XEWNÊN REVOK

 

                                                                                              

                                                                          Pîr RUSTEM, pirustem@scs-net.org

 

Ji berî çar salan ve û pistî ku, serok Besar EL-ESED li sûna bavê xwe rûnist û destlatiya Sûryê bi dest wî xistin û ewî di hundirê xwendina sûnda xwe de hinek soz ji miletê Sûryê re berdabûn û ta roja îro ev gotin, çêrok tête guftûgokirin. Ew carina sar dibe û hema-hema yek dibêje hate vemrandin, lê tu yê bibînî û nemaze di pis derketina hinek bûyer û pirsgirêkan de ku, ew careke din hate beloqkirin û ev yeka bi xwe jî cihê lêpirsînê ye; gelo kî evê yekê di dest xwe de dilivîne û çi xwestekên wan jê heye û ka ew çi sûdeyan ji evê ton konevaniyê dibînin.

Cara pêsîn ku, ev nirîn li ber me hate dayîn, ew ji aliyê dostekî pispor ku, di Zanîngeha Helebê de weke mamosteyekî aboriyê dersan dide bû; ew bûbû demek ku serok Besar cihê bavê xwe girtibû û ew sûnda wî jî, ji piraniya rewsenbîr û heya siyasetmedaran re, weke heyameke nuh bû û hêst weke dibêjin, "Buhara Samê" li pey xwe bîne. Ev dostê min jî yek ji ewan kesên ku, hemû hêvî-hêkên xwe xistibûn ewê selekê de û camêr kar û barên xwe dikirin ku, di wan çend rojan de ewê berê xwe bidin Samê, helbet weke zaneyekî Kurd di hundirê giropekî de û ewê çêroka pirsgirêka kurdî ne tenê bidin guftûgo kirin, lê dê bête çareserkirin.

Cara dudiwan jî ku, ev meseleya û bi reng û radeyeke bilindtir hate guftûgokirin, di rûnistineke sevbuhêrkî ya Partiya Demoqrata Pêsverû ya Kurd de bû, ewa ku ji bo rewsenbîr û siyasetmedarên bajarê Efrînê li darxistibûn. Di ewê hîngê de du sal di ser xwendina sûndê re borî bûn û "Buhara Samê" jî bi xêra hin biryarên destlatên Sûrî hatibû rewisandin û çend hevalên çivaka sêvîl jî hatibûn binçavkirin û di nav wan de hin endamên perlemana Sûrî jî û evê yekê hêstibû ku, xwediyên evê nirînê hinek firk bidin xwe û dîtinên xwe careke din bînin zimên, lê bi sêw û tewriyeke nuh.

Di ewê rûnistina ku, me gotî de jî û careke din ev nirîn ji aliyê siyasetmedarekî Kurd ve hate dîtin û pejirandin; li gor nirîn û dîtinên wî, ku destlatên Sûrî bûne du pêl, yek bi guhartin û pêsxistina civakê bang dike û ew jî di bin serkêsiya serok BESAR de ne û pêle dudiwan jî xwediyên konevaniya kevin in û ew weke pasvanên kevin bi nav dikirin. Wî - wan digot ku, serokê nuh dixweze civaka Sûrî ber bi pês ve bide û wê têxe hundir civaka hemdewletî û Sûryê bike yek ji dewletên modêrin, lê hertim evên bi navê pasvanên kevin têtin naskirin li pês xwestek û pirojeyên guhertinê radiwestin, lew re ti kavên ber bi pês ên girîng nehatine avêtin.

Cara sêyemîn jî li evê dawiyê bû û nemaze pistî bûyerên Qamislo û hemû deverên Kurdan ên dîtir ku têde miletê me nerazîbûna xwe ya ji konevaniya dewletê anîbû zimên û hêstibû ku, em careke din li pir çêrok û mesleyan vegerin û yek ji wan, mijara evê gotara me bû. Vê carê jî û mixabin ji sekretarekî partiyeke Kurd bû ku, em digel hev û di riya telefonê de ku, radiyoke kurdî nirînên me li ser biryara rawestandina Partiyên Kurd û pejirandina Komeleyên Civakî û Rewsenbîrî ji aliyê deslata Sûrî ve, ku werdigirt. Ewî hevalî jî û weke hemû xwediyên ewê dîtinê got: Partiya Beis du pêlan di hundirê xwe de hildigre û ewa bi serok BESAR re daxwaza guhartinan dike, lê pasvanên kevin weke kelem li pês wan derdikevin.

Helbet ev nirîn û çêroka pir carên din, li ber me, hatiye guftûgokirin, lê emê bi van hersê caran tenê razîbibin û ew besin ku, bi xwendevan bide naskirin ka ev dîtin heya kuderê rehên xwe di nav me de berdaye û hatiye pejirandin û mixabin di mejiyê xelkê me yê di rêza pêsîn de, vêca miletê xizan û perîsan dê çi bêje û dîtina wî yê çibe.

