbet ew jî ne ji kêmkirina nirx û qedrê Tevgera Konevanî hatiye, weke ku ew ji xwendin û helwesta me ya ji civak û pêþketina wê re hatiye; Li gor dîtin û baweriyên me ku, ne tenê konevanî liv û tevgerê dixe hundirê civakê, çi civak dibe bila bibe jî, erê ew sitûneke ji yên avakirin û damezrandina civak û dezgeh û dewletan, lê ne ya bi tenê ye û heya ne ya serekeye jî.

Bi gotineke din em dixwezin bibêjin ku, sê ling, pêlên civakê yên sereke hene û eger ku, ew hersê digel hev nebin û em bixwezin tenê bi ser yekê de pal vedin û dudiwên din jî ji bîr bikin an jî xwe di ser re bavêjin û li þûn xwe bihêlin, weke çawa civaka Kurd kiriye, dê rewþ û encameke wilo destkewtiya wê be ku, hemû mofirkên jiyanê di dest de hilweþîbin û weke Don KÎXOT, emê ji bilî þûrekî textî di dest wî de nebînin û ewî li pêþ aþekî avî rawestiye û þêr bi bê re dike, tevî ku þerê tevgera me bi hêz û tang û konevaniya dewletine kolonyalîzim re ye û ne bi bê re ye.

Belê weke em têdighên ku, çi civak û dewlet an jî partî û dezgehên wê, li ser evan sê sitûnên sereke û pêþîn ava dibin; Aboriyeke bi hêz, zanyriyeke bilind û piþtî bi desxistina evan herdu mercan, ewê karibin dezgeheke xort peyda bikin ku, ew bi xwe jî merc û lingê sêyemîne ji civak û dewletê re. Helbet hinek mercên din ên alîkar hene û belkî li gor hinek heyaman, yek ji ewan mercan bi roleke pir girîng rabe, weke roja îro ku, alîkariya ji “derve” weke mercekî girînge, ji bo guhartina rojhilatê. Lê tevî ewê rastiyê jî, ew sê mercên me anîne zimên û li gor dîtinên me, yên sereke ne.

Li gor evê xwendina xwe, ka em civaka Kurd bidin ber lêkolînê, emê binirin ku, me herdu mercên pêþîn li þûn xwe hîþtine û em bezîne mercê sêyemîn ku, qet bêyî herdu yên pêþîn, dê bi sernekeve, lew re û ta ku em karibin bihêlin civaka me li ser xwe raweste, gereke em li wan herdu mercan vegerin, ango em kar û xebatên xwe bikin ku, miletê me zanibe çawa xwediyê li hebûn û dewlemendiya Kurdistanê bike û di hundirê civaka Kurd de hinek dewlemendên mezin derkevin û pêre jî em karibin û di her þxekî de, zana û pisporên xwe peyda bikin, tevî ku, em dizanin ev dewletên kolonyalîzim rê li ber miletê me digrin û rola wan ya her mezine di evê rewþa wêran de, lê tevî wê jî dive em bê hêvî nebin.

Li dawiyê em dixwezin bibêjin ku, ji berî em bi Tevgera Konevaniya Kurd û çareserkirina pirsgirêk û aloziyên wê diramin, dive em li civak û miletê xwe vegerin, ji ber ku, ev tevger berhema evê civakêye û ew nimûneya me ya herî açiq û beloqe û eger ku, em pirsgirêkên wê çaresernekin emê qet nikaribin tevgereke xort bidin damezrandin û emê her çend rojan bibhîsin ku, partiyeke nuh çêbûye û ew jî yê nikaribe gavekê, ji partiyên hene, zêdetir bavêje, ji ber ku astengiya me ne ya pirbûn an jî hindekbûna partiyan e, weke ku ew di guftûgoya rojane de tête gotin, lê ev pirsgirêkeke ramyarî û zanyariye.

Tiþtê din ku em dixwezin li ser rawestin eve; Ku em tev, weke rewþenbîr, siyasetmedar û maldarên Kurd di ber evê rewþê de berpirsin, tevî ku em rola dezgehên evan dewletan û heya alîkariya dewletên derve jî ji bîr nakin. Lê digel ewê rastiyê jî, rola ewan hersê hêzên me gotine, di wêraniya roja îro de, mezine û ji wan tête xwestin ku, careke din li dayîn û bername û serkêþiyên karên xwe vegerin û wan li gor dem û heyama îro bidin nuhkirin, da ku karibin serkêþiya tevger û miletê xwe bikin û ji berî her tiþtî dive em, û bi rengekî aþkere, helwesta xwe ji heyîna cigrafiya hersê herêmên kurdî li Sûryê bidin; Ka ev perçe pareke ji Kurdistanê û Sûryê ew kolonyalîzim kirî yan ew sê bêrîkin di hundir Sûryê de ne û ew nikarin iqlimekî cigrafî çêbikin û li gor evê helwestê emê karibin þêweya têkiliya bi navçe re nîgar bikin.

Di nerîna me de, ji berî bersivdana evan pirsan û piþtî bi destxistina ewan merc û heyamên ku, me anîne zimên, dê zor û pir zor be ku, em karibin ti xebatên rasteqîn di ber doza miletê xwe de bikin û emê hertim kesîtiyeke revok bidin damezrandin; ku rewþenbîrên me revîne bircên xwe yên belek û ji wir de nifirên xwe bi ser seriyê siyasetmedaran de hildiweþinin û siyasetmedarê me jî hemû þikinandinên Kurdan dixin sukra rewþenbîrên revok û wilo emê têkevin ewê guftûgoya Bêzentî, ka hêk ji mirîþkêye yan mirîþk ji hêkêye, bêyî ku, em li çareserkirinan bigerin.

 

                                                                                                      Cindirês-2004.      

 

çapkirin

copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org