Pistî evê sirovekirina ji tonheyameke ku, di nav civaka Sûrî de tête gurkirin, em dikarin pipirsin çima û ka xwediyên evan dîtinan li ser çi jipiyan dimînin û helwestên xwe li ser çi ava dikin. Weke ku di cara pêsîn de jî û ji aliyê ewî hevalê pispor de hatibû gotin, xwediyên evan nirîn û dîtinan hertim bi ser hinek tist û kaniyan de pal ve didin û dibêjin: Ew jêder û lêvegerîn dê bihêlin cudhiyek di navbera konevaniya law û bavê de derkeve û ewê li ser sopa berê neçê û dê bihêle ku, bayê guhertinê derbasî nav civaka Sûrî bibe û ew ewan sedem û bingehan jî di evan xelekan de digerînin:

1-     Ew ji nifsê nuhe û hertim ewê nuh bi guhertin û pêsxistinê re ye.

2-     Ew ne ji dibistaneke leskerî weke bavê xwe derketî, law re dê pal ne de ser sazûmana leskerî û ev yek dê bihêle ev cureyên pir ji hêzên awarte kêm bibin û biskên.

3-     Ew ne lawê raman û hizra Beis e, law re ewê dûrî ewan dîtin û nirînên soven û nijadperest be.

4-     Xwendina û derbaskirina hinek dem di nav civaka Ewropî de, dê bihêle ew bizavên xwe bike ku, civaka Sûrî nêzîkî ya Ewropiyan bike.

5-      Dem û heyama îro ne ya serê sare ku, bihêle her serokek di "dewleta xwe" de weke ku, di bistanê xwe de be û tistê ew bixwezê ew dikare bike.

Weke em dibînin bêtirî ewan bingehan, heystê ji sedî, bi kesîtiya wî ve girêdayîne û ev bi xwe jî cihê lêpirsîn û guftûgoyê ye; Bi gotineke din, ew bi me dide naskirin ku mejiyê me hîne li ser stûnê oliyê dizîvire û weke ku, çawa Xwedê di "gerdûna xwe" de dikare her tistî bike, eynî serokên êlan, partiyan .. û heya serok komar jî dikare her tistî di "kiswera xwe" de bike, ev ji aliyekî ve û ji aliyê din jî ewana ji bîr kir ku, ev kes li ser destê sazûmana kevin û di ewê heyamê de hatiye perwerdekirin û weke ku, pisporên pisîkolojî dibêjin: Pênc salên pêsîn di jiyana mirov de yên herî girîngin di perwerde û kesiyetiya wî ya paseroj de.

Ango ev kes dê heya pileyeke bilind bi konevaniya berê re be. Lê tistê herî girîng ku, wan nedixwest bidîta da ku xewnên wan weke rasteqînên jiyanê bimînin, ev hatin û girtina serokê nuh ji destlatiya Sûryê re; Me tevan dît ku, di navbera sev û rojekê de qanûn û yasana Sûryê hate guhartin da ku, li gor bejin û temenê serokê nuh be û ewê ku, bi qesmeriyeke wilo razî bibe û li xwe bi pejrînê ku, bi evê ton pertavê bête ser danistoka serokatiya komarê, dê qet bi pêsketin û guhartin û demokrasiyê ne bawer be, weke dibêjin: Ewê ku tist li ba wî tinebe dê nikaribe tistî bide.

Tistê din ku, em dixwezin bibêjin, ku roja îro û pistî destberdana evan hêzên awerte û asayêsî di hundirê civaka Sûrî de û rêdana ji wan re ku, tistê ew dixwezin dê bikin, bêyî ku, ti sazûman karibin li pês wan rawestin an jî wan bidin ber lêpirsînê û evê yekê hêst ew weke kunêreke pençesêrî bi werime, dê nehlibe zû-zû civaka Sûrî ji nav lepên wan derkeve, ta ku hin merc û dilxwez jî hebin tevî ku, konevanî ne li ser hest û dilxweziyan ava dibe weke ku li ser kêrtêgirtinanê ye, lê mixabin û weke ku, ji heyam û "konevaniya" partî û siyasetmedar û dîtin û vekolînên rewsenbîrên me xûya dibe ku, emê heya demeke dîtir di bin akama ewê mejiyê olî de bimînin û baweriyên xwe bi "Xwedê" yan bînin ku, ew dikarin bi gotinekê guhertinan pêk bînin û civaka me ya li sûn û pasmayî bighênin radeya ya Ewropî û wilo emê hertim bidin dû xewnên revok.

   

                                                                                  Cindirês-2004.

 

çapkirin

copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org